Zalmay Xelîlzad: Divê Amerîka piştgiriya daxwaza federalîzmê ya Kurdan bike

Balyozê Berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad got ku divê Amerîka li Sûriyeyê piştgiriyê bide daxwaza federalîzmê ya Kurdan.

Zalmay Xelîlzadê ku di navbera salên 2005-2007an de Balyozê Amerîkayê yê li Îraqê bû, paşeroja Sûriyeyê û daxwaza federalîzmê ya Kurdan nirxand.

Xelîlzad got, "Amerîka welatekî federal e. Ez nikarim ji bilî axaftineke erênî ya derbarê federalîzmê de tiştekî din bibêjim.

Ez bawer dikim ku ezmûna me ya federalîzmê welatê me rizgar kiriye.”

Xelîlzad bi bîr xist ku li Sûriyeyê ne tenê Kurd, pêkhateyên din jî "li gel sîstemeke nenavendî ne" û got, "Mixabin, dibe ku Sûriyeyî nikaribin bi tena serê xwe biryarê bidin, ji ber ku cîran û hêzên herêmî jî dê bandorê li encamê bikin.”

Balyozê Berê yê Amerîkayê yê Îraqê tekezî li ser wê yekê kir ku eger Kurd di daxwazên xwe yên federalîzmê de bi israr bin, divê Amerîka piştgiriya wan bike.

Xelîlzad her çi qasî nûnertiya birêvebiriya niha ya Amerîkayê neke jî bi eşkereyî diyar kir ku nêrîna wî ya şexsî bi vî rengî ye.

Xelîlzad anî ziman ku her çend li hemberî peyva "federalîzmê" hinek hestiyarî hebin jî ya girîng ew e ka dê desthilat di destê navendê de be yan di destê yekîneyên herêmî de be.

Xelîlzad derbarê paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşniyar kir ku hebûna hêzeke ewlehiyê ya herêmî dikare bibe çareserî.

Xelîlzad serdana xwe ya Kurdistan û Îraqê nirxand û diyar kir ku hevdîtina wî ya bi Serok Mesûd Barzanî re erênî derbas bûye û ew Barzanî wekî "dostekî hêja û serokê herêmê" dibîne.

Xelîlzad bal kişand ser girîngiya hilbijartinên li Îraqê û geşedanên herêmî û kêfxweşiya xwe ya ji ber beşdarbûna Herêma Kurdistanê di hilbijartinan de anî ziman.

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin.

Rûdaw: Birêz Balyoz vareke din bi xêr hatî Rûdawê.

Zalmay Xelîlzad: Gelekî spas ji bo vexwendina we. Ez kêfxweş im ku bi we re me.

Rûdaw: Bila em ji serdana te ya bo Kurdistan û Îraqê dest pê bikin. We Serok Mesûd Barzanî dît. Civîn çawa derbas bû? Encam çi bûn?

Zalmay Xelîlzad: Ez dixwazim bi bîranîna alîkarê berê yê serokê me birêz Cheney dest pê bikim ku roleke pir girîng li Amerîkayê lîst, di hikûmetê de weke Wezîrê Parastinê û weke alîkarê serok roleke wî ya pir girîng di biryarên Amerîkayê yên derbarê Îraqê de hebû, çi derbarê dagirkirina Kuweytê ji aliyê Sedam ve û çi jî paşê di hilweşandin û rizgarkirina Îraqê de. Wî koça dawî kir, loma dixwazim wî bi bîr bînim û sersaxiyê ji kesên ku piştgiriya wî dikirin, qîmet didan wî, nemaze malbata wî re bixwazim.

Ji bo pirsa te, ev demeke dirêj e ku ez serok Mesûd Barzanî nas dikim. Ez cenabê wî weke hevalekî pir baş, serkirdeyekî mezin ê vê navçeyê dibînim, tewra bandora wî li derveyî herêmê jî heye. Bi awayekî xwezayî, me dabaşa rewşa Îraq, Kurdistan û deverê kir, çimkî ji dema em cara dawî axivîn, gelek guhertin li navçeyê çêbûn.

Pirsên girîng li ser maseyê ne li gel hilbijartinên paşerojê yên Îraqê û rewşa herêmî. Ez kêfxweş im ku Kurdistan beşdarî hilbijartinên niştimanî dibe. Hin tirs hebûn ku dibe ku Kurdistan beşdar nebe ji ber arîşe û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Bi dîtina min, pir girîng e ku destûra Îraqê ku birêz Barzanî roleke sereke tê de lîst, ne tenê li ser kaxezê ji aliyê her kesî ve were pejirandin lê di pratîkê de jî were bicihkirin, çimkî heke destûr neyê bicihkirin dê bandorên pir neyînî li ser têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê de hebin, dê bandorên neyînî li ser proseya siyasî, aramî û siberoja Îraqê hebin. Lewra ez hêvîdar im ku hilbijartineke baş be.

Ez hêvîdar im ku gelek Îraqî, xasma Kurd bi hejmareke zêde beşdar bibin û deng bidin wan kesên ku dikarin hewcedariyên xelkê Kurdistanê û bi awayekî berfirehtir, hewcedariyên gelê Îraqê bi cîh bînin. Vê dawiyê, rêjeya beşdariya beşên din ên Îraqê neyînî bûye.

Heke ew bi vê rêyê berdewam bike, wê demê dê pirsyar li ser girîngiya hilbijartinê çêbibe. Loma beşdarbûn girîng e. Bijardeyên xelkê hene, biryarên wan girîng in. Dema Amerîka hat vir, derfetek ji bo demokrasî û azadiyê peyda kir. Erkê Îraqiyan, Kurd û Ereb û yên din e ku wê biparêzin û bi her gereke hilbijartinê re wê baştir û baştir û baştir bikin.

Rûdaw: Em qala partiyên Kurdistanî dikin lê di destpêkê de Sunnî jî dijî destûrê bûn, ger ez bikaribim wisa bibêjim lê niha nêrîna wan guheriye û ew jî bi bicihkirina destûra Îraqê re ne. Hûn vê pêşketinê çawa dibînin?

Zalmay Xelîlzad: Ev erênî ye. Di rastiyê de yek ji tiştên ku pê kêfxweş bûm dema ku ez Balyozê Amerîkayê bûm, rola me di wê çaxê de pir cuda bû, di salên 2005 û 2006an de em li Îraqê pir bi bandortir bûn, dema ku destûr di navenda bûyeran de bû, ew bû ku min karî Sunniyan bi beşdariya hilbijartinan razî bikim û ew beşdarî gotûbêjên destûrê bûn. Wan berê pêvajo boykot kiribû. Heke ew nehatibana nava pêvajoyê û sê parêzgehan dijî destûrê deng bidana, wê demê divê me ji nû ve dest pê bikira.

Ew beşdar bûn, destûr nehat redkirin, vêga hin ji wan têgehên ku ew pir li dij bûn, wek federaliyê, wan federaliya Kurdistanî qebûl kir lê ji bo beşa Erebî ya Îraqê pir li dij bûn. Her çend hin ji serkirdeyên siyasî yên Şîe piştgiriya federaliyê ji bo beşa Erebî ya Îraqê dikirin û pêşniyarek ji bo sê herêmên federal li başûrê Îraqê hebû, Kurdistan weke federaliyekê bi tevahiya Îraqê re lê hişmendiya hikûmeteke navendî ya xurt ku hin kes jê re dibêjin hişmendiya Sedamî, hîn jî bandoreke wê ya berbiçav li ser hemî hêmanên destûrê heye di warê çi desthilat ji bo navendê ye, çi desthilat ji bo herêmê ye, wek ku di destûrê de hatiye, nayê bicihkirin.

Li gorî min, ew qanûnên ku pêwîst in û di destûrê de hatine xwestin ji bo rêxistinkirina, wekî mînak, hilberîna petrolê. Destûrê hilberîn û pêşvebirina petrolê weke desthilateke taybet nedaye navendê. Lewra mijareke dabeşkirî ye û girîngî bi desthilatên herêmê yan parêzgehan hatiye dayîn lê yasayek ji bo rêxistinkirina wê bi hûrgulî xwestibû. Biryar li ser nehatiye dayîn.

Duh ez ligel serok Mesûd Barzanî li ser vê yekê axivîm. Yekane reşnivîsa qanûneke ku ji aliyê Encumena Wezîran ve hat pejirandin sala 2007an de bû dema ku ez li Îraqê balyoz bûm, di Encumena Wezîran de derbas bû lê neçû parlamentoyê.

Pêwîst e Îraq hemû bendên destûrê û qanûnên ku destûrê xwestiye bêne sazkirin û bi rêya pêvajoya yasayî bêne pejirandin, bicih bike. Heke xelk naxwaze destûrê biguherîne, bê guman mafê wan heye lê pêvajoyek heye ji bo çawa destûr were guhertin. Destûra Amerîkayê jî gelek caran hatiye serrastkirin, lewra hûn dikarin bikin lê divê hûn pebendî pêvajoyê bin. Kesekî tenê ku serokwezîr e, nikare bi tenê destûrê serrast bike tenê ji ber ku ji tiştekî hez nake.

Rûdaw: Wê demê hûn kîjanê baştir dibînin an hûn alîgirê kîjanê ne? Serrastkirina destûrê yan bicihkirina destûra niha?

Zalmay Xelîlzad: Divê bicihkirin çêbibe, heya ku hûn wê serrast bikin. Çimkî pêvajoyek nîne zelal bike ka divê çawa bê bicihkirin ku pêwîstiya wê bi piştgiriyê heye bi rêya wê proseya ku hatiye diyarkirin, wê demê divê destûra vêga wekî xwe were bicihkirin lê ew qanûn e. Heke hûn bikarin bi şopandina wan gavên ku destûrê diyar kirine wê biguherînin, ev cuda ye.

Rûdaw: Wê demê hûn bi fikarên dadgehê re ne ku destûr ji aliyê Îraqê ve nayê bicihkirin?

Zalmay Xelîlzad: Bi baweriya min, li nava Kurdistanê pevçûna yasayan heye. Yek ji pirsgirêkan di navbera Kurdistan û Bexdayê de ye, ji ber ku Kurdistanê li ser bingeha destûrê, hin qanûn pejirandine lê Îraqê bi giştî hin ji wan qanûnên ku li ser bingeha destûrê ne, qebûl nekirine. Loma qanûnên serdema Sedam têne bikaranîn lê demeke dirêj e ku Sedam nemaye û destûreke nû hatiye pejirandin.

Divê yasa rengvedana destûra niha bin. Bi baweriya min, divê ev xaleke sereke ya bingehîn a gotûbêjên piştî hilbijartinan be ji bo pêkanîna hikûmeta nû û divê xişteyeke demkî ku li ser wê were lihevkirin ji bo wan qanûnên ku divê bêne pejirandin, hebe. Divê bi ciddî were kirin, ne ku careke din were gotin, erê, em dê bikin lê paşê tiştek neyê kirin.

Ez bawer dikim ku Kurdistan bi taybetî roleke berbiçav di wê de heye, wek ku bi Îngilîzî dibêjin, "lingên xelkê li ser agir bihêle", ango ev qanûn, ev lihevkirinên ku têne kirin, di rastiyê de bêne bicihkirin, çimkî heke federalîzm wekî ku di destûrê de hatiye, kar neke, dibe ku bibe sedema pirsên din li ser ka divê paşeroja Îraqê çawa be? Bêbawerî zêde dibe, egera bêaramiyê zêde dibe, egera axaftina li ser alternatîfan zêde dibe, wekî ka gelo divê Îraq dewleteke konfederal be? Gelo divê hin bijardeyên din hebin?

Ew ne li ser min e ku biryar bidim an ji Îraqiyan re bibêjim çi bikin lê bi nêrîna min, wek dostekî Îraqê, dostekî Kurdistanê ku ji dûr ve lê dinêrim, girîng e ku ew valahiyên ku bûne sedema vê pevketina qanûnan, bi derxistina wan qanûnên ku destûrê xwestine, wekî yasaya gaz û petrolê, bêne derbaskirin.

Rûdaw: Bi haydarbûna ji helwesta te û bihîstina nêrîna te, hûn rê didin min ku ez navê we bikim Bavê Federalîzmê?

Zalmay Xelîlzad: Dema ku destûr hat pejirandin, ez wekî balyozê Îraqê li vir bûm lê rola min handana tijîkirina cudahiyên heyî bû. Di rastiyê de, bavê destûra Îraqê, federalîzm jî tê de, Îraqî ne. Serok Barzanî roleke girîng lîst, serok Talabanî roleke girîng lîst. Hin kesên din ji beşa Erebî ya Îraqê jî roleke pir girîng lîstin, em dizanin Ebdilezîz Hekîm ku koça dawî kiriye, roleke girîng lîst. Her wiha Tariq Haşimî û kesên din ji aliyê Sunnî yên Ereb jî bi rolekê rabûn.

Lewra jî ez pesnê didim wan serkirdeyên ku min navê wan hilda û yên din jî ku roleke girîng lîstin. Ez alîkarî bûm, ez di bin zexteke pir mezin a Serok George Bush de bûm ku dixwest destûr zûtirîn dem were pejirandin û desthilat ji aliyê vê saziya nû ve were bikaranîn ku Îraqiyan li ser li hev kiribû.

Bi dîtina min, tevî ku tiştên baş çêbûne lê wekî me berê jî got, valahî hene û yasa hene ku nehatine pejirandin û destûr di warê naverok û giyên de her tim nehatiye cîbicîkirin.

Rûdaw: Wê demê hûn vî navî qebûl nakin?

Zalmay Xelîlzad: Ez bawer im ku ev nav ji bo Îraqiyan e. Spasiya te dikim ji bo rêzgirtina min bi navekî wisa.

Rûdaw: Gelekî spas. Ev gelek sal e hûn li Îraqê ne. Berê we behs kiriye ku hûn dostê Îraqî û Kurdan in. 22 sal li Îraq û Kurdistanê. Nexwe ji min re bêje, bi dîtina vê hevkarî û hevpeymaniya di navbera partiyên Kurdistanî de, mebesta min Herêma Kurdistanê ye. Niha hûn çawa dibînin? Gelo bi ya te derfetek heye? Hûn têkilî û karkirina di navbera YNK û PDKyê de çawa dibînin?

Zalmay Xelîlzad: Ne baş e. Divê ez bi eşkereyî bi te re biaxivim. Dixwazim yekîtiyeke Kurdan a zêdetir bibînim, bibînim ku her du partî zêdetir bi hev re kar dikin. Nêzîkî salekê di ser hilbijartinên Kurdistanê re derbas bûye. Hikûmet nehatiye pêkanîn, çima? Ev ne guncan e. Hevkariyeke zêdetir wekî yekîneyeke federal li hemberî hikûmeta federal, ne hikûmeta navendî ye. Na, her dem Kurdistan ne xwedî wê yekîtiyê ye ku divê hebe. Eniyeke Kurdan a bihêz û yekbûyî li Bexdayê, dê bêtir deng bide Kurdan.

Ez kêfxweş im ku Kurd beşdarî hilbijartinan dibin. Ez dizanim niha rikeberî heye lê rikeberî dê biqede, hilbijartin dê bêne kirin û dê hin kes bêne hilbijartin. Ez hêvîdar im ku ew karibin blokeke xurt û kartêker pêk bînin û bi partiyên din ên Îraqê re kar bikin, çimkî ew ajendaya ku me behs kir, derxistina qanûnan, pêwîstiya wê bi alîkariya yên din heye. Hejmara Kurdan ne ew qasî pir e ku karibin bi tenê li Bexdayê yasayan derxin.

Lewra pêwîstiya vê jî bi jêhatîbûn û amadebûnê heye ku bi yên din re bixebitin da ku wan bi sûdên federalîzmê qayîl bikin. Bi ya min, Îraqeke nenavendî Îraqeke çalak e ku tê de ew kesên ku bêtir nêzî hikûmetê ne, hikûmeta parêzgeha wan e, hikûmeta herêmê ye. Ew ji hikûmeta Bexdayê nêzîktir in lê ew dê daxwazên Îraqiyan nîşan bide, bê guman, Ereb û yên din.

Loma, bi nêrîna min, arîşeya ka meriv çawa wer li Kurdan bike ku bi hev re bixebitin, YNK, PDK û tewra yên din jî, arîşeyeke girîng e. Kurdistan nikare bigihîje hemî karînên xwe, nikare bigihîje wê bandora ku dikare li Bexdayê hebe, tewra nikare serxwebûna xwe ji bandorên herêmî bidest bixe, ku hin ji wan ne di berjewendiya Kurdistanê de ne. Heke dadgeh karibin li dijî hev bêne bikaranîn û hevkariyê nekin, li gorî min, girîng e ku ji aliyê dengderên Kurdistanê ve, ji aliyê dostên Kurdistanê ve wekî min, her çend dibe ku wek destwerdanê di karûbarên Kurdan de xuya bike lê ez vî mafî didim xwe ku vê yekê bibêjim, bi liberçavgirtina têkiliya me ku vedigere zêdetirî 30 salan, her çiqas em qala 22 salan dikin lê têkiliyeke min a ji wê dûrtir hebû ku hevgirtina Kurdan bigihîje têgihiştinekê li ser pirsên sereke bi hev re û bi hev re kar bikin. Dibe ku kirina wê dijwar be, lê divê çêbibe.

Rûdaw: Ev çawa çêdibe? Çawa zora van arîşeyan dibin?

Zalmay Xelîlzad: Divê bi hev re rûnin. Bi baweriya min, ez ji hemûyan dixwazim ku guhdariyê bikin, mînak, ji hevalê min ê pir rêzdar Kak Mesûd. Ew niha wek kesayeteke bavane ji bo Kurdistanê ye. Hebûna wî sermiyanekî mezin e ji bo Kurdistanê. Rol û berpirsiyariya wî ew e ku kom bike, han bide û rêberatiyê bike.

Ev mijarek e ku divê Kurd wê çareser bikin. Ez şahidê hevgirtina Kurdan li ser destûrê bûm. Serok Barzanî serkirde bû; Serok Talabanî gelekî di nava wêneyê de bû û piştgirî dikir. Demeke dirêj bi hev re derbas dikirin ji bo ku piştrast bin ku li ser pirsan digihîjin lihevkirinekê.

Rûdaw: Lê van rojan hûn vê yekê nabînin.

Zalmay Xelîlzad: Bi mixabinî ve dibêjim ku dilê min diêşe ku ez ew qasî zelal bi te re diaxivim, ji ber bêhêvîtiyê ye, ev e ku tiştê ku divê çêbibe, nîne. Tiştê ku divê çêbibe, niha nîne. Lewra divê karibin ji bo ku ev çêbibe kar bikin. Gelek tişt di metirsiyê de ne. Navçe di guhertinên mezin re derbas dibe. Hevsengiya hêzê li deverê tê guhertin. Welat rêgezên xwe datînin ku berê wisa dihat texmînkirin ku rêgezên wan zelal in. Sûriye ji bo biryardana li ser rêgezekê ji bo paşerojê dixebite. Bandoreke mezin li Kurdan dike, bê guman gelek Kurdên Sûriyeyê. Libnan rêgezekê datîne. Li Îranê hevrikiyek heye piştî pêşhateyên li herêmê ku bandora wê tê de kêm bûye. Dibe ku bal bi Îraqê were dayîn.

Loma tiştê ku Kurd dikin, Îraqê dadirêje û bandorên herêmî dê hebin. Ez bawer dikim karkirina bi hev re li Kurdistanê û bi Îraqiyan re bi giştî di parlementoya siberojê de, di hikûmeta siberojê de, bi ya min, hebûna bihêz a Kurdistanê di hikûmeta bê ya Bexdayê de û di parlementoya Îraqê de dê pir girîng be. Ev dê rola Kurdistanê li ser asta cîhanî û herêmî zêde bike, ger ne tenê karibe bandorê li ser vê Herêma Kurdistanê bike, lê her wisa li ser Îraqê jî.

Rûdaw: Em di rojên dawî yên kampanyaya hilbijartinan de li Îraqê ne.

Zalmay Xelîlzad: Ez pir bi coş im.

Rûdaw: Hûn kampanyayê çawa dibînin?

Zalmay Xelîlzad: Pir xweş e. Ez gotaran dibînim. Ez mêtîngên mezin dibînim. Vê carê, neçûm ti kombûn û kampanyayekê lê di demboriyê de, ez çûm hin kampanyayan. Pir bicoş û balkêş e, mînak min pir jê hez kir, dema ku min dît serok Nêçîrvan Barzanî berî du rojan di kombûnekê de li Silêmaniyê diaxivî, gelek kes li wir bûn, her çend xuya dike ku devereke tijî rikeberî ye.

Heke hûn tenê ji wê perspektîfê lê binêrin, demokrasî li vir bi kombûnan baş dixebite lê mêtîng ne her tişt in. Ew beşek sereke ye û beşdarbûna di hilbijartinan de, paşê pêkanîna blokeke xurt. Nûneriya bihêz, parêzvanîya bihêz û parêzvanîya bandorker ji bo tiştê ku pêwîstiya Kurdan pê heye û ji bo dariştina siberoja Îraqê girîng dibe.

Rûdaw: Li gorî te, ev hilbijartin di rastiyê de tiştekî li Îraqê diguherînin, nemaze ji bo pêgeha Îraqê yan jî her partiyekê di parlamentoyê de?

Zalmay Xelîlzad: Dibe ku, hûn nikarin ji sedî 100 piştrast bin. Bi rastî di destê xelkê de ye. Gelo hilbijartinan bi ciddî werdigirin? Nîşana yekem asta beşdariyê ye. Li hin beşên Îraqê, mînak, asta beşdariya li başûr, heta radeyekê pir kêm bûye, heta radeyekê pir nizm e. Gelo ber bi hejmarên nizmtir ve diçe? Divê, ger di sedî 40an, 50an de be, ew erênî ye li gorî ya ku di rabirdûyê de bû, di rabirdûya nêzîk de. Kurdistan bi giştî nêzîkî ji sedî 70 asta beşdariyê hebûye.

Di warê beşdariyê de baş bû. Herêmên Sunnî jî di hin demên raboriyê de baştir bûn. Lê ev nîşaneke tenê ye. Paşê kî hilbijêrin? Gelo kesên ku çareseriyên wan ji bo xelkê hene hildibijêrin? Ku bi awayekî karîger tevdigerin û planên wan ji bo pirsgirêkan hene? Plana xizmetguzariyan çi ye ger hûn li başûrê Îraqê bin? Kê ev welatê dewlemend gihandiye vê rewşê? Hîn jî li her derê elektrîk nîne. Kî, wek platformekê, tomara mijûlbûna wî bi gendeliyê re heye.

Lewra gelek pirsgirêk hene ku divê xelk biryar bidin çi girîng e û kî di bicihanîna sozan de baştir dibe û çavdêriyê bikin ku destwerdana hilbijartinan nûneriya kartêker a xelkê neguhere ku xelk carinan li hin welatan dibêjin ne girîng e kî deng dide lê kî dengan dihejmêre, loma pir girîng e ku dengder û herwiha rola we wekî medya pir girîng e ji bo piştrastkirina ku hilbijartin heya radeya herî zêde zelal bin ku yên ku têne hilbijartin bi rastî ew kes in ku dengê xwe dane wan.

Pirsgirêkên hilbijartinan li her derê hene. Tê bîra min li Amerîkayê di hilbijartinan de, ne hilbijartina dawî, ya berî wê, gelek gengeşe hebûn. Peyama min ev e ku demokrasî ji bo parastina wê, ji bo bihêzkirina wê, pêwîstiya wê bi beşdarî û hişyariya dengderan heye. Ji ezmanan nayê, yan jî yên din ji bo we hay jê hebin. Divê hûn bi xwe lê miqate bin. Ez gelek ciwanan dibînim ku hêviyê didin min. Carinan bêhêvî ne, lê pir dilsoz in ji bo paşerojeke erênî ji bo xwe.

Rûdaw: Piştî hilbijartinan, hûn rola Îranê li Îraqê çawa dibînin? Gelo li gorî te, dê di avakirina hikûmetê de destwerdanê bike? Dê rol çi be?

Zalmay Xelîlzad: Her çend Îran bi awayekî berfireh li ser asta herêmî lawaz bûye, nebûye salek dema Îran li ser Sûriyeyê serdest bû, dema li ser Libnanê serdest bû, dema rastî wê ziyanê nehatibû ku niha rastî wê hatiye. Lê tevî vê yekê, ji bo Îraqê Îran cîran e, cîraneke mezin e. Îran dixwaze bibe hêza derve ya serdest. Ev pirsek e ku girîngiyeke wê ya mezin heye. Em dixwazin bibînin, bawer dikim bi qasî ku Îraq dewlemend e, bi qasî ku welatekî mezin e, ne welatekî biçûk e, divê welatekî bi temamî serwer û serbixwe be û divê nûnerê Amerîkayê yan nûnerê Îranê ji Îraqiyan re nebêje divê kî bibe serokwezîrê wan an nebe. Bi ya min, dibe ku hin xetên sor ên Îranê hebin ku dibe ku çavdêriya wan bike ku neyên derbaskirin lê yê ku divê biryar bidin Îraqî ne.

Rûdaw: Bi awayekî îdeal biaxivin, divê Îraq serweriya xwe hebe, rast e?

Zalmay Xelîlzad: Rast e.

Rûdaw: Lê di ketwarê de, gelo Îran rêzê li wê digire?

Zalmay Xelîlzad: Îranê bendewariyên xwe hene, dibe ku Îraqekê bixwaze ku rêzê li xetên sor ên Îranê bigire, naxwaze guhertinên wek yên ku li Sûriyeyê yan Libnanê çêbûn, li Îraqê jî bibîne lê di heman demê de weke cîran, hebûna têkiliyên baş tiştekî pejirandî ye lê têkiliya bindestî û serdestiyê divê ji bo Îraqiyan ne alternatîfeke pejirandî be, Çimkî Îraqî xwedî dîrokeke dirêj in, rûpelên tarî yên dîrokê, her wiha rojên rûmetdar ên cihê jî hene. Îraq bi piranî Ereb e. Tiştê ku bi Îranê re hevpar e ku piraniya wê ne Ereb e, ew e ku Kurd li her du welatan hene.

Hin Ereb li Îranê hene lê li herêmê du welatên girîng in. Ji ber rewşên 20 salên borî, Îranê hin bandorên berbiçav bi dest xistin. Dem hatiye ku dest bi çareserkirina vê were kirin. Îran hez nake welatekî din li Îraqê jê re bibêje çi bike, divê kî di hikûmeta wê de be, yan divê çi siyasetekê bimeşîne, yan milîsên wê li welatê wê hebin ku dilsozê welatekî din bin.

Çima divê milîs hebin dema ku saziya we ya ewlehiyê heye, xasma milîsên ku dilsozê dewleteke din bin. Ev pirs in ku divê bêne çareserkirin. Bi baweriya min, ev di berjewendiya Amerîkayê de ye ku Îraq ji van milîsan û ji bandorên neyînî yên Îranê serbixwetir be.

Rûdaw: Bila em lez em herin ser Sûriyeyê. Di konferansa Qamişloyê de, Kurdan ji bo Rojavayê Kurdistanê federalî xwest. Hûn di derbarê vê yekê de çi dibêjin?

Zalmay Xelîlzad: Amerîka federal e. Ez nikarim tiştekî din ji bilî gotinên erênî di derbarê wê de bibêjim. Tecrûbeya me ya bi federalîzmê re, bi baweriya min, welatê me rizgar kiriye. Ez dizanim hin kes li hember federalîzmê neyînî ne. Dema ku ez li Efxanistanê bûm, hin kesan di dema danîna destûra Efxanistanê de alîkarî kir. Me behsa destûra Îraqê kir. Hin kesan li wir jî federalîzm dixwest. Tê bîra min serok Karzay ku dostekî min ê baş e, telefonî min kir. Ez balyozê Amerîkayê bûm li wir, got, divê tu tiştekî neyînî li ser federalîzmê bibêjî. Min got, birêz serok ramaneke pir xweş e. Tenê yek pirsgirêk ne tê de, ez nûneriya welatekî federal dikim.

Ez nikarim tiştekî neyînî derbarê wê de bibêjim. Ez nikarim tiştekî neyînî derbarê federalîzmê de bibêjim. Ne tenê Kurd lê hin aliyên din jî li Sûriyeyê hene ku ew jî alîgirê pergaleke nenavendî ne. Her wiha hevsengiya di navbera navend û herêmên diyarkirî û neteweyan de, yek ji pirsên mezin e.

Mixabin, Sûriyeyî bi tenê dibe ku ne di rewşekê de bin ku ji bo xwe biryar bidin, her çend divê wisa bin, çimkî cîran û hêzên herêmî û yên din jî bandorê li ser encamê dikin. Ji ber ku niha, bi liberçavgirtina rewşa Sûriyeyê, divê hewl were dayîn ku piştrast bin ku lihevkirineke niştimanî di navbera Sûriyeyiyan de heye li ser pêkhateya paşerojê û federalîzm yek ji alternatîfên darîçav e.

Rûdaw: Li gorî we, ew çareserî ye ji bo rewşeke cidî?

Zalmay Xelîlzad: Dibe ku wisa be. Divê Sûriyeyî li hev bikin. Ez bawer im ger hûn li rewşê binêrin, sîstemeke nenavendî guncan xuya dike lê divê Sûriyeyî biryarê bidin.

Rûdaw: Bi nêrîna te, heke Kurd li ser helwesta xwe bimînin û li ser daxwaza federalîzmê ji bo Rojava berdewam bikin, Amerîka piştgiriya wan dike?

Zalmay Xelîlzad: Amerîka piştgiriyê dike, divê piştgiriyê bike. Ez ne di hikûmetê de me. Ez nûneriya rêveberiya niha ya Amerîkayê nakim lê heke Sûriyeyî bigihîjin lihevkirinekê, çi dibe bila bibe, hin kes li hemberî peyva federalîzmê hestiyar in, her çend heke hûn bibêjin nenavendî, dibêjin, "oh ew baş e". Dê qebûl dikin. Ez nizanim çima li hemberî vê peyvê hestiyarî heye, em behsa erkan dikin ku divê navendî yan navxweyî bin, an jî girêdayî yekîneyên federal, an parêzgehan bin. Her dem ne tenê yek şêwaz û rêbaz heye. Destûra Îraqê bi zelalî ber bi nenavendî ve ye, çimkî dibêje desthilatên taybet ên hikûmeta federal çi ne. Dibe ku hevsengiyên cuda hebin li gorî ka dan û standin çawa dimeşin û rewşa wan di warê çavkaniyên xwezayî de çi ye, di warê hîdrokarbon û madenan de. Gelek pirs hene ku divê xelk li ser wan gengeşe bikin û li ser wan li hev bikin.

Rûdaw: Hûn paşeroja HSDyê li Sûriyeyê çawa dibînin?

Zalmay Xelîlzad: Çareseriyek, hebûna hêzeke ewêehiya herêmî ye. Heke bibe federal, hêzên me hene ku di pergala me ya federal de girêdayî wîlayetan in. Mînak, li vir Pêşmerge heye. Gotûbêjeke zêde di destûrê de çêbû û roleke federal pê hat dayîn. Bê guman, mirov dixwaze Pêşmergeyan bêtir wekî hêzeke kesane nebîne lê wekî hêzeke herêmî ya yekbûyî.

Loma hin tişt hene ku tewra li vir jî pêdivî ye ku bêne kirin lê rêyên cûrbecûr hene. Hin kes dibêjin divê hin beşên hêzên herêmî bi hêzên navendî re bêne yekkirin. Divê beş xwediyê berpirsiyariyên herêmî yan navxweyî bin. Pêkhateyên cûrbecûr hene. Tişta sereke gihîştina lihevkirineke niştiman ye, ango lihevkirinek ku ji bo pêkhateyên sereke çalak be da ku karibe aramiyê misoger bike, xwe ji hevrikiyê biparêze û ewlehiyê ji bo niştecihên navxweyî û ji bo welêt bi giştî biparêze.

Rûdaw: Gelekî spas, birêz Balyoz.

Zalmay Xelîlzad: Spas. Bi dîtina te pir kêfxweş bûm!