Nûredîn Ehmed: Ji bo vegera koçberan xebat hene, dosyeya girtiyan karê me yê herî li pêş e
Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo vegera koçberên ji Serê Kaniyê û Girê Spî xebat tên kirin û dosyeya girtiyan karê wan ê herî li pêş e.
Nûredîn Ehmed ragihand ku dosyeya girtiyan karê wan ê herî li pêş e û destnîşan kir ku Balafirgeha Qamişloyê tê nûjenkirin.
Nûredîn Ehmed derbarê yekkirina saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê wiha axivî:
"Kar û xebatên ji bo amadekirina bingeha yekkirina sazî û birêvebiriyên Rêveberiya Xweser a nav avahiya dewleta Sûriyeyê berdewam dikin.
Me di vî warî de gavên baş avêtine, bi taybetî di birêvebiriyên Perwerde û Tenduristiyê de.
Ji bo ku em bikaribin hemû sazî û birêvebiriyên xizmetguzariyê çalak bikin kar bi awayekî micid berdewam dikin. Ev pêvajo ji bo temamkirina xalên peymanê demê dixwaze."
Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku ew vegera dîlan a nav malbatên xwe wekî yekî ji karên xwe yên sereke dibînin û ji bo pêkanîna vê xalê zexteke mezin heye.
Li gorî wî, bêyî dosyeya girtiyan li cem her du aliyan çareser bibe ku pêngavên hatine avêtin bê wate ne.
Nûredîn Ehmed di heqê vegera koçberên ji Serê Kaniyê de jî got:
"Ji bo amadekirina şert û mercên guncav ên ji bo vegera wan berdewam xebat berdewam dike, bi taybetî jî ji bo misogerkirina ewlehiya wan û valakirina mal û gundên wan ji rûniştvanên niha xebat hene.
Li aliyê din, em ji bo vegerandina koçberên herêmên wekî Hesekê, Dêrezor û herêmên din ên navxweyî yên Sûriyeyê dixebitin."
Nûredîn Ehmed her wiha diyar kir ku nêzîkî 40 hezar karmendên Rêveberiya Xweser hene û dê hemû di nav pêkhateya dewleta Sûriyeyê de werin bicihkirin.
Nûredîn Ehmed derbarê hebûna Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de jî da zanîn ku gotûbêjên berfireh hatine kirin lê Wezareta Parastinê diyar kiriye ku di pêkhateya wê de beşên taybet ên jinan nînin. Lewma jî tê pêşniyarkirin ku YPJ di çarçoveya Wezareta Karên Navxwe de were entegrekirin û niha nîqaş li ser vê yekê ne.
Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Nûredîn Ehmed pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Rêzdar Parêzgar, gelekî behsa dan û standinên nêzîkbûn û tevlîbûnê tê kirin. Gelo ev lihevkirin di pratîkê de gihiştiye çi astê? Ma em dê di demeke nêzîk de bibin şahidê gavên berbiçav?
Nûredîn Ehmed: Destpêkê ez dixwazim bidim zanîn ku rêkeftinek di 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin. Gavên pratîk li ser erdê tên avêtin, di vê çarçoveyê de herî dawî çend biryarên ji bo destnîşankirina kesayetên leşkerî, ewlehî û birêvebiriyê hatin derxistin.
Her wiha HSD di çarçoveya 4 lîwayan de hatiye birêxistinkirin, sê ji van lîwayan li parêzgeha Hesekê di nav tîmeke ser bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de ne û lîwayek jî li herêma Kobaniyê ya parêzgeha Helebê di nav tîmeke din a heman wezaretê de ye. Endam û efserên Asayîşê jî di nav Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de hatine birêxistinkirin.
Derbarê vegera koçberan de ku xaleke girîng a rêkeftinê ye, me gavên baş avêtine. Heta niha 600 malbatên Efrînî di du beşan de hatine vegerandin û di nêz de beşên nû jî dê werin vegerandin heta ku dosyeya koçberên Efrînê bi dawî bibe.
Ji bo herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî jî xebat ji bo amadekirina şert û mercên guncav berdewam dikin, bi taybetî ji bo misogerkirina ewlehiyê û valakirina mal û gundên wan ji niştecihên niha.
Li aliyê din, em ji bo vegerandina koçberên herêmên din ên wekî Hesekê, Dêrezor û navxweya Sûriyeyê jî dixebitin. Bi giştî hewleke pratîk heye ku hemû Sûriyeyî bi awayekî ewle û bi daxwaza xwe vegerin warên xwe.
YPJ û Pêşniyar
Rûdaw: Derbarê taybetiya leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di nêrînan de nakokiyeke berbiçav heye. Hikûmeta Sûriyeyê hebûna lîwayeke taybet a jinan red dike. Gelo dê ev dosyeya hestyar çawa çareser bibe? Ma di vî warî de tu vebijêrk pêşkêşî hikûmetê hatine kirin?
Nûredîn Ehmed: Derbarê vê pirsê hûn dikarin serî li fermandariya wan bidin lê ez dikarim agahiyên li cem xwe bi we re parve bikim. Di vê çarçoveyê de gotûbêjên berfireh hatine kirin lê Wezareta Parastinê diyar dike ku di pêkhateya wê de beşên taybet ên jinan nînin. Lewma pêşniyar dike ku YPJ di çarçoveya Wezareta Karên Navxwe de were entegrekirin û niha nîqaş li ser vê yekê ne.
Yekkirina saziyên sivîl û xizmetguzariyê û hinek pirsgirêk
Rûdaw: Gel di gihiştina xizmetguzariyên bingehîn de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye. Şêniyên parêzgeha Hesekê kengî dikarin li bendê bin ku kar li fermangehên serwer ên wekî Nifûs, Pasaport û Koçberiyê bi awayekî tekûz dest pê bike? Gelo ji bo vegera van saziyan demeke diyarkirî heye?
Nûredîn Ehmed: Kar û xebatên ji bo yekkirina sazî û birêvebiriyên Rêveberiya Xweser a nav pêkhateya dewleta Sûriyeyê berdewam dikin. Me di vî warî de gavên baş avêtine, bi taybetî di birêvebiriyên Perwerde û Tenduristiyê de. Kar bi awayekî micid berdewam dike da ku em hemû saziyên xizmetguzariyê çalak bikin lê ev pêvajo demê dixwaze da ku xalên rêkeftinê werin temamkirin.
Min bi awayekî hûrgilî mekanîzmaya yekkirinê û çawaniya birêveçûna kar ji we re şirove kir lê dixwazim amajeyê bi wê yekê bikim ku karê piraniya birêvebiriyan bi hev ve girêdayî ye. Mînak, eger em bankan çalak nekin, çalakkirina birêvebiriyên din dê zehmet be. Çalakkirina bankan jî bi Rêveberiya Teknolojî û Pêwendiyê ve girêdayî ye, ji ber ku divê bi sîstema giştî ya Sûriyeyê re were girêdan.
Rêveberiya Nifûsê jî bi heman awayî bi torên pêwendiyê ve girêdayî ye. Em hewl didin gavan bi lez bikin lê em naxwazin ji bo encameke ne baş bilezînin. Armanca me ew e ku xalên rêkeftinê bi awayê herî baş werin pêkanîn. Niha 4 birêvebiriyan dest bi karê xwe kiriye û saziyên din jî dê li pey hev werin çalakkirin. Ji ber vê yekê em nikarin dîrokeke tam destnîşan bikin.
Dosyeya girtiyan: Mercê bingehîn ê serkeftina pêvajoyê
Rûdaw: Derbarê girtî û dîlan niha çi xebat tên kirin?
Nûredîn Ehmed: Em vegera wan a nav malbatên wan wekî yekî ji karên xwe yên herî sereke dibînin. Ji bo vê yekê zexteke mezin heye, ji ber ku li gorî me, bêyî çareserkirina dosyeya girtiyan a li cem her du aliyan, gavên hatine avêtin bê wate ne. Divê li welêt tu girtî nemînin.
Helbet mebesta min ne ew girtî ne ku ji ber tawanên kuştin yan dozên şexsî li dadgehên sivîl tên darizandin. Berê hinek hatibûn berdan û em soz didin ku her girtî bi silametî vegere nav malbata xwe.
40 hezar karmend
Rûdaw: Hejmara karmendên ku niha di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin çend e û şertên hikûmetê yên ji bo bicihkirina wan a nava dewletê çi ne?
Nûredîn Ehmed: Di saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser de nêzîkî 40 hezar karmendan hene. Ew dê hemû di nav pêkhateya dewleta Sûriyeyê de werin bicihkirin. Her yek dê li gorî pîşe, ezmûn û bawernameyên xwe yên zanistî were bicihkirin. Yek ji karên me yên pêşîn ew e ku em şarezayan û pisporan di serî de deynin.
Birêvebirina çavkaniyên xwezayî û bipêşxistina parêzgehan
Rûdaw: Di dosyeya enerjî û aboriyê de, gelo derbarê birêvebirina çavkaniyên xwezayî rêkeftinek hatiye kirin? Para parêzgeha Hesekê dê ji van çavkaniyan çawa be?
Nûredîn Ehmed: Hemû birêvebirî dê di nav dewleta Sûriyeyê de werin yekkirin. Li gorî yasa û rêzikên Sûriyeyê, samanên welat milkê hemû Sûriyeyiyan in. Lê belê dê pîvanên taybet werin girtin û beşek ji van dahatan ji bo parêzgehên wekî Hesekê, Dêrezor û Reqayê were terxankirin da ku werin bipêşxistin çimkî ev parêzgeh di dema borî de hatibûn piştguhkirin.
Balafirgeha Qamişloyê û deriyên sînorî
Rûdaw: Deriyên sînorî û Balafirgeha Qamişloyê dê çawa werin birêvebirin? Gelo dema vekirina balafirgehê diyar e?
Nûredîn Ehmed: Ev derî jî beşeke wan birêvebiriyan in ku me behs û ji bo wan jî gav tên avêtin. Niha li Balafirgeha Qamişloyê xebatên nûjenkirinê hene. Her dema ku amade bibe dê bikeve xizmetê lê niha dîrokeke diyar nîne. Sîstema ku li parêzgehên din ên Sûriyeyê heye dê li Hesekê jî were meşandin û karmendên Rêveberiya Xweser dê di van navendan de cihê xwe bigirin.