Dîlê DAIŞê: Me digot YPG kafir e lê me zanî ku em xelet in

Dêrik (Rûdaw)- Çekdarekî DAIŞê ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê şervanên YPGê ve hatiye girtin, ji Rûdawê re behsa wê dike ku çawa tevlî DAIŞê bûye, çek û cebilxaneya DAIŞê çawa tê dabînkirin, nêrîna DAIŞê li ser kurdan û mesîhiyan çiye…

Ew çekdarê DAIŞê, ku navê wî Emîr Ehmed Elî û 25 salî ye, wiha bersiva pirsê Rûdawê dide…

Rûdaw: Tu çawa tevlî DAIŞê bûy? 

Emîr: Ez destpêkê çekdarê Artêşa Azad a Sûriyê bûm lê piştî salekê ez jê veqetiyam û tevlî DAIŞê bûm û ketim bin fermana wan. Ez beşdarî şer bûm ji bona serketina dewleta îslamî.

Rûdaw: Tu çima tevlî wan bûy?

Emîr: Ez neçar mam tevlî wan bibim çimkî yên ku ji Artêşa Azad vediqetiyan lazim bû tevlî DAIŞê bibin.

Rûdaw: Beriya tu tevlî Artêşa Azad bibî te çi dikir?

Emîr: Min li Şamê şofêrtî dikir.

Rûdaw: Tu çima tevlî Artêşa Azad bûy?

Emîr: Min dixwest rêjîma Sûriyê bikeve ji ber wê jî ez tevlî wan bûm. Ez ji Leşkeriya Sûriyê reviyabûm.

Rûdaw: Te li nav DAIŞê çi dikir?

Emîr: Ez çekdar bûm û min di şer de doşka (curek çek) dida xebitandin. Tevlî şer dibûm.

Rûdaw: Tu beriya tevlî Artêşa Azad bibî, tu mirovekî dîndar bûy?

Emîr: Belê.

Rûdaw: Tu di bicîhanîna pîvanên îslamî de tund bûy?

Emîr: Belê.

Rûdaw: Hedefa te çi bû dema çûy nav DAIŞê?

Emîr: Projeya DAIŞê avakirina dewletek îslamî bû li seranserî cîhanê, dixwest bingeha dewleta îslamî li cîhanê ava bike.

Rûdaw: Qesta DAIŞê ji bingeha dewleta îslamî çiye?

Emîr: Qesta wê ew bû ku hemû cîhanê bigire, kafiran tine bike, xiristiyanan nehêle û hemû dinyayê bixe nav çarçoveya dewleta îslamî de.

Rûdaw: Ma îslam nabêje, kî dixwaze bila bibe misilman kî jî naxwaze bila nebe. Wê çaxê DAIŞ çima zorê li mirovan dike?

Emîr: Li gorî baweriya DAIŞê, divê yên ku di nav dewleta îslamî de ne hemû misilman bin.

Rûdaw: Çima? Ma îslam dibêje zorê li mirovan bikin?

Emîr: Nexêr

Rûdaw: Nêrîna we li ser êzîdî û mesîhiyan çiye?

Emîr: Li gorî me divê hemû bibin misilman, bixwazin yan nexwazin.

Rûdaw: Îja ev rast e?

Emîr: Nizanim.

Rûdaw: Nêrîna te li ser YPGê çiye?

Emîr: Li gorî me ew kafir bûn diviya bên kuştin û nemînin.

Rûdaw: Li gorî we, kurd û mesîhî jî kafir in?

Emîr: Belê, li gorî me ew kafir in.

Rûdaw: Ma we nedizanî piraniya kurdan misilman in? Ma we nedizanî ew karên ku hûn dikin, xelet e?

Emîr: Belê me dizanîbû piraniya kurdan misilman in lê me nedizanî ew karê ku em dikin, xelet e!.

Rûdaw: Çima hûn ji kurdan re dibêjin kafir? Ma Selahedînê Eyûbî ne kurd bû?

Emîr: Erê. Ew rast e.

Rûdaw: Her çi ferman ji we re hatiba we bicîh dianî?

Emîr: Emîrên me fetwa derdixistin û me jî bi ya wan dikir.

Rûdaw: Bêyî ku we hizir kiriba?

Emîr: Erê. Me yekser bicîh dianî.

Rûdaw: Baş e, eger we nekiriba?

Emîr: Kuştin, belê kuştin.

Rûdaw: Ew yek îslam e? Gelo îslam xelkê dikuje û serê wan jêdike?

Emîr: Piraniya çekdarên me ew ferman bicîh tanîn.

Rûdaw: Bi baweriya te Pêximber ligel kuştinê bû? Bi taybetî kuştina dîlan yan jin û zarokan? Çawa we ew kar bi navê Xwedê û Pêximber dikir?

Emîr: Dîlên kafiran dihatin kuştin. Kafir dihatin firotin.

Rûdaw: Çawa tu tevlî DAIŞ bûy?

Emîr: Ez bi neçarî çûm nav wan li bajarokê Til Hemîsê. Piştre demekê çûm Iraqê. Demekê li bajarê Reqayê jî mam. Piştre dîsa çûm Iraqê tevlî şer bûm.

Rûdaw: We çawa perwerdeya leşkerî didît û hûn çawa fêrî pîvan û bingehên olî dibûn?

Emîr: Me li ber destê şêx û melayan dixwend. Şêxek dihat û dersên olî mîna nimêj û rojî û zekat û tiştên din ji me re digot. Dema şer ji me re digotin cîhad ji bo Xwedê ye û dê Hûrî bighên şehîdan.

Rûdaw: Piştî Iraq û Sûriyê hûn bi nêta kîjan welatî bûn?

Emîr: Projeya me ew e ku piştî kontrolkirina Iraq û Sûriyê, berê xwe bidin welatekî din. Welat bi welat pêde biçin. Biçin Yemen, Erebistana Siûdî, Libnan û piştre berê xwe bidin Ewropayê.

Rûdaw: Tu çawa hatî girtin? Niha tu hest bi guhertinekê dikî?

Emîr: Derbarê YPGê nêrîna min hatiye guhertin. Ev 3 meh in ku ez di destê wan de me. Li gorî berê, ez hest dikim ku ez şaş bûme. Berê min digot YPG kafir in, lê niha ez dibînim ku Dewleta Îslamî bi şaşîtî li wan dinêrî û ew li ser rêya rast in.

Rûdaw: Ev tenê gotin e, yan baweriya te ev e?

Emîr: Na, ev baweriya min e. Ez bi ti awayekî neçar nînim ku vê gotinê bêjim, eger piştî 20 salên din jî min azad bikin.

Rûdaw: Ev tenê gotina te ye, yan ya hevalên te ye jî?

Emîr: Hevalên min jî poşman in li ser wan baweriyên şaş û li ser wê rêya xelet, ji kuştina xelkê. Bi rastî ev gotin li gorî baweriya min in.

Rûdaw: Dema ku tu werî azadkirin, DAIŞ dê dest ji te berde?

Emîr: Na, dê me bikuje.

Rûdaw: Tê çi bikî da ku wan karên xerab li ser xwe bavêjî?

Emîr: Ezê tobe bikim, nimêj bikim û rojî bigrim.

Rûdaw: Te ji ber bihişt û hûriyan şer dikir?

Emîr: Belê.

Rûdaw: Çend hûrî?

Emîr: 72.

Rûdaw: Behsa sîfeta hûriyan ji we re kirin?

Emîr: Belê, hûrî wiha ne, ku nayên wesifkirin.

Rûdaw: Emîrên DAIŞê tevlî şer dibûn, yan tenê hûn fêr dikirin?

Emîr: Belê ew jî beşdar dibûn.

Rûdaw: Emîrên biyanî bi we re hebûn?

Emîr: Belê, emîrên me ji Lîbya, Iraq, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Misir û heta ji Çînê jî hene. Herwiha ji welatên biyanî jî hebûn.

Rûdaw: Ên Misrê kî bûn?

Emîr: Ebû Ebdulah Misrî, li desteya şerî bû, miftiyê giştî bû.

Rûdaw: Hatiye kuştin yan sax e?

Emîr: Na, hat kuştin.

Rûdaw: Ew gellek bûn?

Emîr: Erê bi Xwedê gellek bûn.

Rûdaw: Mûçe didan we?

Emîr: Nexêr, di dewleta îslamî de mûçe tine ji ber ku her kes xwebexş e.

Rûdaw: Ew deskeft û tiştên ku we dest datînî ser, çi lê dihatin?

Emîr: Tiştên mîna çek û demançe dibin yên te lê otomobîl û tiştên din dibûn milkê dewletê.

Rûdaw: Çekdarên jin hene, rola wan di nav DAIŞê de çiye?

Emîr: Nexêr, min çekdarên jin nedîtiye.

Rûdaw: Te cîhada nîkahê bihîstibû? Qanûna wê çi bû?

Emîr: Belê min bihîstibû ku jinan didin mucahidan.

Rûdaw: Dema we şerê YPGê dikir, we wisa hizir dikir ku eger bi destê şervanên jin bên kuştin, hûnê neçin bihiştê?

Emîr: Nexêr, baweriya we wisa bû ku eger tu werî kuştin tê herî bihiştê.

Rûdaw: Eger jinek jî te bikuje?

Emîr: Ferq nake.

Rûdaw: Ferqa jiyana te ya beriya DAIŞê û piştî DAIŞê çi bû?

Emîr: Beriya ku ez tevlî wan bibim ti pirsgirêkek min tinebû lê piştî ku ez tevlî wan bûm ez ketim nav şer û rewş aloz bû. Ez berê asûde bûm.

Rûdaw: Mirov û xizmên te li ser te çi dibêjin?

Emîr: Hemû li dijî vê biryara min bûn. Bavê min dayîka min û hevjîna min hemû li dijî min bûn.

Rûdaw: Te çima guh neda wan?

Emîr: Mejiyê min şûştibûn.

Rûdaw: Te di nav Artêşa Azad de çi dikir?

Emîr: Eger min erka xwe xilas bikira ezê bibama efser lê min nekir.

Rûdaw: DAIŞ çek û cebilxaneya xwe çawa dabîn dike?

Emîr: Çek ji Iraq, Lîbya, Tirkiye û Erebistanê ji me re dihat şandin.

Rûdaw: Lîbya pir dûr e, we çawa çek ji wir dianî?

Emîr: Bi qaçaxî dihat.

Rûdaw: We çawa çek ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dikir?

Emîr: Tirkiye nêzîk e. Me ji rêya Reqayê û deriyê sînorî yê Bab el Hewayê re derbas dikir.