Chris Bowers: Min xwest xweragiriya Kurdan nîşan bidim

Mala Şanoyê ya Arcolayê ya li bakurê Londonê, mazûvaniya şanoyeke dîrokî û balkêş dike.

Şanoya bi navê "Safe Haven" (Herêma Aram) çîroka koça mîlyonî ya sala 1991ê û biryara avakirina navçeya aram a ji bo Kurdan tîne ser dikê.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponserê vê şanoyê ye.

Bi awaz û stranên Kurdî, pêşwaziya mêhvanên vê êvara zivistanê ya meha Kanûna Paşîn a sala 2026an tê kirin.

Sedem, pêşkêşkirina yekem a şanogeriya "Safe Haven" (Herêma Aram) e.

Nivîskarê şanogeriyê, rojnameger û dîplomatê berê yê Brîtanyayî Chris Bowers e.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bi Chris Bowers re hevpeyvînek kir.

Rûdaw: Birêz Bowers, spas ji bo ku tu li gel me yî. Wekî dîplomatekî berê, nivîsandina şanogeriyekê karekî balkêş e. Ev çawa çêbû?

Chris Bowers: Dizanî, bîrokeya vê şanogeriyê vedigere ji bo dema ku Sir John Major sala 2011ê çû Kurdistanê. Ez konsulê giştî bûm, çend xulekên min li gel wî hebûn û min jê pirsî: "Te çawa karî karekî ew qas neasayî bikî?" Wî jî got: "Dizanî, di betlaneya dawiya hefteyê de sê dîplomat hatin ba min û ev bîroke anîn, ez jî fikirîm û min got, belê, divê em vê bikin." Lê wî got ku wan wezareta karên derve derbas kiribû. Lewma ew di bîra min de ma. Paşê, bi tesadufî, min yek ji wan dîplomatan li Menameyê di dorê de li benda qehweyekê dît. Me xeber da û xeber da. Min ew jî di mêjiyê xwe de tomar kir. Paşê sala 2021ê di dema karantînayê de salvegera bîranîna Herêma Aram bû. Min jî dît ku eger kesekî din vê çîrokê nebêje baştir e ez bibêjim. Lewma ez fikirîm û min got baş e ez dê vê çîrokê bibêjim ji ber ku gelekî girîng e. Bi baweriya min ji bo Brîtanyayê gelekî girîng e, ji bo Kurdistanê girîng e. Her wiha ew xweragiriya neasayî ya ku Kurd nîşan didin nîşan dide. Pêwîst e baştir were naskirin.

Rûdaw: Birêz Bowers, gelek rê hene ji bo vegotina vê çîrokê. Te çima biryara şanogeriyê da? Mijara Herêma Aram gelekî aloz e. Şano jî temaşevanên xwe yên taybet li Ewropa û cîhanê hene. Çima şano? Çima ne fîlm? Çima ne belgefîlm?

Chris Bowers: Dizanî, ji bo min wekî rojnamegerekî berê asayîtir dibû ku ez gotarekê yan pirtûkekê binivîsim. Lê di rastiyê de vîzyoneke min hebû. Min çîroka dîplomatîk dît, rola rewendê dît, her wiha rola xelkê Kurd li çiyayan dît ku li çiyayan asê mabûn. Ji bo min min her sê jî li ser sehnayekê didîtin. Ev yekem karê min e wekî şanonivîs, zêdetir wekî dîtiniyekê hat, ka em bêjin xewnek ku ev ew şêwaz e ku dikare çîrok pê were vegotin. Min jî ew kêşe ji bo xwe danî. Niha jî tu xwe li şanoya Arcolayê ya li bakurê Londonê dibînî. Ev jî di navenda civakê de ye, gelek Kurd li vir in. Lewma hestekî gelekî taybet e ku di nav civakê de û bi şêwazekî taybet were vegotin. Lê bê guman dibe ku pêwîst bike em fîlmekî jî jê çêkin.

Rûdaw: Birêz Bowers, operasyona Herêma Aram ji bo min gelekî watedar e. Ez sala 1991ê tenê heşt salî bûm dema koçberî çêbû. Ji ber operasyona Herêma Aram, hevpeymaniya navneteweyî yan ew hevpeymaniya ku bi serokatiya Amerîkayê û bi beşdariya Brîtanya û welatên din ên Ewropî û rojavayî bû jiyana me rizgar kir. Jiyana min, jiyana malbata min û jiyana 100 hezar Kurd, paşê jî biryara 688an a Konseya Ewlehiyê. Lê pirs ji bo min ev e: Kî dê bibe temaşevan? Koma we ya armanckirî kî ye? Gelo xelkê Brîtanyayê ye yan hemû xelkê cîhanê dikarin bibin temaşevanên vê şanogeriyê?

Chris Bowers: Bi baweriya min hemû, bi taybetî li vir civaka Brîtanî. Hin navendên me yên lêkolînê jî hene ku tên û li ser dan û standinan dikin. Her wiha civaka Kurd jî ji ber ku ez nizanim serpêhatiya te çawa bûye lê hin kes ji ber wê çîrokê, ji ber tiştên ku bi serê wan hatibû tûşî trawmayê bûbûn û ji bo wan zehmet e ji zarokên xwe re behs bikin. Lewma ez hêvîdar im ev şanogerî alîkariya hin ji wan dan û standinan bike. Nêzîkî salek berê me li gel lîstikvanekî Kurd ê Îraqê ku li Brîtanyayê dijî xeber dida, min jî got: "Çîrok ji bo te çawa bû? Lîstikvanî çawa bû dema me amadekarî ji bo şanogeriyê dikir?" Wî jî got heman êvarê rasterast çûye malê û li gel dayîka xwe xeber daye û gotiye: "Te çima ji min re negot? Te çima her tişt ji min re zelal nekir ku çi qewimiye?" Sedem jî ew e ku ji bo gelek kesan ew qas bi bandor û xemgîn bûye ku xeberdana li ser wê zehmet bûye. Lewma bi baweriya min beşek ji temaşevanan ji civaka Kurd in. Lê di vê demê de em tenê guh didin nûçeyên nexweş. Em dibihîsin ku xelk karên rast nakin yan karên rast dikin lê ji bo mebestên şaş. Lewma min fikirî ku gelekî girîng e çîroka navxweyî bi rêya kesên rast were vegotin. Çi teşwîqkarê wan bû? Çima biryar dan vê bikin? Ji ber ku wekî te behs kir wan karek kir ku jiyana sed hezaran kes rizgar kir. Çima? Çawa? Ew jî çîroka şanogeriyê ye. Behs dike çawa û çima. Ji ber ku zanîna wê razê gelekî girîng û balkêş e. Tu rast dibêjî, jiyana sed hezaran kes rizgar kir, bi baweriya min ev bingeha pêwendiya navbera Brîtanya û Kurdistanê ye.

Rûdaw: Birêz Bowers, dema em behsa hunerê dikin, wekî rojnamegerekî berê û paşê jî wekî dîplomatekî berê, baweriya te heye ku em dikarin tiştên biçûk yan hinekî ji vê cîhana gelekî aloz a niha bi rêya hunerê biguherînin? Yan divê em behsa siyaset, şer, pîşesazî û berjewendiyên hevpar ên welatên Rojava bikin?

Chris Bowers: Belê, bi baweriya min mijar ew e ku em li ser çîrok, vegotin û serpêhatiyên xelkê biaxivin. Gelo ew ê hin kesan biguherîne? Ez hêvîdar im. Eger hinekî wêrekî bide hin kesan yan eger hestekî xweragiriyê bide ji ber ku ew yek ji bîrdozên sereke yên şanogeriyê ye. Ez spasiya te dikim ku te çîroka xwe vegot, ez nizanim tu çawa rizgar bûyî, gelo tu û malbata te berî ku alîkarî bigihêje bi hêza navxweyî û xweragiriyê rizgar bûn? Bi baweriya min ew çîrokeke gelekî girîng e, gelekî girîng e ku behsa wê were kirin. Dibe ku ew alîkariya siyasetmedaran bike ku bigihîjin hin encamên cuda ku ew dikarin tiştan bikin û karê rast bikin.

Rûdaw: Tu hez dikî şanogeriya "Herêma Aram" bi zimanê Kurdî were nîşandan?

Chris Bowers: Bê guman ez hez dikim. Ez hez dikim ew çêbibe. Ez hez dikim şanogerî li Kurdistanê were nîşandan. Ez hez dikim bi Kurdî be. Ez hez dikim li Kurdistanê were weşandin ji ber ku bi awayekî ew çîroka we ye, ne wisa?

Rûdaw: Rast e. Ew çîroka me ye.

Chris Bowers: Ew çîroka we ye. Belê mebesta min ew e ez jî wê vedibêjim lewma ew pirseke rewa ye. Gelo ez dikarim çîrokê vebêjim? Beşek jê jî ew e ku ev çîrokeke Brîtanî ye jî çimkî çîroka wê vedibêje ka çawa ew kes gihîştin wê biryarê. Çi rê li ber wan digirt? Teşwîqkarê wan çi bû? Lewma beşek jê çîrokeke Brîtanî ye û bê guman beşek jê jî çîrokeke Kurdî ye."

Rûdaw: Di dema nivîsandina vê şanogeriyê de divê te gelek hevpeyvîn û lêkolîn kiribin. Tiştê herî girîng çi bû ku piştî karê te û dema te ev şanogerî dinivîsand ji bo te derket holê? Ji ber ku gelek kes nizanin Herêma Aram çi ye, kê ev nav danî, çima Brîtanyayê roleke sereke di operasyonê de û di biryara 688an a Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de lîst?

Chris Bowers: Belê, ew pirseke gelekî baş e. Min lêkolîneke zêde kir, bi awayekî sereke bi rêya axaftina li gel kesên ku beşdar bûbûn. Yek ji karakterên sereke, dibe ku paşê tu bikaribî li gel wê biaxivî ji ber ku keseke rast e û navê wê Catherine e. Wê çîrok ji min re vegot ku min jî bi rêya nivîsgeha tomarên hikûmetê piştrast kir. Min lêkolîneke zêde kir, ez li wan kuçeyên tozê de gelekî rûniştim ku hikûmeta Brîtanyayê arşîvên xwe lê diparêze. Catherine tiştekî gelekî balkêş ji min re got. Ew civîna ku John Major amadekarî ji bo wê dikir, roja Duşemê li Luksemburgê bû. John Major roja Yekşemê biryar da ku roja Duşemê wî karî bike. Piştre Fransî anîn ser xetê, Alman anîn ser xetê, piştre çû ba Amerîkiyan, piştre çû Neteweyên Yekbûyî. Ango zincîreyek ji kar bû. Tu rast dibêjî ku Amerîkî û Fransî bi lez hatin ser xetê û piştgirî lê kirin. Lê di rojên destpêkê de, ango roja Yekşemê, biryar bû navê wê belgeyê "herêma dabeşkirî" be. Dema John Major roja Duşemê di civînê de bû li Luksemburgê, yek ji dîplomatan telefonî nûnerê Brîtanyayê li New Yorkê kir û got: "Planeke me heye ku em herêmeke dabeşkirî ava bikin." Wî jî got: "Serkeftî nabe." Got: "Ev çênabe û serkeftî nabe. Ji ber ku herêma dabeşkirî îşaret bi biryareke yasayî yan siyasî dike." Di wan rojan de parastina serweriya dewletê gelekî girîng bû. Lewma gotin: "Baş e em çi bikin?" Wan bi awayekî pratîkî nav çêkir. Wan dixwest navê wê bikin "herêma ewle" yan "herêma aram". Catherine got: "Herêma aram (safe haven) çawa ye?" Piştre bi lez çûn nav civîna John Major û gotin: "Navê wê neke herêma dabeşkirî, navê wê bike herêma aram." Her wiha got ku wan di bingeh de beşeke mezin a hikûmeta Brîtanyayê derbas kiribû ji ber ku roja Yekşemê bû ne rojeke kar. Catherine ji min re got ku eger ew civîna li Luksemburgê roja Çarşemê bûya dê gelekî cuda bûya. Ji ber ku roja Duşemê diviyabû John Major ji wezareta derve re bigota: "Nêrîna we li ser vê çi ye?" Xelkê jî dê li ser bifikiriya û dan û standin bikira. Dibe ku bigotana belê lê dibe ku bigotana: "Baş e, nizanim, gelekî aloz e." Di vê navberê de xelk li ser çiyayan dimirin. Lewma ew yek ku roja Yekşemê û piştre roja Duşemê bû, çarenivîssaz bû. Ji ber ku hema ku John Major razî bû, ew wekî mohra desthilatê bû. Serokwezîr dibêje ka em bikin. Ew hûrgilî gelekî tirsnak e, ne wisa? Lê gelekî bi hêz e jî, her wiha nîşan dide kar çawa çêbû. Ji ber ku tenê bi saya çend kesan bû. Ev derseke girîng bû ji bo min ku tişt tenê bi saya çend kesên kêm li cih û dema guncaw de çêdibin. Ew jî beşek ji wê ye ku şanogerî behs dike.

Rûdaw: Te karekî mezin kiriye. Gelekî spas ji bo ku tu li gel me bûyî. Ez gelekî bi kelecan im ji bo dîtina wê şanogeriyê.

Chris Bowers: Gelek gelekî spas. Divê ez wê jî bêjim ku yek ji rolên herî girîng ji aliyê kesekî ji rewendiya Kurd a li Londonê ve hat lîstin. Bi baweriya min te li gel Kek Dilawer xeber daye. Ew jî gelekî girîng bû.

Rûdaw: Gelekî spas. Spas.