Karguzarê Balyozxaneya Ukrayna li Bexdayê: Welatê min di nav agir de ye

Karguzarê Balyozxaneya Ukrayna li Bexdayê Oleksander Burvçenkov derbarê operasyona Rûsyayê ya li dijî welatî wî de dibêje ku ew êrişeke piralî ye û rewşa mirovî di halekî pir xerab de ye

Oleksander Burvçenkov da zanîn ku wan bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê û berpirsên din ên wezareta derve re gotûbêj kirine û got: “Ez fêm dikim ku Iraq ne bi êrişa Rûsya re ye, lê em çaverê dikin ku Iraq bi welatên din re be û piştevanîya Ukraynayê bike û dê dem vê tekez bike.”

Burvçenkov herwiha got: “Ez fêm dikim ku rewşa Iraqê niha ne zêde baş e. Hemwelatîyên asayî yên Iraqê hewla pêşkêşkirina hevkarîyan dane. Dil û canê iraqîyan bi Ukraynayê re ye. Helwesta Iraqê zelal e û çênabe jê poşman bibin.

Oleksander Burvçenkov herwiha da zanîn ku nêzîkî 500 belgeyên rûniştina li Herêma Kurdistanê bi Ukraynîyan hatine dan û got: “Em Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda nakin.”

Karguzarê Balyozxaneya Ukrayna li Bexdayê Oleksander Burvçenkov di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê, bersiva pirsên Rêbaz Elî da.

Rûdaw: Rêzdar Oleksander, spas ku tu bi me re yî. Ez dixwazim li ser rewşa xelkê li Ukraynayê ji te bipirsim. Rapor behsa rewşa xelkê li bajarên mezin ên Ukraynayê dikin, nexasim kêmbûna xwarin û dermanan. Li gor wan raporan, li wan bajarên mezin kêmbûna xwarin û dermanan heye. Tu dikarî ji me re qala rewşê bikî?

Oleksander Burvçenkov: Spas rêzdar Rêbaz ku tu li ser rewşê ji min dipirsî. Lê bila ez pêşî bi giştî behsa rewşê bikim berî ez bersiva pirsa te bidim. Roja 24ê sibatê Serokê Rûsya Vladimir Putin şerê seranserî li dijî Ukraynayê ragihand û dest bi dagirkirineke berfireh kir. Hêzên Rûsya kesên sivîl dikujin û jêrxana me wêran dikin. Mal û navçeyên niştecihbûnê bombebaran dikin. Hikûmeta Ukrayna jî qanûna leşkerî li Ukraynayê cîbicî dike. Mixabin qurbanî hene çunke şerekî seranserî ye. Ji bo bersiva pirsa te li ser xwarin û dermanan, ez nikarim gotina te piştrast bikim. Dibe ku li hinek navçeyan ku em niha diaxivin şer li wan berdewam e ew tiştê ku te behs kir hebe, çunke şer şer e. Şênîyên Iraqê ji şênîyên welatên din baştir vê yekê dizanin. Dibe ku raporên bi vî rengî di mas medyayê de werin weşandin, lê ji min bawer bike, rast e wêrankarî pir heye, lê em nikarin bêjin li bajarên sereke yên Ukraynayê xwarin û derman kêm in. Rast e qurbanî hene. Hinek projeyên ava malan hatine têkbirin. Jêrxan hilweşîyaye. Kesên sivîl jî armanc hatine girtin. Mixabin canjidestdana mirovan ji bo hemû cihanê bobelateke rasteqîne ye.

Rûdaw: Rêzdar Oleksander, eger tu bikarî ji min re qala wan tiştan bike ku tu ji xelkê dibihîzî, ji nas, xizm û dostên xwe li Ukraynayê. Rewşa rastî çawa ye, nemaze rewşa mirovî?

Oleksander Burvçenkov: Rewşa mirovî pir dijwar e. Mixabin milyon kes koçber bûne. Prose niha jî berdewam e. Divê em fêm bikin ku ev ne operasyoneke biçûk, lêbelê dagirkirineke seranserî li bakur, başûr û rojhilêt e. Eger tu li nexşeya şer binerî tu yê baştir fêm bikî. Ez naxwazim bi behskirina wê dema te bigirim. Bi rastî, hinek cih hatine dorpêçkirin, lê artêşa Ukraynayê hewl dide wan kontrol bike. Bi sedema bombebaran giran, ne tenê bombebarana bejayî lêbelê ya balafir û roketan jî, projeyên avê hatin wêrankirin. Di demekê de ku şer berdewam e, zehmet e zîyan bi hûrbînî werin zanîn. Lê me bêhtirî 9000 leşkerên rûs kuştiye. Li nêzîkî Kieva paytexta Ukraynayê, her çiqasî ez ne pisporê leşkerî me, lê tê gotin ku dagirkerên rûs roketavêjên termobarîk bikar anîne.

Rûdaw: Ji ber ku tu nûneratîya welatê xwe li Iraqê dikî, tu çawa behsa pêwendîyên we bi hikûmeta Iraqê re dikî?

Oleksander Burvçenkov: Pêwendîya min bi Wezareta Derve re heye. Bi rastî, ez îroj bi Wezareta Derve ya Iraqê re axivîm. Îroj civîna min bi rayedarên Wezareta Derve ya Iraqê re hebû. Ew rêhevalên me piştgirî û hevkarîya me dikin. Her wiha hevkarên me ji Hevpeymanan li Iraqê, her wiha Yekîtîya Ewropa û welatên din ku hemû li dijî dagirkarîya Rûsyayê ne. Li Neteweyên Yekbûyî pênc welat tenê ku Rûsya yek ji wan bû bi dagirkirinê re bûn.

Rûdaw: Karvedana te çi ye ku Iraq beşdarî dengdana li dijî proje-biryara şermezarkirin êrişa Rûsya li ser Ukraynayê nebû? Hûn vê çawa dibînin?

Oleksander Burvçenkov: Ez fêm dikim ku ev helwestek e nîşan dide Iraq ne bi wê dagirkarîya Rûsyayê re ye. Lê li milekî din, em pêşbînî dikin ku Iraq nola piranîya welatên cihanê di bereya me de be li dijî Rûsya û armanca Rûsya û dagirkarîya wê. Dê dem vê tekez bike.

Rûdaw: Di civînên we bi berpirsên Iraqê re, zelalkirina wan çi bû derbarê beşdarnebûna di dengdana şermezarkirina Rûsyayê de? Çi ji we re gotin?

Oleksander Burvçenkov: Bi bawerîya min, rewşa niha ya Iraqê ne hêsan e. Li milekî din, ji bo Iraqê ne baş e di vê rewşa aloz de balyozxaneya Iraqê li Kievê bimîne. Me ji hikûmeta Iraqê û gelê Iraqê fêm kiriye ku ew jî bi me re ne. Ev pir giring e ji bo fêmkirina ku Iraq bi dil û can bi gelê Ukraynayê re ye di vê rewşê de. Min xwest bi vî rengî bersiva pirsa te bidim.

Rûdaw: Hûn ji asta piştevanîya hikûmeta Iraqê razî ne, nexasim piştî proje-biryara Neteweyên Yekbûyî û beşdarnebûna Iraqê di wê dengdanê de? Ez dixwazim ji naveroka civînên we bi rayedarên Iraqê re fêm bikim. Zelalkirina wan çi bû?

Oleksander Burvçenkov: Rê bide ez bêjim ku ezmûna tal a Iraqê bi şer re heye. Niha Ukrayna di rewşeke hevawa de derbas dibe. Li gor min, Iraq di alîyê mirovî de jî piştevanîya me dike. Me bi Iraqê re behsa wan welatîyên Ukraynayê kir ku nas, xizm û kesên wan li vir hene. Iraq amade ye alîkarîyên mirovî bigihîne gelê Ukraynayê. Bi heman awayî, iraqîyên ku rûniştîyên Ukraynayê ne, hinek ji wan li Ukraynayê mane û hinek jî çûne welatên cînar. Min xwest vê jî bêjim ku balyozxaneya Iraqê li Kievê alîkarîya hemwelatîyên Iraqê kir. Ez li vir dikarim van tiştan tenê bi gotin bêjim, lê me pratîk dîtiye. Niha em di wan waran de hevahengîyê dikin ku berhema wan heye. Ev rêbazeke mirovî ye, hevkarîya xelkê ji xelkê re ye, ku pir giring e. Eger tu ji min bipirsî helwesta Iraqê bi eşkereyî çi ye, em dizanin çi ye û em dizanin tiştê ku qewimî êdî nayê berevajkirin.

Rûdaw: Hûn wiha dibînin ku Iraq bi Ukrayna re yan bi Rûsyayê re ye?

Oleksander Burvçenkov: Bi bawerîya min, piştevanîya ku ji alîyê gelê Iraqê ve ji me re heye..

Rûdaw: Mebesta min ne gelê Iraqê, lê alîyê fermî ye.

Oleksander Burvçenkov: Na, na ez behsa alîyê fermî nakim. Ez behsa wê hejmara zêde ya telefonkirin û pêşnîyarên welatîyên asayî yên Iraqê ji bo piştgirî û alîkarîya Ukraynayê dikim. Ku qet berê Ukrayna nedîtine, tenê wî tiştî dibînin ku diqewime. Ji ber vê ye ku em hest bi piştevanîya mezin a gelê Iraqê dikin.

Rûdaw: Tu dikarî behsa wan piştevanîyan bikî ku welatîyên Iraqê dixwazin pêşkêşî we bikin?

Oleksander Burvçenkov: Wek min berê behs kir, em li vir, li balyozxaneya xwe ligel berpirsên Iraqê û kesên ku dixwazin alîkarîya me bikin jî kar dikin. Lê bi her awayî, hemû karên ku em li vir li balyozxaneya xwe dikin bi agadarîya berpirsan e. Wek alîkarîyên mirovî, alîkarîyên diravî û çend tiştên din ku iraqî ji me re pêşnîyar dikin. Em hevahengîyê bi berpirsên têkildar re dikin. Em nikarin bi xwe hemû karan pêk bînin çunke stafê me kêm e, em nikarin mijûlî hemû waran bibin, wek sîyaset û karûbarên din, ev ne mûmkin e. Lewma em bi alîyên têkildar ên Iraqê re dixebitin.

Rûdaw: Rêzdar Oleksander, min berî çend rojan hevpeyvînek bi Balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutraşev re saz kir. Wî got ku Rûsya naxwaze Ukraynayê dagir bike û wêran bike. Lê nabe Ukrayna tevlî NATOyê bibe. Li gor te, ji ber çi Ukrayna hestyarîyên Rûsyayê li ber çav negirt?

Oleksander Burvçenkov: Ez naxwazim li ser vê mijarê bipeyivim. Bila em di hevpeyvîna xwe de berdewam bin.

Rûdaw: Tu naxwazî tiştekî li ser gotinên balyozê Rûsyayê bêjî?

Oleksander Burvçenkov: Na.

Rûdaw: Lê girêdayî wê argumenta ku Rûsya…

Oleksander Burvçenkov: Komenta min nîne. Her kesek çavê wî hebe rewşê dibîne. Her kesê guhê wî hebe dibihîze. Ma divê ez çi bêjim? Divê tu bi çavên xwe tiştan bibînî. Şer duh dest pê nekiriye. Lêbelê ji 2014an ve dest pê kiriye. Ji wê çaxê ve Rûsya hewl dide bi şêweyê neyasayî Ukraynayê dagir bike.

Oleksander Burvçenkov: Rûsya berê beşek ji axa Ukraynayê dagir kiribû. Krîmîya.

Rûdaw: Ez tenê dixwazim bipirsim ku…

Oleksander Burvçenkov: Binêre, em wî tiştî dibînin ku em dibînin. Eger tu ji wan gotinan bawer bikî ku berpirsên Rûsyayê dibêjin, ev di destê te de ye, lê çavên me hene û mejîyê me heye û em bi xwe dikarin ji rewşê fêm bikin.

Rûdaw: Rast e, lê niha li gor te Rûsya bi nêt e tevahîya Ukraynayê dagir bike?

Oleksander Burvçenkov: Çîrok li gor me ew e ku niha welatê min di nav agir de ye û gelê min li dijî dagirkirina Rûsyayê berxwedanê dike. Ti zelalkirineke din tune ye. Niha dagirker li ser axa me ne û em jî berevanîyê dikin. Ez çî din bêjim? Rastî ev e.

Rûdaw: Gotûbêjên ku niha di navbera Rûsya û Ukraynayê de hene, li gor te, dê çi biqewime? Gelo Ukrayna amade ye li hember aştîyê çi pêşkêş bike?

Oleksander Burvçenkov: Ukrayna tiştekî li hember aştîyê pêşkêş bike? Dibe ku hewce bike cihan tiştekî pêşkêş bike. Yan dibe ku hewce neke ti tişt were pêşkêşkirin. Ev ne rikberîya di navbera du artêşan de yan şerê du welatên cînar e. Rewş bi tevahî cuda ye. Ukrayna ne xwedîya çekên atomî ye. Bi rastî Rûsya yek ji wan alîyan bû ku salên notî wek welatekî xwedî çekên atomî parastina hevgirtina Ukraynayê wek welatekî piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê garantî kir. Vêga bibîne bê çi diqewime.

Rûdaw: Bi bawerîya te, dê encameke erênî ya gotûbêjên di navbera her du welatan de hebe?

Oleksander Burvçenkov: Em niha li rawestandina vî şerî û vê xwînrijandinê difikirin. Tu helwesta Neteweyên Yekbûyî û NATOyê dibînî. Tu dibînî çend welat piştgirîya me di vî şerî de dikin? Çend welat ji vî şerê teredîn ku li ser axa me diqewime dilgiran in? Gelo ez ê çi di vî warî de bêjim? Her tişt tê dîtin û her tişt tê bihîstin. Şirovekirina rewşê hewce nake. Em dikarin pir li ser biaxivin, em dikarin bûyeran bibînin ku ji şiroveyan cuda ne.       

Dikare were dîtin ku kî niha êrişî me dike? Kî malên me wêran dike? Ma kî hêz bir ser axa me û kî zarok, yextîyar û jinên me dikuje? Çend rûs di vî şerê de hatine kuştin? Wek min behs kir, heta îro nêzîkî 9 hezar rûs hatine kuştin, leşkerên rûs. Ez nikarim peyvên xerab li dijî wan bikar bînim. Gelo ew leşkerên rûs li ser axa Rûsyayê hatine kuştin? Li kû hatine kuştin. Gelo lîstika kompûterê ye? Na, ne lîstika kompûterê ye. Ango rewş rasteqîne ye. Mirov tê de dibin qurbanî. Ev tiştekî rasteqîne ye ku diqewime.

Rûdaw: Rêzdar Oleksander, roja çarşemê Banka Navendî ya Iraqê pêşnîyar kir hemû mameleyên darayî bi Rûsyayê re werin rawestandin. Hûn vê biryara Banka Navendî ya Iraqê çawa dibînin?

Oleksander Burvçenkov: Bi rastî, min ti helwesteke fermî ya bi vî rengî nebihîstîye. Dibe ku kesekî ew gotin bi navê xwe gotibe. Lê tişta ez dikarim ji te re bêjim ew e ku ceza li dijî dagirker tên cîbicîkirin. Li dijî dagirker, niha Rûsya welatekî dagirker e. Cîbicîkirina wan cezayan helwesta cihanê ji bo rawestandina vî şerê ku pir cidî ye, nîşan dide. Niha piştgirîya leşkerî ya Ukraynayê heye. Ev ne nehênî ye. Niha piştevanên hevbeş ên Ukraynayê hene.

Rûdaw: Gelo hûn ji asta hevkarîyên civaka navdewletî razî ne? Nexasim hevkarîyên leşkerî?

Oleksander Burvçenkov: Di rewşekê de ku mala min hatiye wêrankirin û kes û xizm û hevalên min hatine kuştin, bi her awayî nikarim dilxweş bim. Ji ber ku ez ji rewşê fêm dikim û divê hûn ji min baştir jî fêm bikin, çunke dîrokeke we ya dûvdirêj ya şer li ser axa we heye. Alîkarîya leşkerî her alîkarî ye, lê tu merivên xwe ji dest bidî tiştekî cuda ye. Ew piştevanî dikare alîkar be. Lê ez nikarim kêfxweş bim. Çunke, li gor min çêtir e ku piştgirîya me nebe û artêşa me jî ne di şer de be, lê em di aştîyê de bijîn.

Rûdaw: Rast e, lê niha şer berdewam e û hejmarek welat jî hevkarîyê pêşkêş dikin. Pirsa min ev e, gelo hûn ji hevkarîya civaka navdewletî û hevkarîyên ewropî û amerîkîyan razî ne?

Oleksander Burvçenkov: Ez wan hevkarîyan bilind dinirxînim, lê ez ne kêfxweş im. Kêfxweşî ne ew peyv e ku em niha li Ukraynayê bikar bînin. Lê ez spasdar im.

Rûdaw: Gelo gihandina hevkarî û piştevanîyên wan welatan ji bo Ukrayna û artêşa wê karekî zehmet e?

Oleksander Burvçenkov: Bi rastî, wek min behs kir, em li balyozxaneyê li ser çend mijarên destnîşankirî kar dikin. Ez naxwazim li ser tiştekî biaxivim ku ne karê min e. Têkilîya vê bi desthilatê ve heye, ez nikarim bêjim zehmet e yan hêsan e.

Rûdaw: Tu dikarî qala hevkarîyên mirovî bikî? Gelo hûn ji wan hevkarîyan razî ne?

Oleksander Burvçenkov: Ez ji alîkarîyên welatên cînarên me ku hevkarîya me dikin razî me. Ez fêm dikim ku ev rewşek e dibe ku razîbûn ne peyveke rast be jê re, lê em spasîya wan dikin. Her wiha em spasîya wan kesan jî dikin ku sînor derbas kirin ji bo alîkarîya me bikin. Eger di cihê xwe de be, ez dibêjim ez bi vê razî me û ew kesên mezin in.

Rûdaw: Rêzdar Oleksander, tu dikarî qala wan ukraynîyan bikî ku li Iraq û Herêma Kurdistanê dijîn? Gelo hejmara ukraynî û kompanyayên ukraynî li Iraq û Herêma Kurdistanê çend e?

Oleksander Burvçenkov: Ez nikarim hejmareke destnîşankirî bidim te, çunke gelek ukraynî û kompanyayên ukraynî ku navên xwe ji bo karkirinê li vir tomar kirine, di projeyên hevbeş de beşdar in. Lewma em nikarin bêjin ku hemî kompanya ukraynî ne. Lê hejmareke zêde ya ukraynîyan li vir e. Wek mînak, li gor agahîyên me Herêma Kurdistanê 500 kertên rûniştinê dane welatîyên ukraynî. Lê dijwar e ku hejmara ukraynîyan li Iraqê were zanîn. Dibe ku bi tevahî nêzîkî hezar kesan bin.

Rûdaw: Gelo qebareya bazirganî di navbera Iraq û Ukraynayê de çend e?

Oleksander Burvçenkov: Bi fermî, sala borî, qebareya bazirganî nêzîkî nîv milyar dolar bû. Li gor çavkanîyên fermî.

Rûdaw: Gelo ji wê bazirganîyê çiqas bi Herêma Kurdistanê re ye?

Oleksander Burvçenkov: Em Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda nakin. Em dizanin ku Herêma Kurdistanê beşek ji Komara Iraqê ye, lewma em wê cuda nakin. Lê eger em behsa navçeyên cuda bikin, em dikarin bêjin ku bi giştî bazarên Iraqê tijî berhemên xwarinê yên ukraynî ne. Nêzîkî ji sedî 10ê berhemên xwarinê ukraynî ne. Berhemên xwarinê yên cuda tê de hene wek mirîşkên cemidî, hêk, rûn û berhemên din. Eger em qala aborîyê bikin ku mijareke giring e, Ukrayna Iraqê wek yek ji mezintirîn hawirdekarên kelûpelên ukraynî dibîne.

Rûdaw: Gelo berhemên ku Iraq wan ji Ukraynayê hawirde dike, çi ne?

Oleksander Burvçenkov: Bi rastî, bi piranî berhemên xwarinê ne. Hinek caran kelûpelên warê avahîsazîyê jî di nav de heye. Lê ez we piştrast dikim ku hemû kelûpel sivîl in û tiştekî din di nav wan de nîne.

Rûdaw: Zor spas rêzdar Oleksander, spas ku te dema xwe da me. Ez hêvîdar im ku rewşa Ukrayna baştir bibe û gelê wê aştîyê bibînin.