Azade Kiyan: Rêya rizgariya Îranê ne şer e, yekîtiya mixalefetê ye
Dr. Azade Kiyan, profesorê Zanîngeha Parîsê û pispora siyasî, di hevpeyvîneke xwe ya li gel Rûdawê de bal kişand ser aloziyên li herêmê û ragihand ku şerê niha yê li dijî Îranê li hemberî yasayên navneteweyî ye.
Dr. Azadeyê amaje bi wê yekê kir ku Komara Îslamî ji bo ku li ser desthilatê bimîne, amade ye gel û welat bike qurbanî û hişyariyeke tund da ku "demokrasî bi bombeyan nayê avakirin", çimkî êrişên leşkerî welat ber bi ajoyên zêdetir ve dibin.
Dr. Azadeyê derbarê paşeroja siyasî ya Îranê de, tekez kir ku rejîma niha zû yan dereng dê birûxê, ji ber ku ji aliyê piraniya xelkê ve hatiye redkirin. Wê bang li hêzên opozîsyonê, bi taybetî Kurd, Belûç û pêkhateyên din kir ku bi lez li ser bernameyeke demokratîk û sîstemeke federal yan herêmî (wek modela Spanyayê) li hev bikin.
Akademîsyena Îranî hişyarî da ku eger opozîsyon neyê cem hev, piştî rûxandina rejîmê metirsiya serhildana dîktatoriyeke nû li holê ye. Azadeyê her wiha rexne li Ewropayê girt ku li şûna navbeynkariyê, ber bi şer ve gavan davêje.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Dr. Azade Kiyanê re wisa ye:
Rûdaw: Silavên me ji bo we. Dixwazim çend pirsan li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn, ji profesor û pisporê siyasî yê navdar Dr. Azade Kiyanê bikim. Dr. Azade Kiyan, gelek spas ku hûn li gel me ne. Wekî pispor û profesora li Fransayê, hûn rewşa niha ya şerê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de çawa dinirxînin?
Dr. Azade Kiyan: Binêrin, di pileya yekem de, li gorî min ev şer li dijî yasayên navneteweyî ye. Ji ber vê yekê, mixabin wisa diyar dibe ku em di nava daristanekê de dijîn, ku niha ewên desthilatdar in, yanî ew welatên ku xwedî hêz in, êdî bi ti awayî guh nadin yasayên navneteweyî. Binêrin, vê hikûmeta Îslamî bi Amerîkayê re di dan û standinan de bûn. Rast e, serokên Komara Îslamî fêm nekirin ku ew hemû keştiyên şer, balafir û tiştên din ên ku Amerîkayê anîne navçeyê ji bo kîjan karî ne. Li gorî min divê wan qebûl bikira ku li Îranê uranyumê nemeyînin, bi kêmanî hincetê nedin destê Trump. Diva wan qebûl bikira ku li ser mûşekên balîstîk dan û standinanan bikin. Baş e, wan ev kar nekir, yanî fêm nekirin ku ev metirsî çi ye lê belê ev yek li gorî yasayên navneteweyî bi ti awayî rê nade Amerîka û Îsraîlê ku bên û Îranê bombebaran bikin.
Rûdaw: Niha rewş aloztir bûye, çend kesayetiyên siyasî û rêberên Îranê hatin kuştin. Niha we çi senaryo ji bo Îranê daniye? Ma Îran niha dixwaze bi vî awayî bimîne, guhertinê di desthilata xwe de dikin û belkî razî bibin û biçin ser maseya dan û standinan, yan dibêjin ew dê şer bidomînin? Şer dê çi qasî dirêj bike?
Dr. Azade Kiyan: Binêrin, ez dixwazim destpêkê bêjim, ew kesên ku hatine kuştin, heta Ayetulah Xamineyî jî berê bîr li vê yekê kiribû ku dibe ku bê kuştin, ji ber vê yekê hemû desthilatên xwe spartine birêz Elî Larîcanî ku berpirsê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ye. Li aliyekî din, Elî Xamineyî pîr bû, nexweş bû, bi her awayî îhtimala mirina sirûştî gelekî zêde bû. Fermandarên din ên artêşê û yên ku hatine kuştin, ew in ku di meha pûşperê de, piştî ku fermandarên berê ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin, piraniya wan hatibûn ser kar. Evana heta radeyekê van tiştan pêşbînî kiribûn. Li gorî min hîn jî rejîma Komara Îslamî bi qasî pêwîst mûşekên balîstîk û mûşekên din ên di destê wê de hene û dronan çêdikin, ji bo ku bikarin hîn çend hefteyan li hemberî vê yekê parastinê bikin. Li aliyekî din, hûn dibînin ku şer berfireh dikin, yanî dibêjin "Baş e, hûn êriş dikin ser me, em jî êriş dikin ser baregehên we yên leşkerî yên li herêmê" û armanca wan ew e ku çend leşkerên Amerîkî yên zêdetir bikujin da ku Trump neçar bimîne dawî li şer bîne. Ez wisa difikirim yek ji sedeman ev e.
Bi her awayî, mixabin di vê navberê de xelkê sivîl li Îranê û li welatên navçeyê tên kuştin û Komara Îslamî dixwaze bi her awayî li ser kar bimîne, yanî desthilatê ji dest nadin. Binêrin, hikûmeta Îslamî hikûmetek e ku di vê meha Kanûna Paşîn de bi hezaran xelkê xwe yên bêparastin li nav kuçe û kolanan ku xweşand dikirin, ji nav birin. Niha binêrin, ev rejîm amade nîne li hemberî mûşekên Îsraîl û Amerîkayê serî bitewîne û ji bo wê ne girîng e ku Îran wêran bibe û xelkê Îranê bê kuştin. Ew bi mixabinî şer berdewam dikin.
Ez pir xemgîn im ku Ewropa li şûna ku navendîtiyê bike û daxwaza bidawîkirina şer, niha bi xwe ragihandiye ku dixwaze bi cureyekê bê nav şer û ev ji bo min gelek xemgîn û metirsîdar e. Ji ber ku ez pir bawerî bi wan nirxan tînim ku Ewropa xwe bi wan ve girêdayî dizane, ez bi xwe bawerî bi wan tînim û wisa difikirim ku di aliyê navneteweyî de divê em her tiştî bikin ji bo ku ev şer bi dawî bibe. Rejîma Komara Îslamî rejîmek e ku ji aliyê xelkê xwe ve hatiye redkirin û xelk daxwaza derbaskirina Komara Îslamî û gihîştina bi sîstemeke demokratîk dike lê ev divê ji aliyê xweya xelkê Îranê, hemû neteweyên Îranê ve pêk were, bi hev re kom bibin û vî karî bikin. Tişta ku min got ev e ku demokrasî bi rêya bombeyan nayê avakirin û dibe ku welat ji ya berê bêtir bibe nav aloziyan.
Rûdaw: Heger em behsa paşeroja vê rejîmî jî bikin, piştî şer, piraniya mixalefetê mafên pêkhateyan nadin. Mafê pêkhateyan çi lê tê? Heger em bibêjin bi hêz û şiyana hemû aliyan guhertin di hikûmdariya Îranê de were kirin, hûn pêşbîniya çawa dikin?
Dr. Azade Kiyan: Em niha di qonaxeke dîrokî ya pir metirsîdar de ne, yanî divê opozîsyon zûtir kom bibe. Komên cuda yên opozîsyonê, wekî ku me got, ew kesên ku Kurd in, yanî partiyên siyasî yên Kurdan, partiyên siyasî yên Belûç, Tirkmen, Tirk û Fars, divê ew kom bibin û bikarin li ser bingeha kêmtirîn daxwazên xwe bernameyekê ji bo wê veguhestinê deynin, veguhestineke aştiyane ji Komara Îslamî ber bi rewşeke ku di wê demê de xelkê Îranê bikare bi rêya demokratîk bi dengdanê paşeroja xwe diyar bike. Baş e, heger ev kar neyê kirin, li gorî min em nikarin daxwaz bikin, yan heta em nikarin li bendê bin ku Îran bigihêje paşerojeke geştir. Heger ev kar neyê kirin, mixabin em dê ji bo hevdîtinê nêzîk nabin.
Bi mixabinî, hûn dibînin beşek ji mixalefetê hîn ne amade ne ku bên cem komên neteweyî û zû tawana cudaxwaziyê didin ser wan. Di demekê de ku ew bi xwe, ji bo nimûne Kurd, rêxistinên Kurdan eşkere kirine ku ew cudaxwaz nînin, ew daxwaza Îraneke demokratîk dikin û divê di çarçoveya wê Îrana demokratîk de biryar bê dayîn, ka kîjan sîstem şayestetir e, sîstema federalî ye, ez wisa difikirim ku sîstema herêmî (Regionalism) jî dibe, wekî Spanyayê mînak, ji bo ku ew xelkên ku li wan herêman dijîn, li wan beşan dijîn, bikarin ji bo paşeroja xwe biryarê bidin. Yek ji daxwazan, ji bo nimûne, xwendina bi zimanê dayikê ye, yek ji wan ew e ku di aliyê kargêriyê de bikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin, ne ku ji navendê kesek bişînin bo wan.
Ji bo ku em bikarin dawî li wan çewisandinan, li wan cudakariyên ku li dijî xelkê Îranê û bi taybetî li dijî komên neteweyî heye, bînin ku bi ser wan de tên sepandin, ne tenê di bin destê vê hikûmetê de, belkî ji serdema hikûmê Pehlewî ve heta niha û her Îraniyek wekî welatiyek û bi mafên xwe yên wekhev were hejmartin. Ji bo vê, em bi rastî pêwîstiya me bi wê heye ku bi hev re kom bibin û bi rastî hevalbendiyek çêbibe ku niha em bikarin herî kêm bigihêjin paşerojeke ronîtir. Heger ev kar neyê kirin, tew heger bi sedema bombebaranê ev rejîm birûxê jî, em dê çi bi dest bixin? Em dê çi bi dest bixin? Careke din hikûmeteke dîktator yan artêşek tê desthilatê digire li Îranê û dîsa hemû wan xelkên ku me behsa wan kir, dîsa dixe bin çewisandinê.
Rûdaw: Pirsiyara min a dawî ev e: Gelo tu bawer dikî vê carê bi rastî guhertin di hikûmdariya Îranê de tê kirin? Yanî ev hikûmet dê birûxe û yeka din bê ser desthilatê? Tu bawer dikî?
Dr. Azade Kiyan: Min negot zû tê ser desthilatê. Wisa difikirim pêwîstiya wê bi demê heye. Ez bawer nakim hikûmeta Îslamî bi vê zûyî birûxe, ji ber vê yekê derfet ji bo komên opozîsyonê heye bikarin bi lez kom bibin, bernameyekê binivîsin, bernameyeke demokratîk li ser bingeha kêmtirîn daxwazên xwe ji bo paşerojeke ronîtir binivîsin. Êdî ev reîm dê birûxe, zû yan dereng dê birûxe, ne ji ber bombeyan lê ji ber ku piraniya gelê Îranê vê rejîmê naxwaze.