Dilşad Şehab: Hedefa dronan Herêma Kurdistanê bû

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab ragihand ku hedefa êrişên bi dronan ne PDK, Herêma Kurdistanê bû.

Dilşad Şehab derbarê PDK û Herêma Kurdistanê jî got:

“Her dema ku Partî (PDK) bi hêz be, parastina Herêma Kurdistanê bihêztir dibe.

Pêkvejiyan, aştî û lihevkirin jî bi hêz dibe, ji ber ku Partiyê ti carî hêza xwe ji bo perçekirina Kurdan bi kar neaniye. Me her tim destê biratiyê ji bo hemûyan dirêj kiriye.”

Dilşad Şehab li ser girîngiya hilbijartinan a ji bo Kurdan jî got:

“Dema ku tu bi hêz bî û karibî parastina mafên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bikî, wê demê tu dikarî bibî piştgiriyeke mezin ji bo hikumraniya Herêma Kurdistanê.”

Dilşad Şehab bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Senger Abdulrehman ên li ser rojevê û hilbijartinan bersivandin:

Rûdaw: Propagandaya hilbijartinê heta niha çawa dimeşe?

Dilşad Şehab: Bi awayekî giştî, ez di wê baweriyê de me ku gelekî baş dimeşe, ji ber ku bipêşketineke din tê hestkirin, hem ji bo asta civakê, hem jî ji bo asta dan û standina aliyên siyasî û dezgehên ragihandinê. Ango, cureyekî din an pêngaveke din a gihîştina civakê ye ji bo hezmkirina nakokiyeke siyasî ya serdemî. Ev yek ji dîmenên giştî yên propagandeyê ye. Propagandaya Partiyê (PDK) jî gelekî baş berdewam dike.

Rûdaw: Îro hûn dê li Dihokê bin?

Dilşad Şehab: Îro em dê li Dihokê bin û karnavaleke gelekî mezin dê were lidarxistin. Du sê tişt hene ku dibin sedema cudahiyê an rûyên xweş ên propagandaya me. Ya yekem, heta niha Partî pabendî rênimayiyên cenabê Serok Barzanî bûye ku em ne tenê destpêşxeriya şer nekin, belkî eger hinek caran me hinek tişt ji bo xelkê zelal kiribin jî, me êrişî kesî nekiriye û em êriş nakin. Hewl tê dayîn ku Partiyê bikişînin nav wan şeran, ji ber ku em dizanin armanca li pişt vê meseleyê çi ye.

Ya duyem jî, rastî ew e ku vebûneke baş li hemberî Partiyê heye. Gelek caran dihat gotin ku kampanyaya hilbijartinê ya Encûmena Nûneran a Îraqê germ nabe û xelk ew qasî ne bi kelecan e lê berevajî, em hest dikin ku kelecaneke gelekî baş a xelkê heye û ez rastiyekê jî bibêjim, çalenca "milyonekê" ya cenabê Kak Nêçîrvan, ne tenê kampanyaya Partiyê, belkî kampanyaya aliyên Ereb jî germ kiriye. Niha agahiyên me hene ku aliyên Ereb dibêjin, ev çalenc li ser asta Îraqê ye, ne ya Partiyê ye. Li ser asta Îraqê ye û bi izna Xwedê Partî dê vê bi dest bixe, ji ber ku hêviya me gelekî zêde ye bi wê bersivdayînê. Te bi xwe jî tiştek nivîsîbû ku vebûna li hemberî Partiyê vê carê cuda tê hestkirin.

Rûdaw: Min got li Silêmaniyê.

Dilşad Şehab: Ev nêrîna te bû lê nirxandina me jî wisa ye. Rastiya qadê jî wisa dibêje. Ev ne xururî ye lê ev bawerîbixwebûn e, her wiha ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku yek ji dirûşmên me yên ducare ew e: Her dema ku Partî bi hêz be, parastina Herêma Kurdistanê bihêztir dibe. Pêkvejiyan, aştî û lihevkirin jî bi hêz dibe, ji ber ku Partiyê ti carî hêza xwe ji bo perçekirina Kurdan bi kar neaniye. Me her tim destê biratiyê ji bo hemûyan dirêj kiriye.

Rûdaw: Li ser vê bingehê ku propaganda germ e û we çalenceke milyonekê jî ragihandiye, li gorî we hûn dê çend kursiyan bi dest bixin?

Dilşad Şehab: Tu dizanî Kek Senger, ji ber ku hinek faktor bandorê dikin, ev hilbijartin ji ber ku ne rêjeyî ye, hejmara kursiyan jî sînordar e. Mixabin, ji ber wê neheqiya ku di yasaya hilbijartinê de li me hatiye kirin, em çi qas dengan bînin jî, wekî mînak Hewlêr dê 15 kursî be... Yanî kursiyên Herêma Kurdistanê. Lê girîng e ev amadebûn; rast e di dawiyê de di parlamentoyê de dengdan û pêvajoya demokratîk bi hejmara kursiyan e lê gelekî girîng e ku partiyek li ser asta Îraqê bi milyonek dengî di parlamentoyê de be.

Rastî, me ev armanc daniye çimkî eger em biçin nav hejmartinê, di her rewşê de Kurd kêmarî ne, di her rewşê de. Ji ber vê yekê Partî dibêje divê hevsengî, hevbeşî û lihevkirin hebe, ji ber ku nabe bi pîvana kêmarî û piraniyê dan û standin were kirin lê ew pêgeh, hêzeke din dide Partiyê, hêzeke din dide Kurdistanê û ez piştrast im ku dê encamên wê yên baş hebin.

Rûdaw: Ev hilbijartin ji bo Parlamentoya Îraqê ye lê rikberiyeke gelekî tund di navbera Partî û Yekîtiyê (YNK) de heye, bi taybetî Kak Bafil li Hewlêrê êrişeke tund bir ser Partiyê?

Dilşad Şehab: Tu dizanî, dema ku di gotarê de valahî hebe... Me êrişî ti kesî nekiriye, qet, me ti êriş li ser ti kesî nekiriye. Me behsa xwe kiriye, me behsa dîtina Partiyê kiriye, me behsa dîroka Partiyê kiriye, me behsa îroya Partiyê kiriye, me behsa bernameya serwerbûnê yan derfet hebûna ji bo ku Partî çawa li hikumraniyê dinêre, çi li ser asta Herêmê û çi li ser...

Dibe ku gelek caran bêjin proje û xizmetguzarî çi pêwendiya wan bi Bexdayê re heye? Belê, pêwendiya wan heye. Dema ku tu bi hêz bî û karibî parastina mafên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bikî, wê demê tu dikarî bibî piştgiriyeke mezin ji bo hikumraniya Herêma Kurdistanê. Wekî mînak, yek ji pirsgirêkên me yên bi Bexdayê re mijara mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ye, ne tenê mûçe. Herêma Kurdistanê ne tenê mafê mûçe heye. Lewma, eger tu li Bexdayê bihêz bûyî, tu dikarî vê yekê dabîn bikî. Dema te ev dabîn kir, û hukim di destê kesên ku şarezayiya wan di hikumranî û xizmetkirinê de hebe... Me behsa tiştekî xeyalî nekiriye, me behsa xizmetguzariyên xwe kiriye.

Rûdaw: Gotara wan çima bi vî rengî tund bû?

Dilşad Şehab: Ez rastiyê ji te re bibêjim, tiştekî çêdikin da ku bala xelkê pê bikişînin, ji êrişkirina ser Partiyê tiştekî hêsantir nabînin. Wekî din, ez di wê baweriyê de me ku xelk jî ji van mijaran westiyaye. Tu dizanî, eger ez bi eşkereyî bi te re biaxivim, wekî mînak yek ji wan mijarên ku behs lê tê kirin, behsa xizmetguzarî û neheqî û van mijaran e. Ev gotûbêj bi saetan, bi rojan, bi çendîn rojan di dema gotûbêjên avakirina kabîneya nû ya hikûmetê de hatine kirin. Dema behsa projeyan hatiye kirin û cudahî tê kirin û li vir ev kolan tê çêkirin û li vir projeya avê tê çêkirin û li vir girîngî bi vî bajarî tê dayîn, me çareserî pêşkêşî wan kirine.

Me ji wan re gotiye: Baş e, hûn gelekî hest bi xizmetkirinê dikin, hûn hez dikin cadeyan çêbikin, hûn hez dikin girîngiyê bidin bajaran, hûn hez dikin bax û gul û delaliyê ji bo bajaran çêbikin, hûn hez dikin bajar bibin xwedî projeyên avê, kerem bikin Wezareta Şaredariyan wergirin. Ji sedî 80 ji wan projeyên ku niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandine û kevirê bingehîn ji bo wan tê danîn û xelk wan dibîne û berbiçav in, di Wezareta Şaredariyan de ne.

Keko, li şûna ku tu werî ji min re bibêjî û rexneyan bigirî û nebêjî ez nahêlim ev kar were kirin, keko tu bi xwe were bike. Ji bo Herêma Kurdistanê bike, bila xelkê Kurdistanê sûdmend bibe. Dibêjin di dahat û dabeşkirina dahat û terxankirina pereyan de neheqî heye. Em dibêjin keko li ser çavan, heye û li gorî we, li gorî me nîne lê ji bo ku hûn piştrast bibin ku ti dudiliya me di vê mijarê de nîne, kerem bikin bila Wezareta Darayî ya we be. Wezareta Darayî... ev e. Tu dizanî. Keko, kar û barên ewlehiyê, dan û standina ewlehiyê, şêwaza dan û standina dezgehên ewlehiyê... Keko kerem bike bila Serokê Dezgeha Asayîşê ji bo we be.

Rûdaw: Wan ev red kirine?

Dilşad Şehab: Di dawiyê de pêşwazî lê nekirin. Eger ez tiştekî bi hûrgilî bibêjim, ez di wê baweriyê de me ku hevalên Yekîtiyê di nirxandina vê şêwazê de qet hûr nebûn ku ew wisa difikirîn eger hikûmet... Me gelek caran dibihîst ku Yekîtî nakeve pêş heta ku hilbijartinên Encûmena Nûneran neyên kirin.

Rûdaw: Biryar bû civînekê bikin û ew nehatin?

Dilşad Şehab: Nexêr, nehatin. Rastiyeke din jî heye, em dibêjin Partî di serweriya xwe de, destê hevkarî, lihevkirin û yekrêziyê dirêjî hemû aliyan dike. Partiyê di hilbijartina borî de serkeftineke mezin bi dest xist. Ji bo vê hilbijartinê, em çûn ba Yekîtiyê, me ji wan re got: Hûn çi dibêjin li ser asta Herêma Kurdistanê, hûn çi dibêjin bi taybetî li ser asta deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herême Kurdistanê, hûn bi kîjan şêwazî dibêjin, kerem bikin bila em, vê carê em destpêşxer bin, em bi xwe, Partî û Yekîtî, bigihîjin rêkeftinekê ku paşê pêşkêşî hemû aliyên siyasî yên din jî bikin da ku yekîtiyeke me ya Kurdistanî hebe ji bo deverên Kurdistanî, herî kêm.

Me her du pêşniyar jî dan wan, me ji wan re got hûn dikarin li seranserê Kurdistanê bi deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê jî, yan hûn dixwazin tenê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê.

Rûdaw: We pêşniyara yek lîsteyê da wan?

Dilşad Şehab: Belê, me daxwaza yek lîsteyê kir, ji ber ku armanceke me heye Kek Senger, em niha jî dev ji wê armancê bernadin. Vê coşa hilbijartinê jî dê bi dawî bibe lê em dê dîsa vegerin ser wê mijarê ku ev gotara "Ez dê te rawestînim, ez nahêlim tu kar bikî, ez nahêlim hikûmeta te hebe," ev guneh e li Herêma Kurdistanê, guneh e li xelkê Kurdistanê. Tu bûyî sedem ku min rawestînî, projeya hikûmetê rawestînî.

Baş e, tu Partiyê ji xizmetkirinê radiwestînî? Eger hêza te ya rawestandinê heye, here wan rawestîne yên ku mûçeyê Herêmê birîne, yên ku budceya Herêmê... yên ku ji bo Herêmê pirsgirêkan çêdikin. Ma mentiq e ku êrişa bi dronê li ser Hewlêrê, li ser çavê Partiyê were şikandin? Ango, li şûna ku eger qeweta te li vê Îraqê hebe, keko êriş li ser Partiyê nehatiye kirin, êriş li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Rûdaw: Meqseda te gotara Serokê Yekîtiyê ye?

Dilşad Şehab: Yek ji wan. Ango, dema êrişî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin, çima êriş li ser Partiyê bû? Tu çima vê yekê... yanî ez nizanim armanc çi ye? Tu dixwazî bibêjî ez bi vê yekê kêfxweş im, tu dixwazî bibêjî Partî lawaz e? Keko, ev êrişkirin li ser ax û pîroziyên Herêma Kurdistanê bû. Divê ev xema me hemûyan be. Divê ev xema partiyeke mezin a wekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê be. Nabe ev bibe beşek ji nakokiyên me.

Ez ducare dikim keko, li şûna ku ev gotara tund, di nav Herêma Kurdistanê de be; herêmeke aram, herêmeke azad, herêmeke xweşguzeran, herêmeke ber bi pêşveçûyî. Şandeyeke parlamenterên Besreyê hatiye Herêma Kurdistanê, min bi xwe ew dîtin. Ez di civînê de bûm. Dibêjin, "Keko em dilgiran in ku mûçexwerên Herêma Kurdistanê mûçeyên wan nînin lê hûn dizanin ku tenê yek pirsgirêka we heye, ew jî mûçe ye? Werin li jiyana me binêrin, bizanin em di çi rewşê de dijîn. Pirsgirêka me ya ava vexwarinê heye."

Baş e, çima em şanaziyê nekin ku îdareya Herêma Kurdistanê, bi Partî û Yekîtiyê ve... Yekîtî jî şirîkê hikumê bûye. Yanî çima wekî mînak xwe wisa nîşan bide ku ti destkeftin ji bo hikumraniya Herêma Kurdistanê çênebûye? Li şûna ku were, vê yekê wekî destkeftiya hikumraniyeke şirîkatiya esasî ya Partî û Yekîtiyê zanibe.

Rûdaw: Te behsa Balafirgeha Hewlêrê kir, Kak Nêçîrvan li Silêmaniyê got, asmanê hemû Kurdistanê yek asman e, asmanê Silêmaniyê asmanê Kurdistanê ye, ji bo me wekî Partî cudahî nîne. Wî got Yekîtî wisa nafikire?

Dilşad Şehab: Kek Senger, ez nizanim Yekîtî derbarê vê yekê de çawa difikire lê tu li van her du pênaseyan binêre; yek tê dibêje "Tu here xwe biparêze, dron ji te re tên." Dron ji bo Balafirgeha Hewlêrê tên, Partî jî dibêje ew ê hemû şiyana xwe bi rêya desthilatên fermî bixe gerê da ku Balafirgeha Silêmaniyê were vekirin, ji ber ku Balafirgeha Silêmaniyê ne ya Yekîtiyê ye, belkî ya xelkê Silêmaniyê ye, ya hemû wan xwendekar, geştiyar, nexweş, bazirgan û welatiyan e ku dixwazin bi wê rêyê geştê bikin.

Bi girtina Balafirgeha Silêmaniyê dilê Partiyê xweş nebûye, me wisa nedîtiye ku ev derbeyek e li Yekîtiyê ketiye, belkî em gelekî pê dilgiran in, ji ber ku xelkê Silêmaniyê xelkê me ye û xelkê Herêma Kurdistanê ye, ne yê Partî û Yekîtiyê ye, yê welat e. Dema em saziyan bi rê ve dibin, wekî mînak Partiyê Serokatiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nakokiyên partiyan bi kar neaniye, belkî ji bo xizmetkirinê bi kar aniye ku niha hemû cîhan şahidiya serkeftina Herêma Kurdistanê dike.

Ew e cudahiya Herêma Kurdistanê. Saziya hikûmetê ye û Partî bi dengê milet bi rê ve dibe lê bila ez tiştekî ji te re bibêjim, tu dizanî Partî deryayeke mezin e, bi wan kevirên biçûk naheje. Ev tên û diçin, ev tişt tên gotin lê di dawiyê de ne aramiya Partiyê têk diçe, ne jî bernameya wê tê guhertin. Têgihiştineke wê ya zelal heye û ez hêvîdar im ku em van şeş-heft rojan jî xwe ragirin û em dikarin û em dê pêbend jî bin. Em nahêlin ti dilgiranî ji aliyê me ve çêbibe.

Rûdaw: Piştî hilbijartinê çi? Dê bandora vê tundiyê, vê gotara tund, ji bo piştî hilbijartinê çi be? Partî û Yekîtî dê nêzîk bibin an dûr bikevin?

Dilşad Şehab: Ez di wê baweriyê de me ku dê bandoreke ew qasî mezin li pey xwe nehêle. Tu dizanî, gelek tişt xelkê wisa pêşbînî dikirin. Wekî mînak, beriya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, bi sedan gotar û hawar li ser "Hejmara Min" hatin kirin. "Hejmara Min" projeyeke darayî ya zelal a vî welatî bû.

Xelk wisa tê gihandin ku tiştekî gelekî mezin li dijî xelkê tê kirin. Paşê hilbijartin bi dawî bû, du-sê civîn hatin kirin, gotin: "Keko, welehî em nû têgihîştin ev proje çi ye." Ev jî dê bibe tiştekî wisa. Berhema van, ji bo germkirina vê bazarê ye. Ev bazar, ew rewş, bi vî awayî germ nabe. Dema xelk berê xwe dide Partiyê, li dîtina Partiyê ya ji bo paşerojê dinêre. Tu dizanî, ne em hawarê dikin, ne em tengav dibin, ne em rexneyan li kesî digirin, bi qasî ku pêwîst be tiştên me hene, bi qasî ku pêwîst be tiştên di destê me de hene ku em neçar nebin behsa kesî bikin. Rêgeha Partiyê jî ji bo kampanyaya xwe û ji bo rêxistinên xwe her ew e: Karêkî asayî ye ku tu di hilbijartinê de destkeftiyên xwe bixî rojevê, ji xelkê re bibêjî min ev kirine û eger hûn piştgiriya min bikin, baweriya xwe bi min bînin, ez dikarim zêdetir jî bikim.

Rûdaw: Yekîtî ev tişt nîne ku ji xelkê re bibêje?

Dilşad Şehab: Eger mêvanekî te yê Yekîtiyê hebû, jê bipirse: Keko, li şûna ku hûn behsa wê yekê bikin û bibêjin ev proje xerab e, divê ev kar were rawestandin, ev neheqî ye, ev wisa ye û wisa ye, hûn bi xwe tiştekî we heye? Ango, tu bi xwe partiyek î ku dîroka te heye, amadeyiya te heye, tu beşdarê hikûmetê yî. Tu beşdarê hikûmetê yî, were keko xwe li karên hikûmetê bike xwedî. Tu dizanî, ev bi xwe Kak Senger, pirsyarê li ser amadeyiya partiyekê çêdike.

Tu dizanî, tu bi vê hemû giraniyê di hikûmetê de bî û îro xwe wisa nîşan bidî ku te tiştek ji bo xelkê nekiriye, xelk dê pirsiyarê ji te bike, dê bibêje: "Baş e, ez çima dengê xwe bidim te?" Tu dizanî, ev hesab. Piştî hefteyekê dê derkeve holê ku ev hesab şaş bûn. Hesabên ku nehatin nav hikûmetê û nehiştina avakirina hikûmetê û êdî ev gotareke bihêz e û bala xelkê pê tê kişandin, hefteyeke din xelk dê bersiva vê yekê bide.

Rûdaw: Di deqeyekê de bersiva min bide, piştî hilbijartinê dê hikûmet were avakirin? Hikûmeta Herêma Kurdistanê?

Dilşad Şehab: Herêma Kurdistanê bê hikûmet nabe.

Rûdaw: Li gel Yekîtiyê?

Dilşad Şehab: Herêma Kurdistanê bê hikûmet nabe.