Beatrix von Storch: Rejîma Îranê bi çend bombeyên asmanî naguhere

1 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Beatrix von Storch bersiv da pirsên Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Beatrix von Storch bersiv da pirsên Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan AfD Beatrix von Storch Almanya Îran
A+ A-

Alîkara Serokê Fraksiyona Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Beatrix von Storch got, “Rejîma Îranê ji aliyê leşkerî ve gelekî xurt e û bi çend bombeyên asmanî naguhere.”

Şerê Rojhilata Navîn û pêşeroja Îranê bûye rojeva cîhanê û li Almanyayê jî gelekî tê nîqaşkirin.

Rûdawê ev mijarên hestiyar bi parlamenterên Almanyayê re nîqaş kir.

Piraniya parlamenteranli ser guhertina rejîma Îranê hemfikir in lê nêrînên wan ên li ser "çawaniya" vê guhertinê ji hev cuda ne.

Alîkara Serokê Fraksiyona AfDyê Beatrix von Storch tekez kir ku ew daxwaza azadiyê ji bo gelê Îranê dikin û dixwazin rejîma melayan hilweşe.

Lê belê Storch bi tundî li dijî beşdariya leşkerî ya Almanyayê di şerê Rojhilata Navîn de derket û got, "Almanya ne di wê rewşê de ye ku destwerdaneke wiha bike û em wekî AfD piştgiriya vê yekê nakin."

Storch li ser pirsa hevkariya bi mixalefeta Îranê, bi taybetî Kurdan re helwesteke hişyar nîşan da.

Wê diyar kir ku ew guhertineke ji hundir ve dixwazin lê bi guman e ku ev bi destwerdana derveyî û piştgirîkirina "milîsên çekdar" pêk bê.

Storch da zanîn, "Divê mirov li ser encaman bifikire."

Alîkara Serokê Fraksiyona Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Beatrix von Storch bersiv da pirsên Rûdawê.

Rûdaw: Partiya we û hûn bi xwe çi dibêjin li ser wê yekê ku Almanya dibêje bi ti awayî em naxwazin beşdarî wî şerî (şerê Rojhilata Navîn û Îranê) bibin?

Beatrix von Storch: Em hêviya azadiyê ji bo gelê Îranê dikin û em dixwazin rejîma melayan nemîne. Bi taybetî ji bo herêmê û ji bo hemû cîhanê jî ev yek dê gelekî girîng be, ji ber ku ji Îranê teroreke mezin li cîhanê belav dibe.

Lê belê beşdariya leşkerî ya Almanyayê di wî şerî de karekî dûr e û bi baweriya min li vir di parlamentoyê de hemû alî li ser vê yekê li hev dikin. Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) jî piştgiriya vê nake û em ne di rewşeke wisa de ne ku bikaribin wê yekê bikin.

Rûdaw: Nexwe divê hikûmeta Almanyayê çi bike?

Beatrix von Storch: Tiştê ku em ji hikûmeta federal daxwaz dikin ew e ku wan karên di şiyana wê de ne bike. Ew jî rûbirûbûna wan encaman e ku dibin gef.

Ya yekem mijara koçberiyê ye, em bi zelalî dibêjin divê pirsgirêk li wî cihî bi xwe bê çareserkirin, eger tevgera koçberiyê hebe, divê hêzên herêmî koçberan werbigirin.

Ya duyem mijara bihayê enerjiyê ye, em nikarin bandora xwe li ser bihayê petrola xav di cîhanê de bikin, lê em dikarin li vir bandorê li ser nirxan bikin. Ji ber ku beşeke zêde ya nirxan li cem me bi bacê ve girêdayî ye, hikûmet dikare bacê kêm bike da ku welatî encamên krîza Rojhilata Navîn di bihayê enerjiyê de hîs nekin.

Rûdaw: Hinek berpirsên Amerîkî û Trump jî amaje bi wê yekê kirine ku dê baş be eger mixalefet bê bihêzkirin, wekî mînak Kurd. Nêrîna we çi ye û gelo plana Byê ya partiya we ji bo paşeroja Îranê heye?

Beatrix von Storch: Divê yên ku li wir kar dikin xwedî plana Byê bin, ne em. Eşkere ye ku em dixwazin guhertina rejîmê çêbibe û ev yek jî divê ji hundir ve be. Rêxistinên mixalefeta Îranê jî her vê yekê dixwazin. Hinek navendên rapirsiyê li derve hene ku nîşan didin gumaneke zêde li ser guhertina rejîmê bi rêya destwerdana derveyî heye. Rejîma Îranê ji aliyê leşkerî ve gelekî xurt e û bi çend bombeyên asmanî naguhere, lewra divê gel bi xwe rabe ser pêyan. Almanî bi ti awayî nikarin bandora xwe li ser vê yekê bikin.

Rûdaw: Gelo pêwendiyên dîplomatîk an guftûgoyên partiya we bi mixalefeta Îranê re li ser paşeroja wî welatî hene?

Beatrix von Storch: Erê, em bi hinek koman re axivîne lê ne li ber kamerayan. Me agahî kom kirine û min bi xwe jî pêwendî danîne da ku wêneyekî zelal li cem min çêbibe. Tiştê ku hatiye piştrastkirin ew e ku rewş gelekî giran e, lê bê guman hevsoziya me ji bo aliyê mixalefetê ye ne ji bo rejîmê.

Rûdaw: Gelo hûn bi wê re ne ku hikûmeta Almanyayê piştgiriya mixalefetê bike da ku desthilat bê guhertin?

Beatrix von Storch: Em wekî Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê bi giştî gelekî bi guman in li ser destwerdana derveyî ya di kar û barên navxweyî yên welatan de. Piştgiriya milîsên çekdar ji bo hevkariya xelkê sivîl em wekî karekî bi pirsgirêk dibînin. Em fêm dikin ku hinek kes vê yekê dixwazin lê divê mirov li ser encaman bifikire û bi baweriya min em niha ne di wê astê de ne ku biryareke wisa bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst