Petr Bystron: Ewropa di şerê Îranê de ne xwediya stratejiyeke zelal e

Şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê de yê li dijî Îranê gihîştiye asteke metirsîdar û Rojhilata Navîn dikele.

Ev şer hemû cîhan mijûl kiriye.

Li Parlamentoya Ewropayê û saziyên wê yên biryarder, pirsa sereke ev e ku Ewropa di kû dera vê hevkêşeyê de ye?

Endamê Parlamentoya Ewropayê Petr Bystron di hevpeyvînekê ya li gel Rûdawê de helwesta welatên Ewropayê nirxand.

Bystron amaje pê kir ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ne xwediya stratejiyeke zelal e.

Li gorî gotina Bystron, hinek welatên endamên Yekîtiya Ewropayê piştgiriya Amerîka û Îsraîlê dikin û hinek jî bêdengiyê hildibijêrin.

Endamê Parlamentoya Ewropayê Petr Bystron bersiv da pirsên Rûdawê yên derbarê şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re.

Rûdaw: Birêz Bystron, niha Yekîtiya Ewropayê di şerê navbera Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de çi rolê dilîze?

Petr Bystron: Wekî tu dibînî, Yekîtiya Ewropayê di vî şerî de roleke zelal nalîze. Hejmara welatên endamên Yekîtiyê zêde ye.

Hinek welat rasterast di eniya Amerîka û Îsraîlê de ne û pêgeha xwe diparêzin, hinekên din jî bêdengî hilbijartine. Vê yekê bi berfirehî bandora xwe kiriye.

Rûdaw: Ev tê wê wateyê ku Yekîtiya Ewropayê dê di vî şerê mezin de bê rol bimîne?

Petr Bystron: Ewropa ne xwediya hêzeke leşkerî ya hevpar e ku beşdar bibe lê çend welatên Ewropayê hene ku dibe beşdar bibin. Niha li ser wê yekê dan û standinê dikin ku hevpeymaniyekê ava bikin.

Yên ku naxwazin beşdar bibin jî dê nebin beşek ji wê hevpeymaniyê û dê li derveyî şer bimînin. Wekî mînak Kurd jî naxwazin beşdarî vî şerî bibin.

Rûdaw: Em dibînin ku hinek welatên Ewropayê rasterast an nerasterast dikevin nav şer, hinekên din jî heta niha xwe dûr girtine. Gelo ev rewş dê wisa bimîne yan dê biguhere?

Petr Bystron: Binêre, şerekî wiha bandoreke neyînî ya mezin li ser jiyana me dike. Rewşa aborî têk diçe û niha em ji ber bihabûna petrol û benzînê dinalin û bihayê lîtreyeke benzînê 2 Euro derbas kiriye. Ev rewşeke wisa ye ku ji bo me hemûyan nexwestî ye.

Em wekî Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) dixwazin bacên li ser benzînê bên rakirin da ku rê li ber zêdetir bihabûna benzînê were girtin. Divê hikûmeta Almanyayê vê yekê ji bo xelkê bike, ne ku xwe tevlî şerekî wiha bike.

Rûdaw: Şerê Ukraynayê bandora xwe ya rasterast li ser bihabûna xwarinê û berîkên xelkê kir, gelo dibe ku ev şer jî jiyana xelkê dijwartir bike?

Petr Bystron: Em dibînin ku ji ber wê dorpêça bêmane ya li ser Rûsyayê, xelkê çi qasî ziyaneke mezin dîtiye. Li vir di Parlamentoya Ewropayê de digotin, "Eger em petrol û gaza Rûsyayê nekirin, Rûsya dê tenê du hefteyan li hemberî şerê Ukraynayê li ber xwe bide û dê li hemberî me çok deyne."

Lê çi qewimî? Şer didome, bi milyonan ciwanên Ukraynî û Rûsî di vî şerî de hatine kuştin. Dorpêçan jî bandoreke berevajî kir, bihayê kel û pelan û xwegermkirinê zêde bûye. Enflasyon zêde bûye û bihayê berheman bi giştî gelekî bilind bûye. Me amarên rekor ên di warê îflas û koçkirina kompanyayan de qeyd kirin, ev hemû encama siyaseteke şaş in.