Mihemed Deham Fehdawiyê ku serkirdeyekî Hevpeymaniya Ezmê got ku kesê ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye erkdarkirin, dê di nava 24-48 demjimêrên bê de kabîneya xwe diyar bike.
Wî serkirdeyî serdana Nêçîrvan Barzanî bi rengê “çareserker” wesif kir û got, "Nêçîrvan Barzanî navê wezîran pêşkêşî Elî Zeydî dike."
Dabeşkirina postan bi "sîstema xalbendiyê" ye
Mihemed Deham Fehdawî ji Rûdawê de ragihand ku dabeşkirina postan dê li gorî "sîstema xalbendiyê û pişka hilbijartinê" be.
Mihemed Deham Fehdawî diyar kir ku Sunî dê wezaret û postên alîgirê serokwezîr wergirin û Kurd jî dê wekî qonaxên pêşîn pişka xwe ya wezaretên serwer biparêzin.
"Serdana Nêçîrvan Barzanî çareserker e"
Fehdawî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê wekî "serdaneke çareserker" wesif kir.
Wî da zanîn ku ew serdan rewabûnê dide kabîneya Zeydî û mafên Kurdan di çarçoveya rêkeftineke siyasî ya fermî de çesp dike.
"Bêyî piştgiriya Hewlêrê ne mimkin e hikûmet ava bibe"
Mihemed Fehdawî giringiya dîrokî û siyasî ya serkirdayetiya Kurdan a ji bo aramiya Îraqê destnîşan kir û daxuyand:
"Bêyî piştgiriya Hewlêrê û birêz Mesûd Barzanî, ne mimkin e hikûmeta Îraqê ronahiyê bibîne."
Rûdaw: Di bernameya vê kabîneya hikûmeta Îraqê de, dê ji bo tevahiya gelê Îraqê û bi taybetî Suniyan çi tiştê nû hebe?
Mihemed Deham Fehdawî: Bê guman wî dest bi zîncîrek dîdar û liv û tevgeran kiriye ji bo temamkirina kabîneya xwe ya wezaretê, di dema destûrî de ku 30 roj e. Pêwîst e hemû hêzên siyasî beşdar bin, pêkhateya Sunî jî yek ji wan hêzên siyasî ye ku mafê wê li gorî urfa destûrî 6 wezaret in. Ev wezaret jî di navbera hêzên Suniyan de tên dabeşkirin li gorî xalbendî û hêjayiya hilbijartinê.
Hewldana hinek aliyan a ji bo têkdana pêvajoya dabeşkirina wezaretan heye lê niha rêkar aram bûne û bi rêkeftina bi serokwezîrê erkdarkirî û komîteya çarçoveya hevahengiyê re, wezaret li gorî xalbendiyê tên dabeşkirin, bi şêweyekî ku dabeşkirineke dadmendane be ji bo hemû hêzên Suniyan çimkî pêkhateya Sunî pêkhateyeke sereke ye di pêvajoya siyasî de.
Rûdaw: Heta niha ew yek nehatiye çareserkirin ku wezaret li ser çi bingehê tên dabeşkirin?
Mihemed Deham Fehdawî: Bê guman ji bo dabeşkirina wezaretan du pirsgirêk hene; ya yekem egera guherandina wezaretan e, wate guherandina wezaretekê ji pêkhateyekê ji bo pêkhateyeke din. Pirsgirêka duyem jî dibe ku mijara hejmarkirina xalan be. Lê bi giştî, di navbera piraniya hêzên siyasî de rêkeftin heye ku dabeşkirin dadmendane be û li ser bingeha xalbendiyê be. Wezaret ji bo sê cureyan hatine dabeşkirin ku yên herî girîng wezaretên serwer in.
Sunî sê wezaretên girîng û sereke werdigirin, bi taybetî Wezareta Parastinê, Wezareta Plandanînê û wezaretên din. Her wiha pişka Suniyan di vê gerê de postê alîkarê serokwezîr dibe û eger heye piştî çalakkirina postê alîkarê serokkomar, alîkarekî Sunî jî ji bo serokkomar hebe.
Rûdaw: Dê Kurd çi wergirin?
Mihemed Deham Fehdawî: Li gorî agahiyan, wekî wezaretên pêşîn dê pişka Kurd jî dê hebe. Bê guman birayên Kurd daxwaza Wezareta Karên Derve dikin çimkî wezareteke serwer û girîng e ji bo wan û di çend gerên hilbijartinê de ew wezaret li cem wan bûye. Her wiha dê li gorî rêkeftinên pêşîn alîkarekî serokwezîr hebe li gel wezaretên din. Ev tê wê wateyê ku ti guhertin di hejmara wezaretên ti pêkhateyan de nabin, tenê egera guhertinê di cureyên wezaretan de heye, hejmara wezaretan ji bo hemû pêkhateyan wekî xwe ye.
Rûdaw: Gotinek heye ku tê gotin ew dê wezîrên pêşîn dubare neke, ev ji Suniyan re jî hatiye gotin?
Mihemed Deham Fehdawî: Tiştê ku hinek ji kesên nêzîkî serokwezîrê erkdarkirî amaje pê dikin ew e ku ti wezîrê pêşîn di hikûmetên borî de ducare nayên erkdarkirin. Ev jî ji bo dayîna derfetê ye bi xwîna nû û kesayetiyên nû ji bo wergirtina postên wezaretan di kabîneya nû de çimkî yek ji xalên girîng ên bernameya hikûmeta birêz Zeydî rûbirûbûna hinek astengiyên aborî û ewlehiyê ye.
Dibe ku kesên jêhatî bên erkdarkirin lê pêwîstiya serokwezîrê erkdarkirî bi hevahengî û alîkarî û hilgirtina berpirsyartiyê ya hêzên siyasî heye da ku kesên jêhatî ku berê nebûbin wezîr bibin namzed.
Rûdaw: Niha Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye, ji bo ku hikûmeteke bihêz çêbibe pêwîst dike ku Kurd li ser çi israr bikin?
Mihemed Deham Fehdawî: Nabe ku di pêvajoya siyasî de rola birayên Kurd bê înkarkirin, ew di pêvajoya siyasî û pêkanîna hikûmetê de hevparên sereke ne û nabe ku çar li ber li hêjayiyên wan bê girtin. Tiştê ku tê dîtin ew e ku birayên Kurd pêşîniyê didin pirsgirêkên Kurdan û pêwîstiyên birayan li Herêma Kurdistanê, çi hikûmet û çi gel, ev jî tiştekî erênî ye ji bo birayên Kurd.
Derbarê erkdarkirina wezaretan jî, ev mijareke asayî ye lê wisa diyar e serdana birêz Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê serdaneke xwedî nîşaneke mezin e. Nîşan dide ku birayên li Kurdistana Îraqê hest bi berpirsyartiyê dikin li gel hevparên xwe li Bexdayê û divê rola wan hebe, ev jî mafê wan ê xwezayî ye. Birayên Kurd di salên borî de di sektora meaş û mijarên aborî yên din de tûşî pirsgirêkan bûn û zêde ziyan dîtin. Niha şande di vê astê de behsa hêjayiya birayên Kurd dike di hikûmetê de û her wiha pêvajoya piştevaniya vê hikûmetê, bi şêweyekî ku berjewendiya Kurd jî li ber çavan bigire.
Rûdaw: Vêca Nêçîrvan Barzanî dikare heta çi radeyê rolê bilîze da ku daxwazên Kurdan di bernameya vê hikûmetê de cih bigirin?
Mihemed Deham Fehdawî: Bê guman birêz Barzanî xwedî alîgirên bihêz e, ew zilamekî şareza û siyasetmedarekî jêhatî ye û dibiriqe. Pêwîst bû bê Bexdayê ji bo nermkirina pêwendiyan û ji bo ku roleke çareserker bilîze. Bê guman heta ku lihevkirinek çênebe ew ji Bexdayê naçe. Bi baweriya min ev rêkeftin dê bi şêweyekî fermî di kaxeza rêkeftina siyasî ya di navbera wan hêzên siyasî yên ku dîdarê li gel wan dike de, bê belgekirin. Mafên Kurdan di vê belgeyê de cih digirin û pişt re hinek kesayetî tên namzedkirin.
Bi dîtina min îro birêz Barzanî li Bexdayê ye, piştî ku hemû dîdarên xwe temam dike, dê hinek kesayetiyan pêşkêş bike ji bo wergirtina postên wezaratê, ev jî belge ye li ser kelecan û hestkirina wî ya bi berpirsyartiyê. Di heman demê de, ew rewabûnê dide hikûmeta birêz Zeydî, bi cureyekî ku pêvajoya pêkanîna hikûmetê xêratir bike.
Rûdaw: Mebesta te ew e ku îro dê wezîr ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve pêşkêşî Elî Zeydî bibin?
Mihemed Deham Fehdawî: Belê, çimkî piştî temambûna vê liva siyasî, bi baweriya min di dema 24 an 48 demjimêrên bê de, birêz Zeydî dê ber bi temamkirina kabîneya wezaretan ve biçe. Pêwîstiya temamkirina kabîneyê jî bi anîna navê kesan heye, helbet bi awayekî diyarkirî. Bi dîtina min dê derfet ji bo hinek cîgiran hebe lê pêwîst e ev nav kesayetiyên pesendkirî bin û şiyana wan a birêvebirina vê qonaxê hebe çimkî Îraq di rewşeke aborî û ewlehî ya dijwar de derbas dibe. Pêwîstiya me bi kabîneyeke wezaretê û wezîrên jêhatî heye ku xizmetê ji berjewendiya Îraqê re bikin û li gel bernameya hikûmeta birêz Zeydî biguncin.
Rûdaw: Bi hukmê ku ji rûyê cografî ve Kurd û Sunî nêzîktir hev in û bi wê baweriya ku we bi Nêçîrvan Barzanî heye, hûn çaverê dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê di hikûmeta Îraqê de mafê Suniyan jî biparêze?
Mihemed Deham Fehdawî: Bê guman ne tiştekî e ku birêz Mesûd Barzanî mafên hemû Îraqiyan biparêze çimkî ew kesayetiyeke Îraqî ye û roleke mezin di karê siyasî de heye. Niha çavê Îraqiyan li Hewlêrê ye çimkî nabe çav li ber Hewlêrê û bi taybetî birêz Mesûd Barzanî bê girtin çimkî ew stûneke sereke ye di pêvajoya siyasî de. Bê guman ew tenê daxwaza mafê gelê Kurd nake, ew daxwaza mafê hemû Îraqiyan dike û ji hemû hêzên siyasî nêzîk e. Ezmûnan nîşan daye ku wî tenê mafê Kurdan neparastine, ew ji bo hemû mezlûman parêzvan bûye. Helwesteke pir birûmet û mezin heye li gel pêkhateya Sunî di rojên koçberiyê de, ev helwest di dîrokê de ji wî re tê nivîsandin û nifşên bê jî dê behs bikin. Berevavî vê, di pêvajoya siyasî de û beşdariya di hikûmetê de wateya birêz Mesûd Barzanî wekî parêzvanê aramiyê tê dîtin û ev e ew tiştê ku hemû Îraqî xwesteka wî dikin. Em hêvîdar in ji bo pêvajoya siyasî beşdariyeke çalak û piştevaniyek hebe çimkî bêyî piştevaniya Hewlêrê û birêz Mesûd Barzanî, ne mimkin e hikûmeta Îraqê ronahiyê bibîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse