Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ji Rûdawê re got:
“Ya ku niha ev heval li Bexdayê dikin, ne federalîzm e, belkî sîstemeke navendî ya nîv-pêşketî ye. Avahiyek heye, em bi Kurdî jê re dibêjin ‘navekî giran, lê cihekî wêran.’
Nav federalîzm e, sîstemeke parlamentoyî û hikûmeteke Îraqî ya yekgirtî ye lê di rastiyê de ne sîstem parlamentoyî ye, ne jî Herêma Kurdistan bi kiryar federalîzm e.”
Fazil Mîranî bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Senger Ebdulrehman ên li ser hilbijartinê bersivandin.
“Eger 10 kes jî li çiyê bimînin, ev Îraq aram nabe”
Fazil Mîranî bal kişand ser mafên Kurdan û anî zimên:
“Kurd ne hevpeymaniyeke siyasî ye, Kurd ne partiyek e, Kurd neteweya duyem e li vî welatî.
Bêyî dabînkirina mafê vê pêkhateyê lê bi yekrêziya Kurd ne bi perçebûn û jihevketina Kurd, divê an mafê vî gelê neteweyî yê duyem ji aliyê destûrî ve were dabînkirin, hem bi kiryar û hem bi teorî, wekî din ev welat aramiyê nabîne. Me di dema Şoreşa Îlonê de digot, ‘Eger 10 kes jî li çiyê bimînin, ev Îraq aram nabe’ ji ber ku em ne partiyek in, em gelek in.”
Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî bû mêhvanê Rûdawê:
Rûdaw: Kek Fazil gelekî spas ji bo vê derfetê.
Fazil Mîranî: Rûdaw bi Senger ve, hûn bi xêr hatin, li ser çavan.
Rûdaw: Gelekî spas, demek dirêj bû me cenabê te nedîtibû, çavê me ronî.
Fazil Mîranî: Me hûn didîtin.
Rûdaw: Gelekî spas Kek Fazil. Roj bi roj propagandaya hilbijartinê germtir dibe, Partiyê (PDK) ji bo vê hilbijartinê çalenca milyonek deng ragihandiye. Rewşa Partiyê çawa ye û bendewariya we ji Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo deng û kursiyên we çawa ye?
Fazil Mîranî: Ducare bi xêr hatî kek Senger. Çalenca me li ser gotina birêz Alîkarê Serokê Partiya me, Kek Nêçîrvan Barzanî bû, ji bo armancekê ji bo me hemûyan, ji bo xelkê me, ji bo cemawerê me û bi dîtina min, ji me bi xwe bigire heta endam û alîgirên partiya me, dê hewldaneke zêdetir ji carên berê were dayîn.
Em hewl didin ku vê hejmarê bi dest bixin. Ez vê yekê ji bo Partiyê ne zêde dibînim, çimkî xelkê me yê cîgir e, xelk li erdnîgariyê dinêre û dîrokê dixwîne. Partî xwedî dîrokeke dewlemend e di bizava niştimanperweriyê de, di mijara neteweyî de, di bidestxistina destkeftiyên neteweyî de; ji Şoreşa Îlonê bigire û Şoreşa Gulanê û Rêkeftina sala 1970yî û federalîzma 1992yan, ku ez her tim tekez dikim ramana federalîzmê di nava Partiyê de beriya 1992yan bû. Di sala 1974an de Partiyê xwe amade kiribû ku di qonaxeke din a dan û standinan de bi hikûmeta Îraqê re, piştî ku şer derket, daxwaza federalîzmê bike, ne ku hikumê zatî yê rastîn wekî berê dihat gotin. Ev dîrok bû.
Erdnîgarî jî, bila werin ji peyama Serok Barzanî ya li Koyeyê binêrin, ku dev ji şerîeta şoreşgeriyê berda û berê xwe da şerîeta yasayî; ji çiyê ber bi bajêr ve û di Gulana 1992yan de, yekem hilbijartina azad hat kirin. Tevî wê bêderfetî û bêezmûniyê lê festîvaleke demokratîk, neteweyî û niştimanperwerî li Herêma Kurdistanê bi rê ve çû. Xelk du caran kêfxweş bû, carekê serkeftina serhildanê, ya duyem jî cara yekem bû ku bi azadî, ne partiyeke diyarkirî wekî desthilata berê ya Baasê, serkeftiyan diyar bike berî ku deng bên cudakirin. Ji ber vê yekê, hilbijartinên 1992yan geşteke xweş bû. Ez niha jî ji wan hilbijartinan çêjê werdigirim.
Ne hêsan bû lê armanc hêsantir bû û dibe ku hinek kes ji min aciz bibin, wekî ku Bokanî dibêje, ez dibêjim heta rikberiya hilbijartinê bi dirûşm û gotaran nermtir û hêsantir bû, ji ya ku piştî wan qonaxan hatiye. Ev jî bi gelek sedeman ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ez milyonek deng ji bo Partiyê ne zêde dibînim, ango mafê wê ye lê divê mirov realîst be, mirov çi qasî hêvî bike, bi hêsanî bi dest nakeve lê carinan ji hêviya xwe zêdetir jî bi dest dixe. Hêviya me gelek e, em dê ji wê hejmarê zêdetir bînin û çalenca me niha ew e ku em ji milyonekê yekî jî zêdetir bin, em ji bo wê diçin.
Rûdaw: Partî gelek hez dike ku bibe partiya yekem li Îraqê. Di hilbijartina borî de wekî partî, partiya yekem bû. Dixwaze vê yekê ji bo vê hilbijartinê jî biparêze. Çima girîng e ku Partî bibe partiya yekem li Îraqê?
Fazil Mîranî: Reklamek li televîzyona we heye dibêje, "Ez dê bibim yekem, ez dê her bibim yekem, yekem." Em jî wekî wê reklamê, çima em nebin yekem? Em yek ji partiyên herî kevn in piştî Partiya Komunîst û Partiya Beasê li Îraqê wekî dîrok. Bingeha vê partiyê, ew xelkê ku li dora vê partiyê kom bûye, çi li ser bingeha baweriya bi rêbertiya Barzaniyê Nemir be, çi jî bi peyrew û programa vê partiyê be; em partiya pêkhateyên vê Kurdistanê bûne. Berê navê partiyê Partiya Demokrat a Kurd bû, paşê bi fikirîneke berfirehtir em bûn Partiya Kurdistanî, bi hemû pêkhateyên olî û neteweyî. Em partiya çîneke diyarkirî nebûn.
Di partiya me de karker, kasibkar, cotkar, xwendekar, rewşenbîr hene. Berê me digot rewşenbîrên şoreşger tê de hene. Ji olên Xiristiyan, Êzidî û Misilman tê de hene. Tirkmen, Aşûrî û Kildanî tê de hene. Van pêkhateyên neteweyî gihiştine lûtkeya partiyê jî; endamên mekteba siyasî, sekreterên xwendekaran, sekreterên ciwanan, berpirs, wezîr... Cîgirê serokwezîr û wezîrê darayî yê me Aşûrî bû, kek Serkîs. Vê partiyê selmandiye ku xelkê ku hatiye nav wê, ne ji ber yek sedemekê hatiye.
Komek sedem hene; yek bingeha giştî ye, ya duyem jî sûd in, çi sûdê neteweyî be, çi olî be, çi jî niştimanî be. Niştimanperwer, endezyar, bijîşk, parêzer, her cor mirov di nava partiya me de hebûye. Ji ber vê yekê, çima Partî nebe partiya yekem? Van hemû mijaran heta vir anîne. Mijareke din jî heye, Partiyê tenê fikra xwe li Kurdistanê berteng nekiriye, Partiyê wekî partiyeke Îraqî fikirîye. Di şoreşa xwe de, Şoreşa Îlonê, bûye hêlîna opozîsyona Îraqê, demokratîxwazên Îraqê; ji Partiya Komunîst bigire ku daxuyaniya hejmar 13 an 1963 derç û, hişyarî li ser çareseriyê da, sosyalîstên neteweyî, nasirî, Beasiyên çep, ev hemû di nav bingeha Partiyê de parastî bûn.
Lewma, hikumraniya Partiyê tenê ne li ser erdnîgariyeke diyarkirî ye, belkî erdnîgariyeke giştî ye û heta duh dirûşma Partiyê "demokrasî ji bo Îraqê û hikmê zatî ji bo Kurdistanê" bû.
Niha jî dirûşma me ya ji bo gera bê ya parlamentoyê "bicihanîna destûrê" ye, ne tenê ji bo me, belkî ji bo hemû Îraqê. Lewma Partî partiya yekem a Kurdistanê ye û dê bibe partiya yekem a Îraqê jî. Min li gorî dîrokê behs kir lê em dixwazin bi erdnîgariyê jî wisa be çimkî erdnîgarî dîrokê xweş dike.
Rûdaw: Li gorî bendewariya we, dê dengên Partiyê li Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê çawa bin?
Fazil Mîranî: Berî ku ez werim ser behsa dengan, di nav xwe de ji Serok Barzanî bigire heta alîkaran û Kek Nêçîrvan doh dema ku di civîna mekteba rêxistina parêzgehan de behs kir, Partiyên wê deverê Partiyên "eyar 24" in. Wekî tê gotin, "eyar 24" cureya herî giranbuha an baştirîn a zêr e. Partiyên wê derê Partiyên "eyar 24" in.
Parastina wan li gel xweragiriya wan li cem me girîng e, pêşengiya me ev e. Ya duyem: Bê guman em li wir di nava îdareyê de nebûne. Dema partî beşdarî hilbijartinan dibin, dixwazin hikumê bigirin dest, bi rêya wî hikumî dixwazin xizmetê pêşkêşî xelkê bikin, çimkî hikûmet dikare derfetên kar ji bo xelkê biafirîne; di xizmetguzarî, kar, damezirandin û hwd. de.
Partiyên wê derê, desteyên me yên partiyê li wir cihê rêzê ne, em spasiya wan dikin, rêzê li wan digirin. Bêyî ku tiştek ji van di destê wan de be, ne tenê xwe parastine, lê xul bi xul ber bi zêdebûnê ve diçin. Bi dîtina min, selmandina van hejmaran bi xwe destkeftiyeke mezin e ji bo me di wan şert û mercan de.
Em zêdebûna dengan û zêdebûna rêxistinên xwe jî dibînin. Ev hêviyekê dide ku dê dengên me jî li gorî wê zêdebûnê zêde bibin. Lê dîsa ez dibêjim, eger em kursiyan jî bi dest nexin, em dîsa ji wî xelkê hez dikin û em deyndarê wî xelkê ne ku wekî Partî dimînin. Ka kursiyan bînin an neynin, hezkirin û xweragirî û nirxandina têkoşeriya wan ne bi hejmara dengan ve girêdayî ye. Çima? Ji ber ku bi dîtina min, çawa ku nabe mirov her tim xwendekarekî li ser notên wî binirxîne, ji ber ku dibe ku xwendekarek ji aliyê zanistî ve gelek jîr be lê di dema ezmûnê de rastî kêşeyekê were û notên baş bi dest nexe.
Ev nayê wê wateyê ku ew xwendekar nezan e, an tiştekî nizane, an fêr nebûye. Partî û têkoşer jî wisa ne. Dema berpirsên me li wan deveran deng neynin, yanî kursiyên zêde bi dest nexin, nayê wê wateyê ku ew ne têkoşer in. Nirxandina me ya ji bo wan, çi ji aliyê derûnî ve be, çi ji aliyê navxweyî ve be, ne li ser hejmara kursiyan e. Dibe ku ji aliyê derve ve sibe yek bibêje, "weleh eger me ew qas kursî hebûna, belkî baştir bihata nirxandin." Hem Serok Barzanî û hem jî em, nirxandina hevalên xwe yên di desteyên partiyê de li wan deveran, li ser hejmara kursiyan nakin, belkî li ser xweragirî û "eyar 24"iya wan dikin.
Rûdaw: Kek Fazil, cenabê te dizane ku ew hilbijartin di demekê de ye ku rewşa Silêmaniyê piştî bûyerên Lalezarê... ango nîgeraniyek li Silêmaniyê heye bi rastî, derbarê rewşa Silêmaniyê û bûyerên ku qewimîn. Hûn tenê çavê we li dengên we ye? Ew dengên cîgir ên ku ev çend sal in, çend hilbijartin in we hene, an hûn di wê baweriyê de ne ku di vê hilbijartinê de dê dengên din ên li derveyî kadro û alîgirên we werin ji bo Partiyê?
Fazil Mîranî: Kek Senger, opozîsyon sozan dide xelkê û pişta xwe bi şaşiyên hikumranan ve girê dide. Em hikumran in, em pişta xwe bi şaşî û nebaşiyên rewşa xelkê din ve girê nadin. Ya yekem em pişta xwe bi xwe ve girê didin û em dixwazin gotara me li gel her rewşekê guncav be da ku xelk wê qebûl bike.
Lê ji ber ku li wir rewş ne baş bû, ez ê çi bikim? Divê ez bi başiyên xwe bi xelkê re biaxivim, ne bi neyîniyên xelkê din. Ew her tim partiyên opozîsyonê wisa dikin, tiştekî wan nîne pêşkêş bikin, li ser kêmasiyên hikumranan propagandeyê ji bo xwe dikin. Mafê wan bi xwe ye, êdî dê çi bikin?
Rûdaw: Ango opozîsyona Kurdistanê tiştekî wan nîne pêşkêşî xelkê bikin?
Fazil Mîranî: Bi dîtina min niha na, di vê dîrokê de piraniya wan hikumran bûne, ji ber vê yekê eger behsa hikumraniyê bikin û beşdariya di hikûmetê de, hinek bi xwe-parastinê behs dikin, ji ber ku kêm an zêde, di vê gerê de an gereke din de di hikumran de bûne. Hevalên Yekgirtû, hevalên Komela Dadgerî, hevalên Goran, heta Partiya Komunîst jî, ev hemû li gel Partî (PDK) û Yekîtiyê (YNK) di hikumran de bûne.
Rûdaw: Di hikûmetê de bûne lê di hikumraniyê de bûne?
Fazil Mîranî: Bi dîtina min belê, her wezîr di wezareta xwe de hikumran e. Nabe wezîrek hikumraniya hemû welêt bike, nabe wezîrek bibêje divê ez siyaseta vê hikûmetê deynim. Na, li gorî qebareya xwe, li gorî pêgeha xwe hikumran e. Carinan Wezareta Dadê di destê hevalên Yekgirtû de bû, bizane Wezareta Dadê tê çi wateyê! Wezareta Darayî niha jî di destê hevalên Goran de ye, Wezareta Pêşmerge di destê hevalên Yekîtiyê de ye, Wezareta Xwendina Bilind di destê Yekîtiyê de ye.
Rûdaw: Wezaret di destê wan de ye an wezîrên wan hene?
Fazil Mîranî: Na, wezaret di destê wan de ye. Mirov carinan dema ku li gel tîmê xwe baş govendê nelîze, sûc dixe stûyê erdê, naxe stûyê xwe. Ji ber vê yekê bi dîtina min, ez jî çar salan wezîr bûm, eger wezîr wezîr be, şiyana xwe, piştgiriya xwe, dîtina xwe bi awayekî rast bi kar bîne, dikare bi qasî xwe bandorê li ser birêvebirina hikûmetê bike.
Civîna Encumena Wezîran heye, pêwendiyê bi nivîsgeha Serokatiya Encumena Wezîran re datîne. Yê ku dibêje tiştek di destê me de nîne, na, tiştên wan di dest de ne. Tu wezîr î, wezîrê kîjan wezaretê be bila bibe, kes nikare tiştekî li ser wî ferz bike, tenê biryarên Encumena Wezîran nebe.
Rûdaw: Ev giliyê Yekîtî jî heye.
Fazil Mîranî: Baş e, eger hevalên Yekîtiyê gilî nekin, dê çi hincetê bînin?
Rûdaw: Ti hincetên wan nînin?
Fazil Mîranî: Bi dîtina min ji bilî giliyan na. Cîgirê serokwezîr ê wan e, wezîrê xwendina bilind ê wan e, wezîrê pêşmerge ê wan e, wezîrê çandiniyê ê wan e. Bi dîtina min, Wezareta Çandiniyê yek ji wezaretên herî girîng e ji bo vê rewşê. Eger wezîr û wezaret ne girîng be, çima dikin wezaret? Em dikin birêveberê giştî... Girîng e, ji ber vê yekê bûye wezaret. Lewma wezaret girîng e, wezîr jî girîng e. Eger em li ser wî esasî biçin, "kesê şareza ji bo cihê şareza", yekî bi şiyana wezaretê li wezaretê deynin.
Rûdaw: Tu sûc dixî stûyê xelkê din ku kesê şareza li cihê şareza dananîne?
Fazil Mîranî: Na, ez wî karî nakim. Rêza min ji bo partiyan heye, mafê hilbijartinê jî didim wan. Eger ez wisa behs bikim, ez dê pêşî wisa behsa xwe bikim berî ku behsa xelkê din bikim. Ez kesek im ku hewl didim ji wê edaleta xwe dûr nekevim di bin hinek bandoran de.
Ez nikarim... Ereb dibêjin: "Pesnê tu kesî nede heta ku tu wî biceribînî û loman wî jî neke bêyî ceribandinê." Hinek wezîr, ez dikarim navê wan bibêjim, wezîrên partiyên din, ez gelek rêzê li wan digirim, ji ber ku jêhatî û bişiyan bûn. Nabe tu jêhatîbûna mirovekî li gorî têkçûna mizaca siyasî neheqiyê lê bikî. Ka mizaca te bi wî re baş be yan nebaş be, ew mijareke din e, lê divê mafê her mirovî jê re were dayîn.
Rûdaw: Kek Fazil, di propagandaya Hewlêrê de Kak Bafil gelek êriş bir ser Partiya Demokrat a Kurdistanê, di demekê de ku ev hilbijartin ji bo Parlamentoya Îraqê ye, ti pêwendiya wê bi navxweya Herêma Kurdistanê re nîne.
Fazil Mîranî: Destê wî xweş be.
Rûdaw: Destê wî xweş be ku êrişî Partiyê kir?
Fazil Mîranî: Destê wî xweş be, êrişî Partiyê kir, em sûdê jê dibînin.
Rûdaw: Partî sûdê jê werdigire?
Fazil Mîranî: Tu dizanî, "belaşê komekê ji bo komeke din sûd e." Ez naxwazim behsa Kek Bafil bikim, qet. Di hilbijartinên din de min di propagandeyê de gotinek jê re got, paşê ez poşman bûm, min got, "Xwezî min ew gotin nekiriba."
Niha jî wekî mînak, eger ez bi vê fikirînê Yekîtî bûma, ew gotina hevalên Yekîtiyê ku dibêjin "Me nehişt hikûmet were avakirin," ez dê dev jê berdim, eger dev jê bernedim jî, dê dilê min bişkê. Ez dê bibêjim ev partiya ku ew qas şehîd daye, bi gotina xwe şoreşa nû ya gelê Kurd di sala 1975an de ava kiriye, daxwaza konfederalîzmê kiriye, beşdarî referandumê bûye ji bo hebûneke serbixwe, di neavakirina hikûmetê de... giliyê wan ji Partiyê heye, ne ji gelê Kurd.
Partî bi wan re xerab e lê Kurdistan û ev tecrubeya şehîdên me û wan û xelkê din... Ev salek e me hikûmet rawestandiye. Vê bêhikûmetî û bêparlamentoyiyê em li hemberî Îraqê lawaz kirine, hem wan, hem me, hem jî Herêma Kurdistanê. Ez dibêjim, gelo ev fikirîneke rast e? Fikirîna neteweyî wisa dibe? Sûda gelekî, herêmekê û xwîna ew qas şehîdan... Ev berevajî dirûşma me hemûyan e.
Ez bim, ez dê bersivê jî nedim, ji ber ku ev taya hilbijartinê ye. Carinan taya hilbijartinê digihîje wê astê, "Û tu mirovan serxweş dibînî lê ew ne serxweş in." Xelk serxweş be jî diaxive. Ev kampanyaya hilbijartinê dê biçe û nemîne. Hilbijartina berê jî, weleh Kek Bafil xerabtir jî got lê piştî hilbijartinê em bi hev re rûniştin û Faris dibêjin: "Wekî ku ne wî ew gotin kiribe, ne jî me bihîstibe."
Mirov e û dibe ku piştî vê hilbijartinê jî ev rewş ducare bibe. Ji ber ku yek tişt heye. Em hemû, bi Partî û Yekîtiyê û partiyên din ve, yên ku parlamenter in, yên ku kursiyan tînin, Xwedê bike hemû kursiyan bînin, yên ku kursiyan neynin jî, divê ne dîlê doh bin lê eger tu dîlê doh bûyî, îro tu nikarî tiştekî bikî û nikarî ber bi sibê ve biçî. Lê eger tu ne dîlê duh bûyî, tu dê îro bifikirî da ku ber bi sibê ve biçî.
Rûdaw: Neavakirina hikûmetê ji bo Kek Bafil ne destkeft e?
Fazil Mîranî: Min ji te re got, eger ez Yekîtî bûma, min dê wekî destkeftî nedîtiba. Ez nizanim ev çi ye. Ev yek berjewendiya partiyekê dixe pêşiya berjewendiya gelekî. Ango, Partî û Yekîtî berjewendiya xelkê li ber çavan nagirin, berjewendiya xwe wekî partî li ber çavan digirin. Gelo ev di berjewendiya van her du partiyan de ye?
Bila em behsa xwe jî bikin. Kî sedem e ez wê nabêjim, lê... gotûbêjeke objektîv dikin, dibêjin Partî û Yekîtî ne hemû gelê Kurd û Kurdistan in, em beşek in ji vî miletî. Baş e, ez nizanim em beşekî mezin in an gel mezintir e? Ji ber ku bingeheke bîrkariyê heye dibêje, "Giştî ji beşê xwe mezintir e û wekhevî bi tevahî ye."
Gelo berjewendiya vî gelî û vê herêmê ya berê û paşerojê û xwîna şehîdên me pêwîst e an berjewendiya partiyan di pêş de ye? Ez dibêjim berjewendiya netewe û welatê me baştir e. Dema tu xelkekî didî kuştin û şehîd dibe, ji bo çi ye? Ji bo te bi xwe ye? Eger ji bo te bi xwe be, ev xelk xwe nade şehîdkirin. An me xelk xapandiye, me gotiye "here ji bo Kurd û Kurdistanê xwe şehîd bike," lê berjewendî ji bo me bûye. Ez gel bim, ez ê wê pirsê ji van her du partiyan bikim.
Rûdaw: Kek Fazil, tu ji me re nabêjî kî sedema neavakirina hikûmetê bû?
Fazil Mîranî: Ez dibêjim divê em berjewendiya vê tercrubeyê ku gelek plan li ser hene, vê federalîzma ku em pê serbilind in û destkeftiyeke dîrokî bû ji bo hemû Kurdistaniyan û ji bo partiyên siyasî û di serî de bi taybetî ji bo Partî û Yekîtiyê, ji ber ku wan zêdetir têkoşîna çekdarî kirine, qurbanî dane, berpirsiyariyeke zêdetir li ser milê wan e... Edî xelk behsa Partî û Yekîtiyê dike, ne behsa partiyên din. Mafê wan jî heye. Gelo ev her du partî ji Kurd û Kurdistaniyan mezintir in an gel mezintir e? Ma em nabêjin: "Em xizmetkarên gelê xwe ne, xizmetkarên welatê xwe ne"? Ma li kû? Ma çawa? Ji ber vê yekê dengê xwe bidin me. Ez her tim dibêjim ev gel tiştek nemaye ku pêşkêş neke; bi can, bi mal, bi xwîn, bi kîmyabaran, bi derbiderî, bi dengdanê... Dema wê hatiye û ji mêj ve hatiye, ji sala 1992yan ve, ji bilî wê plana ku li dijî vê herêmê hebû, dema wê hatiye ku em qerebûya gelê xwe bidin.
Rûdaw: Bi çi?
Fazil Mîranî: Bi pêşxistina berjewendiyên wî li ser berjewendiyên partiya xwe, ez tiştekî din nabêjim.
Rûdaw: Min bersiva pirsa xwe wernegirt.
Fazil Mîranî: Weleh bersiva pirsa te di nav vê de ye lê hewl nede ku gotinê bixî devê min û paşê ez gotina te ducare bikim.
Rûdaw: Hûn Yekîtiyê wekî sedem dibînin ji bo neavakirina hikûmetê?
Fazil Mîranî: Ez niha wisa nabêjim.
Rûdaw: Ji bo ku hûn li gel wan li hev nekin?
Fazil Mîranî: Ez dibêjim me berjewendiya gelê xwe nexist pêşiya berjewendiya partiya xwe.
Rûdaw: Her du aliyên we?
Fazil Mîranî: Hemû alî.
Rûdaw: Çima hûn li gel Yekîtiyê li hev nekirin ji bo avakirina hikûmetê beriya hilbijartinê?
Fazil Mîranî: Ev salek e em dan û standinan dikin, bi rastî me pêngaveke mezin jî avêtiye lê yek tişt heye di siyasetê de; lihevtêgihiştin tiştek e û sepandin tiştekî din e. Ev her du partî, nabe yek destê yê din bişkîne, bi giştî nakevin bin barê hev û bi dîtina min ev helwestek e ku ne di berjewendiya her du aliyên me de ye. Çimkî eger hikûmeta me hebûya, hikûmeta Îraqê çima bixwaze ew ji Bexdayê werin mûçeyê mûçexwerên me li vir belav bikin? Sûcê çi ye? Mûçexwerê wê derê mûçeyê meha yazdehan wergirtiye, yên me hîn mûçeyê meha nehan nestandine.
Sûcê Teyf Samî ye (Wezîra Darayî) lê ez sond dixwim ku ev ne sûcê Teyf Samî ye. Teyf Samî tenê wezîr e. Min ji hevalên wê derê re jî got, min ji wan re got hûn rast nakin; an serokwezîran ne serokwezîran e, an jî Encumena Wezîran ne Encumena Wezîran e, wekî din wezîrek nikare biryareke nivîskî red bike. Eger Encumena Wezîran biryar bide ku mûçeyê filan mehê ji bo mûçexwerên Kurdistanê were xerckirin, wezîra darayî neçar e wê biryarê cîbicî bike, ji ber ku ew endam e di wê Encumena Wezîran de.
Rûdaw: Mijar ji Teyf Samî mezintir e?
Fazil Mîranî: Ev nayê gotûbêjkirin, ji ber ku eger serokwezîran bibêje "Min telefonî Teyf Samî kiriye, ew bi cih nayîne," hingê mafê Teyf Samî ye ku bi cih nayîne. Çima? Ez mirovekî yasayî me, sibe Desteya Destpakiyê dê were stûyê Teyf Samî û bibêje, "Te li ser kîjan biryarê ev kir?" Tiştek di destê wê de nîne, telefona wî jî tomar nekiriye, ji ber ku qedexe ye.
Lê eger serokwezîr rast dibêje, Encumena Wezîran biryarekê derdixe, nivîsarekê dinivîse û dibêje, "Li ser biryara hejmar çend di civîna Encumena Wezîran de biryar hat dayîn ku ewqas pere ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê were xerckirin." Di nava nîv saetê de, Teyf Samî an her wezîrê darayî be dê wê xerc bike.
Rûdaw: Nîgeranî li ser Mihemed Şiya Sûdanî heye, an Partî jê nîgeran e?
Fazil Mîranî: Her mirovê ku destûrê bi cih neyîne, pêbendî rêkeftinê nebe, divê mirov jê nîgeran be. Min berê jî gotineke Erebî ji te re got; Ereb dibêjin, "Pesnê tu kesî nede heta ku tu wî cbieribînî û loma wî jî neke bêyî ceribandinê." Me gelek pesnê vî hevalî da berî ceribandinê, me ew bir asmanan, niha em hatine, em nizanin çawa lomê wî bikin, tevî ku me ew ceribandiye.
Rûdaw: Ceribandineke we ya xerab bi wî re hebû?
Fazil Mîranî: Bi dîtina min, ceribandina me bi hemû serokwezîrên Îraqê re xirab bûye. Ceribandina me ya baş bi wan re ew bû ku me dengê xwe da wan, me li gel wan rêkeftin kir da ku bibin serokwezîr. Bila ez çîrokekê ji te re bibêjim; me li Balafirgeha Hewlêrê civînek kir, me li ser diwanzdeh xalan li hev kir. Yek jê ew bû ku Mam Celal bibe serokkomar, ya duyem Usame Nuceyfî bibe serokê parlamentoyê, ya sêyem Nûrî Malikî bibe serokwezîr. Xalên din bi hevsengî, lihevkirin, hevbeşî, maf û dan û standina Herêma Kurdistanê wekî herêmeke federal bi Bexdayê re pêwendîdar bûn. Ew çûn Bexdayê, rêkeftin niha jî wêneyekî wê li cem me heye û li cem hemûyan, li cem hevalan heye. Xwedê lê xweş be, Mam Celal bû serokkomar, Usame Nuceyfî bû serokê parlamentoyê û karê xwe kirin, Malikî jî li Bexdayê bû serokwezîr. Tenê sê xalên wê rêkeftinê hatin pêkanîn, xalên din heta niha nehatine pêkanîn. Em dê çawa nîgeran nebin?
Rûdaw: Mihemed Şiya Sûdanî ew rêkeftinên ku li gel Herêma Kurdistanê îmze kirin, pêk neanîn?
Fazil Mîranî: Na, ya ku pêk anî ew bû ku li gorî rêkeftinê hikûmet were avakirin. Komîteyeke me bi navê "Hevpeymaniya Birêvebirina Dewleta Îraqê" hebû. Eger bihata bicihanîn, çima daxwaza pêkanîna mûçeyê mûçexwerên Herêma Kurdistanê dike? Ev li dijî destûrê ye, ji ber ku ev federalîzm di destûrê de hatiye. Di sîstema federalî de, budceya herêma federal ji budceya giştî ya Îraqê tê cudakirin, paşê çi bi beş be, çi bi carekê be, tê veguhastin ji bo Wezareta Darayî û xezîneya hikûmeta federal. Rêyên xerckirinê tên destnîşankirin, warên sereke tên diyarkirin, budceya wezaretan tê diyarkirin. Piştî ku li Parlamentoya Herêmê derdikeve, mûçe jî ew didin.
Ya ku niha ev heval li Bexdayê dikin, ne federalîzm e, belkî sîstemeke navendî ya nîv-pêşketî ye. Avahiyek heye, em bi Kurdî jê re dibêjin "navekî giran, lê cihekî wêran." Nav federalîzm e, sîstemeke parlamentoyî û hikûmeteke Îraqî ya yekgirtî ye lê di rastiyê de ne sîstem parlamentoyî ye, ne jî Herêma Kurdistan bi kiryar federalîzm e.
Em niha behsa demokrasiyê dikin, em behsa kampanyaya hilbijartinê dikin. Hilbijartin rûyek ji rûyên demokrasiyê ye, lê ew rû wekî dibistanekê ye, ne tenê ew e ku tu biçî propagandeya xwe bikî û dengan kom bikî. Na, li gorî bingeha demokrasiyê di wan hilbijartinan de, divê şêwaza axaftina te diyar be, divê propaganda ji bo te be, divê tu heqaretê li xelkê din nekî. Ev Coca-Cola ye û ya din 7-Up e, çi qas propagandeyê ji bo xwe bikî bike lê nebêje "Ev dibe sedema penceşêrê."
Tu dikarî sibe giliyê min bikî. Divê mirov ji vî rûyê demokrasiyê tiştan fêr bibe û hêdî hêdî wê dewlemend bike. Gelo ev çi ye? Ev projeyeke çandî ye ji bo civakê jî. Eger te civaka xwe bi vî rengî fêr kir, sibe tu ji xelkê xwe re bibêjî "here heqaretê li filankesî bike," ew nakin, fêr nebûne, fêrî rûyekî din bûne.
Bi raya min, berpirsiyariya me ew e ku di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de, em xelkê xwe fêrî edeba axaftinê, edeba propagandeyê, edeba rikberiya hilbijartinê bikin, da ku civaka me xwedî aramî û ewlehî be, îstiqrar hebe. Heta di kampanyaya hilbijartinê de jî şaşî li hemberî hev nekin, hev birîndar nekin, ji ber ku di dawiyê de em ê bi hev re bijîn. Asayîş û aştiya civaka me bi wan edeban ve girêdayî ye.
Rûdaw: Kek Fazil, pirseke din li ser Mihemed Şiya Sûdanî bikim. Ew dixwaze bibe dengê yekem ê Şîeyan ji bo vê hilbijartinê, dixwaze careke din jî vegere ser posta serokwezîriyê. Ez wisa têdigihîjim ku rewşa wî bi Partiyê re piştî hilbijartinê dê ne baş be?
Fazil Mîranî: Em Kurd serokwezîrê Îraqê danaynin, ne Partî, em Kurd, em Kurdistanî wî danaynin. Rêkeftineke rêzdariyê heye, ne destûrî ye. Serokê hikûmetê pêkhateya Şîe diyar dike, serokkomar pêkhateya Kurd diyar dike û serokê parlamentoyê pêkhateya Sunî diyar dike. Hûn di nav xwe de çawa li hev dikin, bi demokrasiyê rikberiyê dikin lê yek tişt heye: Îraq xwedî serweriyeke kêmasî ye.
Heval dê ji min giliyan bikin lê ez niha jî dibêjim Îraq dewleteke xwedî serweriyeke kêmasî ye. Ji ber ku her dewletek, cureyê sîstema wê çi be kek Senger, leşkerî be, parlamentoyî be, serokatî be, derbe kiribe, lê divê cureyekî... Yan divê serweriya wê ya tam hebe, an serweriya wê tunebe.
Dema ku serweriya wê ya tam tunebe, serweriya te bi kêmasî ye. Ji ber ku dewlet e û endamê Neteweyên Yekbûyî û Encumena Welatên Ereban e, artêşa wê heye, pereyên wê hene, diravê wê heye, asmanê wê heye, deryaya wê heye, erdê wê heye. Ev beşek e ji serweriyê, lê ev ne hemû serweriya tam e. Sibe welatek were du kîlometreyan ji erdê te dagir bike an leşker werin û tu naxwazî wan derxî, an nikarî, ew serweriya te bi kêmasî ye. Êdî, di navbera serweriya tam û nebûna serweriyê de, serweriya kêmasî heye. Ji ber vê yekê, ev serweriya bi kêmasî bandorê li ser danîna serokwezîran jî dike.
Rûdaw: Welatên cîran jî bandora wan heye?
Fazil Mîranî: Bê guman... û gelek dûrtir jî.
Rûdaw: Amerîka jî bandora wê heye?
Fazil Mîranî: Amerîka jî bandora wê heye. Bila em zelal bin. Berê jî te ji Amerîkayê re bigota "Hevalên Şîe berbijar diyar kirine ji bo serokwezîriyê," wan dê bigota, "Raya Îraniyan çi ye?" Te ji hevalên Îranê re bigota "Şîeyan biryar daye ku kek Senger bikin serokwezîr," wan dê bigota, "Amerîka çi dibêje?" Zanibe, van welatan, ew dewletên ku serweriya wan lawaz e, biryara wan ne tam e. Îraq ji wî alî ve ne xwedî biryara îradeya xwe ye, ji aliyê naverokê ve, ez ne ji aliyê teoriyê ve diaxivim.
Rûdaw: Ev rêkeftineke neragihandî ye di navbera Îran û Amerîkayê de her carê?
Fazil Mîranî: Na, ne rêkeftin e lê rêkeftina berjewendiyan, hevbeşiya berjewendiyên wan di yek kesî de ye, di şêwaza hikumraniyê de.
Rûdaw: Kek Fazil, vê carê çavê Suniyan li serokkomariyê ye.
Fazil Mîranî: Gelek kes çavê wan li gelek tiştan e, min ji te re got, ne her tiştê ku mirov bixwaze, bi dest dikeve. Vê rêkeftina ku hatiye kirin, li ser bingeha hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê ye. Ev kar bi lihevkirinê piştî rûxandina rejîmê hatiye kirin, ne di destûrê de ye. Libnan jî heman tişt e, ew jî ne destûrî ye, li Libnanê Rêkeftina Riyadê ye.
Em jî rêkeftineke "gentlemanî" ji bo kevneşopî û berjewendiyê di vê de bûye. Bi dîtina min, em Kurd çawa ji bo federalîzma xwe şer dikin, divê ji bo serokatiya komarê jî şer bikin, ji ber ku bi dirêjahiya dîrokê Kurd welatiyên pile du bûne. Ez nabêjim bi serokatiya komarê re tên pile yek, ev derketin e, lê derketineke girîng e ku Kurdek nûnertiya Îraqê bike di civînên yasayî û navneteweyî de.
Rûdaw: Te guh li Mihemed Helbûsî girt ku daxwaz dikir?
Fazil Mîranî: Mihemed Helbûsî gelek tiştan dibêje, çi qasî rast e, çi qasî ne rast e ew mijareke din e. Em bi pêkhateya siyasî ya kirdeyî ya siyaseta Îraqê re alî ne, ne bi Helbûsî an kesek an aliyekî diyarkirî re. Em bi awayekî komî... van pêkhateyên siyasî li Îraqê... Kurd ne hevpeymaniyeke siyasî ye, Kurd ne partiyek e, Kurd neteweya duyem e li vî welatî.
Bêyî dabînkirina mafê vê pêkhateyê lê bi yekrêziya Kurd ne bi perçebûn û jihevketina Kurd, divê an mafê vî gelê neteweyî yê duyem ji aliyê destûrî ve were dabînkirin, hem bi kiryar û hem bi teorî, wekî din ev welat aramiyê nabîne. Me di dema Şoreşa Îlonê de digot, "Eger 10 kes jî li çiyê bimînin, ev Îraq aram nabe," ji ber ku em ne partiyek in, em gelek in.
Rûdaw: Kek Fazil te behsa yekrêzî û perçebûnê jî kir.
Fazil Mîranî: Ez nabêjim yekrêzî, ez dibêjim yekrêyî, bila em hevrê bin ne hevrêz bin. Ez dibêjim yekrêyiya Kurd, bila yekrê bin.
Rûdaw: Piştî hilbijartinê, bi baweriya cenabê te Partî û Yekîtî dê bibin yekrê an dê nakokiyên we zêdetir bibin? An hûn dikarin hikûmetê ava bikin û bi hev re biçin Bexdayê?
Fazil Mîranî: Ew a herî baş e, ji ber ku eger tu di nava mala xwe de bihêz bî, hêza navxweyî di nava te de bihêz be, tu dê li derve jî bihêz bî. Eger tu di nava xwe de ne bihêz bî, tu dê li derve jî ne bihêz bî. Ereb dibêjin, "Ez û birayê xwe li dijî pismamê xwe lê ez û pismamê xwe li dijî dijminê xwe." Kurd jî dibêjin, "Bila bira li pişt bira be, meger ku bela ji aliyê Xwedê ve be." Lê eger em ne yek bin, em dê çawa karibin mercan li ser Îraqê bisepînin? Û yek ji pîlanên neyarên me her tim ew bû ku derzekê bixin nava bizava Kurdî. Ev kevn e, ji sala 1963yan ve destê xwe dixin nav vê.
Rûdaw: Niha jî destê xwe dixin navê?
Fazil Mîranî: Dest tê de heye, ne ku dixin, dest tê de heye. Gelo ev dûrketina Partî û Yekîtiyê ne encama wî destî ye? Divê em zanibin. Dema wê hatiye ku mirov hinek tiştan realîst bibîne. Metirsî ne tenê li ser Partiyê ye, metirsî li ser Yekîtiyê jî heye, metirsî li ser wan partiyan jî heye ku behîsê li ser ne lihevkirina Partî û Yekîtiyê, nerêkûpêkiya Partî û Yekîtiyê dikin, ku bi dîtina min ramana wan ne rast e. Partiyên me yên opozîsyonê, rêza me ji wan re heye.
Yek ji şaşiyên wan ên siyasî ku ez ji aliyê mentiqî ve bi wan re li hev nakim ew e ku behîsê dikin, dibêjin "Bila Partî û Yekîtî ne yek bin da ku cihê me xweştir bibe, ji bo me aram tir e. Eger ev her du partî yek bin, dê me daqurtînin." Beşek ji wan wisa dibêjin ji nezanînê, beşek jî pê bawer in. Bi dîtina min her du jî ne rast in, ji ber ku eger ev her du partî yek bin, dê herêm aram tir û cîgirtir bibe, cihê opozîsyonê jî dê xweştir bibe.
Rûdaw: Bendewariya piştî hilbijartinê ji bo navbera Partî û Yekîtiyê çi ye?
Fazil Mîranî: Weleh baştir e mirov nekeve pêşiya bûyeran lê tiştek cîgira aştiyê nîne, tiştek cîgira rêkeftinê nîne. Ez her tim dibêjim, eger em li hev nekin, cîgira nerêkeftinê çi ye?
Rûdaw: Partî cîgira Yekîtiyê heye ji bo avakirina hikûmetê?
Fazil Mîranî: Min ev gotin gelek caran ducare kiriye, ez hez nakim ducare bikim.
Rûdaw: Ez dizanim gelek caran te gotiye cîgira Yekîtiyê her Yekîtî ye.
Fazil Mîranî: Tu raya min li ser wê dizanî. Di germahiya hilbijartina berê de min got, cîgira Yekîtiyê ji bo me her Yekîtî ye. Wê demê ew xortî hevpeyvîn bi min re kir, paşê cenabê te jî kir... Yê ku niha li Tirkiyeyê li dijî me ye navê wî çi ye?
Rûdaw: Rêbwar Kerîm.
Fazil Mîranî: Belê, Rêbwar Kerîm Welî jî pirs ji min kir, min got em di germahiya hilbijartinê de bûn, min got cîgira Yekîtiyê ji bo me her Yekîtî ye. Dibe ku gilî bike lê divê mirov realîst be. Me bêyî Yekîtiyê wê demê jî nikaribû hikûmet ava bikira. Ji bo Yekîtiyê jî wisa ye, cîgira me jî ji bo Yekîtiyê her em bûn. Ji ber ku belge jî di du hilbijartinên berê de... Goranê 25 kursî anîn... Ez naxwazim biçim nav rûpelên neyînî û wan vekim.
Bi dîtina min, divê em minetê li ser hev nekin. Yanî, rojekê me qenciyek ji bo Yekîtiyê kiribe an Yekîtiyê qenciyek ji bo me kiribe, nekin minet li ser hev. Ev erkê vê niştimanê ye li ser me, em dikin. Ev deynê xwîna şehîdên me ye, em vî deynî didin, ne ku minetê li ser hev bikin.
Rûdaw: Partî bêyî Yekîtiyê nikare hikûmetê ava bike?
Fazil Mîranî: Vê carê me nekarî.
Rûdaw: Eger Yekîtî piştî hilbijartinê neyê pêş, ji ber ku kek Fazil, Yekîtî bi rastî daxwaza çi dike?
Fazil Mîranî: Weleh ew gotin di bin dan û standinê de ye. Tu dizanî çi ye? Eger em werin ser wê hevkêşeyê, em behsa hilbijartin û qebareyê û rastiyê dikin, mafên kursiyan diyar in çend in. Yekîtiyê serokkomar heye, me serokê herêmê heye. Yekîtiyê serokê parlamentoyê heye, me serokwezîr heye. Yekîtiyê cîgirê serokê herêmê heye, cîgirê serokkomarê me nîne. Ji bo agahdariya te, tenê yek karmendê Partiyê di Serokatiya Komara Îraqê de heye. Ew jî şêwirmendê kar û barên av û kanalîzasyonê ye. Ji ber ku berê bi Ebduletîf re ku wezîrê av û avdaniyê bû, kek Mihemed Emîn Pêndroyî yê me birêveberê giştî bû, niha şêwirmendê wî ye ji bo heman warî. Yek fermanber, yek leşker, yek nivîskarê çapê yê me jî di Serokatiya Komara Îraqê de nîne. Serokatiya Herêmê tijî hevalên Yekîtiyê ye lê bila em minetê li ser hev nekin. Berjewendiya Kurd, berjewendiya federalîzmê û çespandinê, parastina vê herêmê heye?
Rûdaw: Ma çima Yekîtî xwe ew qas wekî stemlêkirî dibîne?
Fazil Mîranî: Tiştê ku mirov bi qeneeta xwe li ser rêkeftinê kiribe, çima bibe stemlêkirî? Ne Yekîtî Îraq e ku em hest bi stemlêkirîbûna xwe bikin, ne jî em Îraq in ku Yekîtî hest bi stemlêkirîbûna xwe bike. Pêwîst e em û Yekîtî hest bi stemlêkirîbûneke hevbeş û yekgirtî bikin li hemberî hikumranên Îraqê.
Rûdaw: Yekîtî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne stemlêkirî ye?
Fazil Mîranî: Çima stemlêkirî ye?
Rûdaw: Dibêjin postên me li gorî hevbeşî û dîrokê bin?
Fazil Mîranî: Baş e, pirsek tê pêş. Bila ez hinekî bi zimanê gel biaxivim. Welatiyê Kurdistanê, endamên Partî û Yekîtiyê, xelkê din hest bi stemlêkirinê nakin li vî welatî? Ez pirs dikim. Di otobusê de rûne û guh bide xelkê, behsa stemlêkirinê dikin. Geştekê bike derve, di balafirê de gelek pistepist hebû lê dev ji welatîbûna xwe berdidin? Pişta xwe didin Kurdistanê? Sibe êrişek hebe? Wisa dikin? Bila ez tiştekî ji te re bibêjim; şerê DAIŞê bû.
Yê ku hest bi stemlêkirinê dikir, yê ku hest bi stemlêkirinê dikir... Xelkê me ji derve hatiye şerê DAIŞê kiriye. Welatînameya wî ya Norwecê, Almanyayê, Kanadayê, Amerîkayê, Danîmarkayê heye... Bi min re di şerê DAIŞê de şehîd ketine. Xelk heye li vir ne endamê Partiyê ye, ne endamê Yekîtiyê ye, çek hilgirtiye û hatiye piştgiriya eniya şer kiriye. Xelk heye bexşîn kiriye. Ev çi ye? Ev stemlêkirin wî wisa nake ku erkê xwe ya niştimanperwerî bi cih neyîne. Endamên kadroyên Partî û Yekîtiyê di kongreyekê de, di konferansekê de hest bi stemlêkirinê dike, lê dev ji partiya xwe bernade. Mehekê hest bi stemlêkirinê dike, meha duyem diçe karê xwe dike, yan jî eger partiya wî bikeve tengasiyê, diçe berevaniya partiya xwe dike. Ji ber vê yekê nabe were berawirdkirin. Kes keça xwe nake qurbana kurê xelkê.
Rûdaw: Kek Fazil, Yekîtiyê mafê xwe wergirtiye di hikûmetê de û di hikumraniya Herêma Kurdistanê de?
Fazil Mîranî: Nabe ez bibêjim belê, divê tu ji wan bipirsî.
Rûdaw: Ew dibêjin na.
Fazil Mîranî: Divê bingehek hebe. Me li ser kîjan bingehê ev hikûmet ava kiriye? Bi baweriyê an bi zorê? Madem tiştek bi rêkeftin û bi baweriyê ye, me programeke wezarî ya hevbeş çêkiriye, me tiştên xwe bi rêkeftinê îmze kirine, me postên xwe hemû îmze kirine.
Dema ku tu hest bi stemlêkirinê dikî, dema ku aliyek tiştekî li ser te sepandibe, ev ne di nav rêkeftinê de ye. Amerîkayê piştî Şerê Kendavê tişt li ser Îraqê sepandin, Îraqê navê wê kir rêkeftin lê ne rêkeftin bû. Wekî Ereb dibêjin, "Bixwazî ev e, nexwazî jî ev e." Lê ev yek di navbera me û birayên Yekîtiyê de çênebûye.
Rûdaw: Çima hûn Wezareta Karên Navxwe nadin Yekîtiyê?
Fazil Mîranî: Yekîtî jî dizane sedem çi ne û em jî dizanin. Her dema ku ew sedem nemînin... Wezareta Pêşmergeyan ji aliyê naverokê ve ji Wezareta Karên Navxwe girîngtir e.
Rûdaw: Cenabê te demekê wezîrê karên navxwe bû, girîngiya wê ji bo Partiyê çi ye? Çima nadin partiyeke din?
Fazil Mîranî: Dema ez wezîrê karên navxwe bûm, otomobîlên polîsên me Brezîlî bûn. Tu têdigihî ez çi dibêjim? Konsulxane li vir nebûn, balafirgeha me jî nebû, me vîze jî nedida, me pasaport jî îmze nedikir, me xelk ji derve ne dianî Kurdistanê, me xelk jî nedibir derve. Tu dizanî? Eger wisa be, girîngiya Wezareta Karên Navxwe ya niha ji ya wê demê cudatir e. Bi asayîşa me ya navxweyî û bi baweriyê ve girêdayî ye.
Rûdaw: Ma çima nadin Yekîtiyê?
Fazil Mîranî: Me biryar daye û mafê me ye. Çend kursiyên me hene, hevalên Yekîtiyê çend kursiyên wan hene... tevî ku me dan û standin li gel Yekîtiyê li ser bingeha kursiyan nekiriye. Nabe em û ew li ser bingeha kursiyan dan û standinê bi hev re bikin. Em pirsekê ji hevalên Yekîtiyê dikin: Eger ew li şûna me bûna, dê Wezareta Karên Navxwe bidana me? Wê pirsê ji wan bikin. Eger bibêjin belê, ez nikarim bibêjim rast dibêjin.
Rûdaw: Hatiye diyarkirin ku hûn Wezareta Karên Navxwe nadin Yekîtiyê?
Fazil Mîranî: Bi dîtina min heta vê gavê belê lê di navbera mexrib û eşayê de, Xwedê çi bixwaze dike, mirov nizane.
Rûdaw: Yekîtî çima li ser wergirtina Wezareta Karên Navxwe bi israr e?
Fazil Mîranî: Wê pirsê ji wan bike.
Rûdaw: Ma bi rastî Wezareta Karên Navxwe dixwaze an... ji ber ku carekê min hevpeyvîn bi kek Hêmin Hewramî re kir çend roj berê, wî got, "Wezareta Navxwe jî bidin wan, dîsa nayên, ew hincet e."
Fazil Mîranî: Ez wisa nabêjim, ez wî hikumî nadim. Kak Hêmin wî hikumî bi serê xwe dide lê ez nikarim bibêjim "Eger tu Wezareta Navxwe jî bidî, nayên." Ji ber ku sibe ez bibêjim, Yekîtî dê bibêje "Keko, de Wezareta Karên Navxwe bide min, bibîne ez têm an nayêm." Ez ê paşê çi bibêjim? Wisa nîne? Dibêje, "De Wezareta Karên Navxwe bide min, bibîne ez têm an nayêm." Wê demê ez ê bi xwe biçim bibînim.
Rûdaw: Li hemberî Wezareta Karên Navxwe hûn çi didin wan?
Fazil Mîranî: Wezareta Pêşmerge ya wan e, Wezareta Darayî ya wan e, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya wan e, Wezareta Xwendina Bilind ya wan e, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya wan e.
Rûdaw: Ji bo vê kabîneyê, Darayî, Pêşmerge, Çandinî... Xwendina Bilind...
Fazil Mîranî: Belê, heşt wezaretên wan hene û birêveberê giştî û Serokê Dezgeha Asayîşê jî, ku ez bawer dikim dibe alîkarê Encumena Asayîşê.
Rûdaw: Kek Fazil, postên Bexda û Herêmê piştî hilbijartinê dê bibin yek pakêt an na?
Fazil Mîranî: Bila em bibînin ka dê çi bi Bexdayê were pêşî.
Rûdaw: Yekîtî hez ji wê yekê dike?
Fazil Mîranî: Bila em bibînin ka dê çi bi Bexdayê were, mirov nizane. Heta ku encama hilbijartinê diyar nebe, tu nikarî ti pêşbîniyê bikî. Ez zêde bi pêşbîniyan re nînim, tu dizanî, ji ber ku tu hîn nizanî kîjan alî li Îraqê dê were pêş. Ya ku li Bexdayê girîng e, ev kutleya ku li ser posta serokwezîriyê rikberiyê dike, kîjan kutle serkeftî dibe. Divê Kurd zanibin bi kê re dan û standinê bikin. Ev jî encama hilbijartinê ye.
Belê, rapirsî dibêje wekî mînak kutleya Sûdanî dê nêzîkî pêncî kursiyan bîne, bendewariya çil kursiyan heye, lê ev rapirsî ye. Her hilbijartin jî carinan wekî futbolê ye, tîmek diçe dibêje ez ê bi sê golan serbikevim, tu dinêrî tîmeke lawaz golekê dike û bi xatirê te, lîstik bi dawî bû?
Rûdaw: Ew ji bo hilbijartinê rast e, surprîzek heye?
Fazil Mîranî: Gelek caran surprîz hene. Li Kurdistanê birayên Dadgerî, li Îraqê jî cemaeta Hekîm, ji bo wan surprîz bû.
Rûdaw: Komela Dadgerî dibêjin "hatibû dîzaynkirin", nabêjin surprîz e.
Fazil Mîranî: Pêwendiya wê bi surprîzê re hebû ji bo wan. Ka hatibû dîzaynkirin an nehatibû dîzaynkirin, ez naçim ser wê mijarê lê ez mînakekê ji te re tînim, li Bexdayê cemaeta Hekîm û li vir birayên Dadgerî, ji bo wan surprîz bû.
Rûdaw: Ez hez dikim teqeziyê li ser wê pirsê bikim, piştî hilbijartinê serokkomar, postên Îraqê pêwendiya wan bi postên Kurdistanê re heye di navbera Partî û Yekîtiyê de?
Fazil Mîranî: Ev vedigere ser wê yekê ku Partî û Yekîtî dê çi qasî nêzîkî hev bibin. Ji ber ku ev dûrbûna ku heye, ne dûrbûna laşî ez dibêjim, dûrbûna dan û standinê. Ez dibêjim bi cudahiya dan û standina bi Îraqiyan re, her du aliyên me sûdmend nabin, ez tenê ew qasî dibêjim.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Fazil Mîranî, Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Fazil Mîranî: Spas ji bo we jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse