TAYBET - Mihemed Senkerî: Li Sûriyeyê ji bilî Erebî hemû ziman ‘biyanî’ ne

Birêvebirê Kar û Barên Siyasî yê Efrînê Mihemed Senkerî got, “Li Sûriyeyê ji bilî Erebî hemû ziman ‘biyanî’ ne.”

Mihemed Senkerî, ew yek red kir ku zimanê Kurdî li dibistanan hatiye qedexekirin lê wî hemû zimanên ji bilî Erebî wekî "biyanî" bi nav kirin.

Senkerî di hevpeyvîneke xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku axaftinên li ser qedexekirina zimanê Kurdî ya li dibistanên Efrînê "ji rastiyê dûr in" û zelal kir:

"Dema me dest bi sala nû ya xwendinê kir, li pêşiya hikûmeta niha astengiyek hebû ku bernameyên xwendinê li seranserê Sûriyeyê bike yek. Efrîn jî beşek ji Sûriyeyê ye û hemû bernameyên xwendinê hatin yekkirin."

Wî amaje bi wê yekê kir ku "berî rizgarkirinê" li Efrînê dibistanên ku zimanê Kurdî hîn dikirin hebûn lê piştî wê "bernameyên xwendinê li hemû bajar û parêzgehên Sûriyeyê hatin yekkirin."

Her wiha bal kişand ser biryara Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya 27ê Cotmeha 2025an ku tê de hatiye gotin, "zimanên biyanî wekî sala xwendinê ya 2024-2025an bê guhertin dimînin."

Wî di bersiva pirsa li ser mebesta ji "zimanên biyanî" de got:

"Hemû zimanên biyanî ji bilî Erebî. Zimanê Erebî zimanê sereke ye û hemû zimanên din biyanî ne, çi Kurdî be, çi Tirkî, Rûsî, Fransî an Îngilîzî be, ev biryar wan hemûyan li xwe digire."

Birêvebirê Kar û Barên Siyasî yê Efrînê Mihemed Senkerî pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Di nava hewlên ji bo jinûverêkxistina kar û barên ewlehî û îdarî û başkirina şert û mercên jiyanê yên xelkê de, mijarên wekî kontrolkirina çekan, parastina demsala zeytûnan, vegera xelkê, li gel dosyeyên perwerde, mulkiyet û zimanê Kurdî, wekî serenavên sereke yên nîqaşên giştî li Efrînê derdikevin pêş. Di vê hevpeyvînê de, em hewl didin ku wêneyê rewşa niha zelal bikin. Ka em bi rewşa ewlehiyê ya Efrînê dest pê bikin, pirsgirêkên sereke yên ewlehiyê yên ku niha li pêşiya desthilata hikûmetê ne çi ne?

Mihemed Senkerî: Destpêkê, rewşa ewlehiyê li Efrînê, bi saya Xwedê, baş e. Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Parastinê di destpêka rizgarkirinê de ketin bajarê Efrînê û gelek cihên ku berê di bin kontrola komên çekdar de bûn kontrol kirin.

Piraniya van koman paşê tevlî Wezareta Parastinê bûn. Her wiha çekên li derveyî çarçoveya qanûnên dewletê hatin kontrolkirin, ji ber ku her çekek li derveyî çarçoveya dewletê ne rewa ye. Kesên ku ev çek hilgirtibûn hatin şopandin, girtin û di nav saziyên dewletê de hatin birêxistinkirin.

Rûdaw: Hûn dikarin bibêjin ku çek bi temamî hatine kontrolkirin û ketine bin desthilata hikûmetê?

Mihemed Senkerî: Bê guman, û delîla herî mezin ew e ku me çek kontrol kiriye û dezgehên ewlehiyê bi temamî rola xwe girtine û êdî ti çek li derveyî çarçoveya dewletê nemaye. Her çend şahidiya me wekî Wezareta Parastinê cihê gumanê be jî, hûn dikarin biçin û bi xelkê li kolanan re biaxivin da ku rastiya vê yekê piştrast bikin. Em wekî rêveberiya xwecihî, dezgehên ewlehiyê û meclisa xwecihî vê yekê dibêjin û şahidiya me cihê gumanê ye, ji xelkê bipirsin da ku hûn rastiya vê gotinê zanibin.

Rûdaw: Hinek gilî derbarê hin diyardeyên leşkerî û ewlehiyê yên nefermî li Efrînê hene, gelo planeke we ji bo bidawîkirina wan heye?

Mihemed Senkerî: Di destpêka rizgarkirinê de, gilî gelek bûn û yek bi yek hatin çareserkirin. Her giliyê ku ji me re wekî birêvebiriya herêmê hat pêşkêşkirin, bi profesyoneliyeke mezin hat çareserkirin. Her destdirêjiya li ser milkên xelkê me yê bajarê Efrînê bi awayekî tund tê çareserkirin, bêyî ku li kiryarê wê bê nêrîn, çi ji komên berê be, çi ji kesên ser bi wan ve bin, heta eger birayek destdirêjiyê li birayê xwe bike an her kesek be, ti kes li Efrîn û tevahiya Sûriyeyê li jorî qanûnê nîne.

Rûdaw: Baş e birêz Mihemed, ji ber ku Efrîn wekî ku hûn dizanin herêmeke çandiniyê ye, hikûmet çawa parastina demsala zeytûnan û milkên cotkaran ji her cure desteserkirin, ferzkirina bac û destdirêjiyê misoger dike?

Mihemed Senkerî: Bi rastî, ev ji bo hikûmetê pirsgirêkeke mezin bû. Em dizanin ku demsala zeytûnan ji bo xelkê me yê Efrînê xeta sor e. Ji ber vê yekê, Wezareta Parastinê ji bo kontrolkirina vê rewşê û rakirina aboriyên berê yên ku ji aliyê koman ve hatibûn avakirin xebitî. Herwiha "Lijneya Vegerandina Maf û Gilîyan" hat avakirin. Her kesê ku xwedî erd be û gilî bike ku kesekî dest daniye ser erdê wî, pirsgirêk bi awayekî profesyonel tê çareserkirin.

Xwediyê milk belgeyên xwe yên fermî pêşkêşî lijneyê dike, lijne gilî dişopîne û kesê ku dest daniye ser milk tê agahdarkirin û di nava 48 saetan de milk radestî xwediyê wê tê kirin. Helbet, beşek ji xelkê me yê Efrînê ti belgeyên wan nînin, ji bo vê jî rêkar hatine hêsankirin; eger xwediyê erd li derveyî Sûriyeyê an Efrînê be û vîdeoyeke belgekirî ji muxtar re bişîne û muxtar bi du şahidan re wê vîdeoyê nîşan bide, giliyê wî tê qebûlkirin.

Rûdaw: Baş e, ew xelkên ku qet belgeyên wan ên fermî nînin an jî berê winda kirine?

Mihemed Senkerî: Wekî ku min got, eger muxtar û du şahidên pê re hebin, an jî eger xwediyê milk amade be û belgeyên wî yên fermî nebin, eger şahidên wî hebin ku ev erd ê wî ye, bi muxtar re, ev şahidî tê qebûlkirin.

Rûdaw: Baş e birêz Mihemed, hinek giliyên cotkarên Efrînî digihîjin me ku dibêjin ofîsên hinek komên çekdar ji nû ve çalak bûne û di demsala zeytûnan a niha de bacê ji wan distînin, gelo ti bûyerên bi vî rengî li cem we hatine tomarkirin?

Mihemed Senkerî: Berî demsala zeytûnan, me bi welatiyan re civîn li dar xist û li her herêmê ofîseke wergirtina giliyan hat vekirin. Her gilî û her destdirêjiya li ser milk, erd an demsalên welatiyan demildest tê şopandin. Gelek telefon ji me re tên wekî ku filankes destdirêjî li milkê filankes kiriye. Wekî ku min got, Lijneya Vegerandina Mafan heye û gelek bûyer çareser kirine, Lijneya Mafan hêz bi kar aniye, ev hêz ser bi Wezareta Parastinê û Hêzên Ewlehiya Navxweyî ne. Hinek kesên ku berê di nav koman de bûn û tevlî Wezareta Parastinê û Hêzên Ewlehiya Navxweyî bûne lê ew di bin desthilata dewletê de ne, her destdirêjiya ji aliyê her endamekî ve divê kesê ku rastî destdirêjiyê hatiye giliya xwe li yek ji van ofîsan bike.

Rûdaw: Birêz Mihemed, mekanîzmaya we ya niha ji bo lêkolînkirina van binpêkirinên wekî girtinên kêfî, desteserkirina milkan û heta şkenceyê çi ye?

Mihemed Senkerî: Divê ev pirs bi awayekî din be, we ferz kir ku şkence û revandin heye, ez van hemû îdiayan red dikim û tiştek ji van îdiayan nîne û hûn dikarin dakevin erdê û bi çavên xwe bibînin û raporekê li ser amade bikin û pêşkêşî temaşevanan bikin. Ez hêvî dikim ku hûn di wergirtina çavkaniyên nûçeyan de baldar bin û nûçeyan ji çavkaniyên wan wergirin.

Rûdaw: Lê eger gilî yan her cure binpêkirinek hat tomarkirin, mekanîzmaya we ya lêkolînê çi ye?

Mihemed Senkerî: Aliyê prosedurî û ewlehiyê girêdayî Wezareta Karên Navxwe ye. Eger giliyek hebe, çi giliyeke tawanan be çi jî ewlehiyê be di hemû sektoran de, rêkarên diyarkirî di nav sektor an lijneya pispor de hene. Rêkar di bin desthilata lijneyên pispor de ne û ew bi awayekî profesyonel û hûr dişopînin. Gilî tên pêşkêşkirin û rasterast tên şopandin.

Rûdaw: Ka em li ser qerebûkirina ( dayîna tezmînatê) zererdîtiyan jî rawestin, gelo mekanîzmayên ji bo qerebûkirina wan hatine aktîvkirin? Mekanîzmaya we ya niha ji bo qerebûkirina kesên ku darên wan ên zeytûnan di salên borî de ji aliyê komên çekdar ve hatine birîn çi ye?

Mihemed Senkerî: Hîn zû ye ku em li ser vê mekanîzmayê biaxivin, ji ber ku em niha di demsala zeytûnan de ne û karên bi pêşîneyên din hene. Her kesê ku darên wî hatine birîn an destdirêjî li erdê wî hatiye kirin, înşalah dê bi mekanîzmayekê bê qerebûkirin. Lijneya Vegerandina Mafan li ser amadekirina rêziknameyeke navxweyî ya taybet ji bo vê giliyî dixebite, her wiha lijneyeke dadwerî jî bi Lijneya Vegerandina Mafan re kar dişopîne.

Rûdaw: Ji dema ku we desthilat wergirtiye, hejmara giliyên ku li cem we hatine tomarkirin çend e?

Mihemed Senkerî: Gelek in, bi dehan gilî hatine pêşkêşkirin û hatine çareserkirin. Her wiha giliyên bêbingeh jî hene. Piştî piştrastkirina bûyeran û çûna ser erdê ji bo lêkolînê, derket holê ku gelek gilî ne belgekirî û bêbingeh in. Her wiha bi dehan giliyên rastîn jî hatine tomarkirin û hejmareke diyarkirî nîne û bi profesyonelî û pisporî li ser wan kar hatiye kirin.

Rûdaw: Ka em derbasî dosyeya vegera xelkê ya li Efrînê bibin. Heta niha piştî rûxandina rejîma Esed, hejmara malbatên ku vegeriyane Efrînê çend e?

Mihemed Senkerî: Amarên min li ser hejmara kesên ku ji Efrînê derketine hene. Wekî ku hûn dizanin, gelek koçber li bajarê Efrînê dijiyan ji ber zilma rejîma tawanbar û her wiha destdirêjiyên HSDyê. Wan koç kiribû û hîn jî hinek koçberên ji herêma rojhilat li Efrînê ne. Hejmara malbatên ku li Efrînê bûn û piştî rizgarkirina Sûriyeyê ji wir derketin da ku vegerin ser mal û milkên xwe 53,797 e.

Li gorî amarên derbarê xelkê Efrînê ku vegeriyane Efrînê, yên ku heta hefteya borî li cem min hatine tomarkirin, 24,305 malbat vegeriyane û erd û milkên xwe yên ku berî êrişê li pey xwe hiştibûn wergirtine.

Rûdaw: Birêz Mihemed, garantiyên hikûmetê yên ji bo parastina vegeriyan û niştecihên resen ên ku li wir mane çi ne?

Mihemed Senkerî: Çi garantî? Garantî ew e ku tu werî ser erdê xwe, mala xwe, milkê xwe û bêyî ti astengan bibînî. Her gilî yan neheqiyeke ku ji aliyên pêwendîdar re bê pêşkêşkirin, hemû hêz, çi hêzên polîs bin çi ewlehî bin, heta ofîsên me yên ragihandinê ku van hemû bûyeran belge dikin, pê re mijûl dibin. Her destdirêjiyeke ku li her malbatekê bê kirin, bi awayekî profesyonel tê çareserkirin lê heta niha ti bûyera destdirêjiyê ji aliyê ti kesî li ser kesekî din nehatiye tomarkirin.

Helbet em nabêjin ku ev bajarekî îdeal e, hinek tawanên diziyê û şer çêdibin û ev bûyer li hemû welatên cîhanê çêdibin. Em niha li bajarekî di rewşeke normal de dijîn, Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Her wiha xelk piştî rizgarkirinê bi ewlehiyê hisiyan. Wekî ku min berê got, divê hûn dakevin erdê û ji xelkê li ser ewlehî û aramiyê ji me bêtir bipirsin.

Rûdaw: Ka em derbasî dosyeya perwerdeyê bibin. Gelo dibistanên Efrînê ew xwendekarên Kurd ên ku bernameya Rêveberiya Xweser dixwendin û piştî rûxîna rejîma Esed vegeriyane bajarê xwe Efrînê, werdigirin?

Mihemed Senkerî: Helbet, em her xwendekarê Sûriyeyî pêşwazî dikin, ne tenê li Efrînê, li her dibistaneke Sûriyeyê, bêyî ku li bernameya ku xwendiye binêrin. Em xwendekarên ji hemû welatên cîhanê yên penaberên Sûriyeyî yên li derveyî Sûriyeyê jî werdigirin. Xwendekarên ku ji Almanya û Îtalyayê hatine hene, xwendekarên ku ji Misirê hatine hene û ev yek li Wezareta Perwerdeyê belgekirî ye. Hinek dibistanan wekî însiyatîvekê ji bo pêşwazîkirina van xwendekaran polek ji bo xwendekarên ku bi zimanê Erebî baş nizanin veqetandine. Em her xwendekarî pêşwazî dikin, çi li Efrînê be çi li her dibistana Sûriyeyê be.

Rûdaw: Hînkirina zimanê Kurdî li dibistanên Efrînê hatiye qedexekirin, çima? Ma ev yek li dijî gotina hikûmeta Sûriyeyê ya ku dibêje êdî ti cudahî di navbera Sûriyan de nîne, nîne?

Mihemed Senkerî: Ev gotin ne rast e, zimanê Kurdî nehatiye qedexekirin lê dema me dest bi sala nû ya xwendinê kir, li pêşiya hikûmeta niha astengiyek hebû ku bernameyên xwendinê li seranserê Sûriyeyê bike yek. Efrîn jî beşek ji Sûriyeyê ye û hemû bernameyên xwendinê hatin yekkirin. Berî rizgarkirinê, li Efrînê dibistanên ku bi zimanê Kurdî ders didan hebûn. Berî du rojan jî, Wezareta Perwerde û Hînkirinê biryara hejmar 943 a 27.10.2025an derxist, ku tê de di madeya pêncem de tê gotin ku zimanên biyanî wekî sala xwendinê ya 2024-2025an bê guhertin dimînin.

Rûdaw: Mebesta we ji zimanên biyanî çi ye, gelo zimanê Kurdî jî di nav de ye?

Mihemed Senkerî: Hemû zimanên biyanî ji bilî Erebî. Zimanê Erebî zimanê sereke ye û hemû zimanên din biyanî ne, çi Kurdî be, çi Tirkî, Rûsî, Fransî an Îngilîzî be, ev biryar wan hemûyan li xwe digire.

Rûdaw: Lê ez bawer im ew wekî derseke bijarte ye. Gelo hûn ji bo ji nû ve hînkirina zimanê Kurdî li hemû dibistanên Efrînê dixebitin?

Mihemed Senkerî: Helbet, ev yek bi hevahengiya bi Rêveberiya Perwerdeyê ya Efrînê re tê kirin da ku li gorî vê biryarê ji bo ji nû ve hînkirina zimanê Kurdî kar bê kirin.