Serokkomarê berê yê Awisturyayê: Kurd heq dikin ku bibin xwedî dewlet

Serokkomarê berê yê Awisturyayê Heinz Fischer, biryara wergirtina 96 Kurdan a sala 1974an wekî "biryareke zêrîn" pênase kir û got, “Kurd heq dikin ku bibin xwedî dewlet” û wiha axivî:

“Li Rojhilata Navîn gelek dewlet hene, çima ji bo Kurdan nebe? Bersiv ev e, divê gelê Kurd jî karibe xwe rêk bixe, dewletekê ava bike û li gorî rêzikên xwe bijî. Ez vê yekê ji bo hevalên xwe yên li Kurdistanê dixwazim.”

Fischer destxweşî li Siyasporaya Kurdan a li Awisturyayê kir ku bi awayekî serkeftî tev li civaka Awisturyayê bûne û bûne cihê şanaziyê.

6ê Gulana 2026an li Viyanayê salvegera 50î ya gihîştina pêla ewil a penaberên Kurd a Awisturyayê hat pîrozkirin.

Merasîm ji aliyê nûnertiya Hikûmetê Herêma Kurdistanê ya li Awisturyayê ve hat sazkirin û nêzîkî 150 mêvanan beşdar bûn.

Serokkomarê berê yê Awisturyayê Heinz Fischerê ku dostekî kevnar ê gelê Kurd e, di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de behsa pêwendiyên dîrokî yên Viyana û gelê Kurd kir.

Fischer di vê hevpeyvînê de piştgiriya xwe ji bo mafê çarenivîsa Kurdan anî zimên û ragihand:

"Mafê Kurdan jî heye ku wekî her neteweyeke din di nav qewareyeke dewletî de bi azadî bijîn.”

Wî her wiha destnîşan kir ku aramî û dadperweriya ji bo Kurdan, dê ji bo tevahiya herêmê bibe sedema aştiyê.

Heinz Fischer hêvî kir ku Serok Mesûd Barzanî îsal here Viyanayê û got: "Em dê careke din bi hev re rûnin û li ser rewşa Kurdan, Awisturyayê û Ewropayê biaxivin."

Rûdaw: We di rewşeke gelekî dijwar de 96 Kurd anîn Awisturyayê. Ew niha li Awisturyayê û li Kurdistanê jî bûne kesên serkeftî. Hesta we di vê derbarê de çi ye?

Heinz Fischer: Ez vê êvarê gelekî dilxweş bûm. Ez tenê dikarim pîrozbahiyê li revenda Kurdan a li Awisturyayê bikim çimkî îro gelek tiştên erênî hatin gotin û ew bûyerên ku 50 sal di ser wan re derbas bûne, bi awayekî zindî hatin pêşkêşkirin. Her wiha eşkere bû ku biryara Viyanayê ya ji bo qebûlkirina Kurdan wekî penaber, nehatiye jibîrkirin. Hemû kesên temenmezin vê yekê bi bîr tînin. Ez jî şanaz im ku wê demê Awisturyayê biryareke wiha da. Di wê serdemê de ez hevkarekî nêzîk ê Bruno Kreisky bûm û di parlamentoyê de çalak bûm. Ew biryareke zêrîn bû.

Rûdaw: Hinek ji wan Kurdên ku hatin Awisturyayê, di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûn wezîr û berpirs. Tu paşeroja Herêma Kurdistanê çawa dibînî?

Heinz Fischer: Ez heta ji destê min tê bi rêya medya, rojname, televîzyon û her wiha raporên balyozan dişopînim. Rewş hîn jî gelekî giran e. Bi taybetî di van mehên dawî de, li herêmê û li Îranê û cihên din şer û pevçûnên leşkerî rû didin, bêpêbaweriyeke mezin heye.

Lê Kurdên li Awisturyayê di nav aramiyê de dijîn. Ew li vir tev li civakê bûne û di karên girîng de dixebitin. Ji bo wan Kurdên ku hîn li Tirkiyeyê, Îranê, Sûriyeyê û cihên din dijîn, ez tenê dikarim hêvî bikim ku karibin bi awayekî aştiyane jiyana xwe didomînin. Her wiha ew daxwaza wan a ku rojekê bi hev re di nav qewareyeke dewletî de bijîn, pêk were. Ne sibe û ne du sibe lê di demekê de ku eqil û zanyarî serdest be.

Rûdaw: Tu dostê Serok Mesûd Barzanî yî, çi peyama te ji bo Serok Mesûd Barzanî heye?

Heinz Fischer: Ez hêvî dikim tenduristiya wî baş be û bi silametî bimîne. Hêvîdar im sala 2026an careke din were Viyanayê. Wê demê em dê dîsa bi hev re rûnin û li ser rewşa Kurdan, Awisturyayê û Ewropayê biaxivin. Ez dê gelekî dilxweş bibim ku ew her tim bi nêrîneke erênî li Awisturyayê binêre.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê bûye herêmeke bipêşketî lê aliyên siyasî li wir di nav nakokiyan de ne. Wekî dostekî Kurdan, çi pêşniyara te ji bo wan heye?

Heinz Fischer: Tecrubeyeke kevn a siyasî ye ku di dawiyê de her gelek tenê bi xwe dikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Ango divê Kurd bi xwe li dû çareseriyê bigerin û wê bibînin lê tiştê ku ez hêviya wê dikim ew e ku hikûmetên din, neteweyên din û hêzên çekdar ên din, li hemberî Kurdan bi aqilane û dadperwerane tevbigerin.

Mafên mirovan ji bo hemû mirovan in, ev ji bo Kurdan jî rast e. Mafê Kurdan jî heye ku di nav civakeke dewletî de bi azadî û serbixwe û li gorî rêzikên xwe bijîn. Ez hêvî dikim ku ev yek pêk were û dê di berjewendiya hemû aliyan de be. Ev yek ne tenê alîkariya Kurdan dike û aştiyê tîne lê eger ji bo gelê Kurd wekî dewlet qadeke dadperwerane û xweser hebe, dê ji bo Îranê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û welatên din jî bi feyde be.

Rûdaw: Kurdên li Rojavayê Kurdistanê di destpêka îsal de rastî zordariyeke zêde hatin. Divê Ewropa ji bo parastina azadiya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê çi bike?

Heinz Fischer: Belê, bê guman ev pirseke gelekî zehmet e çimkî bandora Ewropayê li ser wan welatên ku Kurd dikarin wekî nîştimanê xwe bibînin yan bi aramî tê de bijîn, kêm e. Ji ber ku berjewendiyên wan ên taybet hene. Dibe ku Ewropa karibe ji aliyê aborî ve bi bandor be lê nikare ji aliyê leşkerî ve vê yekê bike.

Ji ber vê yekê divê ev pirsgirêk bi awayekî aştiyane were çareserkirin. Eger paşê qewareyeke Kurdan a nû ava bibe û pêdiviya wê bi alîkariya Ewropayê hebe, bê guman Ewropa dê ji bo vê yekê amade be. Lê ji bo gihîştina wê qonaxê û avakirina dewletê, ew bandora ku Ewropa dikare bike sînordar e. Ew jî bi niyeteke baş, bi piştgiriyeke dadperwerane û bi amajekirina li ser yasayên navneteweyî û mafê çarenivîsê dibe. Lê nabe mirov bandora Ewropayê ya ji bo guherîna dewletî pir mezin bibîne, dîtina min bi vî awayî ye.

Rûdaw: Gelo li pêşiya her çar parçeyên Kurdistanê paşerojeke geş heye an rojinên zehmet?

Heinz Fischer: Ez fêr bûm ku di siyasetê de maf û erkê mirov heye ku geşbîn be. Eger ez ji destpêkê ve reşbîn bim û baweriya min bi tiştekî nebe, ew tişt pêk nayê. Ez di wê baweriyê de me ku mirov bi geşbîniyeke realîst li bipêşketina zêdetir a Kurdan binêre. Gelê Kurd heq dike ku di dawiyê de bigihe wî armancê ku dewletên din ên herêmê gihîştine.

Li Rojhilata Navîn gelek dewlet hene, çima ji bo Kurdan nebe? Bersiv ev e, divê gelê Kurd jî karibe xwe rêk bixe, dewletekê ava bike û li gorî rêzikên xwe bijî. Ez vê yekê ji bo hevalên xwe yên li Kurdistanê dixwazim.

Rûdaw: Gelekî spas Dr. Heinz Fischer ji bo wextê te û ji bo vê hevpeyvînê.

Heinz Fischer: Gelekî spas.