'Em dixwazin di navbera Wan û Herêma Kurdistanê de pirekê ava bikin'
Li Hewlêrê Pêşangeha 3yemîn aGeştyariyê ya Rojhilata Navîn (METEX 2025) hat lidarxistin.
Ji Herêma Kurdistanê, Îraq, her wiha ji 20 welatî zêdetirî 150 şirket beşdarî pêşangehê bûn.
Şandeya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê (Van TSO) jî beşdarî pêşangehê bû û derfet dît ku dîrok, xweşikahiyên xwezayî û îmkanên veberhênanê yên bajar bide naskirin.
Di çarçoveya pêşangehê de Endamê Lijneya Birêvebir a Odeya Bazirganiyê ya Wanê Reşît Yaren ji Rûdawê re axivî û teqez kir ku Wan, bi qasî bi Îranê re heyî, girêdanên çandî û cografîk ên xurt bi Îraq û bi taybetî Herêma Kurdistanê re jî hene.
Yaren diyar kir ku bi saya zimanê hevpar, bawerî û nêzîkahiyê, tevgera geştyariyê ya ji Herêma Kurdistanê ber bi Wanê ve zêde bûye û got ku geştiyarên ji herêmê tên bi saya hewa hênik, xweşikahiyên xwezayî û avantajên aborî yên Wanê dikarin betlaneyeke bi kêf derbas bikin.
Rûdaw: Wek nûnerên geştyariyê yên Wanê, beşdarbûna vê pêşangehê ji bo we çima girîng e?
Reşît Yaren: Ji me re, çi qas Îran girîng be, Îraq jî ew qas girîng e. Çima girîng e? Em bajarekî ne ku 300 kîlometreyên sînorê me bi Îranê re heye. Di navbera Wan û Îraqê de tenê Colemêrg heye. Em û Colemêrg jî bajarên bira ne. Ji ber vê yekê Îraq ji bo me gelekî girîng e. Her wiha em heman zimanî diaxivin, heman baweriyê parve dikin. Di du salên dawî de wekî Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê, ev cara çarem e ku em tên vir.
Me ji bo nasandina Wanê li vê pêşangehê stand vekir. Me li Keleha Hewlêrê jî standa xwe vekir. Me xwarinên xwemalî yên Wanê, penêrê xwe, xwarinên xwe û nanên xwe parve kirin. Me li meydana Dihokê jî du rojan standek vekir ji bo ku em bajarê xwe bidin naskirin. Ji ber vê yekê ev der ji bo me girîng e. Li Wanê, tîrmehê jî germahî herî zêde digihêje 30 pileyî. Lê li Îraqê, germahî di ser 50 pileyan re diçe. Dema ku Îraqî ji germê direvin û diçin cihekî hênik, dibe ku ev cih Wan be.
Rûdaw: Ji hêla geştyariyê ve hêviyên we ji Herêma Kurdistanê û Hewlêrê çi ne? Potansiyel heye?
Reşît Yaren: Helbet bi sedemên ku çandên me yek in û em heman zimanî bi kar tînin, em difikirin ku li vir potansiyelek heye. Em dixwazin bajarê xwe ji Herêma Kurdistanê dest pê bikin û li seranserê Îraqê bidin naskirin. Em dixwazin vê derê wek pireke jî bi kar bînin. Potansiyela li Kurdistana Îraqê potansiyeleke dewlemend e. Ji ber vê, em dixwazin ku herî kêm di mehên havînê de, dema ku germ digihêje asta herî bilind, xelk ji van deran were bajarê me, hem demeke xweş derbas bike û hem jî eger wan di warê geştiyariyê de mesrefek hebe, wê li bajarê me bikin. Ji ber ku bajarê me bajarekî erzan e. Di gelek waran de, ji xwarinê bigire heta mayînê, erzan e. Gihîştin jî hêsantir e. Tu ji Wanê derdikevî, di 3 saetan de tu digihêjî xalên sînorî yên Serzêrê û Uzumluyê.
Nûjenkirin û modernîzekirina Deriyê Sînorî yê Uzumluyê ji aliyê hem Tirkiyeyê û hem jî Kurdistana Îraqê ve, û demeke herî kurt de vekirina wê li ser esasa 24/7 dê ji bo her du welatan jî gelekî bi feyde be. Dê qezencek dualî çêbibe. Niha sibehê saet 08:00an vedibe, êvarê saet 16:00an digire. Yanî eger hûn êvarê bigihin deriyê sînorî, hûn nikarin derbasî vî alî yan jî wî alî bibin. Ji ber ku mesaî bi dawî dibe. Lê eger ev bibe esasa 24 saetan, dê hat û çûn zêde bibe, û hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê tên Kurdistanê jî dê zêde bibe.
Rûdaw: Hûn beşdarbûna pêşangehê çawa dibînin? Beşdarvan eleqeyê nîşan didin? Hûn çi pêşkêş dikin? Hûn Wanê çawa didin naskirin?
Reşît Yaren: Min pêşangeh baş dît. Pêşangeheke serkeftî bû. Ji doh ve em li vir in. Eleqeyeke pir zêde li standa me heye. Ev jî me gelekî kêfxweş û dilşad dike, hêviyê dide me. Ji ber vê yekê em dixwazin beşdarî pêşangehên din ên cuda jî bibin. Spas ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ku hat stenda me ziyaret kir. Vê yekê em kêfxweş û dilşad kirin. Paşê Wezîr Aydin Marûf û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî standa me ziyaret kir. Her wiha Konsulxaneya Tirkiyeyê û tîma wê jî ji bo ziyaretê hatin stenda me. Ev eleqeya li vir me kêfxweş dike, heyecanê dide me û teşwîqê dide me. Ev nîşan dide ku me tiştekî rast kiriye. Nîşan dide ku em li ser rêya rast in. Ji ber vê yekê Îraq ji bo me girîng e, bi qîmet e, em girîngiyê didinê. Em girîngiyê didin Herêma Kurdistana Îraqê. Ji ber vê jî em li vir in.
Rûdaw: Di vê demê de rewşa sektora geştiyariyê ya Wanê di nav Tirkiyeyê de li kîjan astê ye?
Reşît Yaren: Ez difikirim ku ji hêla geştiyariyê ve em li Wanê di cihekî baş de ne, helbet eger em bajarên keviyên behrê derxin. Salane em ji nêzîkî 800 hezar geştiyarên Îranî re mêhvandariyê dikin. Di dawiya sala 2024an de me ji nêzîkî 800 hezar mêhvanên Îranî re mêhvandarî kir. Bi gelemperî jî me potansiyela geştiyariyê ya zêdetirî milyonekê mêhvandariyê kiriye. Em dixwazin vê yekê zêdetir bikin, ji ber vê jî em li vir in. Ji ber ku ev potansiyela me heye, geştiyar tên. Niha li bajarê me otelên pênc stêrk hene. Her roj otelên bi kalîteyeke bilindtir tên vekirin. Bi navê Hilton Spek yekem hotela wê li Tirkiyeyê me li Wanê vekir. Ji ber vê yekê eger em vê potansiyelê nebînin, veberhênerên me veberhênaneke wiha nakin. Wan ji bo geştiyariyê bajarekî balkêş e.
Rûdaw: Li cihên geştiyariyê yên Wanê, gelo girîngî bi zimanê dayikê, bi Kurdî tê dayîn?
Reşît Yaren: Îro li Tirkiyeyê kanalek dewletê ya weşana Kurdî heye. TRT Kurdî. Ji ber vê yekê ti astengî li pêşiya axaftina Kurdî tune. Her kes dikare gelekî bi rehetî bi Kurdî biaxive. Em jî bi Kurdî diaxivin lê belkî ji ber cudahiya zaraveyê li vir em nikarin bi rehetî biaxivin. Dema ku geştiyar zêde bibin, li kêleka nivîsên bi Farisî, dê Kurdiya wan jî were nivîsandin da ku kesên ji Herêma Kurdistana Îraqê tên jî bikaribin fêm bikin. Li vir astengek tune. Ti astengî li pêşiya navên Kurdî tune. Bi taybetî çend mehên dawî li welatê me tiştên gelekî xweş çêdibin. Heyameke biratiyê heye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku her kesê ji Kurdistana Îraqê tê, dê li Wanê wek li mala xwe be û dê rehetiyê bibîne.
Rûdaw: Rewşa aborî ya Wanê çawa ye, qebareya bazirganiyê çi qas e?
Reşît Yaren: Wan her roj di warê aborî de ber bi pêş ve diçe. Mînak, beriya 5 salan dema ku karxaneyên tekstîlê hatin avakirin, hejmara kesên xebatkar li dora hezaran bû. Niha di ser 9 hezaran re çûye. Ev jî nîşaneke pêşveçûna bajarê me ye. Di warê geştiyariyê de jî em her sal li ser ya berê zêde dikin. Di warê xwedîkirina sewalan de jî em bi pêş dikevin.
Beriya 15-20 salan me ji sedî 98ê sebzeyên ter ji derve dihanî, lê niha ev rêje daketiye ji sedî 80. Ji ber vê yekê em di warê çandiniyê de jî bajarê xwe bi lez xistine. Ji ber vê sedemê bazirganiya me jî dê her roj bigihêje cihên baştir.
Rûdaw: Em hinekî jî behsa Wanê bikin. We hin berhem jî anîne vir. Hûn dikarin çi bibêjin? Divê geştyarek ji bo çi ji vir were Wanê?
Reşît Yaren: Çima Îraqiyek divê were Wanê? Çima kesek ji Kurdistanê were Wanê? Bilindahiya Wanê ji behrê 2800 û hin metre ye û herêmeke bi oksîjena zêde ye. Li Wanê kelehên dîrokî hene, mizgeft hene, şelale hene, çavkaniyên avê yên xweşik hene. Behra Wanê, ku em jê re "Deryaya Wanê" dibêjin, 430 kîlometre derdor heye. Ji hêla cografîk ve Wan bi qasî 21.000 kîlometre çargoşe rûber heye ku bajarekî mezin e. Ji ber vê yekê dema ku mirov were Wanê, gelek cihên dîrokî û çandî hene ku dikarin bên gerîn.
Helbet li gel van, Tasbitûna Wanê jî heye. 21 cure taşbîtûna me hene. Yek ji beşên girîng ên taşbîtûnê, penêrê giyayan e. Di hundirê penêrê me de giyayên endemîk û şîfader hene ku li zozanan, li çiyayên paqij ku destên mirovan li wan neketine tên berhevkirin. Ev in kurat, mendê, siyabo. Bi vî rengî çend giyayên din jî hene ku em dikarin bijmêrin.
Em van di cêrên axê de dikin û di nav axê de vedişêrin, 3-4 mehan di bin axê de dimînin û dema derdikeve, penêrekî bi vî rengî bi tam derdikeve holê. Dîsa xwarinên Wanê û mitbexê wê dewlemend in. Dewlemendiya çandî heye. Havînê dema kesek ji Îraqê were Wanê, wê weke ku hatibe zozan. Ji bo vê dibêjin werin Wanê bibînin û kêfê bistînin. Gotineke me jî heye dibêje: "Li dinyayê Wan, li axretê îman."