Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya (Başûrê) Kurdistanê, Ebûbekir Elî, ku ji serokê Yekgirtû û çend endamên polîtburoyê xeyîdiye û heta lidarxistina konferansê tevlî civînên polîtburoya Yekgirtû nebe û di konferansê de jî xwe ji bo wî kursiyî berbijêr neke, di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re bicihanîna “derbeyeke spî” li ser nifşê yekem ê Yekgirtû wek karekî “îslamî û exlaqî” dibîne.
Ebûbekir Elî: Dugotarî li gor paşêrojê kêm bûye. Eger di hinek astan de jî cudahî bê dîtin, dikare bê fêhmkirin. Paşxaneya îdeolojîk û geşbûna dîrokî ya aliyên îslamî û kultûra wan a hizbî di hinek aliyan de ji hevdu cuda ye. Yekgirtû ji destpêkê ve li derveyî kultûra şîdetê û li ser bingeha redkirina şîdeta îslamî derketiye holê. Lê bi giştî helwesta Îslamiyan, eger ji hev cuda be jî, lê li tenişta helwesta gelê xwe ye.
Pirr behsa bereya îslamî û lîsteya îslamî ya hevbeş dihate kirin. We jî bi Komela Îslamî re lîsteya hevbeş ji bo encûmena parêzgehan dirust kir. Hûn hest nakin ku debarê DAIŞê de helwesta we ya tund Îslamî kirin du beş, ji ber ku hûn cîhadê bi rengekî din fêhm dikin?
Yekgirtû û Îslamiyên din, tevî Îslambûna xwe, xudan taybetmendiyên cuda ne. Bi baweriya min, şîdet ne tiştekî wiha ye ku lihevkirina fikrî li ser çêbibe. Ez bawer nakim jî ku pirsa DAIŞê rêza Îslamiyan parçe kiribe, tevî ku di asta kesî de nerazîbûn ji hinek helwest û daxuyaniyên hinek berpirsên Yekgirtû tê dîtin, lê pirr baş e ku kes neçûye çepera parastin û berevaniya DAIŞê. Her nêzîkbûneke cidî jî derkeve pêş, bi hukmî ezmûn û pêdiviyên rewşê û helwesta fikrî ya hinek aliyan ji wan li ser şîdet û tundûtûjiyê, divê yek ji bingehên wê redkirina teror û tundrewî û bawerîkirina bi hevjiyana aştiyane û demokrasiyê be. Îslamî di meseleya zêdetir ji hevdu nêzîkbûnê de hin kêşeyên wan ên din hene, wek kêşeya vîna siyasî û şiyana biryardanê, cesareta çûna nav ezmûneke nû ku tevahiya Îslamiyên niha derbas bike û enerjiya îslamî li ser bingeha cudakirina karê hizbî û bangxwazî, li ser asta şepêla îslamî bi cûrekî din araste bike; bi nav, gotar, mekanîzm, form, serkird û serkirdatiyeke nû dest bi formeke din a xebata siyasî, niştimanî û reformxwaz bikin.
Yekî ji serkirdên Yekgirtû gotibû nabe morala me li hember DAIŞê têk here, lê divê em xwe ji berxwedana kolan bi kolanê re hazir bikin. Ango têgihiştinek li ser asta serkirdatiyê heye ku hûn jî wek Hemas bibin xwediyê baskê çekdarî?
Eger mirov li bernameya Yekgirtû binêre, wê “Îxwana” dîrokî di pirraniya astan de derbas kiriye. Lewra wesfa girêdayî fikirê Îxwan ji bo Yekgirtûya niha çewt e. Yekgirtû ji sala 1997ê ve xwe wiha daye nasîn ku sûd ji ezmûnên cuda yên îslamî û ne îslamî werdigire, Îxwan jî tenê yek ji wan ekol û ezmûnan e. Lewra Îxwan ji Yekgirtû re paşxaneya dîrokî ye. Tevî ku mixabin heta niha jî têgeha perwerde û têkela karê bangxwazî û hizbî wek mohreke (Îxwan) a dîrokî, bûye kelem li ber geşbûna vê partiyê. Lê rewşa Filistîn û Kurdistanê derbarê Îslamiyan ji hev cuda ye. Di salên 1990an de, ku mentalîteya hêzên çekdarî pirr belav bû, Yekgirtû hêza çekdarî çênekir, ji nû ve niha ranabe û venagere wê çanda paşketî. Pêwist e hemû diyardeyên çekdarî yên hizbî li herêmê bi dawî bên. Em hemû di çarçoveya rêzên artêşeke niştimanî û saziyên niştimanî de, divê mafê me yê xizmetkirin û derxistina coşdarî û dilsoziyê hebe. Partiyên çekdar û baskên çekdarî çanda çiyê ne û divê bibin parçeyek ji dîrokê.
Bi baweriya we, bingeha bicihbûna fikir û têgihiştina DAIŞê ji Îslam û şerîetê re li Herêma Kurdistanê peyda dibe, ango DAIŞ dikare li vir şax û paxên xwe bavêje?
Ez bawer nakim Kurdistan wek welatên erebî û deverên Sunniyan li Iraqê jîngeha lixwegirtina fikirê tundrew ê îslamî û DAIŞê be. Di bingeh de jî, şîdeta îslamî taybetmendiyeke mejî û çanda erebî ye û ji çanda gelên din ên misilman xerîb e. Tiştê ku tê dîtin bandorbûna bi Ereban e. Lê li Kurdistanê jî egera tesîrbûna hinek lawên welatê me heye. Çend sedemên vê tesîrbûna berteng jî hene, wek paşxaneya dîrokî ya çekdarî ya îslamî; hebûna şepêleke selefî û mixabin piştevanîkirina wê ji hêla hinek navendên desthilatê ve; hestkirina bi cudakariyê li hember Îslamiyan di hinek waran de; nebûna dadmendî û derfetên wekheviyê û hejariya beşekî civakê, nêzîkbûna DAIŞê ji Kurdistanê û bandora medyayê. Pêwist e ev pirs jî bi cidî bê wergirtin û nebe mijareke propagandaya siyasî, ji ber ku ev pirs girêdayî çarenûsa civak û welêt e. Tundrew jî eger bikarin 100 kesan tevlî rêzên xwe bikin, divê ev yek wek tiştekî biçûk neyê dîtin.
Heta niha me ti helwesta fermî ya Îxwanan li ser asta Misr û cîhanê nebihîstiye li beramber êrişên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê û kuştina Êzdiyan. Çima?
Zanyariya min a hûr di vî warî de nîne. Lê eger em bi wijdan biaxivin, Ixwan li Misrê di belayeke mezin de ne. Bi dehên hezaran kesên wan ketine zindanan. Bi sedan kes ji wan hukmê darvekirinê ji wan re derketiye û pirraniya serkirdeyên wan çaverêyên werîsê darvekirinê ne.
Herêma Kurdistanê jî ji vî alî ve helwesta wê nebû. Ew çalakiyên Îslamiyan jî, li şûna ku di warê siyasî de bikarbên û wek beşdariya gelê Kurdistanê di redkirina kudetayê de, herwiha kuştina ezmûneke nû serketî ya demokrasiyê, mixabin bûye madeya propagandaya siyasî ji bo gumanê bînin ser niştimansoziya Îslamiyan! Ku nîşaneke nexweş bû ji bo bîrtengiya siyasî ya hinekan. Hingê min jî got Sîsî ser bi dibistana urûbetê ye. Ev kesên ku hatine jî bi siruşta pêkhateya xwe li dijî Kurdan in. Ev pêşbînî jî wek me dît rast derket, ji ber ku Mihemed Hesenîn Heykel wek bîrdozvanê kudetayê û Sîsî bi xwe jî li dijî pirsa mafê çarenivîsê, helwesta xwe gellekî seqet derbirrîn.
Ixwanên Sûriyê jî bi awayekî praktîkî di çarçoveya Artêşa Azad û hin çarçoveyên din de li dijî DAIŞê şer dikin. Her çawa be, niha ew çaverêyê piştgiriya aliyên derveyî xwe ne. Ji aliyê sincî ve jî ne dema wê yekê ye ku em hewla tawanbarkirina wan bidin li ser hinek pirsan, bi taybetî jî ku ew di belaya xwe de ne deyndarê helwesta fermî ya Herêma Kurdistanê ne.
Heta beriya êrişa DAIŞê li ser Kurdistanê behsa serxwebûna Başûrê Kurdistanê dibû, bi nêrîna we ev proje ber bi kû derê ve diçe?
Bi nêrîna min, bi hatina DAIŞê û bûyerên 09.06.2014ê û rojên di pey re, divê Herêma Kurdistanê bi awayekî gurtir ber bi armanca referandûm û serxwebûnê ve here, ji ber ku DAIŞ ligel wê êrişa ku ji me re dirust kir, bû sedema wê yekê ku em kontrola pirraniya navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê bikin û artêşa Iraqê ber bi hilweşandinê ve here û Bexda lawaz bibe. Bi rêya şerê li dijî DAIŞê jî Herêma Kurdistanê pêgeha wê xurttir bibe û pêşmerge çekdar bibin û Herêma Kurdistanê ji gava hewandina awareyan bibe cihê rêz û balkêşiyên Neteweyên Yebûyî û civaka navdewletî.
Lewma eger em hebin, DAIŞ bêyî ku mebesta wê be, rêya gihiştinê bi mafê biryardana çarenivîsê ji me re kurt kir. Kêşeya me ya bingehîn jî ligel Bexdayê ye, ne ligel DAIŞê ye, ji ber ku DAIŞ du mehan bûye wek gefê ji me re û mana wê jî demkî ye. Lê nêzîkî sedsalekê ye ku kêşeya me ligel Bexdayê heye û bi sedema mana me di çarçoveya Iraqê de jî em pêrgî jenosîd û belayan bûn. Tew gefên DAIŞê jî li ser me her beşek e ji deravêtina hebûna me di çarçoveya Iraqê de.
We behsa wê yekê kiriye ku hêj gellek dem maye û gellek kar heye. Ev ji aliyê hinekan ve wiha hatiye şirovekirin ku projeya we ya AKP-kirina Yekgirtû heye?
Bi rastî xewna min a vê yekê heye. Gelo çiqasî şerefeke mezin bû ji min re bi berçavgirtina taybetmendiya Kurdistana me, min karîba AKP kiriba nimûneya nûbûna me. Ez gellekî eşkere dibêjim Îslamiyan ku baş e dest ji siyasetê berdin, yan hevşêweyê AKPê kar bikin û bi vê yekê jî ezmûneke cuda ya karê siyasî û hizbî bînin holê.
Wek Erdogan baweriya we bi kûdetaya spî, bi ser mamosteyê xwe de, heye?
Bi nêrîna min paşxaneya hizrî û geşbûna dîrokî ya pêla îslamî ya Tirkiyê û partiya min ji hev cuda ne. Bi rastî, eger navxweyiya Îslamiyan û ji wan jî Yekgirtû amade baya - ku mixabin ne amade ye - ji min re yan ji her kesekî din re, karekî wiha dibû erkekî îslamî, siyasî, sincî û hizbî yê mezin. Derbarê nifşê yekem jî divê rêzgirtin ji wan re bibe, ji ber ku westiyan û gellek salan xizmet kirin, lê li gor min, pirraniya herî gellek ya vî nifşî û beşekî ji nifşê duyem jî ji aliyê siyasî ve zêdekirineke wan nemaye ku bidin Yekgirtû.
Hevpeyvîn: Mehmûd Yasîn Kurdî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse