Hevserokê AfDyê: Îstixbarata Almanyayê ji bo nehiştina mixalefetê tê bikaranîn
Hevserokê Fraksiyona Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Tino Chrupalla guman dike ku hikûmeta nû ya Almanyayê bikaribe sozên xwe bicih bîne, bi taybetî li ser guherandina siyasetên sereke yên wek koçberî, aborî û deyndkirinê. Ew bawer dike ku Partiya Sosyal Demokrat, tevî şikestina di hilbijartinan de, kariye di danûstandinên hevpeymaniyê de bi ser bikeve.
Derbarê siyaseta koçberiyê de, Tino Chrupalla daxwaza guherînên bingehîn dike, ji wan jî rêgirtin li hatina koçberên neyasayî û yên ku mafê penaberiyê nîne yan jî tenê ji ber sedemên aborî tên; tekez dike ku Almanya divê bixwe biryarê bide ka kî tê welat û kî dimîne, di heman demê de rexneyê ji Partiya Yekîtiya Xiristiyan Demokrat digire ku tenê ji bo xapandina dengderan behsa guherandina siyaseta koçberiyê dike.
Hevserokê Fraksiyona AfDyê bi tundî nerazîbûna xwe nîşan dide li hember kategirîzekirina partiya xwe wekî "rastgir û tundrew" ji aliyê Dezgeha Parastina Destûrê ve, û vê yekê wek gefa li ser demokrasiyê û bikaranîna îstixbaratê ji bo tepeserkirina opozîsyonê dibîne. Ew dibêje, ev tometên bê bingeh in û belgeyên pêwîst nînin.
Chrupalla her wiha amaje bi wê yekê dike, qedexekirina partiyeke ku 10 milyon dengder hene, tê wateya bêqîmetkirina dengê welatiyên û ziyan gihandina demokrasiyê ye. Ew bawer dike ku rexnegirtina li ser siyasetên şaş ên hikûmetê, wek siyaseta koçberiyê, nabe sedema ku wek tundrew an nazî bên tometbarkirin.
Hevserokê Fraksiyona Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Tino Chrupalla pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Birêz Chrupalla, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê. Birêz Chrupalla, hûn geşbîn in, hikûmeta nû dikare sozên xwe bi cî bîne?
Tino Chrupalla: Her ji niha ve berbijêrê Serokwezîriya Almanyayê, Friedrich Merz, sozên xwe yên bangeşeya hilbijartinan wekî guhertina siyasetê û rakirina sinordarkirina deynkkirinê, bi cî ne anîn. Em dê ji nêzîk ve çavdêriya wê bikin, ka di rastiyê de, siyaset bê guherandin an na. Ji xwe ew erkê mixalefet ye. Li vê derê mirov dibîne ku SPDyê ya ku di hilbijartina federalî de têkçûbû, şiya di danûstandinên koalîsyonê de bihêztir be û daxwazên xwe bisepîne. Lewra gelek gumanên min hene, bawer nakim siyaset, taybet a navxweyî, bê guhertin. Bawer nakim, siyaseta koçberiyê, siyaseta aborî û siyaseta aştiyê li Ewropayê bê guhertin.
Rûdaw: Birêz Chrupalla, hûn di Parlamantoya Federalî de, duyem Partiya bihêz in û mezintrîn Opozîsyon in. Hûn bawer dikin ku CDU dixwaze siyaseta koçberan biguhere?
Tino Chrupalla: Partiya CDU hin siyaset guhertine, di herêmên li jêr desthilatdariya deportkirinan encam dide. Em lê binêrin, ka dê bi rastî guherînan bikin yan jî tenê serdabirineke dengderan bû. CDUyê gelek ji me kopi kiribûn. Em dê bi çaveke rexneyî lê binêrin. Pêwîstiya me bi guherîna siyasî û bi siyaseta koçberiyê heye. Daku ti koçberên din bi rêyên neyaysayî neyên Almanyayê, hişyariyek ji Almanyayê giring e, da ku xelkek bizane, hatina ji bo Almanyayê pêwîst nake û alîkariyên cîvakî nabin. Divê em biryarê li ser wê bidin, ka rê bidin kê, bê Almanyayê.
Rûdaw: Hûn çi dixwazin? Divê çi demildest bê guherîn di siyaseta koçberiyê de?
Tino Chrupalla: Nabe ew kes werin Almanyayê, ên mafê manê û mafê penaxwaziyê nebe û yên ji ber egerên aborî qesta Almanyayê dikin. Me, wek welatekê Sosyal, berbirsiyaretiyeke mezin beramber wan kesan heye, ên xwe li Almanyayê guncandine û xwedî nasnameya Almanî ne. Yên ji ber şeran reviyane. Kesên ji Afxanistanê hatine, hinekên din jî handan e ku werin Almanyayê. Em dixwazin kontrol bikin û em bixwe biryar bidin, ka kî were Almanyayê . Herwiha em biryarê li ser wê bidin, kî li Almanyayê bimîne.
Rûdaw: Birêz Chrupalla, AFDê ji aliyê Fermangeha Parastina Destûrî ya Almanyayê ve bi misogerî wekê Partiyeke rastgir a tundrew hat pejirandin. Hûn derbarê vê çi dibejin? Mirov dikare AFDê qedexe bike?
Tino Chrupalla: Proseyeke bêmînak e. Divê derveyî Almanyayê haydarî be, welateke Demokratîk wekê Almanya çawa serederiyê ligel opozîsyone dike û ku îstixbareta vî welatî ji bo biçûkkirin û jinavbirina Mixalefet tê bikaranîn.Tişteke bêmînak û gefek e li ser demokrasiyê. Ev yek rewşa xirab a demokrasiyê nîşan dide. Di îstixbareta ti welatên demokratîk ên rojavayî de biryar li ser Mixalefet nayê dayîn. Tevî vê, biryareke bê belge û bê delîl pêşkêş dikin. Dibêjin biryareke hezar rûpelî ye, ya ku kesê ne xwendiye û rojnamevan jî nikarîn rexneyê lê bigirin yan jî bizanin ka behsa çi tometan tê û kîjan tundrewiyê tê kirin.
Rûdaw: Belê, em jî dixwazin bizanin.
Tino Chrupalla: Em jî nizanin, lê em bi rêkarên yasayê dijî wê dixebitin. Çareseriya wê ya siyasî jî pêwîste, loma dive em ji bo welatiyan zelal bikin.
Rûdaw: Deh milyon welatiyan dengên xwe dane Partiya we. Mirov dikare, ji wan re bibêje ev partî êdî qedexe ye?
Tino Chrupalla: Rast e, bi vî awayî mirov dengên wan bêqîmet dike. Ev dibe gefek li ser demokrasiyê di vî welatî de. Mirov dixwaze Mixalefet hilweşîne û dixwaze di nav xwe bimîne û guhdariya rexneyan bike. Li Almanyayê ew kesên pirsên rexneyî dikin û di berjewendiya gelê Almanî de diaxivin, ew wek kesekê rastgir yan Nazî tometbarkirin, ev yekê ji mirovbûnê dixe. Ev formeke ne hêjayî demokrasiyê ye.
Rûdaw: Dikarim pirsa dawî bikim? Di partiya we de, endam û endam Parlamantoyê yên rastgir tundrew hene?
Tino Chrupalla: Helbet dikarin vê bipirsin. Destpêkê divê, em peyva "rastgir tundrew" şîrove bikin. Dema mirov rewşên xirab ên welat destnîşan dike, wê demê mirov nabe rastgir ê tundrew. Niha em encamên hikûmetên berê dibînin, bo mînak Siyaseta şaş a koçberiyê. Ew radîkal e, nexasim şaş e jî.
Rûdaw: Birêz Chrupalla, gelek supas, ku hûn ligel me bûn.
Chrupalla: Kêfxweş bûm.