Pascal Confavreux: Ji ber şerê li dijî DAIŞê deynekî me yê xwînê li hemberî Kurdan heye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di çarçoveya geşteke dîplomatîk a girîng de serdana Şam, Bexda û Hewlêrê kir.

Ev serdan di demekê de ye ku li Sûriyeyê piştî rûxîna desthilata Beasê qonaxeke nû dest pê kiriye û di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta navendî de rêkeftineke dîrokî hatiye îmzekirin.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreux ku di vê geştê de li gel Wezîrê Karên Derve bû, li Hewlêrê bû mêhvanê Rûdawê.

Pascal di vê hevpeyvînê de hûrgiliyên hevdîtinên li Şam û Bexdayê, helwesta Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li ser mafên Kurdan û nexşerêya Fransayê ya ji bo şopandina bicihkirina rêkeftina HSD û Şamê eşkere dike.

Pascal Confavreux her wiha balê dikişîne ser "deynekî xwînê" ku ji ber şerê li dijî DAIŞê li ser milê Fransayê ye û tekez dike ku naskirina nasnameya Kurdan ji bo aramiya paşeroja Sûriyeyê mercekî sereke ye.

Pascal Confavreux pirsên Rûdawê yên derbarê serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ya ji bo Şam, Bexda û Hewlêrê û pêwendiyên bi Kurdan re bersivandin.

Hevpeyvîna Nwêner Fatih a bi Pascal Confavreux re wisa ye.

Rûdaw: Spas ku tu li vir î Birêz Pascal. Geşta Wezîr li Şam, Bexda û Hewlêrê dest pê kir. Peyama Fransayê ji bo rayedarên Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê çi ye? Her wiha, çi pêwendiya vê serdanê bi rewş û gotûbêjên Sûriyeyê re heye?

Pascal Confavreux: Ew geştek bû ku Wezîr bi rastî dixwest bike, her di vê demê de jî dixwest bike. Çima? Ji ber du sedeman: Yekem, ji ber ku geştek li dijî DAIŞê bû, di vê kêliyê de ji bo nirxandina rewşê û ji bo em bi zelalî bibînin ka em dikarin çawa ewlehiya herêmê biparêzin lê hûn dizanin li pişt vê yekê ewlehiya me bi xwe jî heye, ji ber ku hûn dizanin salên 2015 û 2016an de xaka me bi temamî rûbirûyî êrişên terorîstî yên DAIŞê bû. Ew xala yekem bû.

Ya duyem ji bo gihandina peyama dostaniyê bû ji bo Îraq û Kurdistanê, her wiha ji bo pêkanîna wê peymana ku li Sûriyeyê di navbera HSD û Şamê de hatibû îmzekirin kirin ku 29ê Kanûna Paşîn de li ser agirbestê lihevkirin çêbibû. Em vê yekê pir girîng dibînin çimkî naskirina nasnameya Kurdan û hebûna pêgehekê ji bo wan di paşeroja Sûriyeyê de ji bo me pir girîng e. Me di rojên borî de ji bo vê navbeynkariyê hewl da. Ez dikarim bibêjim ku ev her du stûnên sereke yên geştê bûn.

Rûdaw: Fransa her dem şerê li dijî DAIŞê wekî karê herî pêşîn dîtiye. Nirxandina we ya niha ji bo gefa DAIŞê bi taybetî li Îraq û Sûriyeyê çi ye?

Pascal Confavreux: Nirxandina me ya niha ew e ku şerê li dijî terorê qet bi dawî nabe. Şerekî bêdawî ye. Ji ber wê em pir bi cidî digirin. Em dizanin hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê çi qasî pê ve pabend in. Hûn dibînin ku em vî şerî didomin. Di 3yê Kanûna Paşîn de me hinek hedefên pêkhateyên DAIŞê li Sûriyeyê bombebaran kirin. Ew helwesta me ye. Em çavdêriyê dikin û me dît ku Îraqê di van rojên borî de hejmarek çekdarên berê yên DAIŞê wergirtine, Îraq di vê çarçoveyê de dikare pişta xwe bi me germ bike.

Rûdaw: Wezîrê Karên Derve bi Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî re civiya. Gotûbêj li ser çi bûn?

Pascal Confavreux: Gotûbêj ji bo şopandina peymana 29ê Kanûna Paşîn bûn. Hûn dizanin em çi qasî beşdarî wê peymanê bûne, her wiha hûn dizanin Serok Barzanî û Kurdên li Hewlêrê çawa ji bo birêkxistinkirina vê agirbestê bûn alîkar. Niha gelek gavên bicihkirinê hene, ji ber wê me dixwest em bibînin ka ev pêkanîn çawa dikare bibe rastî. Ev roj ji bo wê pir girîng in.

Rûdaw: Gelo ev heman mijar bû ku we li Şamê jî gotûbêj dikir?

Pascal Confavreux: Belê bê guman, li Şamê jî me behsa wê kir. Wezîr Barrot bi hevtayê xwe Wezîr Şeybanî re civiya ku ew jî kesek bû beşdarî peymana 29ê Kanûna Paşîn bûbû.

Rûdaw: Fransa ji vê peymana di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de çi hêvî dike, bi taybetî derbarê mafên Kurdan li Sûriyeyê?

Pascal Confavreux: Em pir girîngiyê didinê ka ev maf çawa tên bicihanîn, çi mafên çandî, siyasî yan jî dîrokî bin. Ev mercê Sûriyeyeke yekgirtî û aştîxwaz e di paşerojê de, di çarçoveya pirrengiya wê de. Ji ber wê Kurd xwedî hemû pêgeha xwe ne di vê Sûriyeya nû û ya paşerojê de. Ev peyman eger were bicihkirin, dê bibe amûrek ji bo wê yekê.

Rûdaw: Fransayê roleke mezin û sereke di vê peymanê de girt û wekî em dizanin Serok Macron bi xwe bi hemû aliyan re pêwendî danî. Fransa heta çi astê ji nêz ve çavdêriya bicihkirina vê peymanê dike?

Pascal Confavreux: Hûn dizanin, em di 10 salên borî de bi HSDyê re hevçeper bûn. Em dizanin ka çi li ser milê me ye. Em dizanin ku deynekî xwînê li ser me heye ji ber her tiştê ku qewimî, ji ber ku me bi hev re li dijî terorîstên DAIŞê şer kir. Ji ber wê bê guman, ev ne dawî ye. Ev destpêka rêyeke paşerojê ye jî ji bo ku em her dem çavdêriyê bikin ka ev peyman çawa tê bicihkirin. Lewma bê guman em dê li vir bin.

Rûdaw: Rewşa herêmî alozî û aloziyên Îranê û her wiha Libnan û Rojhilata Navîn bi giştî di nava xwe de dihewîne. Gelo di gotûbêjên we yên li Şam, Bexda û Hewlêrê de ev mijar çawa hatin behskirin?

Pascal Confavreux: Bê guman ev mijar jî hatin gotûbêjkirin. Hûn dizanin, dan û standinên girîng hene ku divê îro di navbera Îran Amerîkayê de bi rê ve biçin. Tiştê ku em dibêjin ev e: Têkçûna aramiya herêmî li Îranê, dê bandorê li ser Îraq û Kurdistanê jî bike. Ji ber wê, em dixwazin xwe jê dûr bixin û rê lê bigirin. Tiştê ku em ji Îraniyan re dibêjin ew e ku niha dan û standinek heye û divê jê sûdê wergirin, piştî wê tundiya dewletî ya bi temamî nayê qebûlkirin ku beriya çend hefteyan rejîma Îranê li dijî welatiyên xwe kir, divê ev dan û standin dosyeya nukleerî, mûşekên balîstîk û aramiya herêmê jî li xwe bigire. Ji ber wê bê guman em dişopînin. Ev tam ew tişt e ku em ji rejîma Îranê re dibêjin.

Rûdaw: Di civîna bi Serok Nêçîrvan Barzanî re de, peyama sereke û gotûbêj derbarê pêwendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de çi bûn?

Pascal Confavreux: Pêwendiyeke dîrokî ya bêhempa di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de heye. Bê guman behsa wê kirin. Tê bîra we Fransa di derxistina biryara 688an de pêşeng bû ku di serdema rejîma Sedam Husên de herêma dijfirinê (no-fly zone) ava kir. Her wiha tê bîra we ku em li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hevçeper bûn. Her wiha kêliyek pir bi bandor bû dema Wezîr Barrot nameyeke sala 1967an a bavê Barzanî [Mela Mistefa Barzanî] bi xwe re anîbû ku ji bo me û ji bo Serok De Gaulle nivîsî bû derbarê wê yekê ku Fransa ji bo wan çi îfade dike. Lewma ev pêwendî di dîrokê de û di wê bawerî û karê ku me di van roj û hefteyên pêşerojê de kiriye de rehên xwe avêtiye.

Tiştê hat kirin pir berçav bû ji bo ku alîkariya serkeftina vê peymana 29ê Kanûna Paşîn bike çimkî Serok Barzanî di guftûgokirina li ser wê de aliyekî sereke bû, bi guftûgokirina bi hêzên HSDyê re jî. Wekî we amaje pê kir, Serok Macron bi xwe bi şexsî beşdar bû, bi Serok Şer li Sûriyeyê, bi General Mezlûm û Serok Barzanî re axivî ji bo ku alîkariya bipêşvebirina vê peymanê bike ku bi dîtina me bingehek e ji bo têkelkirina nasnameya Kurd di Sûriyeya nû ya paşerojê de. Bi vî awayî jî ev ew peyman e ku divê em ji bo paşerojê bicih bikin.

Rûdaw: Pascal Confavreux bi xêr hatî bo Rûdawê û bo Kurdistanê jî.

Pascal Confavreux: Spas.

Rûdaw: Gelekî spas.