Parlamenterê Alman: Hêja ye ku mirov ji bo guhertina rewşa Kurdan hewl bide
Siyasetmedar û Parlamenterê Almanyayê Ralf Stegner li ser paşeroja Kurdan û mafên wan got, “Ez bawer im ku ew hêjayî destpêşxeriyên dîplomatîk e ku mirov hewl bide rewşa Kurdan bi giştî biguhere.”
Ralf Stegner destnîşan kir ku ji bo paşeroja Îranê masterplana Almanyayê nîne û got, “Almanya nikare beşdarî vî şerê êrişkar bibe û beşdar nabe.”
Stegner amaje pê kir ku divê biryar di destê gelê Îranê de be.
Ralf Stegner derbarê r şerê li Rojhilata Navîn û rola Almanyayê ji Rûdawê re axivî.
Wî diyar kir ku êrişên leşkerî nabin sedema aştiyê û got:
“Ne li gorî yasaya navneteweyî ye ku mirov tenê dest bi şerekî bike da ku rejîmekê birûxîne.”
Ralf Stegner, siyasetmedar û Endamê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) yê Partiya Sosyaldemokrat (SPD), li ser pirsgirêkên navneteweyî û qeyrana li Rojhilata Navîn bersiv dan pirsên me:
Rûdaw: Birêz Stegner, gelekî spas ku hûn bi me re ne. Ez dixwazim bi vê dest pê bikim: Gelo Almanya dixwaze çi rolê di şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de bilîze? Gelo dixwaze rola dîplomatîk, mirovî, yan jî ewlehî û leşkerî bilîze?
Ralf Stegner: Ev şer hinekî nîşan dide ku Alman û Ewropayiyan di van salên dawî de li Rojhilata Navîn roleke gelekî baş nelîstiye û gelekî kêm giringî daye dîplomasiyê. Niha em di rewşekê de ne ku êrişeke leşkerî heye. Her çend li ti derî hevsoziyek ji bo rejîma Îranê tune be jî -ji ber ku ev rejîmeke terorê ya tirsêner e ku gelê xwe diçewisîne, mirovan bi dar ve dike û di heman demê de bi dronan piştgiriya şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê dike- lê li aliyê din, rastî ev e ku ev êrişa leşkerî bi ti awayî nabe sedema encamên ku dê tiştekî li Rojhilata Navîn baştir bike.
Ji bilî vê, ne li gorî yasaya navneteweyî ye ku mirov tenê dest bi şerekî bike da ku wekî mînak, rejîmekê birûxîne. Her çend ti kes jê hez neke jî. Ji ber vê yekê, rola ku Almanya dikare bilîze ev e: Yekem, li her dera ku em dikarin alîkariya mirovî bikin. Duyem jî bê guman em piştevaniya hewldanên dîplomatîk bikin da ku çek bê deng bibin û şer raweste. Şerekî ku dikare ne tenê tevahiya herêmê, belkî tevahiya cîhanê di vê rewşa me de bixe nava êgir. Xala zelal ev e: Almanya nikare beşdarî vî şerê êrişkar bibe û beşdar nabe.
Rûdaw: Lê Partiya Xirîstiyan Demokrat (CDU) dibêje niha ne dema wê ye ku em guftûgoyê li ser wê yekê bikin ka gelo ev şer li dijî yasaya serweriya welatan e yan li dijî yasaya navneteweyî ye. Gelo ev rast e?
Ralf Stegner: Ez bawer im ku mirov nabe bipirse ka alternatîvek ji şer re heye, ji ber ku her dem heye. Ku mirov bibêje ev ne dema rast e ji bo nîqaşkirina yasaya navneteweyî, ev şaş e. Yasaya navneteweyî ji bo hemû cihên cîhanê, her dem û ji bo her kesî ye.
Heger em carekê dest pê bikin û bibêjin yasaya navneteweyî tenê li Ukraynayê derbas dibe lê li Greenlandê, li Venezuelayê û li Îranê derbas nabe, wê demê em ê li kû derkevin? Wê demê mafê yê bi hêztir rolê xwe dibîne. Wê demê mirov tiştê ku rast dibîne dike, bi tevahî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) serbixwe. Wê demê ez difikirim ku dê rewşa welatan gelekî xirabtir bibe û em ê zêdetir şeran bibînin.
Her wiha, dibe ku mirov rexneyan li Neteweyên Yekbûyî bigire lê ev ew rêxistin e ku me heye û rêxistineke navneteweyî ya ku dikare were baştirkirin, ji nebûna wê çêtir e û ev "Desteya Aştiyê (Board of Peace)" ku Amerîkiyan damezirandiye û 1 milyar dolar heqê têketinê dixwaze ji bo fînansekirina klubeke Trump wekî alternatîv ji Neteweyên Yekbûyî re, ev nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê, mijara yasaya navneteweyî ne tiştekî dilxwazî û ne jî teorîk e.
Eger em rêzê li yasaya navneteweyî negirin, em dê şerên zêdetir, mirinên zêdetir û êşên zêdetir li cîhanê bibînin. Ji ber vê çendê, ez dibînim ku Almanya nikare rê bide xwe ku bibêje em li ser vê naaxivin lê divê bi eşkereyî were gotin: Ev li dijî yasaya navneteweyî ye û ev wê rastiyê naguherîne ku rejîma tê gotin tirsêner e û çêtir e îro ji sibe zûtir ji holê rabe.
Rûdaw: We çend caran li ser berfirehbûna şer li Rojhilata Navîn hişyarî daye. Bi dîtina we çi qasî metirsî heye ku ev qeyran bibe şerekî mezin ê herêmî?
Ralf Stegner: Di bingehê de em ji xwe di wê rewşê de ne. Eger mirov binêre ka çend dewlet ketine nav, çend dewletên Ereban ji aliyê Îranê ve hatine armanckirin, wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Kuweyt, Uman yan Îraq, yanî gelek dewlet ji xwe ketine navê. Şer berfireh bûye, ji xwe miriyên Amerîkayê hene, miriyên sivîl hene. Îsraîlê bi awayekî êrişeke bejahî li Libnanê ragihandiye yan jî vê ji xwe dest pê kiriye û li derdorê tora dewletan heye ku hemû di rewşên dijwar de ne, ji Libnanê bigire heta Sûriye û her wiha Urdunê û lewma her kes dizane ku şerê Xezeyê jî hîn nehatiye çareserkirin. Berevajî wê, rewşa Xezeyê hîn jî ji aliyê mirovî ve karesat e. Li Şerîaya Rojava jî her roj yasaya navneteweyî tê binpêkirin. Yanî em herêmek heye ku di rewşeke dijwar de ye, lewma vî tiştî di bingehê de ji xwe dest pê kiriye.
Nabe yek tişt bê jibîrkirin, ew jî gelê sivîl ê Îranê ye. Çi qasî ku gelê Îranê piştî salên dîktatoriyê bixwaze hikûmeteke din hebe û Ayetulah biçin û Supaya Pasdaran nikaribe dîktatoriya xwe ya leşkerî bidomîne, ew qasî jî divê were gotin ku li Îranê stargehên parastinê nînin yan jî qet nînin. Gelê sivîl li hemberî êrişan bêparastin maye û tiştê ku li girtîgehên Îranê diqewime, mirov naxwaze jî zanibe ka niha li wir çi dibe. Bi gotineke din, ev karesat li ser milê gelê sivîl e û ew nikarin tiştekî bi wan gotinên xurt ên ku li vir tên gotin, bikin.
Divê ev jî bi zelalî were dîtin, divê mirov cudahiyê bixe navbera rejîma melayan û gelê sivîl. Gelê sivîl e ku bi hêsanî herî zêde zirarê dibîne gava ku operasyonên leşkerî yên bi vî rengî çêdibin.
Rûdaw: Ez dixwazim zanibim gelo partiya we yan jî hûn bi xwe li gel wê yekê ne eger hikûmeta Almanyayê biryarê bide ku piştgiriyê bide Kurdan yan mixalefeta Îranê û wan çekdar bike da ku rejîmê biguherin?
Ralf Stegner: Nexwe, pirsgirêk li Îranê ev e, eger ez rast bibînim ku mixalefeteke yekgirtî nîne, belkî komên gelekî cuda bi dîtinên gelekî cuda hene. Hinek hene ku piştgiriya rejîma Şahê berê dikin û her wiha piştgiriya kurê şahê dawî yê ku li Amerîkayê dijî dikin. Her çend ev soza demokrasiyê nede jî. Hinekên din jî hene ku fikrên wan ên din hene. Tenê eşkere ye ku di dawiyê de divê gelê Îranê bi xwe biryarê bide, divê em destwerdanê nekin.
Têkildarî Kurdan, ez bawer im ku ew hêjayî destpêşxeriyên dîplomatîk e ku mirov hewl bide rewşa Kurdan bi giştî biguherîne. Ev yek ne tenê bi Îranê re, bi welatên din re jî girêdayî ye û ku siyaseta kêmîneyan dikare bi rengekî ji bilî tundiyê were kirin, ev bi mînakan li Ewropaya Navîn jî tê dîtin.
Lê bi awayekî kevneşopî ew herêm zêdetir bi tundî û zordestiyê re rûbirû ye û guhertina vê yekê beşek e ji hewldanên dîplomatîk ku ez dixwazim bibînim da ku em bigihin aştiyeke mayînde.
Lê ez naxwazim Kurdan wekî amûrekê bi kar bînim, bi wî rengî ku em wan çekdar bikin da ku derbeyê li Îranê organîze bikin. Ev ne ramakeke baş e û her wiha ev jî her dem karesatek e li ser milê kesên sêyemîn. Ji ber ku ew kesên ku di pevçûnên wiha de canê wan dikeve xetereyê, ne ew kes in ku li vir behsa wê dikin.
Rûdaw: Hûn agahdar in ku 10 milyon Kurd li Îranê dijîn û partiyên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê daxwaza pergaleke federal dikin. Li Almanyayê jî behsa paşeroja Îranê tê kirin û behsa roja piştî vî şerî tê kirin. Li gorî nêrîna we ew pergal guncav e yan hûn piştgiriya wê dîtinê dikin?
Ralf Stegner: Divê mirov her gav hişyar be. Ez bawer im ne karê me ye ku em pêşniyaran di vê derbarê de bikin. Divê gelê Îranê bi xwe biryarê bide û li vir jî nêrîna min ev e -dibe ku ez şaş bim, ez ne pispor im li vir- lê li gorî tiştê ku ez dibihîsim, nêrînên gelekî cihêreng hene. Hinek zêdetir pêkhateyeke federal dixwazin, hinekên din dewleteke bi birêvebiriya navendî dixwazin û bi dîtina min nabe ku Amerîkayî, Alman yan kesekî din biryara wê bide, divê xelk bi xwe wê bike.
Alîkariya mixalefetê û piştgirîkirina wan da ku ew bê çek û bê derfet li hemberî vê dîktatoriyê nemînin, ev mijareke din e ka mirov wê çawa dike lê destpêşxeriyeke dîplomatîk a hevbeş ji Ewropayê bê guman wê alîkar be lê berî her tiştî divê çek bê deng bibin, ewlehî hebe û derfetek hebe ku xelkê sivîl karibe tevlî bibe. Civakeke mezin a Îranî li Almanyayê heye.
Eger mirov li vir bi Îraniyên sirgûnkirî re biaxive, mirov dibîne ku li vir jî komên gelekî cihêreng û dîtinên gelekî cihê hene. Di mijara redkirina rejîma melayan de hemû kes yekraman in lê di mijara çawa mirov digihîje wê armancê û dê piştî wê çi bibe, cudahiyên mezin hene.
Rûdaw: Li nav Parlamentoya Federal a Almanyayê guftûgoyeke germ hebû li ser şerê navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê û rewşa Rojhilata Navîn. Her yekê ji fraksiyonan daxwaz kir ku divê Almanyayê planek ji bo piştî vî şerî hebe. Gelo planek heye an we planek dariştiye ji bo paşeroja Îranê?
Ralf Stegner: Ez bawer nakim ku planên bi vî rengî hebin û ji xwe armancên şer ên ku Îsraîlî û Amerîkayî dişopînin cuda ne her çend divê mirov bi awayekî rasttir bibêje ku Netanyahû û Trump armancên cuda dişopînin û Almanya divê bandora xwe bi hevbeşî bi hevkarên Ewropayî re bi kar bîne û divê ew bi her awayî bi hev re bisekinin da ku qet nebe çek bê deng bibin û pişt re bê nîqaşkirin ka çawa dikare pêkan be ku Îran pêşveçûnekê bi dest bixe ku qet nebe pêkhateyên demokratîk karibin ava bibin.
Ew çênabin eger mirov bi Ayetulahan re an jî bi hinek kesên ku mirov bi xwe hilbijartine re -ku ew jî demokrasiyê nayînin- lihevhatinekê bike. Her wiha nêrîna min ne ew e ku piraniya Îraniyan dixwaze monarşiyek an vegerek ji bo rejîma Şah çêbibe. Ev ne nêrîna min e û belê, derbarê hemû pirsên din ên ku bi vê yekê ve girêdayî ne -yanî yên komên etnîk û kêmîneyên cihêreng- ev ji xwe li Ewropayê jî tevlîhev e, bê guman li wir jî wiha ye.
Divê Almanya her dem alîkar be eger mijar pêşxistina dîplomasiyê be, eger mijar gihandina alîkariyên mirovî be, eger mijar jinûveavakirin û dayîna piştgiriya aborî be, divê em li wir alîkar bin. Ez bawer dikim ku divê em xwe dûr bixin, hem derbarê mijarên leşkerî de, hem jî di dîtinan de ku em bibêjin "Ez wê wiha xeyal dikim." Ev tiştek e ku divê gelê Îranê bi xwe bike. Welatên Rojavayî nikarin tiştekî wiha bibêjin.
Rûdaw: Naxwe ti plana we nîne ji bo Îranê?
Ralf Stegner: Ez bawer im yekane plana ku heye û bi min rast e, ew e ku em hewl bidin çek bê deng bibin. Em alîkariya mirovî û aborî bikin û em amade bin ku piştgiriya pêşveçûna ber bi demokrasiyê ve bikin lê ne ku em bi masterplanekê amade bin. Çi mafê Almanyayê heye ku tiştekî wiha bike?
Rûdaw: Baş e, di navbera Almanya û Îranê de ti pêwendiya dîplomatîk heye?
Ralf Stegner: Ez bawer im di asta fermî de tenê dan û standin bi Wezîrê Karên Derve re hene û ew jî, ez texmîn dikim, di asteke sar de ne lê ji bo vê Neteweyên Yekbûyî hene û ez dîsa dibêjim, divê em rêxistinên navneteweyî xurt bikin, ne lawaz bikin û tenê ji ber ku em dibêjin ew bi dilê me nînin yan gelek tiştan pêk nayînin, mirov bi rûxandina wan saziyan rewşê baştir nake, bi xurtkirin û baştirkirina wan dike.
Bi dîtina min cihê mixabiniyê ye ku me li Almanyayê alîkariya mirovî kêm kir û hevkariya bipêşketinê daxist. Di rewşa niha de ya berovajî rast e. Li hemû cîhanê pêşbaziya çekan heye lê bi bombe û mûşekan li ti derî demokrasî çênebûye û ew dê li Îranê jî ne wisa be.
Rûdaw: Birêz Stegner, pirsa min a dawî ji we ev e. Gelek kes dipirsin: Gava ku hûn dibêjin divê çek bê deng bin, pir rast e, her kes hêviya aştiyê dike lê bi rejîmeke wekî Komara Îslamî ya Îranê re, mirov dikare bi çi zimanî biaxive? Ez dixwazim zanibim Ewropa çawa dikare bi Îranê re biaxive da ku Îran bê ser xetê û bêyî şer aştî pêk bê?
Ralf Stegner: Eger mirov bi vê yekê zanîba, belkî xelata Nobelê ya Aştiyê wergirta lê bersivdana wê dijwar e. Ez tenê bawer dikim ku ew nêrîna ku mirov dikare bi hêza leşkerî ji derve, bi bombe û mûşekan vê yekê pêk bîne, şaşiyek e.
Di dawiyê de mirov dikare hewl bide piştgiriya mixalefetê bike. Mirov dikare hewl bide bi rêya helwesteke hevbeş a welatên Ewropayê û yên din zexta aborî bike an teşwîqan deyne. Mirov dikare bi biryardarî beşdarî dadgehkirina wan bibe yên ku di sûcên şer de tohmetbar in. Mirov dikare mal û milkên wan blok bike yên ku bi tepeserkirina gelê xwe dewlemend bûne û ev hemû tişt, ez bawer im, mirov jixwe dikare bike lê ev hîn bi yekgirtî nayê kirin ku ew şertê vê yekê ye.
Lê di dawiyê de dîsa jî wisa ye ku divê gelê Îranê bi xwe ku ev gelekî mezin û xwedî çand e, bi 90 milyon mirov biryarê bide. Pêdiviya wan bi piştgiriyê heye lê kesekî din nikare wê bike.
Rûdaw: Birêz Ralf Stegner, gelekî gelek spas ku hûn bi me re bûn.
Ralf Stegner: Gelekî spas ji bo we jî.