Mesrûr Barzanî ji bo kursiyê Serokkomariyê mekanîzmayeke nû pêşniyar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku pêwendiyên wan ên bi welatên Kendavê re di asta herî bilind de ne û derbarê krîza mûçeyan de jî got, "Hikûmeta Îraqê mijara mûçeyan siyasî dike."

Mesrûr Barzanî li ser posta Serokkomariya Îraqê mekanîzmayeke nû pêşniyar kir û ji bo YNKyê peyameke zelal da û got,  "Divê rêz li encamên hilbijartinan bê girtin."

Mesrûr Barzanî ragihand ku mafê PDKyê ye namzedê Serokkomariya Îraqê diyar bike lê ew amade ne ji bo "namzedekî hevpar" li hev bikin.

Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku Parlamentoya Kurdistanê yan jî parlamenterên Kurd ên li Bexdayê bi dengdanê namzedê serokkomariyê diyar bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê bedela birêvebirina xerab a aboriya Îraqê ji Kurdan neyê standin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Îmaratê derbarê pêwendiyên bi welatên Kendavê re, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û pirsgirêka mûçeyan de pirsên bersivandin

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re:

Rûdaw: Nêrîna min a li vir [Îmarat] erênî ye. Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de çawa ne?

Mesrûr Barzanî: Pêwendiyên me di asteke gelekî gelekî baş de ne. Demeke dirêj e ev pêwendî her roj û her sal zêdetir bi pêş dikevin. Em di her astê de ji van pêwendiyan razî ne, hem di asta serkirdayetiyê de û hem jî di warê dan û standinên dualî de. Her du alî jî giringiyeke mezin didin van pêwendiyan. Em wekî aliyê xwe gelekî razî ne.

Rûdaw: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îmarat, Qeter, Tirkiye, Urdin û Erebistana Siûdiyê re gelekî baş in. Herêm di pêvajoyeke aloz û tevlihev re derbas dibe. Herêma Kurdistanê dikare di kêmkirina vê tevliheviyê de roleke çawa bilîze?

Mesrûr Barzanî: Bi van welatan re nêrîneke me ya hevpar li ser pirsgirêkên ku herêm pê re rûbirû ye û di heman demê de li ser derfetên bipêşketinê heye. Çi di warê bipêşketina aborî de be, çi di warê kêmkirina rageşiyan bi rêya pêwendiyên navbera welatan an jî afirandina derfetan di demên krîza de be, xwedî perspektîfeke hevpar in.

Vê nêrîna hevpar rêz û hurmeteke dualî di navbera me de ava kir û dan û standina fikran zêde kir. Ew jî rêzeke mezin didin gelê Kurdistanê. Çimkî Kurdistanê nîşan da ku hêmaneke avaker e û di çareserkirina pirsgirêkan de dikare roleke bibandor bilîze. Me di salên dawî de ji bo ku pêwendiyên aborî bi welatên Kendavê re zêdetir bi pêş bixin hewleke cidî da.

Rûdaw: Niha pêwendiyên we bi YNKyê re çawa ne?

Mesrûr Barzanî: Pêwendî di asteke asayî de ne. Hebûna pirsgirêkan di mijarên siyasî de gelekî xwezayî ye, bi taybetî jî niha ku pêvajoya avakirina hikûmetê heye. Li Bexdayê jî pêvajoya avakirina hikûmetê heye. Em du partiyên siyasî yên cuda ne û nêrînên me yên cuda hene. Lê di encamê de divê hemû alî berjewendiyên bilind ên gelê me esas bigirin. Gel jî divê performansa partiyan li gorî wê yekê binirxîne ka ew çi qasî van berjewendiyan diparêzin.

Rûdaw: Ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşînî avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê ye yan avakirina hikûmeta Îraqê ye?

Mesrûr Barzanî: Her du jî girîng in, her yek di asta xwe de girîng e. Di asta hikûmeta Herêma Kurdistanê de zêdetirî salekê ye hikûmet nehatiye avakirin. Wekî PDKyê daxwaza me ew bû ku piştî hilbijartinê yekser hikûmet bê avakirin. Lê aliyê hember bi pêş ve nehat.

Me bangî hemû aliyên ku di hilbijartinê de bi ser ketine kir ku bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya avakirina hikûmetê bibin. Hinek aliyan biryar da ku di mixalefetê de bimînin. Bi yên din re, bi taybetî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re me gelek hevdîtin kirin, em hatin qonaxeke baş û me rojeveke hevpar diyar kir.

Lê mixabin di mijara hinek meqaman de bipêşketin çênebû û me nekarî hikûmetê ava bikin. Hêvîdar im em vê qonaxê derbas bikin û hikûmeteke ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be ava bikin.

Rûdaw: Niha di navbera PDK û YNKyê de hevdîtin hene?

Mesrûr Barzanî: Divê hevdîtin û dan û standin bi berdewamî bidomin. Lê prensîbeke me heye: Divê rêz li gelê Kurdistanê û dengê wan bê girtin. Divê encamên hilbijartinê li ber çavan bên girtin. Hilbijartin bê kirin û rêz li encama wê neyê girtin ne rast e. Em bi vê prensîbê ve girêdayî ne.

Rûdaw: Eger em werin ser mijara hikûmeta Îraqê...

Mesrûr Barzanî: Niha du mesele derbarê hikûmeta Îraqê hene. Ya yekem meseleya serokwezîrtiyê ye. Ev zêdetir girêdayî aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ye û divê ew namzedên xwe diyar bikin. Di vê pêvajoyê de hinek tevger û nîqaş hene ka kî dê bibe serokwezîr, zehmetî û pirsgirêkan di medyayê de jî cih girtin. Em hîn li bendê ne ka dê namzedê dawî yê Çarçoveya Hevahengiyê kî be. Gelo dê li ser Malikî bimînin yan dê berê xwe bidin namzedekî din, em dê bibînin.

Em wekî Kurd rêzê li tercîha piraniya pêkhateyên din digirin, çi Sunî bin çi Şîe ferq nake. Bi heman mantiqî divê aliyên din jî rêzê li tercîha piraniya Kurdistanê bigirin. Eger piraniya Şîe namzedê xwe, piraniya Sunî namzedê xwe diyar dike, divê piraniya Kurd jî namzedê serokkomariyê diyar bike.

PDKyê piraniya dengên li Kurdistanê standine. Bi heman mantiqî mafê diyarkirina namzed ê PDKyê ye. Lê PDK amade ye ku li ser navê mafê piraniya Kurdistanê dev ji vî mafî berde, bi şertê ku ne yê partiyeke tenê be, di nav yekîtiya neteweyî de li ser namzedekî hevpar lihevkirin çêbibe. Mafê aliyekî tenê yê ku di hilbijartinê de bi ser neketibe nîne ku bibêje namzed dê teqez namzedê min be.

Rûdaw: Dê mekanîzma çi be?

Mesrûr Barzanî: Mekanîzma dikare ev be: Parlamentoya Kurdistanê rûniştineke taybet li dar bixe û di nav 9 kesên ku bûne namzed de kî herî zêde deng standibe, bibe namzedê hevpar ê hemû Kurdistanê û aliyên Kurdan piştgiriyê bidin wî. Yan jî parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Îraqê di tûra yekem de deng bidin namzedan, kî herî zêde deng bistîne, bibe namzedê hevpar ê hemû Kurdistanê. Ev rêbazeke mantiqî ye ku kes nikare li dijî derkeve.

Rûdaw: Encam çi dibe bila bibe hûn dê qebûl bikin?

Mesrûr Barzanî: Helbet em qebûl dikin. Em zêdetir li ser wê yekê disekinin ku mekanîzma, piştevaniya piraniya gelê Kurdistanê nîşan bide. Partiyeke tenê nikare meqamekê bixe bin hukmê xwe. Eger di hilbijartinê de bi ser ketibe ew tiştekî din e, eger bi ser neketibe nikare bibêje ew meqam teqez ê min e.

Rûdaw: Karmend îsal jî ji berdewamiya krîza mûçeyan bi tirs in. Hûn dê gel derbarê mûçeyan de çawa rihet bikin?

Mesrûr Barzanî: Beşeke mezin a meseleya mûçeyan girêdayî Bexdayê û biryarên wê ye. Bi awayekî destûrî mafê gelê Kurdistanê ye ku parên wan ên darayî bê pirsgirêk û bê navber bên dayîn.

Lê mixabin me dît ku ev mijar hatiye siyasîkirin. Di salên borî de hinek mûçeyên gelê Kurdistanê ji ber vê yekê nehatin dayîn. Hikûmeta Îraqê gelek caran dibêje "pereyên me tunin" yan "rewşa aborî xerab e". Lê ma divê bedela rewşa aborî ya xerab a li Îraqê yan rêvebirina xerab a dahatan tenê Kurd bidin?

Rûdaw: Li gorî we kîjan e, birêvebirina xerab yan rewşa aborî?

Mesrûr Barzanî: Her du jî. Birêvebirina xerab rewşa aborî xerab kir. Eger birêvebirineke baş hebûya dê rewşa aborî ne di vî halî de bûya. Ev nayê wê wateyê ku divê bedela vê tenê Kurd bidin.

Herêma Kurdistanê erkên xwe bi cih anîn. Hêviya me ya ji hikûmeta Îraqê ew e ku mijara mûçeyan bi sernivîsên din ên aborî re tevlîhev neke.

Li gorî destûrê ji bo herêmê budceya hilberînê û budceya îdarî û qalemên din jî hene. Budce tenê ji mûçeyan pêk nayê. Mixabin hikûmeta federal heta niha ev berpirsyariyên xwe bi temamî bi cih neanîne.

Rûdaw: Gelekî spas Birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.