Joey Hood: Em piştevaniya diyaloga aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê dikin

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood ji Rûdawê re tekez kir, ew piştgiriya diyaloga di navbera aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de dikin.

Joy Hood dibêje, diyalog û nêzîkbûna aliyên Kurdî li Sûriyê dibe sedema piştguhxistina grûpên wek PKK li Herêma Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê  got jî, bawerîya aliyên Kurdî li Sûriyê bi hev tune û ew dixwazin di navbera wan de bawerî hebe.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê Rojhilatê Nêzîk Joey Hood di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdaw TVyê bersiva pirsên Rêbaz Elî da.

Rûdaw: Birêz Alîkarê Wezîr, spas ku li gel me yî. Pirsa min a yekê derbarê Sûriyê ye, di van demên dawî de li Bakur Rojhilatê Sûriyê çalakiyên serbazî zêde bûne, hûn çi qas dilgiran in bi zêdebûna wan çalakiyên serbazî?

Joey Hood: Silav li te bin Rêbaz, kêfxweş im ku bo te û bo bînerên we diaxivim. Silavên min ên germ bo tevahiya bînerên we hene. Belê, em pir dilgiran in ji çalakiyên serbazî yên li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê. Em pir dilgiran in li hember nûçeyên berkevtina xelkên sivîl di hinek ji wan karên serbazî de. Aşkere ye, ew karana alîkar nînin bo bidestxistina aştî û seqamgîriyê li navçeyê. Di heman demê de, bêguman em wê yekê fêm dikin ku Tirkiye pêwîst e helwêsteke berevanîkar hebe li dijî çalakiyên terorîstî. Em daxwaz ji hemû grûpan dikin, çalakiyên serbazî û terorîstî rawestînin, daku em bikarin tekeziyê bixin ser DAIŞê, bo rûbirûbûna DAIŞê û têkbirina temam a DAIŞê û avakirina navçeyê, daku Iraqek û Sûriyeyeke seqamgîr û xweşguzeran çê bibin.

Gelo hûn ji ewlehiya leşkerên xwe yên li navçeyê dilgiran in, bi taybet li Sûriyê? Heftiya bihorî operasyonek li nêzîk Qamişlo hat pêkanîn, em dizanin leşkerên Amerîkayê li wê navçeyê hene, gelo hûn ji silametiya leşkerên xwe dilgiran in?

Bê guman Tirkiye hevpeymanê NATOyê ye, lewra me ji nêzîk ve hevahengî li gel Tirkiyê heye. Eger neyarên me her êrişekê bikin, artêşa me şiyanek temam li ber dest heye ji bo berevaniya li xwe û dê bike, di çend rewşan de jî her wiha kiriye. Lê bi rastî em dixwazin bi rêya diyalogê aştiyê pêş bixin di navbera hemû grûpên Kurdî de, daku em hewl bidin rûbirûyê komên terorîstî bibin û şerê me li dijî dijminê sereke be ku DAIŞ e.

Amerîka beşek e ji wê diyaloga berdewam a ku di navbera partiyên cihê yên Rojava de heye, gelo ti pêşveçûnek di wê diyalogê de heye?

Erê, em handerên dîyaloga navbera aliyên Kurdî ne, aliyên Kurdî yên bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê. Ji ber ku li gor me hebûna hevtêgihiştineke baştir, hevahengiya zêdetir û aştiya zêdetir di navbera wan grûpan de, alîkar dibe bo piştguhxistina gûrpên wek PKK ku ti sûda wê nîne. Herwiha sûdbexş dibe bo aştî û xweşguzeraniya Herêma Kurdistana Iraqê û bakur rojhilatê Sûriyê. Her ji bi vê mebestê jî çend meh berî niha ez li bakur rojhilatê Sûriyê bûm. Em diyalog rêk xist di navbera aliyên Kurdî yên ciyawaz ên wê deverê. Bêguman van dawiyan min çend caran serdana Hewlêrê kir. Rojane jî giftugoyê li gel dostên wê derê dikim, bêguman bi rêya konsulxaneya me ya li Hewlêrê û wan dîplomatkaran jî ku li wir û li bakur rojhilatê Sûriyê ne.

We behsa diyalogê kir li Rojava, ti astengiyek li ber wê diyalogê heye?

Li gor min her tim pirsyar li ser bawerî û peywendî û giftugoyê heye. Em wek Amerîka her hewlekê didin ku giftugo, diyalog û bawerî zêdetir hebe di navbera hemû aliyan de bo ku li dijî dijminê sereke rawestin ku DAIŞ e, herwiha ji bo ku li gel me kar ji bo seqamgiriyê bikin ku tenê îsal me 50 milyon dolar bo wê projeyê terxan kirine. Li Herêma Kurdistana Iraqê jî, çavê me li wê ye, hilbijartin bi başî birêve biçe di Cotmehê de. Hikûmet li Iraqê bê pêkanîn ku bi rastî xizmeta xelkê bike. Her ji ber wê yekê em berdewam dibin di warên serbazî, dîplomasî, darayî û ji hemû rehendên ndi ve li Iraq û Sûriyê dimînin. Ji ber ku Iraq bi diyarkirî, di berjwendiya niştimanî ya Amerîkayê de ye ku peywendiyên me yên nêzîk li gel hebin.Ji ber wan hemû sedemên ku hûn dizanin; girîng e ji bo bazara enerjî ya cîhanî, girîng e ji bo kelepûra cîhanî. Herêma Kurdistanê jî giîrng e bo dahênan, aştî û seqamgiriyê. Jibilî wê mozîka ku bi hemû pêkhateyên biçûk ve, gelê Iraqê pêk anîne.

Xelk li vê derê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê nîgeran in, bi taybetî piştî bûyerên Efxanistanê, tirsa wan heye tiştek bi wî rengî li vê derê jî rû bide, piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê. Nêrîna we çi ye derbarê wan nîgeraniyên xelkê vê derê?

Ev ji rastiyê gelek dûr e. Iraq û Efxanistan du nimûneyên gelek ji hev dûr in. Bala me ya zêde li ser Iraqê ye, wek min got, girîngiya wê zêde ye ji bo asayişa niştimanî ya Amerîkayê. Di warlê serbazî de em dimînin, alîkariya hêzên ewlekarî yên Iraqê dikin bi Pêşmerge ve, heta ku DAIŞ bi temamî jinav diçe bo ku ti caran li welat û li navçeyê jî metirsiyê çênekin. Di warê aborî de jî girîng e, ji ber ku Iraq girîng e bo bazara enerjî ya cîhanê. Di warê kulturî de jî, li gor me girîng e. Ji ber ku hûn landika kultureke dêrîn in. Wek Papa Francis di dema serdana xwe de tekezî li ser kir. Iraq bi xwe ji bo berjwendiya niştimanî ya Amerîkayê girîng e. Lewma ji hemû wan rehendan ve, em li gel Iraqê berdewam dibin.

Di warê kulturî ve jî me behsa perwerdê kir, Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê heye, dibistana Amerîkî li Hewlêrê heye, li Hewlêrê Zanîngeha Katolîkî heye. Bi heman şêwe dibistana Amerîkî li Duhokê heye, li Bexdayê jî heye. Em salane bi qasî  bi dehan milyon dolar alîkariya wan dibistan û zanîngehan dikin, berdewam jî dibin. Em hewl didin xwendekarên zêdetir ji Iraq û navçeyê bînin Amerîkayê. Tenê di çend deh salên derbasbûyî de me milyonek û nîv xwendekar ji wan welatên navçeyê anîne Amerîkayê, salane sed hezar xwendekar. Ev girîng e, ev beşdariyek e ku bi rojek û du roj biryar li ser nehatiye dayîn heta ku bi dawî bê. Serok Biden ti niyazek tune ye ku dawî li wê beşdariya bihêz bîne li Iraqê.

Bila em behsa hilbijartinên Cotmehê bikin li Iraqê, gelo hûn ji wê nîgeran in ku di hilbijartinan de sertekarî bê kirin?

Li gor min her kesek li cîhanê di xema wê de ye ku hilbijartin bi dirustî bi rêve biçe. Li hemû cîhanê me dijmin dîtine ku ku her hewlekê didin destkariyê di hilbijartinan de bikin.

Nîgeraniyên sereke derbarê Iraqê de çi ne?

Derbarê Iraqê de bi diyarkirî, tekeziya me li ser wê ye ku pere dabîn bikin bo hewlên Netewên Yekbûyî bo ku li tevahiya welat bi hûrî çavdêriya hilbijartinê bike. Ji bo ku paşê ew a dîtine ji civaka navdewletî re bêjin, her ji amadekariyên hilbijartinê ta encamên wê. Dizanim ku Yekîtiya Ewropayê jî erka çavdêriyê li stûyê xwe girtiye, em jî piştgiriyê dikin. Bêguman dîplomatkarên me jî li Bexda û Hewlêrê hene û li gel dîplomatkarên welatên din çavdêriya bûyerên berî hilbijartin û roja hilbijartinê dikin. Paşê hejmartina dengan û pêkanîna hikûmetê. Em ji hemû welatên din baştir dizanin ku xelkê Iraqê bendewariyên mezin hene vê carê, hilbijartin gelek bi başî birêve biçe. Eger bi dilê wan nebe, li gor min dê biçin ser şeqaman. Careke din bi aştiyane xwepêşandanê diokin bo derbirîna nêrînên xwe. Li gor min xelkê Iraqê bawerî bi wê ye ku hilbijartineke birêve biçe ku bibe sedema dirûstbûna hikûmetekê ku xizmeta xelkê bike.

Gelo hûn nîgeranin ji destwerdana welatên navçeyê di vê hilbijartinê de?

Li gor min divê em hemû nîgeran bin derbarê çalakiyên neyarên me ku hewl didin destwerdanê di hilbijartinan de bikin. Ev ecêb nîne li gor bînerên we ku her hikûmeteke li cîhanê bawerî bi demokrasiyê nîne. Baweriya wan bi wê nîne desthilatê bidin xelkê bo ku biryar bidin ka çi hikûmetekê dixwazin bo xwe. Lê ev baweriya bingehîn ya Amerîkayê ye. Bi ya min baweriya xelkê Iraqê ye jî. Dibe hevnêrîn nebin li ser encama hilbijartinan, dibe hevnêrîn nebin li gel siyasetên wê hikûmeta piştî van hilbijartinan pêk tê, lê li gor min, em hemû hevnêrîn in ku mafê xelkê ye nêrînên xwe derbirînin û di hilbijartinê de reng bide. Divê em hemû, ew tişta ji destê me tê bikin bo ku piştrast bin ji wê, ev hilbijartin pak dibe. Ev jî bi hebûna tîmeke çavdêriya navdewletî destpê dike. Amerîka jî çend meh in piştgiriya wê kiriye. Em çaverê ne, Cotmehê ew hilbijartin birêve biçe. Dizanin gumaneke zêde ji wê tê kirin, Amerîka bi nihênî bixwaze hilbijartin paş bikeve. Ev ne rast e. Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de, di Cotmehê de birêve biçe. Em dixwazin bi başî birêve biçe. Hikûmetek bê avakirin ku çaksazî bike û xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê bike.