Şandeyeke pispor a Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê (SPC) ya ku ji 85 kesan pêk tê, gihişt herêma Rimêlanê ya li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê).
Alîkarê Birêvebirê Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê Welîd Yûsif ragihand ku wan li gel tîmên herêmî dest bi lêkolînan kiriye da ku plana bipêşketina parzûngehan deynin.
Welîd Yûsif diyar kir ku niha li herêmê derdora 1000 bîrên petrolê dixebitin û ew hewl didin bi rêya çaksaziyan hejmara bîrên çalak zêde bikin.
Alîkarê Birêvebirê Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê (SPC) Welîd Yûsif pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Birêz Welîd, li ser hatina we ya ji bo vê herêmê, armanc çi ye?
Welîd Yûsif: Armanca serdana me di rastiyê de ew e ku niha nêzî 85 karmendên şirketê SPCyê ji hemû beşan li vir in. Di nav wan de alîkarên birêvebirê bicihhêner ji bo beşa lêgerîn û hilberînê, beşa gazê, parzûngehan, veguhastin û depokirin, darayî, kargêrî û ewlehiyê hene. Hemû ev tîm hatine Rimêlanê. Wekî ku berpirsan jî berî niha ragihandiye, niha hevahengî bi wan kesên li vir in re heye.
Tîmên me ji bo danîna plana bipêşketinê û nîqaşkirina wan asteng û pirsgirêkên ku rûbirûyî me dibin dicivin da ku ji aliyê Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê û tîmên ku berê li vir bûn ve çareseriyên guncav werin dîtin.
Rûdaw: Birêz Welîd, gelo ew hejmara ku tê gotin li parêzgeha Hesekê 1500 heta 2000 bîrên petrolê hene, hejmareke rast e?
Welîd Yûsif: Ev hejmar heta radeyekê rast e lê wekî hûn dizanin ji ber wê dorpêça li ser Sûriyeyê û vê herêmê heye, hinek bîr naxebitin û pêdiviya wan bi parçeyên yedek, çaksazî û amûran heye ku li vir peyda nabin. Loma hejmara bîrên çalak kêmtir e ji ya ku tê gotin. Lê niha em li gel tîmên Rimêlan û SPCyê lêkolînê li ser wan bîrên ku rawestiyane dikin da ku planên çaksaziyê ji bo wan deynin.
Rûdaw: Niha nêzî çend bîrên petrolê dixebitin?
Welîd Yûsif: Di niha de li gorî agahiyên min nêzî 1000 bîran dixebitin.
Rûdaw: Pêvajoya çaksazkirina bîran dê çend mehan bikişîne?
Welîd Yûsif: Çaksaziyê ji niha ve û ji wê dema ku em beriya mehekê hatin Rimêlanê dest pê kiriye. Em li gel tîman lêkolînê li ser çaksazî, hilberîn û kolanê dikin. Ev mijar ji bo danîna planan di navbera tîmên SPCyê û tîmên Rimêlanê de tên nîqaşkirin. Em hêvî dikin di mehên pêş de, ku ji salekê derbas nebe, rewş vegere wekî berê.
Rûdaw: Birêz Welîd, li herêmê krîza mazotê çêbûye, gelo para parêzgeha Hesekê hatiye kêmkirin?
Welîd Yûsif: Li gorî agahiyên min, ti biryar ji bo kêmkirina berhemên petrolê û wan madeyên xav ên ku ji bo parzûngehan tên şandin nîne. Biryar wekî xwe ne lê xuya ye ji ber demsala çandiniyê û demsala zivistanê xerckirin pir zêde bûye.
Rûdaw: Pişka parêzgeha Hesekê ji sedî 30 e?
Welîd Yûsif: Ti amar li cem min li ser vê mijarê nînin.
Rûdaw: Pirsgirêka kalîteya mazot û benzînê li vir heye, aya di paşerojê de em dikarin mazot û benzîneke baştir bi dest bixin?
Welîd Yûsif: Me pêşniyara alternatîvan kiriye ji bo anîna berhemên petrolê ji parzûngehên Humis û Banyasê ku niha di qonaxa lêkolînê de ne lê em naxwazin li herêmê pirsgirêk derkevin û em "heraqeyan" (parzûngehên destpêkî) tune bikin, bi taybetî niha ku demsala çandiniyê û dirûnê ye. Lewma lêkolîneke hûr li ser rewşa parzûngehan û guherîna şêwazê karê wan heye.
Rûdaw: Niha behsa bilindbûna bihayê mazotê tê kirin, çima?
Welîd Yûsif: Bi rastî biha û bihakirin ne di çarçoveya karê min de ye lê li gorî agahiyên min niha biryar hene ku biha wekî xwe bimînin, bi taybetî di dema niha de.
Rûdaw: Karmendên Rimêlanê bûn karmendên hikûmetê? Hejmara wan çend e?
Welîd Yûsif: Li gorî biryareke birêvebirê bicihhêner, hemû yên ku li Rimêlanê di hemû beşan de dixebitin, dibin karmendên SPCyê û mîna karmendên parzûngehên din ên Sûriyeyê miamele li gel wan tê kirin. Hejmara wan nêzî 3500-4000an dibe.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, petrola vê herêmê çawa tê veguhastin? Bi tankeran e yan bi rêyên din?
Welîd Yûsif: Di niha de veguhastin bi rêya tankeran ji bo parzûngehan tê kirin lê hewldan hene ji bo çalakkirina ducare ya xeta veguhastina petrolê ya Tel Edesê. Karên çaksaziyê li ser wê xetê didomin da ku di mehek an du mehên pêş de vegere ser kar.
Rûdaw: Rojane çend tankerên petrolê têne veguhastin?
Welîd Yûsif: Rojane nêzî 75 tankerên petrolê ji bo parzûngehan tên veguhastin.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Welîd, wextê te xweş.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse