TAYBET - Zubeyîr Aydar: Ez hêvî dikim em vê Newrozê li Amedê bin

Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar, di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de qala çend xalên girîng ên derbarê pêvajoya aştiyê, rewşa Kurdan a li Tirkiyeyê û pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê kir.

Aydar diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bikare bi awayekî azad tevbigere.

Her wiha amaje bi gotinên Bahçelî kir ku gotibû “Bila Ocalan were parlamentoyê” lê li gel vê yekê ti Komîsyon naçe cemê.

Li gorî wî, niha di destûr û yasayên Tirkiyeyê de dema çêkirina guherînan e û divê Kurd di çarçoveya yasa û mafên xwe de cih bigirin.

Aydar eşkere kir ku wan pêşniyarên xwe yên yasayî gihandine dewletê û daxwaza berdana girtiyên siyasî û vegera kesên wekî wan ên li derveyî welat kirine.

Aydar derbarê pêvajoya aştiyê ragihand ku leza wan nîne lê niha dema xebatê ye û ew hêvîdar in ku pêvajo bileztir bibe.

Her wiha wekî xaleke girîng amaje bi wê yekê kir ku şer rawestiyaye.

Aydar eşkere kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne beşek ji vê pêvajoyê ne.

Wî derbarê pêwendiyên Tirkiye û Kurdan de jî daxwaza nûkirina biratiya hezar salî ya di navbera wan de kir.

Her wisa amaje bi wê yekê jî kir ku gelek welatên Ewropayê dixwazin herin Îmraliyê kirine lê Tirkiyeyê bersiv nedaye.

Zubeyîr Aydar diyar kir ku destkeftên Başûrê Kurdistanê ji bo her kesî girîng in û pêwendiyên wan li gel hemû aliyên Başûrê Kurdistanê baş in.

Aydar di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe anî ziman ku Newroza 2026an li Amedê be.

Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar bersiv da pirsên me:

Rûdaw: Birêz Aydar, ducare spasiya we dikim, hûn mêvanê me ne.

Zubeyîr Aydar: Spas xweş.

Rûdaw: Em li mala we ne.

Zubeyîr Aydar: Spas, hûn bi xêr hatin.

“Tevger di nava lêgerînekê de ye”

Rûdaw: Em li ofîsa sereke ya KNKyê ne, gelekî spas. Birêz Aydar, di daxuyaniya dawî ya gerîlayan de, termeke nû, gotineke nû bala me kişand, ew jî "Rêveberiya Tevgera Azad" ragihand ku hêzên xwe ji sînorê dewleta Tirkiyeyê vekişandine. Her çend Mustefa Karasu dibêje hinek ji wan, ne hemû vekişiyane. Ji bo min balkêş e ku ev gotin hinekî nû bûye, berî niha gotinên cuda dihatin bikaranîn, çi weke HPG be, çi PKK be yan jî gerîla bin. Ev gotin çi ye bi rastî? Ya dawî jî, Koma Civakên Kurdistanê maye yan ew jî hat hilweşandin?

Zubeyîr Aydar: Navê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) demeke dirêj e heye. PKK hemû hene. Gelek caran weke 'Tevgera Azadiya Kurdistanê' xwe bi nav dikin. Ev ne nû ye lê gelek caran hatiye bikaranîn. Niha jî piştî fesixkirina PKKyê, tevger di nava lêgerînekê de ye, civînan dike û nîqaşan dike ku bi çi navî, rêxistineke çawa ava bike.

Li gorî serdema nû, yanî rêxistinbûneke çawa be. Ji ber ku hê negihîştine biryarekê, hevalan ew li cih dîtine û ew nav bi kar anîne. Yanî ev ne tiştekî nû ye.

“Dibe ku bi navekî nû derkeve pêşiya her kesî”

Rûdaw: Ev dan û standin li ser navên nû heye. Li hemberî wê, li ser saziyeke nû, partiyeke nû jî heye?

Zubeyîr Aydar: Ew jî heye. PKK li gorî şertên şer, li gorî dema Şerê Sar hatibû avakirin. Niha serdem guheriye û li gorî serdema nû, rêxistin jî tê guhertin û dibe ku bi navekî nû û formeke nû derkeve pêşiya her kesî.

Rûdaw: Dibe ku di dema bê de ez bêm hevpeyvînekê li gel cenabê te bikim û ez we bi saziyeke din bidim naskirin?

Zubeyîr Aydar: Muhtemel e, dibe.

Rûdaw: Nêzîk an dûr?

Zubeyîr Aydar: Di nîqaşê de ye.

“Niha ti peyamên rasterast nînin”

Rûdaw: Di nîqaşê de ye, gelekî baş e. Birêz Aydar, nameyeke rasterast a nivîskî ya Birêz Ocalan ji bo Kurdên Diyasporayê li Ewropayê hebû. Nameyeke din, çi devkî be çi nivîskî be, piştî wê ji bo we hebûye?

 Zubeyîr Aydar: Niha ti peyamên rasterast nînin di vê demê de, lê nirxandin hene. Yanî dema heyet pê re hevdîtinan dikin, nirxandinên wî derbarê Ewropayê de jî hene. Yanî pirs dike, filan tişt çawa bû lê tiştek weke peyameke nû ku 'filan tiştî bikin, filan tiştî nekin' heta niha nîne. Lê dibe ku di demeke nêzîk de peyamên bi wî rengî jî bên.

“Em derveyî welat wekî parçeyekî Kurdistanê dihesibînin”

Rûdaw: Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, hûn çi dikin? Li navenda saziyên Yekîtiya Ewropayê, hevdîtinên we li gel Ewropiyan, li gel Kurdan, li gel dostên Kurdan hene, yan niha kêm in?

Zubeyîr Aydar: Na, hevdîtinên me hene. Em Kurdên li derveyî welat...Em derveyî welat wekî parçeyekî Kurdistanê dihesibînin û kar dikin, bi taybetî jî di mijara lobî û dîplomasiyê de.

Pêwendiyên me li gel sazî û dewlet û gelên Ewropayê û cihên din ên cîhanê hene. Navenda van karan li Ewropayê dimeşe û li gorî wê jî lobî tê kirin, dîplomasî tê kirin da ku destek ji derve ji bo vê pêvajoyê hebe. Yanî hem li Ewropa, hem li Amerîka, hem jî li gelek cihên din, li ser vî esasî kar tê kirin. Rojane di vî warî de civîn, konferans û tiştên wiha hene.

Niha jî heyetek li Strasboûrgê ye, li wan deran hevdîtin çêdibin. Weke mînak, ev du sal in kampanyaya azadiya birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Di 8ê mehê de meş û mîtîngeke mezin heye ku Kurd hemû dengê xwe bilind bikin, hem ji bo azadiya Birêz Ocalan, hem jî ji bo destekkirina vê pêvajoyê. Her wiha li gel Kurdan jî li her cihî diyalog tê kirin, li gel kesên cuda jî rewş tê şîrovekirin.

“Tecrîd berdewam dike”

Rûdaw: Ew tecrîda ku berdewam di nava raya giştî de yan jî di medyaya nêzîkî PKKyê de behsa wê tê kirin, li ser Birêz Ocalan hê maye? Yan jî weke ku tê gotin birêz Ocalan êdî delegeyan dibîne, dibe ku xelkê zêdetir jî bibîne? Yan jî ev azadiya ku behsa wê tê kirin û gelek caran weke mercekî serketina vê pêvajoyê tê bilêvkirin, azadiyeke fîzîkî ye?

Zubeyîr Aydar: Belê, tecrîd hêj maye. Yanî hêj birêz Ocalan li wir, li cihekî tenê ye. Erê rast e çend caran heyet diçin, malbat diçe, çûn û hatin heye lê her tişt di nava prosedureke pir hişk de dewam dike. Ji ber vê yekê, ev tecrîd e.

Weke mînak, hêj nikare bi ragihandinê re biaxive, nikare heyetan qebûl bike, nikare hevalên xwe qebûl bike. Mesele ew e ku di vê pêvajoyê de, pêvajoyeke aştî û diyalogê dimeşe, lazim e ew jî karibe serbest hereket bike. Bi kê re bixwaze pêwendiyê deyne, bila deyne. Bixwaze bi ragihandinê re biaxive, bila biaxive. Hevalên wî li cem bin, heyeta wî hebe, sekreteryaya wî hebe. Kesek bi tenê nikare vî karî bimeşîne, divê bi heyetekê, bi sekreteryayekê û bi pêwendiyên xwe karibe vî karî bike. Mesele ev e. Yanî biryar bû heta niha, lazim bû derketibûya pêş.

Diviyabû li Îmraliyê serbest bûya û karibûya hem hevalên wî li cem bûna hem jî karibûya mêvanan qebûl bike. Heta niha gotine "erê" lê pêk neanîne.

“Ocalan ti telîmat dane we?”

Rûdaw: Birêz Aydar, berî ku ez pirseke konkret bikim, heta niha hîç telîmateke destnîşankirî ji Birêz Ocalan ji bo we yên ku hûn li Ewropayê di vê tevgerê de diyar in û rola we heye, hebûye yan na? Weke mînak bêje, 'li gel filan alî rûnin', 'piştgiriyê ji filan aliyê Kurdî yan Ewropî bixwazin', 'li gel nûnerên filan welatî rûnin, vê bikin, wê nekin'.

Zubeyîr Aydar: Na, telîmatên giştî ji bo hemûyan hene, ji bo dîplomasiyê jî.

“Lazim e hûn ji bo yekîtiya Kurdan kar bikin”

Rûdaw: Ango vekiriye ji bo her aliyî?

Zubeyîr Aydar: Belê, derî vekiriye ku em bi her aliyî re dan û standinê bikin û li ser esasê yekîtiya Kurdan jî, yanî di her hevdîtinê de, her carê, ji bo yekîtiya Kurdan dibêje 'lazim e hûn kar bikin' û behsa dezgeheke neteweyî dike, behsa KNKyê jî dike. Divê ew yekîtî bê xurtkirin û bê çêkirin.

“Niha dora aliyê hember e”

Rûdaw: Birêz Aydar, ez pirseke konkret bikim. Tu ji aliyê Kurdan dest pê bike yan jî mixatabê sereke, PKK, çi gav avêtine, ez dê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve bêjim ku çi hatiye kirin. Kurdan çi kir û li hemberî wê hûn çi ji dewletê çaverê dikin?

Zubeyîr Aydar: Niha, ji aliyê Kurd ve, banga Serok Apo ya 27ê Sibatê bangeke dîrokî bû. Kesekî di nav Kurdan de ew qas rîsk û bar nedigirt ser milê xwe. Me piştî wê şer rawestand. Me li gorî wê bangê kongre kir, PKK fesix kir. Piştî wê me çek şewitandin, yanî di 11ê Tîrmehê de û niha jî, dest pê kiriye ku hêzên gerîla yên li Bakur vedikişin, daxuyaniya wê jî di 25ê Gulanê de hate dayîn. Yanî ev tiştên ku hatine kirin ev in. Her wiha me zimanê xwe jî guhertiye. Yanî propagandayên weke şer, dijminatî û filan me dane aliyekî, em zimanê aştiyê bi kar tînin. Niha dora aliyê hember e.

Rûdaw: Ez bêjim çi kiriye?

Zubeyîr Aydar: Tu dikarî bêjî.

Rûdaw: Ez bawer dikim tu dizanî. Yek, qebûlkirina Birêz Ocalan weke mixatabê sereke ji bo vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê jê re dibêjin "çareserî - dewleteke bê teror" û ji bo Kurdan "pêvajoya aştiyê" ye. Kesê herî tund ê li hemberî Kurdan, Bahçelî, gotibû 'Bila birêz Ocalan bê li parlemantoyê biaxive'. Pişt re derî vekirin da ku şand û delege biçin Îmraliyê. Li hemberî wê, karê herî sereke avakirina komîsyoneke parlemanî bû. Gelo ev gavên ku Kurdan an jî PKKyê avêtine, li gel yên dewletê nêzîkî hev in, yan hêviyên we mezintir in?

Zubeyîr Aydar: Na, hêviyên me mezintir in.

“Divê Kurd di destûrê de bên qebûlkirin”

Rûdaw: Çi ne?

Zubeyîr Aydar: Niha tiştên te gotin rast in, yanî heyet diçin ba Serok Apo û tên. Lê divê ew karibe serbest hereket bike. Yanî hatiye axaftin, wî jî gotiye "Erê, ez dikarim vê pêvajoyê bi xwe bimeşînim." Ev gaveke serekî ye. Komîsyon hatiye avakirin, di parlamena Tirkiyeyê de cara yekem e ji sed salî ve ye tiştekî wiha çêdibe, ev girîng e.

Lê komîsyon jî pir hêdî dixebite. Lazim e ev komîsyon niha li gel aliyê Tirk rûne lê divê li gel aliyê Kurd jî rûne. Divê biçe cem Serok Apo û pê re rûne. Bahçelî got 'Bila bê meclîsê.' Normal e, lazim e bihata meclîsê lê biçin Îmraliyê, lê guhdarî bikin. Em ne li dijin. Ango diviyabû zûtir biçûna. Hêj neçûne, em hêvî dikin zûka biçin û bi berfirehî guhdariya Serok Apo bikin.

Pişt re jî... Niha ev hemû gavên zemîn xweşkirinê ne lê gavên bingehîn piştî vê ne. Divê qanûn bên guhertin, divê destûr bê guhertin.

Tenê gotina 'Kurd hene' têrê nake. Divê Kurd bikevin nava hiqûqê. Divê di destûrê de Kurd weke neteweyekî wî welatî bên qebûlkirin. Divê hemû mafên Kurdan jî bên naskirin. Kurd karibin bi zimanê xwe perwerde bibin, zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî. Kurd karibin xwe bi rê ve bibin, serbest xwe rêxistin bikin û siyasetê bikin. Li cihê xwe, navê wê çi dibe bila bibe, divê karibin birêvebirên xwe hilbijêrin û xwe bi rê ve bibin. Ev hemû dê bên nîqaşkirin. Mînak hene, mînaka Îraqê heye. Ne lazim e her tişt weke hev be lê li wir jî Kurd di nava destûrê de ne, berê nebûn, niha hene. Mînakên welatên cuda ku pirsgirêk hatine çareserkirin hene.

Em dikarin ji van tiştan feydeyê wergirin û li wî welatî em jî karibin azad bijîn, xwe bi rê ve bibin û ziman û çanda xwe bijîn.

“Em du miletên cîran in”

Rûdaw: Zemîna civaka Tirkiyeyê amade ye ku Kurdan bi vî awayî qebûl bike? Yan divê gavên baştir bên avêtin? Weke mînak, serokê parlamantoyê diçe Amedê yan bajarekî din ê Bakurê Kurdistanê û çend gotinên Kurdî dibêje, yan serokkomar tê û peyamên nerm ji Kurdan re dişîne. Ma ev ne zemînsazî ye ji bo ku civak êdî hem pêvajoyê bipejirîne, hem jî dema behsa mafên Kurdan di destûrê de bê kirin, êdî Kurd bên qebûlkirin?

Zubeyîr Aydar: Em nabêjin hemû tişt di rojekê de dibe. Bi dewleteke ku li ser esasê yek neteweyê hatiye avakirin, bi miletekî ku bi wî rengî hatiye perwerdekirin, gav bi gav lazim e.

Lê êdî dem hatiye ku em ji axaftinê derbasî pratîkê bibin. Ku serokê parlamentoyê biçe wê derê û çend kelîmeyên Kurdî biaxive, ne tiştekî ecêb û xerîb e lê rast e di wî welatî de ecêb û xerîb tê dîtin. Ev baş e lê divê ev bikeve nava qanûnê.

Heta niha jî di wê komîsyonê de, dema dayikekê got 'Ez Tirkî baş nizanim, ez ê bi Kurdî xwe îfade bikim', serokê komîsyonê got 'Zimanê me yê fermî Tirkî ye, tu mecbûr î bi Tirkî biaxivî'. Ev tişt nabe. Divê ji cihekî ve dest pê bike. Mesele ew e ku em werin cem hev. Em du miletên cîran in. Weke ku dibêjin 'biratiya me ya hezar salî heye.' Eger xwişk û biratî be, divê em weke xwişk û birayan bi hev re rabin û rûnin. Nabe ku di xwişk û biratiyê de yek bê par be. Eger em di vê mijarê de samîmî bin, divê em li hev bikin.

“Çek şewitandin lê nikarin vegerin”

Rûdaw: Ji bo ev pêvajo bileztir bibe, weke ku hûn û hêzên li çiyê gilî dikin ku divê ev pêvajo bileztir bi rê ve biçe, divê çi bê kirin?

Zubeyîr Aydar: Niha dem, dema wê ye ku qanûn û destûr bên guhertin. Hemû destûr û qanûnên Tirkiyeyê ji bo wê derketine ku Kurdan tengav bikin. Ez xwe weke hiqûqnasekî zanim. Divê ev hemû tişt di ber çavan re derbas bibin, hêdî hêdî Kurd bikevin nava hiqûqê, bikevin nava qanûnê. Divê ji gotinê derbasî pratîkê bibin.

Niha hevalan çek şewitandin lê ew kes dîsa nikarin vegerin cihê xwe. Eger hikûmetê bixwesta, dikaribûn li wê derê siyasetê bikin lê lazim e zemîneya wê ya hiqûqî çêbibe. Bi gotina 'Were' çênabe. Lazim e zindan bên valakirin.

Rûdaw: Pêşniyar hatine kirin ku çi bê kirin?

Zubeyîr Aydar: Hin nîqaş û amadekarî hene. Em zanin lazim e çi bê kirin lê hêj mizakereyeke weke tê xwestin çênebûye.

“Divê hemû karibin vegerin”

Rûdaw: Ew pêşniyar dane dewletê?

Zubeyîr Aydar: Belê hene. Niha divê zindan vala bibin. Kesên siyasî ji ber van sedeman di zindanan de nemînin. Divê kesên li derve, yên ji ber van pirsgirêkan derketine, hemû karibin vegerin. Ev jî yek ji wan gavan e. Yanî bi hin qanûnên azadiyê û qanûnên entegrasyonê ev tişt çêdibin. Mesele bi vî rengî ye.

“HSD ne beşeke pêvajoyê ye”

Rûdaw: Birêz Aydar, tiştekî din dîsa bûye rojev. Dibêjin ku Tirkiye dixwaze HSD jî çekên xwe deyne. Cemîl Bayik li ser vê pirsê gotibû ku pirsgirêka niha ne girêdayî HSDyê ye. Bi rastî jî hinek caran ji bo me rojnamevanan jî tevlihevî çêdibe. Gelo Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî çekdanîna HSDyê, beşek ji pêvajoyê ye yan na?

Zubeyîr Aydar: Na, ne beşek ji wê ye lê tesîrê li hev dikin. Hemû Kurdistan tesîrê li hev dike. Tiştê li Bakur çêdibe, tesîrê li Başûr, Rojhilat û Rojava jî dike lê li Rojava zêdetir dike, ji ber ku zêdetir bi hev ve girêdayî ne. Lê di vê mijarê de ti şert û mercên bi wî awayî nînin ku ji bo serketina projeya Bakurê Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî rabin çekên xwe deynin. Tu nikarî van bi hev ve girê bidî, ev neheqî ye jî. Em dibînin rewşa pêkhateyên din çi ye, tiştê hatiye serê Elewî û Durziyan.

Kî dikare bêje bila ew tişt neyên serê Kurdan û Kurd xwe neparêzin li wê derê? Eger em samîmî bin, divê em li hev bikin. Niha pirsgirêkeke Tirkan heye; Tirkên derveyî Tirkiyeyê. Pirsgirêkeke Kurdan jî heye; Kurdên derveyî Bakurê Kurdistanê. Ew çawa nêzîkî Tirkên Qibrisê dibin, em jî dixwazin bi heman polîtîkayê em bi hev re nêzîkî Kurdên Rojava, Başûr û Rojhilat bibin. Ji bo Qibrisê her tiştî dikin, sed hezar Tirk li wê derê ne. Çima dema dor tê Kurdên ku dijmin êrişî wan dike, nabe? Eger em li hev bikin, Kurdên Bakur jî dibin dostên Kurdên Rojava û Başûr. Yanî divê Kurd û Tirk wê biratiya hezar salî ya ku behsa wê dikin, ji nû ve ava bikin.

“Nermbûneke cidî heye, têgihiştineke nû heye”

Rûdaw: Ji dema derketina nameya Birêz Ocalan heta niha, tu bi hêvî yî ku ev pêvajo ser bikeve?

Zubeyîr Aydar: Hêdî hêdî diçe. Ne weke ku tê xwestin e, em hêvî dikin bileztir bibe. Lê nermbûneke cidî heye, têgihiştineke nû heye. Zemîna îsal û par tu nikarî bidî ber hev, ferq û cudahiyeke mezin heye. Şer hatiye rawestandin, êdî cenaze nayên.

Şer ji aliyê me ve jî hatiye rawestandin. Piştî wê kêm çêbû lê niha tune ye. Ev gelekî girîng e. Em qîmetê didin karên ku hatine kirin, em dixwazin bi gavavêtinê vê zemînê xweştir bikin. Em nikarin bêjin em gihiştine merheleyekê ku êdî nikaribin paş de gav bavêjin.

Em dixwazin her du alî bigihîjin wê merheleyê. Hêviya me bi vî rengî ye. Ev bi aliyê hember ve girêdayî ye çimkî ew aliyê xurt in, aliyê dewletê ne. Îro hevdîtina heyetê û Tayyîp Erdogan heye. Ev cara sêyemîn e bi hev re rûdinin. Em hêvî dikin ev bibe destpêkek ku êdî em gavên hiqûqî û pratîk biavêjin.

“Gelo Kurd ji Ewropayê diçin Îmraliyê?”

Rûdaw: Agahî di destê me de hene, Birêz Aydar ku delegeyeke Kurdan ji Ewropayê diçe Îmraliyê û birêz Ocalan dibîne. Pirseke bi lez û kurt: rast e an na?

Zubeyîr Aydar: Agahiyeke wisa li ba min tune, ne rast e lê eger çêbûba ne surprîz bû, diviyabû çêbibûya.

Rûdaw: Ez dizanim û pê bawer im ku Kurd li Diyasporayê kom dibin ji bo ku wê zemînê amade bikin û pêvajo ser bikeve. Ev agahî rast e û ez jê piştrast im.

Zubeyîr Aydar: Em di vî warî de civînan dikin, hewl didin lê niha tiştekî plankirî tune. Na, tune. Hêj zemîneke wisa nehatiye çêkirin. Em dixwazin, em ê biçin, eger rewş gihişte wê merheleyê, ew ne pirsgirêk e.

“Ewropî dixwazin herin Îmraliyê”

Rûdaw: Gelo kesek ji Ewropiyan daxwaz kiriye biçe wî bibîne? Tê behskirin ku şandeyeke Ewropî jî biçe Îmraliyê.

Zubeyîr Aydar: Gelek kesan xwest. Bi fermî serî li Wezareta Dadê jî dan. Dewleta Tirkiyeyê heta niha ne dibêje "erê", ne jî dibêje "na", bersiv nedaye.

“Gerîla heta bi kû derê vekişiyan?”

Rûdaw: Ez pirsekê bikim da ku weke agahî bigihê raya giştî ya Kurdî. Hêzên gerîlayên Kurdistanê çi qasî dûr dikevin ji sînorê Bakurê Kurdistanê yan dewleta Tirkiyeyê? Li gorî şopandina min, di navbera 15 heta 20 kîlometreyan dûr dikevin. Zêdetir dibe yan jî wisa dimîne heta ku gavên kirdarî bên avêtin û çarenivîsa hêzên çekdar ên gerîla diyar bibe?

Zubeyîr Aydar: Bi rastî ez ne hakimê wê mijarê me, ez nizanim. Ew pirseke ser zemînê ye, ya wê derê ye. Li wir tê axaftin çimkî diyalog li wir jî hene. Ew li Ewropayê nayên nîqaşkirin. Ji ber vê yekê ez nikarim bêjim li filan nuqteyê çi dibe, çimkî hakim nînim.

“Başûrê Kurdistanê ji bo me hemûyan destkefteke girîng e”

Rûdaw: Hêviya we ji Başûrê Kurdistanê çi ye ji bo ku pêvajo ser bikeve?

Zubeyîr Aydar: Niha Başûrê Kurdistanê ji bo me hemûyan destkefteke girîng e û pêwendiyên me li gel wan, di hemû aliyan de, gelekî baş in. Diyalogeke baş di navbera me de heye.

Em dixwazin vê diyalogê xurttir û zêdetir bikin, ew girîng e. Çareseriya li Bakur, çareseriya giştî ya Kurdistanê ye. Eger em li Bakur karibin gavekê biavêjin, em dikarin destkeftiyên xwe yên li parçeyên din jî mezintir bikin lê eger em li Bakur di tengasiyê de bin, destkeftiyên me jî dikevin bin tehdîdê. Ji ber vê yekê, lazim e Başûr di vî warî de hewl bide ku ev pêvajo ser bikeve. Hewldanên wan baş in, em ji peywendiyên ku rêveberiya Başûr li gel me û li gel Tirkiyeyê danîne, memnûn in.

“Hêvî dikim em vê Newrozê li Amedê bin”

Rûdaw: Birêz Aydar, Newroza sala 2026an tu li Amedê yî?

Zubeyîr Aydar: Hêvî dikim, hêvî dikim. Em hemû li wê derê bi hev re pîroz bikin. Eger wisa bibe, ew ê bibe Newrozeke giştî ya Kurdistanê. Eger em biçin, wê ji Başûr jî ji her derê, gelek kes bên.

Rûdaw: Birêz Aydar, ez gelekî spasiya we dikim ji bo dema we.

Zubeyîr Aydar: Ez jî spas dikim. Silav û rêz.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo we jî temaşevanên hêja. Bimînin bi xêr.