Hubert Védrine:Biryara dijîfirînê êş û derdê gelê Kurd sivik kir
Hubert Védrine dema 14 salan berpirsiyariyên wî yên cuda cuda hebûn û pêwendiyên wî yên xurt bi Serokê Fransayê yê pêştir François Mitterrand û xanima wî Danielle Mitterrand re hebûn ku hevsozên Doza Kurd li Başûrê Kurdistanê bûn.
Çend postên din ên Hubert Védrine hebûn. Wek berdevkê Koşka Élysée, şêwirmendê encûmena ewlekariyê yê Fransayê û di dawî de jî posta wezîrê derve yê Fransayê wergirt.
Rûdaw: di nav kurdan de xanima Danielle Mitterrand kesayeteke navdar e û di dema koçberiya kurdan di 1991ê de serdana kampên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir. Bi nerîna te, guvaş û hevsoziya Danielle Mitterrand bandor li ser Serok François Mitterrand kir?
Hubert Védrine: Baş e, François Mitterrand, serok Mitterrand berê agahdarî pirsa Kurd bû, bi rewşenbîriya xwe ya kesane, ji xwendina nivîskaran, ji aliyê hevjîna xwe ve, û ji aliyê Bernard Kouchner ve. Divê em li bîra xwe bînin ku dema Îraqê Kuwêt dagîr kir, serok Mitterrand, wekî serok Bush ê Bav, yekser bîr li wê yekê Kir ku divê Îraq demlidest ji Kuwêtê vekişe, û eger venekişiya, divê bi darê zorê bê derxistin. Wate du helwestên hevşêwe hebûn, ji bilî ku François Mitterrand derfet da Sedam Hisên ku ji Kuwêtê derkeve da ku rastî şer neyê, lê Sedam Hisên ne zîrek bû wek dihat xwestin ku sûdê ji vê derfetê bigire. Lewma şer encam da, û artêşa Îraqê ji Kuwêtê hat derxistin. Li vir, tevî ku ji destpêkê ve serokên Fransa û Amerîka û Birîtanya jî hevra bûn, lê serok Mitterrand hinekî hişyartir bû li hember bangewaziya Amerîkiyan ku gel serî hilde. Piştî ku serok Bush dudil bû ka biçe heya Bexdayê yan na, hevbeş û hevpeymanên wî ne ligel vê yekê bûn, serokerkanê artêşa wî general Powell ne ligel bû, lewma ev pêngav nehat avêtin, êdî hinekî hişyarî hebû li hember serhildana xelkê, Kurd û Şîe bêguman, li dijî rejîmê, çimkî pir metirsîdar bû. Ji ber ku êdî Hevpeymaniya Navdewletî nemabû, û ti biryar nebû ji bo pêngavên pêşdetir ji rizgarkirina Kuwêtê. Vê yekê hişt ku hesab ji bo derketina tevlîheviyê li Îraqê û gefên Sedam Hisên bên kirin, bi şêweyekî ku Sedam nikaribe bi hovane Kurdan li bakur û Şîe li başûr serkut bike. Li vir, François Mitterrand bîr li wê yekê kir ku divê em li vir ranewestin û divê tiştekî bêhtir bê kirin. Di wê demê de.
Rûdaw: Cenabê wezîr, ti kurdek nîne nizanibe biryara 688an çi ye, herwiha hemû kurd helwesta Fransa di wê demê de bilind dinirxînin, ew pêngava Fransa ya razîkirina Amerîka û Brîtanya bo parastina kurdan ku paşê biryara 688 jê peyda bû, wê pêngavê çiqasî dirêj kir?
Hubert Védrine: Danielle Mitterrand xwedan helwestek bihêz û pir baş bû, mirovhez û wêrek bû. Lê serok Mitterrand bi herhal, dûr ji bandoran, biryar dabû ku her tiştî bike da ku nehêle Sedam Hisên êrîşî beşekê ji gelê Iraqê bike. Ji vê yekê, wî got bi herawayî divê em nehêlin ew serkutkirinê hovane encam bide. Lê divê em di çarçoveya yasaya navdewletî de tevbigerin. Wekî çawa derbarê Kuwêtê de hate kirin, ku ji destpêkê ve bi biryaran hate çareserkirin, ku Yekîtiya Soviyetê jî veto li dijî wan bikar neanî. Bi rastî, Gorbachev ligel vê yekê bû. Paşê ustûbariya dîplomasiyeta Fransayê ew bû ku biryarekê bidest bixe. Rêkeftin ligel Brîtaniyan, berêz Major, hebû. Lê Amerîkiyan dixwestin ku xwe ji vê bidin aliyekî û li vir karê dîplomatîk ê Fransayê bû. Li ser rênimayên ku ji serok Mitterrand hatibûn dayin, danûstandin li New York û ligel Brîtaniyan gihaştin derkirina biryarekê ku berê qet nehatibû dayin. ku biryara 688 bû. Ev yekem biryar e ku behsa gelê Kurd dike. Di dîroka Neteweyên Yekbûyî de. Ev biryareke ku daxwaz dike hemû rê bên bikaranîn ji bo dabînkirina ewlehiyê ji bo gelê Kurd. Paşê warê mirovî, û ewlehî hat. Lê biryarê herêma nefirînê dirust nekiribû. Lewma divabû, piştî vê biryara girîng û dîrokî ji bo Kurdan, lê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Neteweyên Yekbûyî , divabû Amerîkî, Inglîz û Fransî bi xwe biryarê bidin, bi şêweyekî ji şêweyan di çarçoveya ravekirina biryara 688 de, ku kesî rêgirî lê nekir, biryar bidin ku herêmeke nefirînê dirust bikin, vêce ewlehî hat sepandin. Niha ew risteya bûyeran tê bîra me: Destpêşxeriya Fransî-Brîtanî, ku Amerîkî jî livandin, ku dengdan li ser biryara 688 bidest xistin bêyî vetoya Rûsî û Çînî, ev girîng e ha, paşê ravekirina biryarê ku li gor wê di nîsana 1991ê de herêma parastina ewlehîiyê hat dirustkirin. Ev proseseke pir balgêş bû ku êş û derdê gelê Kurd sivik kirin. Ez nabêjim çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd, lê vê yekê êş sivik kir. Vêce rast e ku xanim Mitterrand bandordar bû û alîkar bû, lê îradeya Mitterrand bi kesayetiya xwe hebû.
Rûdaw: Cenabê wezîr, di dema 14 salên ku berpirsiyariyên te yên cuda cuda li Koşka Élysée hebûn, ew kes kî bûn ku piştevanên Serok Mitterrand bûn di hevsoziya wî bo kurdan de li ser asta Fransa û Ewropayê?
Hubert Védrine: Bîrokeya Fransa ew bû ku rêz li yasaya navdewletî bê girtin, û liv di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de be, yan jî herkes tişta bixwaze dê bike. Lewma divabû hevsengiyek bê dîtin di navbera prensîpa destnewerdanê, ku prensîpeke giştî ye di pêwendiyên navdewletî de, û hin haletên pir taybet bi saya birkeya heftem ji mîsaqê. Wate dayina biryarên ku bikarin rê bidin destwerdanê, lê ne wekî prensîpeke giştî. Divê zelal be, eger destwerdan bibe prensîpeke giştî, şer li her deverê derdikeve. Lê hin kêlîkên taybet hene ku pir meirsîdar in, û li vir, gelê Kurd, bi herhal, li jêr metirsiyê bû. Ev bû encam ku bêhtir bîrokeyeke Fransî bû, rast e Brîtanî jî di nav de bûn, John Major, lê bêhtir Fransî bû, lê Amerîkî ne dilgerm bûn, ditirsiyan ku rêxweşker be ji bo destwerdanin din. Êdî, ev karekî serkeftî hevbeş bû, heta em dikarin behsa civaka navdewletî bikin, destwerdaneke sêalî bû, lê ji ber ku ji welatên xwedî endamtiya dayimî bû, civaka navdewletî hebûye, em dikarin bibêjin ku di vê haletê de karîbû Kurdan biparêze, di demeke destnîşankirî de.
Rûdaw: Piştî biryara 688an ku bi insyatîva Fransa bû û di dema derketina biryara nefirînê de rola Fransa wek pêwîst ne diyar bû. Ev têkildarî karê dîplomatîk bû?
Hubert Védrine: Di serî de, serokê Mitterrand got em nikarin bihêlin Sedam Hisên miletê xwe bi şêweyekî hovane serkut bike. Vêce pêwîstî bi biryarweke navdewletî hebû, lewma tevahiya makîneya Dîplomatîk a Fransayê tevgeriya. Ne takekes bûn bi taybetî. Wezareta derve, balyozê Fransayê li Neteweyên yekbûyî, li New Yorkê, û tevahiya risteya diplomatîk, hevkarî hebû li Koşka Elysée, Wezareta derve, li New Yorkê, ekîpeke mezin kar dikir û danûstandin dikirin û tevahiya wan zîrek bûn di karê dîolomatîk de, divabû danûstandin ligel hebeşên din bihatina kirin, divabû bi berdewamî piştrast bûbana ji birêveçûna danûstandinan derbarê biryarê, ewa ku bû biryara 688, ji bo parastinê li bakurê xêza36 û beşek li bakur û beşek li başûrê Îraqê, divabû piştrast bibin di her kêlîk û roj de ji helwesta Brîtaniyan û hemû behane bihatina pêşkêşkirin ji bo razîkirina Amerîkiyan. Mijara Kuwêt bi dawî hatibû û rûpela wî hatinû qulabtin, lê divabû piştrast bin ji bêalîtiya Çînî û Rûsan. Ev ne hêsanî ye ku wiha em vê yekê bi çend hevokan bibêjin. Ev karek bû ku gelek dîplomatkarên mezin ji pir aliyan tê de beşdar bûn. Bi taybet li New Yorkê. Lewma çend roj pêwîst bûn heya bigihêjin rêkeftinekê, lê bi şêweyekî giştî helwestek bihêz a nerazîbûnê li dijî Sedam Hisên hebû ku vê yekê hişt zû derbiçe.
Rûdaw: Rê bide ez pirseke şexsî bikim, di dema derketina biryara 688an ji Encûmena Ewlekariyê, cenabê te û Serok Mitterrand di wê kêlîkê de mijûlî çi bûn?
Hubert Védrine: Pêşî, take hêzên ku dikarin herêma nefirînê bisepînin, hêzên serbazî ne. Lewma gelek welat hene nikarin vê yekê bikin. vêce, divê şiyana hêzên asmanî bê peydakirin. Ne Gelek welatên Rojava hene dikarin vê yekê bikin. Amerîka, Brîtanya û Fransa hene. Paşê ev pirsa pabendîbûneke giştgîr e. Fransa hin pabendîyên wê yên din hebûn, li hin deverên din. Ji ber wiha nikarîbû hemû hêzên xwe bibe vî cihî, lê ew xwediyê destpêşxeriyê bû ku biryar derbiçe. Tevî ku Inglîz razî bûn. Tişta paşê bûyî, dabeşkirina hêz û şiyanên serbazî, û çalakiyên serbazî bûn. Lê her 3 hêz li wir bûn, her çiqas dabeşkirina hejmara firokeyan, hejmara firînan û erkên serbazî bi nêrîna Sedam Hisên wek hevbûn. Lê ew fişar li Sedam hat kirin û rêgirî lê hat kirin, û ev ya cewherî ye, ne ku rikaberî di navbera Dewletên beşdar li ser erdê yan jî hejmara firokeyan. Tişta cewherî parastina Kurdan bû.
Rûdaw: Berpirsiyariya cenabê te ya dîlomatîk a Fransayê hebû, bi nerîna we, çima di wê demê de Çîn û Rûsyayê biryara 688an veto nekirin?
Hubert Védrine: Li Parisê bûn, me pêşveçûna danûstandinan bi berdewamî dişopand. Bi riya telegramên dîplomatîk, bi riya telefonê, ekîpa dîplomatîk a Elysée bi berdewamî di pêwendiyê de bû ji bo şopandina danûstandinan li New Yorkê, bê guman me ji nêzîk ve dişopand. Lê bi rastî em pir şad bûn, em pir şad bûn bi encamê. Ne hêsan e tu karibî formeke têkel di navbera yasaya navdewletî û prensîpên cuda de dirust bikî, û tu formeke têkel a baş û karîger dirust bikî, lewma ev serkeftineke ciwan bû. Lê bi rastî em heta radeyekê piştrast bûn ku em dê bigihêjin vê encamê. Em piştrast bûn ji ber ku Sedam Hisên pir zordar bû, pir ehmeq jî bû, lewma şêweyek ji sazanekê ku em dikarin bêjin sazaneke exlaqî bû, li dijî wî hebû, û me karîbû wê sazana exlaqî bikin biryareke yasayî, û ew herêma nefirînê encama karê me bû, lewma em pir şad bûn.
Rûdaw: Biryara nefirînê û 688an ewqasî mezin bû ku paşê bû sedema avabûna qewareya Herêma Kurdistanê?
Hubert Védrine: Divê li bîra me were ku em di sala 1991ê de bûn. Hîn Yekîtiya Sovyetê bû. Îro, ji ber ku xelk her tiştî tevlihev dikin, ji wan we ye ku her tişt bi dîwarê Berlînê re rawestiya, lê ne we ye. Dîwarê Berlînê di sala 1989an de hat êxistin, lê Yekîtiya sovyetê heta dawiya sala 1991ê domand. Wê demê, Gorbachev bû, û Gorbachev di mejiyê xwe de ideyalîst bû. Dixwest Yekîtiya Soviyetê biguhêre, û dev ji kontrola xwe li ser rojhilatê Ewropa berde. Dixwest demokrasiyeke komunîst dirûst bike. Ev tiştekî nayê cî, lê ew bi rastî kesek bû li hevkariyê û hevbeşên navdewletî digeriya. Lewma Gorbachev qet nebû rêgir li pêş wê sazana ku li New Yorkê li dijî Sedam Hisên hebû. Ew beşdar bû dema hemû amadekariyên prosesa mirovî, û qet veto bikar neanî. Di demekê de ku Sedam Hisên piştrast bû ku Yekîtiya Sovyetê dê veto bikar bîne. Ew Sovyeta berî Gorbachev bû. Lewma tu sûrprayzek nebû. Tu sûrprayzek ji aliyê Gorbachev nebû. Ew kesek bû di rastiyê de, nêrînek wî ya hevbeşiyê hebû derbarê pêwendiyên navdewletî de.
Çîn hinekî kêmtir cihê piştrastiyê bû, lê divê em bibêjin ku ew ne Çîna Jinping bû. Îro ba, dê veto bikarbaniya. Lê wê demê guhertina pir mezin di Çînê de dihat kirin, serdema Deng Xiaoping bû. Piştî ku di pey Mao Zedong re hat, û dema ku "banda çarkesî" jinav bir, û bazar bi şêweyekî mezin veguhert, di riya azadkirina bazirganiya bi enerjiyê û karta aborî û pejirandina azadiya takekesan re, û her wekî din. Wî reform kir ku encamên wê yên gelekî mezin hebûn. Lê herdem digot, bila em dûrî roniyê bin, bila em porovokasyonê nekin, bi nermî berû pêş ve biçin. bi hêminî, bila em pir pê de neçin. Di pey wî re, Jiang Zemin li ser heman xêzê meşiya. û Hu Jintao jî heman xêz şopand. Piştî demeke pir dirêj, dema ku Jinping hat, got ku em gihaştine astekê ji hêzê ku êdî pêwîstiya me bi şîretên Deng Xiaoping nîne, û divê em hêza xwe bisepînin. Ev serdemeke din e. Riya Hevrîşm û wekî din. Lê dema encamdana şerê Kuwêt û mijara serkutkirina Kurdan ji aliyê Îraqê ve, Çîn di serdemekê de bû ku nedixwest provokasyonê bike. Eger Yekîtiya Sovyetê ya Gorbachev veto bikarbaniya, Çînê dê veto bikarbaniya. Ji ber ku Gorbachev bikarneanî, wê jî bikarneanî.