HEVPEYVÎN - Alan Eyre: Xwesteka Îsraîlê rûxandina rejîma Îranê ye
Berdevkê berê yê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê yê beşa zimanê Farisî Alan Eyre got, “Xwesteka Îsraîlê rûxandina rejîma Îranê ye. Îsraîl wekî gefeke hebûnî li Îranê dinêre.”
Alan Eyre di hevpeyvînekê de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, armancên îdareya Amerîkayê di êrişkirina ser Îranê de ne diyar in û hincetên cuda tîne.
Eyre amaje bi wê yekê jî kir, "Rejîm bi bombeyan nayê guhertin" û êrişa leşkerî tenê dibe sedema wêranî û hejariyê ji bo gelê Îranê.
Wî li ser arasteya êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê got:
"Rastbêj bim, em nizanin çima îdareya Amerîkayê êrişî Îranê kir. Wan gelek wate û hincetên cuda anîne ziman; ji wê yekê ku Îran gefeke teqez bûye, heta digihîje wê yekê ku qaşo Îranê xwestiye êrişî Îsraîlê bike û lewma Amerîkayê êrişa pêşwext kiriye."
"Îsraîl dixwaze rejîma Îranê birûxîne"
Eyre li ser cudahiya armancên Washington û Tel Evîvê diyar kir ku Îsraîl wekî "gefeke hebûnî" li Îranê dinêre.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Alan Eyre re:
Rûdaw: Gelo ev êriş ji bo rêkeftineke nû ye yan jî ji bo guhertina rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye?
Alan Eyre: Rastbêj bim, em nizanin çima îdareya Amerîkayê êrişî Îranê kir.
Wan gelek wate û hincetên cuda anîne ziman, ji wê yekê ku Îran gefeke teqez bûye, heta digihîje wê yekê ku qaşo Îranê xwestiye êrişî Îsraîlê bike û lewma me êrişa pêşwext kiriye, yan gelek vegotinên din ên bi vî rengî.
Em nizanin gelo hikûmeta Amerîkayê hewla guhertina rejîmê dide yan na. Serok Trump bi awayekî sereke gotiye ku ew dixwaze rejîma niha ya Îranê birûxîne.
Piştre ev dimîne li ser gelê Îranê ka dê çi bi ya ku maye bikin. Lewma mijar gelekî nediyar e.
Ya diyar ev e ku Amerîka dibêje herî kêm ew amade ye ji bo çend hefteyan vî karî bidomîne.
Rûdaw: Arasteya Îsraîlê diyar e ku dixwaze rejîmê li Îranê biguhere lê çima araste û armanca Amerîkayê bi zelalî diyar nîne?
Alan Eyre: Bi dîtina min heta asteke mezin pêngavên îdareya Amerîkayê girêdayî wê yekê ne ka dê çi rû bide. Tu rast dibêjî, ji bo Îsraîlê... yan jî xwesteka Îsraîlê, rûxandina rejîma Îranê ye.
Îsraîl wekî gefeke hebûnî li Îranê dinêre, lewma hewl dide bi ji nehiştina şêweya niha ya desthilatdariya li Îranê, rê li ber wê gefê bigire. Wisa xuya dike ku Amerîka di van armancên şer de hevpeyman an jî hevkarê Îsraîlê ye.
Vêca pirsgirêk li vir ev e: Gelo Îran di bersiva van êrişan de dê hewl bide şer li tevahiya herêmê berfireh bike, bi hêviya ku ew qas ziyan û êşê çêbike ku Serok Trump neçar bimîne êrişên li ser Îranê bisekine?
Li vir du dînamîkên cuda hene: Amerîka û Îsraîl hewla rûxandina hikûmeta Îranê didin, Îran jî tenê hewl dide ku ew qas wêranî û êşa aborî çêbike da ku Amerîka bisekine.
Rûdaw: Berê dema Amerîkayê rejîma Sedam Husên ji holê rakir bi welatên Rojava re hevpeymaniyek pêk anî lê niha Amerîka tenê bi Îsraîlê re li dijî Îranê hevpeymaniyê dike, çima?
Alan Eyre: Îsraîl û Amerîka her tim hevparên stratejîk ên gelekî bihêz bûne. Rapirsiyên li Amerîkayê destnîşan dikin ku gelek Amerîkî piştgiriya wê nakin ku Amerîka ji bo piştgirîkirina armancên Îsraîlê biçe nav şerekî.
Lewma ev dikare bibe pirsgirêkeke siyasî ya navxweyî ji bo Serok Trump û îdareya wî. Wekî min got, di vê demê de Îranê ti gef li ser Amerîkayê çênekiribû.
Lewma wisa xuya dike ku sedema sereke ya êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê tenê ji ber wê yekê bûye ku Îsraîlê wisa xwestiye. Ez ducare dibêjim ku bi dîtina min ev ne sedemeke baş e.
Rûdaw: Cenabê te berê berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê bû yê zimanê Farisî da ku xelkê Îranê peyama Amerîkayê ji te bibihîze, berê li Koşka Spî mekanîzmayên biryardan û diyarkirina armancê çawa bûn? Niha mekanîzma hatine guhertin?
Alan Eyre: Eger mebest ev be ka hîn jî berdevkê zimanê Farisî yê Wezareta Karên Derve heye, nexêr tune ye. Ez yekane berdevk bûm û piştî çûyîna min wan ew post nehişt.
Lê tevî ku berdevkekî herdemî yê zimanê Farisî tune jî gelek rêyên wan ên din hene ji bo pêwendîdanîna bi gelê Îranê re. Medyaya wan a civakî bi zimanê Farisî heye, malpera wan bi Farisî heye, her wiha hikûmeta Amerîkayê hîn jî (Dengê Amerîkayê) heye ku bi zimanê Farisî weşanê dike.
Îcar, vê îdareyê hîn jî gelek rê hene ji bo gihandina peyamên xwe ji gelê Îranê re.
Rûdaw: Tu bi xwe wekî Amerîkiyekî bawer dikî ku rejîma niha ya Îranê metirsiyek e ji bo ser Amerîkayê û divê were guhertin?
Alan Eyre: Ev rejîmeke Îranî ya tirsêner e û ti nîqaş li ser vê nîne. Wan li herêmê karên gelekî xerab kirine, li dijî gelê xwe karên gelekî xerab kirine. Lewma ti piştgirî nîne û ez jî piştgiriya rejîma Îranê nakim.
Li gel vê yekê, tu nikarî bi bombeyan rejîman biguherî. Eger em wisa jî bawer bikin ku hebûna rejîmeke din li Îranê (ku ez jî wisa dibînim) ku zêdetir alîgirê Rojava be û bi hewester be ji bo alîkariya gelê xwe ramaneke baş e lê hikûmeta Amerîkayê û hikûmeta Îsraîlê nikarin bi wan karên ku niha dikin bigihîjin wê armancê.
Ya ku di encama van êrişên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê de tê çaverêkirin tenê kuştin û wêraniya zêdetir e li nav Îranê, li gel hejariya zêdetir ji bo gelê Îranê.
Ji bilî wan bandorên xerab ên ku em li herêmê, li Îraqê, Kendavê û welatên din dibînin.
Rûdaw: Li gorî te ev şer dê çawa bi dawî bibe?
Alan Eyre: Şer dê wê demê bi dawî bibe gava ku Amerîka û Îsraîl bombebaranê rawestînin, wan jî gotiye ku heta demekê ev yek rû nade.
Şer dê gava ku Amerîka û Îsraîlê hemû wan cihên ku dixwestin wêran kirin û hemû wan kesên ku dixwestin li Îranê kuştin, bi dawî bibe. Di dawiya vê de, yek ji van her du tiştan rû dide:
Yan ew beşa ku ji hikûmeta Îranê dimîne hewl dide cureyekî rêkeftinê bi Amerîkayê û belkî Îsraîlê re jî bike yan jî dê parastina li hemberî Amerîka û Îsraîlê bidomîne û ya ku ew li Îranê dixwazin.
Vebijêrka sêyem jî ew e ku bi dîtina min Îsraîl hewl dide hikûmetê bi pratîkî birûxîne û pişt re, wekî Serok Trump gotî ev dimîne li ser gelê Îranê ku hewl bide hikûmetekê bibîne.
Rûdaw: Wekî kesekî ku bi xwe Farisiyeke gelekî baş dizanî û şarezayê çand û ramana xelkê Îranê yî, li gorî te xelkê Îranê dê çi biryarê bidin?
Alan Eyre: Îran welatekî bi rûberê zêdetirî 1,6 milyon kîlometre çarçik e û 92 milyon kes lê dijîn. Lewma ez nikarim pêşbînî bikim 92 milyon kes dê biryara çi bidin, kes jî nikare.
Hinek kes dilxweş in bi wê yekê ku ji bo mînak Ayetulah Xamineyî miriye, hinekên din dilxweş nînin.
Ez wisa bawer dikim ku piraniya gelê Îranê nîgeranê paşeroja xwe ne çimkî bêyî guhdana encamê, şer di demkurt de ti carî ji bo wî welatê ku êriş lê tê kirin ne baş e.
Lewma ez wisa difikirim ku dilgiraniyek û nediyariyeke gelekî mezin li Îranê heye û piraniya Îraniyan jî dixwazin ev şer di dema herî zû de bi dawî bibe.