Xulamzade: Îran bi gefên Trump nayê xapandin û dê dan û standinê red bike
Êrişên nû yên Amerîkayê yên li Girava Xarkê û armancgirtina pir û binesaziyên stratejîk ên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve, wêneyekî zelal ê wê zextê ye ku xistine ser Tehranê da ku beriya bidawîbûna demên diyarkirî yên Donald Trump, serî ji bo dan û standinan bitewîne, lê gelo dê Îran bi vê yekê stûxwar bibe?
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Mala Dîplomasiyê ya Îranê Hemîdreza Xulamzade, di hevpeyvîneke taybet a bi Rûdawê re, aliyên veşartî yên vê milmilaneyê radixe pêş çavan.
Xulamzade wisa difikire ku êrişkirina ser sektora enerjiyê û binesaziya sivîl, nîşaneya lawaziya leşkerî ya Amerîkayê ye û Tehran bi ti awayî di bin zexta mûşek û dronan de naçe ser maseya dan û standinan û dibêje, "Ev wekî tawîzdayînê tê dîtin û tenê rê ji bo êrişeke mezintir xweş dike."
Xulamzade di beşeke din a vê hevpeyvînê de, behsa senaryoyên girtina Tengava Hurmizê û Bab el-Mendebê dike û hişyariyê dide aboriya cîhanê.
Xulamzade di heman demê de balê dikişîne ser pêwendiyên Tehran û Herêma Kurdistanê yên di navenda vê qeyranê de û behsa wan êrişan dike ku tên ser navçeyên sînorî, li gel zelalkirina helwesta Îranê li hember wan daxuyaniyên Trump ên derbarê çekdarkirina komên Kurd de dabû.
Rûdaw: Wekî ku berpirsên Amerîkayî dibêjin, Amerîkayê êrişeke diyarkirî li ser Girava Xarkê dest pê kiriye, her wiha Îsraîlê êrişî pirên Îranê kiriye. Gelo Îran vê yekê wekî zextekê dibîne ji bo razîkirina bi dan û standinan?
Hemîdreza Xulamzade: Bê guman, ev nabe sedema handana Îranê ji bo encamdana dan û standinan. Îran dizane heke bikeve bin barê van gefan, ev dê wekî tawîzdayînê were dîtin û dê bibe sedema zêdetirbûna aloziyan, an jî herî kêm eger bibe sedema agirbestê jî, dê gelekî demkî be.
Di paşerojê de, dê vegerin û careke din êrişî Îranê bikin û dê heman wê armancê bişopînin ku ji roja yekem ve hebû, ku ew jî guhertina rejîmê bû li Îranê. Ji ber vê yekê, Îran bi wê yekê naxape ku biçe nav guftûgoyan an Tengava Hurmizê veke. Li vir e ku destê Îranê bilind e û jor de ye; ew dest jê bernadin. Nexwe, bi van cure gefan, dê ti encam ji bo Serok Trump nebe û Îranî di girtina tengavê de gelekî cidî ne.
Rûdaw: Hûn wisa difikirin ku ev destpkirina êrişan e beriya bidawîbûna dema diyarkirî ya Trump?
Hemîdreza Xulamzade: Ew êrişên ku îro hatin kirin ji bo tirsandina Îraniyan bû, da ku wan neçar bikin xwe radest bikin, tengavê vekin û biçin ser maseya dan û standinan. Lê çend xal ji bo Îranê hene. Yekem, Îran bi Amerîkiyan re di dan û standinan de bû û du caran di dema dan û standinan de êrişî Îranê kirin, lewma ti zemînek ji bo guftûgoyan nîne.
Duyem, ev nîşan dide ku tewra dema Amerîkiyan êrişî binesaziyê dikir jî, ev nîşaneya wê yekê ye ku di şerê leşkerî de têk çûne û xusirîne. Ew êrişî binesaziyê dikin çimkî armancên hêsan in, sivîl in û ti parastina wan nîne, ti parastina wan a taybet nîne. Nexwe, ev tiştekî gelekî hêsan e ji bo êrişkirinê û di rastiyê de, lawaziya Amerîkayiyan li qada şer nîşan dide.
Nexwe, Îran dibêje: Ev nîşan dide ku ew lawaz in û destê me bilind e û jor de ye. Zêdetirî wê jî, ez wisa difikirim ku ev tekezkirina li ser vê moletê û wê dirêjkirina ku kiriye, dixwaze ji bo hinek destkeftiyên din amadekariyan bike ji bo qezenckirina demê da ku karibin hêzan ji bo dagirkeriyeke bejahî li herêmê bi cih bikin. Roja din, di dawiya hefteyê de, hewldanên wan ên têkçûyî hebûn ku li nêzîkî Îsfehanê hatin kirin ji bo dizîna uranyuma dewlemendkirî, ku bê guman têk çûn.
Wisa diyar e ku ev perdepêşkirinek e; tenê tekezkirinek e ku li ser vê moletê dike, ji bo dûrxistina balê ye ji wêneyekî din ê mezintir planeke mezintir ku dizîna uranyuma dewlemendkirî ye ji dezgehên nukleerê, yan jî dibe ku dagirkeriyeke bejahî yan tiştekî bi vî rengî be. Nexwe, ew hewl dide vê yekê veşêre û xelkê mijûl bike da ku ev yek were cîbicîkirin.
Îranê zêdetir bala xwe daye ser bersivdanê, çi dibe bila bibe çi êrişî ser piran be, çi wêstgehên karebayê bin yan dagirkeriyeke bejahî be. Çi dibe bila bibe, Îranê xwe ji bo senaryoyên cuda amade kiriye ji bo êrişkirina ser wan û tolhildana destdirêjiyên li ser welêt.
Rûdaw: Tê gotin Îran daxwaz dike şer bisekine paşê dan û standin dest pê bikin û Amerîka razî nîne, ma rast e?
Hemîdreza Xulamzade: Îranê her agirbest red kiriye çimkî pêşniyarek ji bo çend roj agirbestê hebû, lê wateya wê ew e ku dixwazin kel û pel û hêzên xwe nû bikin da ku careke din êrişî te bikin. Pêdiviya Îranê bi wê dema nûbûn û bêhnvedanê nîne; dikare di şerê xwe de berdewam be, lewma niyeta wê ya qebûlkirina tiştekî bi vî rengî nîne.
Tiştê ku Îran qebûl dike û li pey e, dawîanîneke yekcarî ye li vê cureyê şerî. Îran dibêje ku di rastiyê de ev yek ji wan mercan e ku Îranê ragihandiye: Ku divê şer ji bo her tim bi dawî bibe, ne agirbest. Wekî hezîrana borî, şerekî me yê 12 rojî hebû û piştî çend mehan, careke din êrişî me kirin. Îran tiştekî wisa naxwaze.
Agirbestek tê wateya şerê sêyem, şerê çarem, şerê pêncem û Îran vê yekê qebûl nake. Îran dibêje heta dawiyê dê şer bikin ji bo ku dawî li milmilane û şeran bînin û bînin rewşekê ku ti Amerîkayî yan Îsraîliyek newêre careke din êrişî Îranê bike.
Rûdaw: Îran dixwaze çawa dan û standinan bike?
Hemîdreza Xulamzade: Tu dizanî, piraniya caran, daxwaza dawîanîna li şer dike da ku di paşerojê de berdewamiya wê nemîne. Daxwaza girtina baregehên Amerîkayê yên li welatên Ereban ên li herêmê dike da ku zemîna fîzîkî ji bo êrişkirina ser Îranê nemîne.
Îran daxwaza rakirina dorpêçên li ser Îranê û naskirina çarçoveya nû ya Tengava Hurmizê dike ku ji aliyê Îranê ve hatiye diyarkirin. Ev xalên sereke ne. Û bê guman, dawîhatina şer divê li hemû eniyan pêk were; ne tenê li Îranê, belkî divê şer li Libnanê jî were rawestandin û di paşerojê de dest pê neke.
Rûdaw: Gelo Îran bi bingeha dan û standinan razî bûye û wisa difikire ku niha demeke guncav e ji bo dan û standinan?
Hemîdreza Xulamzade: Nexêr, Îran wisa bawer nake çimkî, wekî min got, Amerîkayî di dan û standinan de ne cidî ne û niha aloziyan zêde dikin. Kesê ku bixwaze dan û standinan bike, aloziyan zêde nake û êriş û êriş û êriş nake. Ew tenê êrişan zêde dikin; aloziyan zêde dikin û kel û pel û hêzên xwe li herêmê zêde dikin; dibêjin, "Ez leşkeran dişînim da ku hêza min li ser erdê hebe."
Li gel dijminekî wisa, tu ti carî dan û standinan nakî çimkî dan û standin di bin zextê de dibe û wisa dizanin Îran dê xwe radest bike û Îran wê yekê nake. Îran dibêje: "Ez di rewşeke baş de me. Zerer digihîje min, lê nikare min bikuje. Êşê dide min, lê min nakuje." Ez li vir dimînim da ku ez karibim daxwazên xwe bi ser destdirêjkeran de bisepînim. Wan êrişî me kir; ez niha yasayan ji bo her gotûbêjekê dadinîm.
Her dema ku Amerîkayî amade bûn mercan qebûl bikin, ez amade me biaxivim. Heke na, ez dan û standinan nakim. Ev ew bac e ku divê Amerîkayî, Îsraîlî, hevpeymanên Amerîkayê, welatên Ereban ên li herêmê û hemû cîhan bide ji bo êrişeke wiha ku li dijî Îranê hatiye kirin. Ji ber vê yekê rê nehat dayîn Tengava Hurmizê ji bo dema şer kar bike. Û eger bi vî awayî berdewam bike, eger zêdebûna aloziyan hebe, Tengava Bab el-Mendebê jî dê di demeke gelek nêzîk de were girtin.
Rûdaw: Tu wisa difikirî ku saet 3:30ê berbangiya çarşemê bi dema Tehranê, dê êrişa Amerîkayê ya li ser santralên enerjiyê yên Îranê dest pê bike yan dan û standin di navbera Îran û Amerîkayê de dest pê dikin?
Hemîdreza Xulamzade: Wekî min got, ev gef ji bo tirsandina Îranê ye, ji bo neçarkirina Îranê ye bi qebûlkirina mercên Amerîkayê. Û Îran wê yekê nake. Dawiya axaftinê ye. Nexwe, ti peyva din ji bo wê nîne. Îran van cure merc û gefan qebûl nake û xwe radest nake. Di wê rewşê de, ez pêşbînî dikim ku Amerîkayî êrişî binesaziyê bikin û, bê guman, tûşî tolhildanê bibin, wekî çawa Îranê berê tolhildana xwe ya ji bo wan êrişên îro hatine kirin dest pê kiriye.
Ji bo cara yekem, hilgira xwe ya ducarî bi kar aniye ku du mûşekan bi hev re hildigirin û dikarin mûşek -du mûşekan- gelekî bi lez biavêjin. Di rastiyê de, leza avêtina mûşekan zêde dike. Nexwe, ev dê ew tolhildan be ku Îran dê li beramberî êrişeke wiha ya careke din a li ser binesaziya Îranê pêk bîne. Îran xwe radest nake. Eger paşê îro, îşev, her dema ku êriş bike dê tolhildanek hebe û wê demê dê ti neft nebe ji bo kirînê li welatên Ereban ên li herêmê; ti, em bibêjin, enerjiyek nabe ji bo derbasbûna di Tengava Hurmizê re.
Û wê demê divê cîhan baca wê bide. Ne wisa ye ku her welatê bixwaze êrişî Îranê bike di wê yekê de azad be. Li ser rûyê cîhanê, tu dikarî bibînî ka çi rû dide û tu kêfê jê wergirî wekî fîlmekî Hollywoodê. Pêwîst e baca wê bidin. Îran dê zererê bide aboriya cîhanê ji bo wê xalê ku pêwîst e di ewlehiya vê herêmê de berpirsyar bin. Û pêwîst e baca wê bidin eger nekarin Amerîkiyan di vî şerî de rawestînin. Ev peyamek e ku ji bo hemû cîhanê ye.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê di şer de beşdar nîne, lê piştî Îsraîlê, herî zêde qurbanî dane di encama êrişên rasterast ên Îranê û komên berxwedanê de, ma ne pêwîst e helwesta Îranê li hemberî Herêma Kurdistanê baş bibe?
Hemîdreza Xulamzade: Helwest û siyaseta Îranê ji bo herêmê her tim gelekî zelal bûye. Wê her tim gotiye ku ew li pey serxwebûna welatên herêmê ye û pêwîst e welatên herêmê di ewlehiya herêmê de berpirsyar bin, ne yên derve. Helwesta wê ya derbarê rejîma Îsraîlê de jî zelal e. Ew bi ti awayî Îsraîlê nas nake çimkî qewareyek e ku li ser bingeha dagirkirina xaka Filistînê hatiye damezirandin.
Nexwe, ev li aliyekî, ev nayê wê wateyê ku Îran dê here şerê bi Îsraîliyan re ji bo jiholêrakirin an rakirina wan. Dijminê Îranê ne Îsraîl e; dijminê herî mezin ê Îranê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û Îran Îsraîlê bi wî qebareyî nabîne ku bibe dijminê wê yê hejmar yek. Tu dizanî, dijminê hejmar yek Amerîka ye û Îran niha li dijî Amerîkayê şer dike. Em niha dibînin ku sîstema parastinê ya Îsraîlê têk çûye û wisa diyar e ku herifiye û ew li xwe mikur tên ku ew êdî nikarin mûşekên Îranê rawestînin. Îran dikare bi hêsanî wê bike armanc.
Îran mijûl e dînamîka hêzê diguherîne û hevkêşeyên herêmê diguherîne. Lê nayê wê wateyê ku ew dê biçe, em bibêjin, welatên Ereban an jî beşên din ên herêmê dagir bike, an jî şerê dawî li dijî Îsraîlê bike. Nexêr, ne wisa ye. Îran tiştekî bi vî rengî nake. Îran rêzê li serweriya cîranên xwe digire heta wî demî ku ew rêzê li serweriya Îranê bigirin. Eger ew bi awayekî bibin dijminê Îranê, bê guman Îran dê jî bersiva wê bide.
Têkildarî Îsraîliyan, ev nabe tiştek ku Îran li pey bigere. Pêwîstiya wê bi wê yekê nîne ku biçe wir. Yekem, ew rûbirûyî gelek astengiyan bûne. Netanyahu bi rastî gelek şer hilkirine da ku xwe li desthilatê bihêle; eger na, ew dê qewareya xwe ji hev bixin çimkî şerekî wan ê zêde di nav xwe de heye û ne pêwîst e ku Îran tiştekî bike.
Nexwe, Îran ne li pey jinavbirina Îsraîliyan e, encama vî şerî çi be bila bibe û dê bi ti awayî zererê negihîne cîranên xwe. Lê dînamîka hêzê guheriye û divê ewlehiya herêmê ji aliyê welatên herêmê ve were dabînkirin. Bê guman, dê di wê rewşê de gotineke Îranê ya cidî hebe.
Rûdaw: Birêz Xulamzade, min qala Herêma Kurdistanê kir, di demekê de ku Herêma Kurdistanê bi ti awayî ne beşdar e, tevî wê jî zû zû êriş li ser wê têne kirin?
Hemîdreza Xulamzade: Serok Trump doh û beriya çend rojan li xwe mikur hat ku wan hinek komên Kurd çekdar kirine da ku çekan ji bo xwenîşanderên Îranî bişînin û wan piştgiriya komên cudaxwaz ên di nav civaka Kurdan de kiriye. Ez nabêjim ku Herêma Kurdistanê ew kar kiriye. Îran gelekî spasdarê wê alîkariyê ye ku Herêma Kurdistanê kiriye û bertekeke gelekî gihîştî li hemberî rewşa niha nîşan daye. Wan pêşwazî li banga Serok Trump a ji bo beşdarbûn û êrişkirina ser Îranê nekir û Îran vê helwestê nas dike û rêzê lê digire.
Lê ew êrişên ku hatine kirin li dijî komên terorîst ên di nav wê navçeyê de bûn. Ez bi temamî dilniya me ku rayedarên Kurd ên li Herêma Kurdistanê di wê derbarê de hatine agahdarkirin û bi van êrişên li dijî komên terorîst re hemfikir bûne, çimkî ew dixwazin dubendiyê derxînin û li ser hesabê Herêma Kurdistan û Îranê aloziyê derxînin. Nexwe, Îran û Kurdistan niha gelekî baş bi hev re dixebitin û sînorê rojavayê Îranê û navçeyê di aramiyeke baş de ye.
Rûdaw: Birêz Xulamzade, te qala helwesta Herêma Kurdistanê kir, lê di wê mijara ku te qala wê kir de, partiyên Kurdistanî yên Îranê bi hemû awayan red kir ku wan alîkarî û çek wergirtibin û dibêjin em di wî şerî de ne beşdar in.
Hemîdreza Xulamzade: Belê, hinek beş hebûn, wekî min got. Hinek kesên Kurd di nav civaka Kurd de hene ku dibe ku terorîst bin. Heman wekî ku dibe ku di nav civakên din de jî hebin em dizanin ku carinan hene. Ji nêrîna Îranê ve, ev nayê wê wateyê ku pêgeha fermî ya Kurdistanê pêkanîna êrişên terorîstî yen li dijî Îranê, yan jî hemû Kurd terorîst in û ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatine çekdarkirin. Nexêr, Îran wê yekê nabêje û baweriya wê bi tiştekî bi vî rengî nîne.
Lê zelal e, û gelek caran ev yek gotiye, ku hinek komên çekdar di nav civaka Kurd de hebûn. Ez dizanim ku ev peymana ewlehiyê ya di navbera Îran û Îraqê de bi alîkariya Herêma Kurdistanê hebûye. Wekî min got, hevkariya di navbera Îran û komên Kurd de gelekî baş e, bi taybetî di nav civaka Kurd a Îranê de; pêwendiyên gelekî baş hene û bi hev re dixebitin.
Lê ev nayê wê wateyê ku ti kes li wir wekî gefekê nîne. Hinek kes hene, wekî min got, her wekî civakên din. Lê ji ber cografyayê, ji ber gelek faktoran, hinek kes di civaka Kurd de hene ku divê werin çareserkirin û çav li wan bê kirin. Û ev hevkarî alîkariya wê yekê dike.
Ez bi temamî dilniya me ku beşek ji wê ya ku Serok Trump dibêje ne cihê pêbaweriyê ye. Ew derewînekî baş e û pêwîst e em wê yekê li ber çavan bigirin. Lê nayê wê wateyê ku tu dikarî her tiştê ku ew dibêje paşguh bikî. Di rewşeke wiha de, çêtir e tu hişyar bî û helwestekê wergirî ku derbarê terorê de "xwe-parastin ji poşmaniyê çêtir e" be.