Qamişlo (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand, li Sûriyê herêman Kurdan hene û cihên ku Kurd lê dijîn Kurdistan û tekez kir, ew di danûstandinên xwe de yên bi hikûmeta Sûriyê û aliyên din re dest bi navê Rojavayê Kurdistanê ber nadin.
General Mazlûm Kobanî du xuyakirin, çê nabe ku hikûmeta Sûriyê bêje gelê Kurd li Sûriyê heye, lê axa wê tine ye û diyar kir, Kurd li ser axa xwe dijîn û ew dê berevaniyê di ber wê yekê de bikin.
Mazlûm Kobanî got, tevî ku du rêkeftin di navbera Amerîka û Tirkiyê û Rûsya û Tirkiyê de hatine kirin, lê belê Tirkiye pabendî agirbestê nîne û êrîşên xwe berdewam dike.
Bi gotina Kobanî, tevî rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û rêkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê re, lê Rêveberiya Xweser dê weke xwe bimîne û karê xwe berdewam bike.
Fermandarê Giştî yê HSDê amaje bi vekişîna şervanan ji sînor kir û destnîşan kir, li gor rêkeftina Soçî şervanên HSDê bi kûrahiya 32 kîlometran ji sînorê Tirkiyê bicih bûne û got, li gor rêkeftina ku HSDê bi Rûsyayê re kiriye, ew Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd bê parastin nahêlin.
Têkildarî egera tevlibûna HSDê bo nav artêşa Sûriyê de jî, General Mazlûm Kobanî da zanîn, ku ew ne li dijî wê yekê ne ku beşek bin ji sîstema berevaniya giştî ya Sûriyê, lê belê divê taybetmendiya HSDê hebe û destnîşan kir, hejmara hêzên HSDê tevî hêzên din ên ewlekariyê li Rojavayê Kurdistanê ji 100,000 kesî zêdetir e.
Ev jî berfirehiya hevpeyvîna bi General Mazlûm Kobanî ye, ku peyamnêrê Rûdawê, Roj Elî Zale encam daye:
Rûdaw: Birêz General Mazlûm Kobanî gelek spas ji bo vê derfetê. Em ji pirseke hêsan dest pê bikin, te di xebata xwe de çend navên cuda bi kar anîne, tu dixwazî em ji te re bêjin Mazlûm Ebdî yan Mazlûm Kobanî?
General Mazlûm Kobanî: Ez navê Mazlûm Ebdî bi kar tînim, lê hûn serbest in.
Di heftiya bihorî de Serokê Sûriyê Beşar Esed behsa Rojavayê Kurdistanê kir, nerîna we li ser gotinên Serokê Sûriyê çî ye?
Em li bendê bûn helwêsta hikûmeta Sûriyê baştir ba û bêtir erênî ba, lê mixabin naveroka axavtina Serokê Sûriyê Beşar Esed ne erênî bû, ji ber vê jî mijarên ku em rexne bikin, hene. Bêguman hin karên wî yên ku em erênî binirxînin hebûn û ew jî helwêsta xwe yak u bi hêzên me re, bi gelê Kurd re kanala diyalogê vekirî bimîne, ev aliyê xwe yê erênî hebû, yanî wî da xuyakirin ku dixwazin bi Kurdan re li hev bikin û bi Kurdan re bidin û bistînin, li gel Kurdan bi hev re li dijî dagîrkeriya dewleta Tirkiyê bisekinin. Ev aliyê vê yê erênî bû. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêka tevahiya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê helwêsta wî (di asteke) kêm de bû û ji bo çareseriyê têrê nake. Pêwîst e hikûmeta Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û tevahiya herêmên niha di bin serweriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne, bêtir nêzîkî mesleyê bibe û bêtir ji diyalogê re vekirî be û hinek gavên bêtir xurttir û bihêztir bavêje.
Yek ji wan tiştên ku Esed got û bala min kişand ev bû ku got em bi carekê venagerin lê belê hêdî hêdî divê rewş weke beriya sala 2011 lê bê. Hûn, helwêsta we li ser wan gotinan an vê cor ji têfikrînê çî ye?
Helwêsta me aşkere ye, wisa me her tim aniye ziman, ji bo ku em bi hikûmeta Sûriyê re li hev bikin, du mercên me yên bingehîn hene, ku ya yekem ev e , rêveberiya vir weke beşek ji rêveberiya giştî ya Sûriyê were gebûlkirin di hindurê destûrê de, ya duyem jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) weke sazî taybetmendiyeke xwe hebe di hindirê sîstema parastinê ya giştî ya Sûriyê de. Em ne li dijî wê yekê ne ku em bibin beşek ji sîstema parastina giştî ya Sûriyê, lê belê divê taybetmendiya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk parastî be. Helbet pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke esasî ye, divê mafên Kurd, tevahiya mafên Kurd di destûrê de werin parastin.
Her li ser meseleya parastina yekparçeyiya axa Sûriyê, Serokê Sûriyê Beşar Esed amaje bi wê yekê da, ku hin nexşe hene, navê Kurdistanê heye û ew nayê qebûlkirin, li dijî yekparçeyiya axa Sûriyê ye, hûn rijd in li ser hebûna navê Kurdistana Sûriyê?
Ya giring ev e, li vir gelê Kurd heye û axek ku li ser dijî heye û herêmên Kurdan hene, eva divê hikûmeta Sûriyê wana qebûl bike, yanî nabe bêjin gelê Kurd heye lê xaka xwe nîne. Herêmên Kurdan hene, herêmên ku bi tevahî Kurd lê dijîn hene, herêmên ku Kurd ji 90% wan pêk tînin hene, ew herêmên Kurdan in û navê xwe jî Kurdistan e.
Bi sedema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêzeke rêkxistinkirî ye, behsa wê tê kirin ku Rûsya baş dibîne beşek bin ji rêxistina artêşa Sûriyê û sîstema berevaniyê ya Sûriyê, hûn wê yekê çawan dibînin ku hêzên we, Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşek bin ji sîstema berevaniyê ya Sûriyê?
Weke min beriya niha jî anî ziman niha ya me aşkere ye, em dibêjin Hêzên Sûriyeya Demokratîk hebûna xwe ya rêxistinî biparêze, hebûna xw eya leşkerî û rêxistinên xwe yên leşkerî biparêze û wan herêmên ku lê ye, li tevahiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê vê yekê erkê xwe pêk bînin, erka parastina wê herêmê ew pêk bînin. Weke beşekî fermî ji artêşa Sûriyê be, ev nêzîkbûna me ye. Lê belê hikûmeta Sûriyê hinekî cuda difikire, ew qebûl dikin, ku Hêza Sûriyeya Demokratîk beşek ji artêşa Sûriyê be, lê belê bêyî ku taybetendiya xwe hebe û bêyî ku rêxistineke xwe ya leşkerî ya wisa xweser hebe. Ew wisa dikin ku hêzên me weke kes û fermandar tevli artêşê bibin. Ew jî aki aliyê me nayê qebûlkirin.
Behsa wê dihat kirin ku dixwazin hûn wek feyleqa 5 beşdar bin di artêşa Sûriyê de, dixwazim bipirsin nerîna te li ser tiştekî wisa çî ye? Di heman demê de nerîna Rûsan li ser wê yekê çî ye, ew çi dibêjin?
Na, feyleqa 5 jixwe heye, çimku ew taybet e di artêşa Sûriyê de, eger em bixwazin Hêzên Sûriyeya Demorkatîk bi awayekê cuda rêxistin bikin, belke bibe feyleqeke cuda, du feyleqên cuda. Hejmara Hêzên Sûriyeya Demokratîk tevî hêzên ewekariyê yên din, 100,000 kesî derbas dike, hêzeke mezin e, weke du feyleqan mumkine ku di nava artêşa Sûriyê de xwe rêxistin bike.
Ez bawerim hêzên Rûsî an Rûs bixwe hinekî di vê mijarê de ne zelal in, weke rejîma Sûrîyê weke hikûmeta Sûriyê nafikirin. Ew dixwazin ware leşkerî têk neçe û lawaz nebe û yevlihevî zêde çê nebe, lê belê helwêstekî wan ê zelal nîne. Di navbera me û wan de hevdîtin berdewam dikin û em hêj negihîştine çareseriyekê.
Li gel Sûriyê gelo ti gotûbêjeke we ya ciddî hebûye ku bikarî bêjî, bi rastî danûstandinek ciddî bûye li gel rayedarên hikûmeta Beşar Esed?
Helbet hevdîtinên me bi hikûmeta Sûriyê re ciddî ne, her ji roja yekem ve ciddî ne û ez bawer dikim ew hevdîtin di berjewendiya herdu aliyan de bin, him di berjewendiya hikûmeta Sûriyê de bin û hem jî di berjewendiya me de. Heta niha, ji destpêka krîza Sûriyê ve ji 2011an ve heta roja îro em di vê baweriyê de ne ku hevdîtinên me bi hikûmeta Sûriyê re, car caran lihevhatin hebûn û car caran nakokî derketin, lê ew hemû bi giştî di berjewendiya herdu aliyan de bûn, di berjewendiya gelê Kurd de bûn, di berjewendiya hikûmeta Sûriyê de bû. Eger îro ku dewleta Sûriyê weke dewlet hilneweşiyaye û saziyên dewletê mane li her derê, hevdîtinên me bi hikûmeta Sûriyê re sedemeke esasî ye bo vê yekê. Hikûmeta Sûriyê divê vê bibîne, hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hebûna tevgera azadiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û li hundirê tevahiya Sûriyê bibîne. Ev sedemeke esasî bû ku Sûriye bigihe roja îro û em bêjin hêzên terorîst, kesên dijber, ên ku girêdayî derve ne, negihin armancên xwe, gerek hikûmeta Sûriyê vêya baş bibîne, û em di vê baweriyê de ne, xebata ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk kiriye û xebata ku bi tevahî tevgera azadiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê kiriye, eva bingeheke xurt çêkiriye, ji bo ku em û hikûmeta Sûriyê li hev bikin.
Baş e te amaje bi wê yekê kir ku li gel Rûsan jî gotûbêja we heye, gelo heta niha we projeyeke daye wan, ku we li ser esasê projeyeke diyar gotûbêj bi Rûsan re kiribe?
A niha li ser projeya leşkerî kar dikin, hûn dizanin piştî ku hêzên Amerîkî ji hin deveran xwe vekişandin, valatiyek çê bû, dewleta Tirk xwest wan deveran dagir bike, ji bo ku ew valatî neyê çêkirin, bi Rûsan re hevdîtinên me çê bûn û hêj jî berdewam dikin, li ser mijarên leşkerî me li hev kiriye. Wek hûn dizanin tifaqek, rêkeftinek di navbera dewleta tirkan û Rûsyayê de çê bû, me hinek têbînî li ser vê tifaqê hebûn, me gelek bendîn wê rast nedîtin, li ser vê yekê me gelek goûbêj kir û danûstandinên me çê bûn, me têbîniyên xwe ji wan re gotin û wan jî hinek tişan ji ber çavan re derbas kirin. Niha di aliyê leşkerî de lihevhatinek çê bûye. Lê ne zelal e ku em dê çawan bi hev re tevbigerin. Emê çawan bikarin li pêşiya dagîrkeriya dewleta Tirk bisekinin, hêzên dewleta Rûsyayê çawan li vê derê bimînin û bi hêzên me re çawan hevahengiyê bikin, bi awayekî kordnîne bi hev re kar bikin, heta niha her ku diçe zelaltir dibe, di vî milî de pêşkevtinek heye, pirsgirêk nemaye, lê belê di mijarên siyasî de hîj tiştekî wisa zelal nîne. Dewleta Rûsyayê ciddî ye ku di navbera m eû Sûriyê de pêvajoyekî danûstandinê dest pê bike û ciddî ye jî ku giraniya xwe bikar bîne ji bo ku lihevhatinek were çêkirin.
Ew xalên ku we têbînî li ser hebûn di rêkeftina Soçî ya navbera Rûsya û Tirkiyê de, dixwazim li ser vê bipirsim ku gelo hûn ji kîjan bendan bêtir nerazî ne û dema ku we ji Rûsan re got, bersiva wan çi bû?
Yanî di bingeha xwe de têbîniya me li ser gelê me bûn, ku gelê Rojavayê Kurdistanê bê parastin bimîne. Ew tifaqa ku hatî çêkirin, xeteriyek têde heye ku gelê me bê parastin bimîne. Yan jî parastina deverên Kurdî têkeve destê kesên ku gelê me naparêzin, yan jî em bêjin gelê me, wana ji xwe re weke hêza parastinê nabîne, li ser wê mijarê bûn. Me ji destpêkê ve gumanên xwe anîne ziman, me got ku em nikarin parastina xelkê xwe radestî destê xerîb bikin, yan kesên ku gelê me wan weke parêzvanên xwe nabînin. Divê em vê yekê çareser bikin. Ev jî ez dikarim bêjim di warê pratîkê de pêk hat.
Li gor rêkeftinê ji bilî Qamişlo divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi kûrahiya 32 kîlometran ji sînorê vekişe, dixwazim bipirsim gelo HSD ji wan 32 km vekişiyane? Çimu Tirkiye hêj jî îdiaya vê yekê dike ku hêzên HSD li hin navçeyan mane. Lê dive HSD ji 32 km vekişe û bi kûrahiya 10 km hêzên Tirkiyê û Rûsya gerên hevbeş encam bidin. Gelo Rêveberiya Xweser li wan navçeyan dimîne û gelo Rûs bi wê yekê razî ne? We çi gotûbêjek li ser vê yekê hebûye?
Tifaqa Rûsan û Tirkiyê piranî li ser mijarên leşkerî bû û diviya hêzên QSD Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi awayekê fermî vekişe û niha ez dikarim bêjim hemû pêk anî. Ti pirsgirêk nemaye ku ev tifaq bi awayekê pratîk pêk wer di aliyê leşkerî de. Weke min got, em gelê xwe bê parastin nahêlin û ti deverên me dê bê parastin nemîne, yanî parastina cewherî ya gelê me, lê belê bi awayekî fermî niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî 32 km xwe bicih kiriye. Lê me û Rûsan jî li hev kiriye ku gelê me bê parastin nemîne, ez vêya jî dikarim evqas bînim ziman. Rêveberiya Xweser jî ne di mijara gotûbêjê de ye û dê karê xwe weke berê berdewam bike.
Lê Tirkiye dibêje, hêj Hêzên Sûriyeya Demokratîk li navçeyên weke Til Rifet û Serê Kaniyê mane û divê ji wan deveran vekişin û eger venekişin, ew dê operasyona xwe berdewam bikin. Hêzên we ji Til Rifet û Serê Kaniyê vekişiyane?
Na li wan deveran Hêzên Sûriyeya Demokratîk nîne. Heta em dikarin bêjin YPG û YPJ jî li wir nînin, ew hêzên ku Tirk behsa wan dikin, nînin neku tenê vekişiyabin lê belê her nînin. Piştî Efrîn hat dagîrkirin, li wê derê pêvajoyeke nû dest pê kir. Hêzên leşkerî yên nû hatin çêkirin, ew hêzên leşkerî yên vê derê hevahengiya xwe bi Rûsan re hene, bi hêzên din re hene û karê xwe berdewam dikin, lê ez dikarim tekez bikim ku ew hêz ne Hêzên Sûriyeya Demokratîk in û ne jî YPG û YPJ ne. Ew hêzên din in ku karê xwe dimeşînin.
Weke kîjan hêzên din?
Hêzên Rizgariya Efrînê hene, bi navê din hêz hene lê belê tekez ew hêzên HSDê nînin.
Em biçin ser pirsa Amerîkayê. Ew alozî û rewşa ku li vir çê bû, bi vekişîna hêzên Amerîkayê dest pê kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, li Sûriyê agirbest bi awayekî temam serkevtî bûye û proseya agirbestê hatiye cîbicîkirin, lê belê li vir rojane şer heye, duh li Til Temir hebû, herwiha rojîn berê li Til Temirê hebû. Gelo ew agirbest serkevtî bûye, hûn li ser wê çi dibêjin? Yan we çi Amerîkayê re gotiye?
Agirbest ne serkevtî ye û ev agirbet pêk nehatiye, dewleta Tirkiyê saetekê jî rêza vê agirbestê negirt û her êrîşa xwe berdewam dike û heta duh êvarî jî êrîşa wan berdewam dikir. Vê sibê jî êrîşên wan hene, topbaran heye, balafirên wan lê dixe û dişewitîne. Hinek cihan, hêzên hikûmeta Sûriyê kete navbera me û tirkan, lê li hêzên hikûmeta Sûriyê jî xistin, ew jî êsîr girtin û kuştin, yanî dewleta Tirk ya xwe her berdewam dike, êrîşên xwe berdewam bike, û venaşêrin dibêjin, bi aşkere dibêjin em pêşde diçin û ewqas gund me girt, ewqas dever me girt, ji ber vê zanyariyên Amerîkarê ne dirist û deqîq in. Odeya Çalakiyaên Hevbeş ku di navbera me û amerîkiyan de heye, ew jî baş dizanin ku wisa ye, û (dizanin) gotinên ez dikim bi vî rengî ye. Raporên ew didin hikûmeta xwe jî li ser vî esasî ye ku Tirk rêzê ji agirbestê re nagirin, êrîşên xwe berdewam dikin û sivîlan dikujin û her kesî dikin hedef. Ev tiştekî askere ye, yanî berdewam dike, ji ber vê jî me ji Amerîkayê bi şêweyekê fermî xwast ku ew tifaqa agirbestê ku bi tirkan re kirine, ku ew garantorê wê ne, gerek bi erkê xwe rabin û tirkan bisekinînin, eger nikarin tirkan bisekiînin jî pêwîst e ew cezayên ku dabûne Tirkiyê, ew cezayê ekonomî, gerek di pratîkê de ew pêk bînin. Tiştê niha divê Amerîka bike ev e, ku trikan bi zorê bide sekinandin.
Derbarê Til Temir de, di çend rojên bihorî de ku ez li wê derê bûm, min dît ku hêzên Sûriyê li vê derê ne, hikûmeta Sûriyê bêguman li vê derê ye, lê tu nabînî ku çek û hêzeke wan a mezin li vê derê be, daku bikarin berevaniyê li hin gundan bikin. Di vê baweriyê de yî ku Sûriye dikare wan cihan biparêze ku hêzên wê lê belav bûne?
Yanî bi esasî, hikûmeta Sûriyê erkê xwe ne ew e ku bi zorê hikûmeta trikan bi zorê bisekinîne, erkê wê ew nîne, çekên xwe û amadekariyên wê jî ne ji bo wê ne, hatina wê ya bo vê derê hatineke siyasî ye, ne leşkerî ye, yanî ew bi garantiya Rûsyayê hatine û Tirk ku dibêjin li wê deverê hêzên QSDê hene û emê êrîşî wan bikin, me jî bi Rûsan re lihev kir, ku sînorê me, tevahiya sînorê me, ne tenê Til Temir li tevahiya sînorê me hêzên fermî yên hikûmeta Sûriyê têkevin wan deran û li wir bicih bibin, û ew li hember tirkan bin. Eger Tirk ji tifaqa xwe û Rûsan re rêz bigirin, vê demê divê êrîşî hêzên rejîmê nekin, êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê nekin, na eger ku rêz negirin û êrîş bikin, helbet hêza hikûmeta Sûriyê ne di vê astê de ye ku bi hêza xwe ya leşkerî bikare pêşiya tank û top û firoyên tirkan bisekine, yanî mebest ne ev e ku bi zorê bisekine, ew di warê siyasî û dîplomatîk de roleke giring heye, eger bi erkên xwe ranebe, ew berpirsatî êdî ya Rûsan e.
Li Til Temir ew şer û pevçûnan ku heye, gelo Til Temir dikeve navçeya aram, hûn ji Til Temir paşde vedikişin? Til Temir çima bûye pirsgirêkek wiha mezin?
Armanca dewleta Tirk ev e ku Til Temir bigire, ji ber ku Til Temir cihekî stratejîk e. Tevahiya rêyan di vir re derbas dibin û Til Temir bixwe Sûriyeyeke biçûk e, têde Kurd hene, Krîstiyan hene, Ereb hene, weke bajarekî Krîstiyanan jî tê naskirin lê pêkhateyên din jî têde hene, ji ber wê jî ji me re giring e û zêde giringiyê didin wê. Helbest dewleta Tirk dixwaze vê derê bigire, ji xwe re dike hedef, û ew li derveyî rêkeftinê ye, li derveyê tifaqa Amerîka û Tirkiyê û li derveyî tifaqa Rûsan û tirkan e û gerek jixwe tirk ji vê derê derkevin li gor tifaqa ku hatiye kirin, lê Tirk vê nakin, dixwazin vê derê bigirin û serweriya xwe li ser bidin meşandin, ji ber wê jî ew bû demeke dirêj ku tirk êrîşên xwe berdewam dikin, ji bo ku wê derê bigirin û hêzên me jî neçar in vê derê biparêzin, ji bo ku ewder neyê girtin. Niha hêzên dewleta Sûriyê jî li wê derê hene, lê ew bi tena xwe têra wê nakin ku êrîşên tirkan bidin sekinandin , hêzên me jî û hêzên Aşûrî, Suryanî yanî yên Krîstiyanên wê derê, em bi hev re alîkariya hikûmeta Sûriyê dikin ku artêşa Tirkiyê hêj pêşde ne.
Di demeke ku Tirkiyê rêkevtin li gel Amerîka û Rûsyayê kirine de ev êriş pêk tên. We pabendbûna xwe ya bi agirbestê jî ragihand û hêzên xwe vekişandin, lê Tirkiye berdewam e li ser êrişên xwe. Gelo hûn çi ji Amerîka û Rûsyayê re dibêjin?
Ev lawazbûna helwestên Amerîka û Rûsyayê ye li gel hev. Amerîkayê rêkevtinek li gel Tirkiyê çêkir. Li gor wê rêkevtinê piştî 120 demjimêran pêwîstî bû agirbest çêbûba. Me jî li gor wê rêkevtinê hêzên xwe ji Serê Kaniyê vekişandin. Li gor agirbestê hêzên me li ku derê bicih ban, pêwîst bû li wê derê bimana. Me soz dabû ku em dakevin jêr rêya M4ê. Wekî din hem li rojavayê Girê Spî û hem jî li rojhilatê Serê Kaniyê çeper li ku derê bana divê li wê derê rawestiyaban. Nexşe li ser wê bingehê hatin çêkirin û wisa hatin qebûlkirin. Lêbelê dewleta Tirk rêz ji vê yekê negirt û ji wê rojê heta niha êrişên xwe berdewam dike. Amerîka jî dizane ku dewleta Tirk agirbestê binpê dike, ev lawazbûna wan e û ev pabendnebûna wan a bi wan rêkevtinên ku wan çêkirine re nîşan dide. Em vê yekê ji wan re jî dibêjin û ew jî qebûl dikin. Lêbelê şêwazekî din ê Amerîkayê heye bo ku wan êrişan bide rawestandin. Ew dibêjin, ‘em dê bi sizayên aborî’ bidin rawestandin.
Dema ku hûn ji Amerîkiyan re dibêjin, ‘agirbesta we tê binpêkirin’ bersiva wan bo we çiye?
Bersivên wan qels in. Ev lawazbûna wan nîşan dide. Ew dibêjin rast e. Ji xwe ji asman jî çavdêrî tê kirin û tê dîtin ku ew binpê dikin. Ew dibêjin, ‘em ji dewleta Tirk re dibêjin, em li ser wan zextan pêk tînin, dê bisekinin, me ji wan re gotiye eger nesekinin em dê sizayên aborî bixin warê cîbicîkirinê’ bi giştî helwesta wan bi vî rengî ye û lawaz e. Di rastiyê de eger Amerîka bixwaze dikare êrişan bide sekinandin.
Li gor te sepandina sizayên aborî bi ser Tirkiyê de ji aliyê Amerîkayê ve, bandoreke wan heye an jî dikarin guhertinekê pêk bînin?
Di nêrîna me de, divê helwesta Amerîkayê li hemberî Tirkiyê ne cezayên aborî ba, pêwîst bû Amerîkayê ji Tirkiyê re bigota 'hûn nikarin êriş bikin'. Gotineke Trump bo Erdogan ku gotiba, ‘êriş nekin’ wê êriş nekiriban. Lê Amerîkayê nexwest navber û berjewendiyên xwe bi tirkan re xerap bike. Dema ku berjewendiyên ji gelê Kurd û ji Tirkiyê dan ber hev, wan Tirkiye hilbijart. Li ser vê yekê jî wan ev şêwazê cezayên aborî pejirandin. Lê bandora cezayên aborî jî hene. Aboriya Tirkiyê gelek lawaz e. Ew cezayên ku Kongrêsê xistine bin biryarê, eger ev di pratîkê de pêk werin, dê Tirkiye rawest e. Ev jî cihê rexneyê ye bo Amerîkayê. Amerîkî dibêjin, 'eger tirk êrişeke din a mezintir bikin, em dê van cezayan bisepînin', lêbelê Tirk jî hêdî hêdî pêş dikevin û êriş dikin. Em jî dibêjin, ‘we rêkevtinek li gel Tirkiyê pêk aniye, Tirkiye jî vê rêkevtinê binpê dike, divê hûn wan sizayan bisepînin’. Cîbicîkirina wan sizayan jî dê têrî bike ku Tirkiye bê rawestandin.
Niha Amerîka vedigere Rojavayê Kurdistanê bo parastina bîrên petrolê û ji bo vê yekê tankan jî tîne. Gelo Amerîka tenê ji bo parastina bîrên petrolê vedigere Rojavayê Kurdistanê. Eger mebest tenê parastina bîrên petrolê be, ti pêwîstî bi tankan heye, ji ber ku DAIŞê ew hêz nemaye ku êriş bike û wan deveran dagir bike. Nêrîna we li ser vê çi ye, sedema vegera Amerîkayê dubare bo Rojavayê Kurdistanê çi ye?
Di bingeha xwe de mesele ev bû; Amerîkayê biryar dabû ku hêzên xwe vekişîne. Sê caran biryar da ku leşkeran vekişînin. Serok Trump li ser vê meselê bi biryar bû. Dest bi vekişînê jî kirin, ji Kobanî, Tebqa, Reqqa, Minbic û gelek cihên din vekişiyan. Lêbelê zexteke mezin li ser rêveberiya Trump pêk hat, Kongrês li dijî derket, dostên me yên amerîkî çi leşkerî û çi jî siyasî hemû li dij derketin. Rêveberiya Trump jî ket xeterê. Fransa, Almanya, Brîtanya û yên din hemû li dij derketin. A herî esas jî ew bû ku hêzên me li ber xwe dan. Berxwedanek çêbû. Weke tişta ku wan dixwast nebû ku hema bên û dever radestî tirkan an jî aliyekî din bê kirin. Derket holê ku dê şerekî mezin çêbibe, ev mesele dê dirêj bibe û di encam de ev jî dê di stûyê Amerîkayê de bimînin. Taybet jî xetera tunekirina gelê Kurd heye. Ne tenê demografî bê guhertin, gelê Kurd bê tunekirin û li ser axa xwe bên rakirin. Paqijiyeke etnîkî bê kirin. Metirsiyeke bi vî rengî heye. Ev jî sedemên mezin bûn ku raya giştî ya Amerîkayê û siyasetmedarên Amerîkayê li ser Trump zext bikin ku bi ser biryara xwe de biçe û Amerîkayê ji biryara xwe paş ve gav avêt. Projeyeke nû pêş xistin ku li rojhilatê Sûriyê bimînin. Sedema sereke a mayîna hêzên Amerîkî helbet ne petrol e, herkes dizane ku pêwîstiye Amerîkayê bi petrolê nîne. Ew dibêjin, sedem ew e ku ew petrol nekeve destê DAIŞê û nekeve destê rejîma Sûriyê û hêzên din. Li gor xwe vê yekê dibêjin. Lê sedema sereke, pêwîst bû bimana û weke sedem jî ev dîtin, ev tiştek nû bû. Em jî dizanin sedema mayîna leşkerê Amerîkî li vê derê ne petrol e û nabe petrol jî. Hevsengiyek nû hat pêkanîn. Amerîkî jî pêwîst bû li vê derê bin ku ew jî beşek bin ji vê hevsengiyê. Dîsa ji bo ku ew zext bên sivikkirin ew biryar hatiye girtin. Lê em nizanin ev biryar dê heta kengî dirêj be. Nêrîna me ya sereke ev e û em her tim dibêjin; Me ti caran negotiye bila hêzên Amerîkî heta dawî li vir bin û me biparêzin. Ev ne ji bo Amerîkiyan û ne jî bo hêzek din. Em dibêjin, ew hêzên navdewletî yên ku hatine Sûriyê, di serî de Amerîkî bila li vir bin, heta ku çareseriyek bê çêkirin, destûrek tê qebûlkirin, rêveberiyek nû bê pêkanîn. Wê demê ew dikarin vekişin. A herî rast ew e ku ev hêz bêjin; 'em li vir in û heta ku çareseriyek çêdibe, hemû pêkhatiyên Sûriyê di nav xwe de tifaqekê çêbikin û li ser destûrekê, li ser rêveberiyekê li hev dikin û piştre em dê herin'. Tişta em dixwazin ev e.
Amerîkayê niha çend binke pêkanîne li Rojavayê Kurdistanê, gelo hûn qet li gel wan li ser mebesta wan a vegerê axivîn. Ango ti garantiyek heye ku hêzên Amerîkî vê derê dîsa bicî nehêlin?
Vê sibehê civîna me li gel hêzên Amerîkî hebû li ser vê mijarê. Rojev ev bû. Amerîkiyan ji me re ragihandine ka bo çi dimînin, 8 madeyên wan hene. Ez naxwazim li vê derê wan madeyan rêz bikim. Bê ka li kîjan deveran dimînin, çend dimînin. Ev weke tifaq li gel hêzên me dê bimînin. Lê ji hinek cihan vekişiyan, weke Minbic, Tebqa û deverên rojavayên herêmên me. Hêzeke wan li Kobaniyê maye. Ji Dêrazor û heta Sêmalka hêzên Amerîkî dê bimînin. Dê li Dêrik û hinek deverên din baregehên xwe çêbikin. Bicihbûna hêzên amerîkî dê di ber çav re were derbaskirin û li gor armancên nû dê ji nû ve xwe saz bikin. Armancên wan ên leşkerî diyar in, dê bi hêzên me re tevbigerin, ne bi serê xwe ne. Hinek armancên wan yên berê hene, berdewam dikin weke berê li gel hêzên me bo zîndan û kampên DAIŞî tê de bên parastin. Hinek bernameyên wan ên alîkariyê bo xelkê deverê hene, alîkarî û rahênana bo Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)dê berdewam bikin. Têkoşîna hevbeş li dijî DAIŞê dê berdewam bike. Li gelek deveran kontrola asmanî dê di destê Amerîkayê de be. Armanceke wan a nû jî heye; parastina bîrên petrolê.
Jibilî hevkariya leşkerî, di warê siyasî de qet gotineke Amerîkayê heye ku dilê we pê xweş be, mîna ku Îlham Ehmed berî niha gotibû eger Amerîka qet tiştekî neke jî, asmanê Rojava ji firînê re bigire. Gelo di vî warî de tiştek hatiye gotin?
Di mijarên siyasî de me her helwesta Amerîkayê rexne dikin. Ev 5 sal in her ev rexneyên me berdewam in. Amerîkî heta niha tenê bi erkê xwe yê leşkerî rabûne, bi erkê siyasî hêj ranebûne. Ev cihê rexnekirinê ye. Niha danûstandinên Cinevê hene, gotûbêjên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hene di asta navdewlewtî. Me ji wan xwestiye ku nûnerên Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê jî di wan civînan de cih bigirin û Amerîkî ji bo vê yekê zextan bikin. Heta niha wan soz dane lê ew soz nehatine cîbicîkirin. Ev hemû cihê rexnê ne. Em jî dê rexneyên xwe berdewam bikin heta ku ew bi erkê xwe yê siyasî jî radibin.
Amerîkayê sozek daye we ku HSDê jî nûneratiyek hebe di wan civînên navdewletî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de?
Soz dane ku hinek nûnerên Bakur Rojhilatê Sûriyê, hem di Komîteya Destûrê de û hem jî di danûstandinên ku li Cinevê pêk tên, li gel aliyên din. Lêbelê niha ev sozên xwe pêk neanîne û em jî zext li ser wan dikin ku sozên xwe pêk bînin.
Di vê qonaxê de ku guftugo di navbera we û Şamê de jî hene, gelo partiyên Kurd dikarin çi rolekê bigirin?
Niha em li gel herkesê di nav danûstandinan de ne. Em weke HSD ew danûstandinên ku niha em dikin, çi bi Amerîka, çi bi Rûsyayê û çi jî bi hikûmeta navendî re, em dixwazin partiyên Kurd jî cih tê de bigirin, beşek ji vê yekê bin. Di van demên dawîn de hema bêje em li gel hemû partiyên Kurd civiyan. Me hem nêrînên wan girtin û hem jî me ji wan xwest, yekîtiya xwe çêbikin, lêvegerekê çê bikin ji bo ku ew jî bikarin li gel HSDê tev bigerin. Em îro li Rojava di proseyeke dîrokî de ne. Mumkin e em ber bi çareseriyekê ve biçin û mumkin e destkevtên şoreşê jî têk biçin. Em di rewşeke wisa hesas de ne. Di vê demê de bangewaziya me bo hemû partiyên siyasî yên Kurd ên li Sûriyê ew e ku yekîtiya xwe çê bikin, li gel HSDê bisekinin, bi hev re tev bigerin ji bo ku bi awayekî serkevtî, di berjewendiya gelê me de em jê derkevin. Helwestên hemû aliyan erênî bûn. Em li hêviyê ne ku bikarin gav û yekîtiyekê di pratîkê de pêk bînin ji bo em bikarin li gel hev kar bikin.
Di vê mijarê ez dixwazim ji bo Başurê Kurdistanê jî hinek tiştan bibêjim, ji ber rola wê jî tê de heye; Bi rastî rola xelkê me li Başurê Kurdistanê gelek erênî bû di vê pêvajoyê de, gelek baş bû. Li tevahiya bajarên Başurê Kurdistanê gelê me piştevaniya HSDê kir, li dijî dagirkeriya dewleta tirk derketin kolanan, kelûpelên Tirkiyê boykot kirin, pêşwaziyeke germ kirin. Ji ber vê yekê em hemûyan silav dikin, hemû karê ku li wê derê hatiye kirin cihê serfirazî û serbilindiyê ye ji bo me. Dîsa hikûmeta Herêmê jî, rêveberiya Herêmê jî xwedî helwesteke erênî bûn, piştevaniya xwe ji bo berxwedana HSD û berxwedana bi giştî li Rojava nîşan dan, piştevaniyeke xurt çêbû. Em ji ber vê yekê jî spas dikin.
Lê metirsî ranebûye, xeterî li ser Rojavayê Kurdistanê heye. Dewleta Tirk armanca wê ne tenê jinavbirina destkevtên şoreşê ye, dewleta Tirk bi aşkere dibêje ew dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake li vê herêmê. Ji bo vê pêwîstî pê heye ku piştevanî bi awayekî xurttir berdewam bike. Lawazbûna Rojavayê Kurdistanê lawazbûna Başurê Kursdistanê ye. Herwiha xurtbûna Rojavayê Kurdistanê xurtbûna Başurê Kurdistanê ye. Hêviya me ew e ev piştevanî berdewam bike, heta ku em bikarin pêş xwe bibînin, heta em dikarin xwe bigihînin armanca xwe ya parastina destkevtên xwe yên şoreşê li Rojavayê Kurdistanê. Ji bo yekrêziya partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, rola Başurê Kurdistanê , taybet jî rola Serok Barzanî heye, hêviya me ew e rêveberiya Başurê Kurdisanê, taybet jî Serok Barzanî di vî alî de bikarin bi erka xwe rabin û ew jî piştevaniyê li yekrêziya hêzên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê bikin û em bi hev re li ser vê mijarê bisekinin û berxwedana xwe heyî berdewam bikin. Ji bo ku hem metirsiya tunekirina gelê Kurd li Rojava rabe û hem jî em bikarin bigihin mafên xwe.
Li Başurê Kurdistanê çi heye nehatiye kirin û dikare bê kirin, çi partiyên siyasî û çi jî hikûmet li Başur ku bikarin êriş û şer bidin sekinandin û pêkanîna yekrêziyê di navbera partiyên li Rojavayê Kurdistanê de pêk bînin?
Di warê gelerî de gelek tişt hatin kirin ev cihê spasiyê ye û helbet divê ev berdewam bike. Divê cîhan bibîne ku Kurd yek in û pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê ne tenê pirsgirêka aliyekê ye an jî partiyekê ye, ev pirsgirêka tevahiya gelê Kurd e. Ji ber hindê helwestên her sê perçeyên din ên Kurdistanê taybet jî ya Başurê Kurdistanê girîng e di vî alî de, divê gelerî jî hebe û xurttir be. Helbet Rêveberiya Herêma Kurdistanê cihekî xwe heye di dîplomasiya cîhanê de û cihekî xwe yê diyar heye. Peywendiyên xwe bi herkesî re hene. Em dizanin di vê demê de hinek rol lîstîn, piştgiriya gelê Rojava kirin. Divê ev xurttir be û berdewam bike ji ber ku metirsî ranebûye.
Ji bo ku aliyên siyasî jî bibin yek ku hinek alî hene rêveberiya Başurê Kurdistanê guhdarî dikin, ji bo ku yekrêziyek çêbibe, hêj hinek kar û roleke mezin heye ku dikeve ser milê rêveberiya Başurê Kurdistanê.
Di kuştina Bexdadî de roleke HSDê ya berbiçav hebû. Ez dixwazim vê yekê bipirsim; ew zanyariyên ku li ber destê we hebûn derbarê cihê Ebûbekîr Bexdadî de, eger Amerîka beşdar nebûba we dikarî çi bikin?
Ew operasyoneke hevbeş bû. Ne me dikarî bi tenê bikin û ne Amerîkayê dikarî bi tenê bike. Pêwîst bû me bi hev re kar bikira bo ku operasyon serbikeve. Eger em rastiyê bêjin, me dizanî Ebûbekîr Bexdadî li ku derê ye, me cihê wî jî diyar kiribû, me mala ew tê de jî diyar kiribû. Ew demeke dirêj jî bû li ser erdê me dişopand. Lêbelê ji bo ku em encamekê bigirin, hêzeke leşkerî ya mezin pêwîst bû, teknîkeke leşkerî ya xurt pêwîst bû, ango hêzeke weke Ameîrkayê pêwîst bû ku me bi hev re ew kar kiriba. Ji ber vê em dikarin bibêjin eger Amerîkî berê vekişiyaban, ne mumkin bû û operasyon bisernediket.
Hinek pirsên din jî hene ku tê gotin, operasyon ji ber biryara Trump ya vekişînê hatibû paş xistin û ya din jî Bexdadî dikarî bê girtin lê hat kuştin. Gelo ev zanyarî heta çi radeyê rast in?
Ji ber êriş û şerê me û tirkan ev opersyon bi paş ket. Ji ber ku hevalên me yên ku ew operasyon pêk dianîn, ew dişopandin, bi şerê tirkan re mijûl bûn. Ev jî bû sedem ku operasyon dereng bikeve. Lêbelê hinek cih jî hebûn ku pêwîst bû Amerîkiyan bişûxûlanda ku bikarin wê operasyonê pêk bînin ji ber hindê ji hin cihan venekişiyan û ew jî beşek bûn ji wê operasyonê. Biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê bandora wê hebû li ser wê operasyonê.
We çawa dikarî kesekî bi vî şêweyî bibînin û hinek ji wan grûpên çekdar ên li navçeyê ku di fikr û radîkaliyê de nêzîk in li DAIŞê, di dema pêkanîna operasyonê de ne xwedî helwest bûn?
Ev mijarên îstîxbaretê ne, em nikarin hemû tiştan bibêjin. Lêbelê ew serkevtineke mezin bû ku em kesên xwe bigîhînin cihê Ebûbekîr Bexdadî û bişopînin. Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim; ne tenê li wî cihî, li devereke din jî me cihê Ebûbekîr Bexdadî diyar kiribû, dema ku me tiştên wî, cil û bergên wî anîn ew ne li wî cihî ku dawîn lê bû, li cihekî din bû. Me li wê derê tiştên wî anîn ku têbigihijin ev Ebûbekîr Bexdadî bi xwe ye an na. Lê li Idlibê me xwîna wî anî, kesê me yê ku li wir kar dikir, karî xwîna wî bîne, me careke din piştrast kir ku Ebûbekîr Bexdadî bi xwe ye. Ev serkevtineke mezin bû di mijara îstîxbaretê de. Îstîxbareta Amerîkayê jî û hêzên Amerîkayê jî di asta herî bilind de, spasiyên xwe pêşkêşî hevalên me kirin ku li ser vî karî sekinîn. Ev mijareke girîng bû.
Çima li devera din ku cihê wî hatibû diyarkirin, operasyonek nehate encamdan?
Ebûbekîr Bexdadî, berî ku tevbigere, ew dem nebû. Cihê yekem me ji Amerîkiyan re negotibû, haya wan jê nebû. Îstîxbareta me, hêzên me yên emnî, ew li ser li ser disekinîn. Heta ku me piştrast kir ku ew e, wî cihê xwe guhert û çû Idlibê. Piştre em û Amerîkî li Idlibê bi hev re li ser sekinîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse