Fehmî Kakeyî: Nabe ku zimanê Kurdî li welatê Kurdan bibe waneyeke vebijêrkî

Pisporê Fêrbûna Zimanên Pêkhateyan Dr. Fehmî Kakeyî derbarê paşeroja perwerdeya bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê got, “Nabe ku zimanê Kurdî li welatê Kurdan bibe waneyeke vebijêrkî û divê Kurdî zimanê xwendin û nivîsandinê be.”

Fehmî Kakeyî di bultena Nûrojê ya Rûdawê de modela xwendinê ya Herêma Kurdistanê wekî ezmûneke serkeftî ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşniyar kir.

Fehmî  Kakeyî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê Kurd, Tirkmen û Siryan bi zimanê xwe dixwînin û got:

“Dema Rêveberiya Xweser ji bo dan û standinan diçe Şamê çareseriya herî baş ew e ku vê modelê deyne ser maseyê.”

Kakeyî li ser pirsgirêka wergerandina bernameya perwerdeyê ya Sûriyeyê, hişyarî da û anî zimên, divê Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê bernameyê bi hev re binivîsin da ku dîrok û çanda hemû pêkhateyên Sûriyeyê cih bigire.

Fehmî Kakeyî bal kişand ser xaleke girîng û da zanîn ku eger hikûmeta Sûriyeyê alfabeya Latînî qebûl neke, divê Kurd amade bin wekî li Başûrê Kurdistanê, alfabeya Erebî-Kurdî bi kar bînin da ku pêvajoya perwerdeyê nesekine.

Pisporê Fêrbûna Zimanên Pêkhateyan Dr. Fehmî Kakeyî pirsên Rûdawê wiha bersivandin:

Rûdaw: Li gorî tecrubeya we, ji aliyê perwerdeyê ve xistina Kurdî ya asta waneyeke vebijêrkî dê çi bandorê li geşedana hizrî ya zarokan û şiyana wan a fêrbûnê bike?

Fehmî Kakeyî: Bê guman hizreke şaş e û ne rast e ku zimanê Kurdî piştî xwendina çend salan bibe zimanekî vebijêrkî. Zimanê pêkhateyeke sereke ya welatekî nabe bibe vebijêrkî. Zimanê vebijêrkî ji bo kêmîneyên ku li welatên din dijîn û wekî mêvan çûne wê derê tê bikaranîn.

Wekî mînak, niha li Swêdê zimanê dayîkê ji bo pêkhate yan jî kêmîneyên neteweyî wekî zimanê vebijêrkî tê hilbijartin lê li Sûriyeyê ev yek nabe. Neteweya Kurd neteweyeke resen e û pêkhateyeke resen e, zimanê Kurdî nabe wekî zimanê vebijêrkî bê bikaranîn.

Divê wekî niha zimanê perwerde û nivîsandinê be. Eger wekî niha jî nebe, divê rêyeke guncav bê dîtin û li gel hikûmeta Sûriyeyê li ser projeya perwerdeya bi zimanê Kurdî li hev bikin.

Rûdaw: Hikûmeta Sûriyeyê hincetên wekî nebûna binesaziya pêwîst û lawaziya paşeroja pîşeyî ji bo projeya perwerdeya bi Kurdî tîne ziman. Gelo li cîhanê modelên serkeftî hene ku welatan karîbûne van astengiyan derbas bikin û xwendina bi zimanê neteweyekê yan jî pêkhateyekê garantî bikin?

Fehmî Kakeyî: Belê, li hinek welatên Ewropayê hene. Wekî mînak, li Swîsreyê çar zimanên fermî hene û her çar ziman jî tên xwendin. Ew her çar wekî zimanê niştimanî tên hesibandin ango zimanên fermî ne. Dîsa li Kanadayê du ziman hene, Îngilîzî û Fransî. Li Spanya û Hindistanê bi dehan ziman hene.

Lê ezmûna herî nêzîk ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ezmûna Herêma Kurdistanê ye. Wekî tu dibînî li Herêma Kurdistanê Kurdî zimanekî fermî ye lê Siryan û Tirkmen jî bi zimanê xwe dixwînin, Erebên li wir jî bi zimanê xwe dixwînin.

Ez bawer dikim ev ezmûna li Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî mînakeke gelekî baş e. Li wir jî Kurd, Siryan û Tirkmen hene û dikarin ji vê ezmûnê sûdê wergirin. Eger bibêjin em dê bikin zimanekî vebijêrkî, ev ne tiştekî baş e û ne çareseriyeke baş e.

Rûdaw: Ev nifşê ku 15 sal in bi zimanê Kurdî xwendiye, eger ev pergal bê hilweşandin dê rastî çarenivîseke çawa ya perwerdehî û pîşeyî bibe?

Fehmî Kakeyî: Belê, eger bê hilweşandin, bi dîtina min pêwîstî bi sê-çar salan heye heta ku ew zarok bikevin ser rêya xwe. Eger bixwazin hemû dersan bikin Erebî û Kurdî bibe vebijêrkî, dibe ku ew zarok Erebî fêr bibin lê ne ew qasî baş ku karibin hemû dersên zanistî, edebî û civakî bi Erebî bixwînin.

Yanî divê qonaxeke amadekariyê derbas bikin. Divê ew zarokên ku dixwînin werin amadekirin da ku karibin li gorî sîstema navendî ya Sûriyeyê bixwînin. Bê guman dê zerereke mezin bigihîje wan.

Rûdaw: Te got bi 3 yan 4 salan çareser dibe, gelo ev yek nabe sedema çêbûna valahiyekê di navbera du nifşên perwerdeyê de? Ez qala wan 15 salên perwerdeya bi Kurdî dikim.

Fehmî Kakeyî: Ev derbeyeke gelekî mezin e ji bo wan zarokên ku 15 sal in bi Kurdî dixwînin. Ku ji nişka ve bibêjin Kurdî nîne û divê hûn bi Erebî bixwînin, ew dê gelekî bi paş bikevin. Ev qonaxa derbasbûn û amadekariyê pêwîstiya wê bi pedagogan jî heye.

Em dizanin ku li Rojavayê Kurdistanê pedagogên rast nînin yan hebin jî piraniya wan ne mamoste ne lê vî karî dikin. Ango divê ew jî werin amadekirin heta ku karibin li gorî sîstema navendî dersan bidin û bawernameyên zarokan bên qebûlkirin da ku piştre karibin herin zanîngehê û kar bikin.

Rûdaw: Beriya demeke kurt ez li Rojavayê Kurdistanê bûm. Niha li wir zarok û mamoste jî gihiştine wê astê ku qebûl nakin bi zimanekî din bixwînin. Ew dibêjin Kurdî mafê me ye û em dê bi zimanê xwe bixwînin, piştî ew qasî salan em qebûl nakin bi zimanekî din bixwînin.

Fehmî Kakeyî: Ev rast e û mafê wan e ku bi zimanê xwe bixwînin lê em dizanin ku ev yek siyasî ye, yanî siyaseta dewletê ye. Ev mijar girêdayî wan dan û standinan e ku di navbera îdareya Kurdan û hikûmeta Şamê de tên kirin. Niha jî ne diyar e ku dê rewş çawa bibe.

Eger li gorî dîtina hikûmeta Sûriyeyê be, ew dê bi carekê re zimanê Kurdî rakin. Rêveberiya Xweser jî dixwaze ev sîstema heyî bimîne û zarok bi zimanê xwe perwerdeyê bidomînin. Lê mirov dikare di navbera her duyan de çareseriyeke baş bibîne.

Rûdaw: Ew çareserî çi ye? Ji ber ku tecrubeya we di warê fêrbûna zimanê pêkhateyan de heye, hûn ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re çi pêşniyar dikin? Dema Rêveberiya Xweser yan jî siyasetmedar ji bo dan û standinan diçin Şamê çareseriya herî baş çi ye?

Fehmî Kakeyî: Sîstema li Herêma Kurdistanê dikare bê bikaranîn. Yanî zarokên Kurd, Siryan û Tirkmen, her yek bi zimanê xwe bixwînin heta qonaxa derbasbûna ji dibistana seretayî, ango heta pola 9an. Eger vê qebûl nekin, bila heta pola 6an her yek bi zimanê xwe bixwîne. Piştî pola 6an, hin dersên taybet, wekî matematîk, dersên zanistî, teknîkî û civakî, hinek bi Erebî û hinek bi Kurdî bên dayîn. Lê piştî pola 9an, êdî dê Erebî zêdetir bibe heta ku karibin li zanîngehan bixwînin.

Rûdaw: Beriya çend rojan hikûmeta Sûriyeyê ji Rûdawê re ragihand ku niha du pêşniyar hene, yek ew e ku Kurdî bibe waneyeke vebijêrkî ya din jî ew e ku hemû bernameya perwerdeyê ji bo Kurdî bê wergerandin û wekî dibistanên taybet, li Rojavayê Kurdistanê xwendina Kurdî û Erebî hebe û xwendekar azad bin kîjanê hildibijêrin. Di vê xalê de, gava qala wergerandina bernameya perwerdeya niştimanî ya Sûriyeyê ji bo Kurdî tê kirin, divê Kurd çi qebûl nekin? Mînak, wergerandina dersa dîrokê dê çawa be?

Fehmî Kakeyî: Em dizanin ku sîstema perwerdeyê li welatên wekî Sûriye, Tirkiye û Îranê û berê li Îraqê jî sîstemeke navendî bû. Pirtûk li Bexdayê dihatin nivîsandin û li Kurdistanê dihatin wergerandin. Pirsgirêka vebijêrkî tiştekî gelekî xerab e, wekî ku hefteyê du dersan wekî vebijêrkî bixwînin.

Lê eger bername bi hev re bê nivîsandin, yanî Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê bi hev re binivîsin, baş e. Nabe ku bernameyek tenê bi Erebî be, tenê li ser dîrok, erdnîgarî û çanda Ereban be. Divê çanda kêmîne yan pêkhateyên din ên Sûriyeyê jî tê de hebe. Ne tenê ya Kurdan, divê ya Siryan û Tirkmenan jî hebe. Eger bername bi hev re bê nivîsandin, pêşî bi Erebî be û paşê jî bikin Kurdî, Siryanî û Tirkmenî dê baştir bibe.

Vebijêrkî ji bo kê dibe? Vebijêrkî ji bo zarokên Ereb e, yanî mafê wan hebe ku zimanê Kurdî wekî waneyeke vebijêrkî bixwînin. Lê nabe ji bo Kurdan vebijêrkî be, divê xwendina bi Kurdî mecbûrî be, heta eger bername navendî jî bê nivîsandin nabe pirsgirêk.

Wezîrê Perwerdeyê Kurd e lê ne li ser hesabê Kurdan rûniştiye. Divê Rêveberiya Xweser tekez bike ku maf û para wan di bernameyê de hebe. Bername nabe tenê ji bo zarokên Ereb be, divê ji bo hemû zarokên ku li Sûriyeyê di dibistanan de dixwînin be.

Rûdaw: Gelekî spas ji te re, ez bi vê gotûbêjê kêfxweş bûm.

Fehmî Kakeyî: Xaleke din a girîng heye ku ez dixwazim behs bikim. Eger bixwazin Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bixwînin, niha bi alfabeya Latînî dixwînin. Îhtimaleke mezin heye ku hikûmeta Sûriyeyê xwendina bi alfabeya Latînî qebûl neke. Bi ya min, eger qebûl nekirin, bila wekî ku zarok li Başûrê Kurdistanê bi alfabeya Erebî-Kurdî dixwînin, ew jî wisa bixwînin. Bikaranîna vê alfabeyê, li gorî dîtina min, baştir e. Gelekî spas.