Mihemed Hesen: Karmendên Rêveberiya Xweser dê tevlî saziyên hikûmetê bibin
Wezîrê Bipêşketina Îdarî yê Sûriyeyê Mihemed Hesen ragihand ku telîmat ji wan re hatiye ku hemû karmendên Rêveberiya Xweser tevlî saziyên sivîl ên hikûmeta Sûriyeyê bikin.
Mihemed Hesen got li ser peymana HSD û Şamê ji Rûdawê re axivî û got:
"Pêdiviya me ya zêde bi hemû şiyanên Sûriyeyê heye, bi hemû pêkhate û nasnameyan ve da ku em vê rastiya Sûriyeyê ji nû ve ava bikin."
Mihemed Hesen li Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê ya li Dubaiyê ji pêşkeşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman re axivî.
Wezîrê Bipêşketina Îdarî yê Sûriyeyê derbarê paşeroja Kurdan a li wî welatî got:
"Ez bi eşkereyî dibêjim ku pêdivî bi ti gumanan nîne derbarê paşeroja Kurdan a li Sûriyeyê.
Kurd pêkhateyeke resen in wekî pêkhateyên din ên Sûriyeyê. Ew şiyanên ku di nav vê pêkhateyê de hene diyar û naskirî ne û tu carî nabe em wan şiyanan piştguh bikin."
Hevpeyvîna Mihemed Hesen û Senger Ebdulrehman wisa ye:
Rûdaw: Birêz Wezîr, gelekî spas.
Dr. Mihemed Hesen: Hûn bi xêr hatin, silav li we bin.
Rûdaw: Birêz Wezîr, hûn beşdarbûna hinek wezîrên hikûmeta nû ya Sûriyeyê ya di konferansan de, bi taybetî Lûtkeya Hikûmetan a Dubaiyê çawa dibînin?
Dr. Mihemed Hesen: Bê guman wekî hûn dizanin Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li ser asta cîhanê bûyereke gelekî giring e. Armanca wê komkirina birêvebir û pisporên karên hikûmî ye da ku ezmûnan ji hev re eşkere bikin û agahdarî ezmûnên pêşeng ên di vê qadê de bin. Em jî wekî dewleteke ku ji şer derketiye, pêdivî ye em sûdê ji hemû ezmûnên cîhanî wergirin di tiştên têkildarî karên hikûmî de, da ku em li gorî rastiya Sûriyeyê sererast bikin bi awayekî ku heta radeyekê rola wê di çêkirina guherîneke biqalîte ya di vê rastiyê de hebe.
Rûdaw: Birêz Wezîr, hikûmeta Sûriyeyê bi HSDyê re li hev kiriye. Hûn vê rêkeftinê çawa dibînin? Dê çawa dilê Kurdan li ser paşeroja wan a li Sûriyeyê rehet bikin?
Dr. Mihemed Hesen: Destpêkê derbarê rêkeftina HSDyê ya bi hikûmeta Sûriyeyê re, ez di warê îdarî de diaxivim ku heta radeyekê pêwendiya wê bi me re heye wekî Wezareta Bipêşketina Îdarî. Telîmatên eşkere ji serokkomariyê gihîştine me derbarê tevlîkirina hemû karmendên Rêveberiya Xweser di nav saziyên sivîl ên hikûmeta Sûriyeyê ye. Em bi piştgiriya Xwedê di vê çarçoveyê de dixebitin. Em wekî dewleta Sûriyeyê ku ji şer derketiye, pêdiviya me ya zêde bi hemû şiyanên Sûriyeyê heye bi hemû pêkhate û nasnameyan ve, da ku em vê rastiya Sûriyeyê ya ku em niha tê de dijîn ava bikin. Em li her şiyaneke Sûriyeyî wekî destkefteke rasteqîn û bingehîn dinêrin da ku bibe faktoreke sereke ji bo pêngavên ber bi dewleta Sûriyeya nû ve.
Rûdaw: Birêz Wezîr, Kurdên li Sûriyeyê ji paşeroja xwe ditirsin. Hûn dê çawa dilê Kurdan li Sûriyeyê rehet bikin derbarê paşeroja wan, wekî hevwelatiyekî Sûriyeyî her wekî hevwelatiyê Ereb, wekî hevwelatiyê Durzî û hemû hevwelatiyên Sûriyeyî... Dê çawa dilê Kurdan were rihetkirin?
Dr. Mihemed Hesen: Ez bi eşkereyî dibêjim ku pêdivî bi ti gumanan nîne derbarê paşeroja Kurdan a li Sûriyeyê. Kurd pêkhateyeke resen in wekî pêkhateyên din ên Sûriyeyê. Ew şiyanên ku di nav vê pêkhateyê de hene diyar û naskirî ne û ti carî nabe em wan şiyanan piştguh bikin, belê berevajî vê yekê divê em hemû enerjiyan bixebitînin da ku bibin motora sereke ji bo avakirina Sûriyeya nû.
Rûdaw: Birêz Wezîr, hûn rola Herêma Kurdistanê û rola Serok Mesûd Barzanî, Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di vê rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de çawa dibînin?
Dr. Mihemed Hesen: Wekî hûn dizanin ew rêkeftin û lihevtêgihiştinên ku di navbera Serokkomar Ehmed Şer û Serok Mesûd Barzanî de çêbûn, roleke wan a rasteqîn di wê rêkeftina dawî de hebû ku bi HSDyê re hat kirin. Loma em di wê baweriyê de ne ku pêwendiya bi Herêma Kurdistanê re dê gelekî kûr be û bi piştgiriya Xwedê dê di rojên paşerojê de roleke wê ya rasteqîn hebe.
Rûdaw: Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze pêwendiyan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ava bike?
Dr. Mihemed Hesen: Bi piştgiriya Xwedê kanalên naskirî ji bo vê pêwendiyê hene û bi xwestina Xwedê wekî hûn dizanin aso li pêşberî hemûyan vekirî ne ji bo hevkariya bi dewleta Sûriyeyê re da ku ji vê rastiya biêş rizgar bibe.
Rûdaw: Pêwendiyên we bi hikûmeta Îraqê re çawa ne?
Dr. Mihemed Hesen: Pêwendî di hemû astên Erebî de baş in.