UNICEF: Li Siwêdayê bi hezaran zarok ji xwendinê bê par mane

Serokê Beşa Alîkariya Lezgîn û Operasyonên Meydanî yê UNICEFê yê Sûriyeyê Matteo Frontini got, "Sûriye demeke dirêj e rûbirûyî gelek nexweşî û qeyranan bûye, di nav van hemûyan de jî bandora herî mezin li ser zarokan e."

Frantini tekezî li ser wê yekê kir ku "bi hezaran zarok ji ber vê pevçûnê zerer dîtine" û got, "Herî kêm li Siwêdayê zêdetirî 10 hezar zarok ji xwendinê mane." Ev dûrketina ji xwendinê, li gel zerera ku gihîştiye dibistan û sîstemên avê, rewşeke "gelekî nexweş û cihê nîgeraniyê" ava kiriye.

UNICEF bi hevkariya rêxistinên din hewl dide pêdiviyên jiyanî yên wekî xwarin, derman û ava paqij dabîn bike, lê Matteo Frantini eşkere dike ku "ev ne bes e."

Frontini tekezî li ser çareserkirina rewşa dibistanan kir ku hejmareke mezin a koçberan li wan bi cih bûne û got, "Ji bo ku zarok karibin vegerin xwendinê, divê ew dibistan vebin."

Serokê Beşa Alîkariya Lezgîn û Operasyonên Meydanî yê UNICEFê yê Sûriyeyê Matteo Frontini beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser rewşa Siwêdayê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Rûdaw: Hûn rewşa zarokên li parêzgeha Siwêdayê ku aloziyan rû daye, çawa dinirxînin û çend zarok di bin bandora vê rewşê de ne?

Matteo Frontini: Gelekî spas ji bo vê pirsê. Wekî ku hûn dizanin, UNICEF ligel saziyên din ên Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Sûriyeyê, Xaça Sor a Navneteweyî û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê, di demên dawî de karîn xwe bigihînin Siwêdayê. Di destpêka karê xwe de me karî nirxandineke hevbeş a nav-ajansî bikin û me dît ku bi hezaran zarok ji ber vê pevçûnê zerer dîtine. Ji aliyê perwerde, xwarin, av û kanalîzasyonê ve, li hemû deverên Siwêdayê û her wiha li Derayê jî ji ber koçberiya nû, ji bo zarokên Sûriyeyê rewşeke gelekî nexweş û cihê nîgeraniyê derketiye holê.

Rûdaw: Hejmareke zelal li ber destê we heye ku çend zarok di bin bandorê de mane?

Matteo Frontini: Belê, herî kêm li Siwêdayê zêdetirî 10 hezar zarok ji xwendinê mane. Zerer gihîştiye dibistanan. Em hîn jî li ser wan zarokên ku ji ber kêmasiya xwarinê zerer dîtine, agahiyan kom dikin. Niha em li ser gelekî bîr û sîstemên avê yên ku zerer dîtine nirxandinan dikin. Bê guman, li wê herêmê gihîştina avê gelekî girîng e, ji ber vê yekê em texmîn dikin ku bi hezaran zarok zerer dîtine.

Rûdaw: Di van şert û mercan de UNICEFê ji bo zarokên Siwêdayê çi piştgirî daye, eger em ji ava vexwarinê dest pê bikin?

Matteo Frontini: Me bi rêya Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê dest bi belavkirina pêdiviyan kiriye. UNICEFê wekî bersiveke lezgîn, ji bo navendên tenduristiyê pêdiviyên tenduristî û xwarinê dabîn kiriye. Me ji bo cihên ku koçberên nû lê bi cih bûne av dabîn kiriye. Ev ne tenê ji bo zarokan e, ji bo wan civakên ku zerer dîtine jî ye.

Her wiha me sotemenî jî dabîn kiriye da ku em piştrast bin ew sîstemên avê yên ku wêran nebûne, kar bikin. Di demên dawî de, ji hefteya borî ve, me karî çend endazyaran bişînin ku niha li ser nûjenkirin û sererastkirina van sîstemên avê nirxandinan dikin û em di wê baweriyê de ne ku eger pevçûn ji nû ve gur nebe, em dikarin pir zû çareser bikin.

Rûdaw: Ji bo dabînkirina xwarin û pêdiviyên tenduristiyê, we û rêxistinên din çend karwanên alîkariyê şandine?

Matteo Frontini: Belê, UNICEF bi tena serê xwe kar nake, em bi rêxistinên din re dixebitin. Me bi rêya Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê herî kêm 15 karwanên alîkariyê gihandine. Hemû saziyên Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî karîne xwarinê an jî herî kêm ard ji bo nanpêjxaneyan bigihînin. Me pêdiviyên xwarinê û dermanên bijîşkî gihandine, lê ev ne bes e.

Pirsgirêk ew e ku em naxwazin tenê gihîştina mirovî hebe, em dixwazin gihîştina bazirganî jî ji Şamê ji bo Siwêdayê ji nû ve dest pê bike, da ku sektora taybet û aliyên din karibin dest bi veguhestina barhilgiran bikin, xwarinê bînin û pêdiviyan, di nav de pêdiviyên bijîşkî jî, bigihînin nexweşxane û navendên tenduristiyê yên ku zerer dîtine.

Rûdaw: Sala nû ya xwendinê nêzîk e, di warê perwerdeyê de hûn dikarin çi piştgiriyê bidin xwendekar û zarokên Siwêdayê?

Matteo Frontini: Hevkarên me yên li beşa perwerdeyê ya UNICEFê, li gel beşa perwerdeyê ya li ser asta parêzgehê û her wiha li ser asta wezaretê li vir li Şamê di nava pêwendiyan de ne. Ev nîgeraniyeke mezin e û li ser maseya gotûbêjan e. Li çareseriyan digerin da ku rê bidin wan kesên ku nekarîne bikevin ezmûnan ku di hefteyên pêş de beşdar bibin.

Dû re bi hêviya vekirina dibistanan, niha hejmareke zêde ya dibistanan, herî kêm 15 dibistanên ku me dîtine, koçber tê de ne. Yanî xelkê dibistan wekî herêmeke ewle bi kar anîne. Em niha bi saziyên din ên Neteweyên Yekbûyî re dixebitin ji bo dîtina çareseriyekê ku tê de xelkê koçber karibin vegerin civakên xwe û bi vî awayî dibistan ji bo zarokan vebin û sala nû ya xwendinê bixwînin.

Rûdaw: Wekî UNICEFê peyama we ji bo civaka navneteweyî û bexşînêran a derbarê zarokên Sûriyeyê çi ye?

Matteo Frontini: Rast e, wekî ku hûn dibêjin, UNICEF ne tenê li Siwêdayê, li seranserê Sûriyeyê kar dike. Sûriye di demek gelekî girîng re derbas dibe. Em piştgiriyê didin bersivdana mirovî û bersivdana awarte wekî li Siwêdayê, her wiha di şewatên dawî yên li Laziqiyê û deverên peravê û rewşên din ên awarte de piştgiriya me ya berdewam heye.

Sûriye welatek e ku derfetên wê zêde ne. Ji ber vê yekê civaka navneteweyî li ser du rêyên paralel kar dike; bersivdana rewşa mirovî û awarte, û her wiha piştgiriya ji bo bipêşketin û avakirinê. Hewl tê dayîn ku alîkarî bê komkirin ji bo piştgirîkirina vê proseya avadanî û vejînê ku Gelekîî girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo paşeroja herî baş a zarokan, bipêşketin kilîta paşeroj û aramiya welat û herêmê ye.