Serokê Encûmena Asayîşê: Em bi dîtina nûnerên Kurdan keyfxweş dibin
New York (Rûdaw) – Olof Skoog niha tenê ne balyozê Swêdê yê Neteweyên Yekbûyî ye, ew serokê vê gera Encûmena Asayîşa Navdewletî ye, ku ev cara duyemîn e vê postê werdigre.
Skoog di vê hevpeyvînê de bersiv da pirsên Rûdawê. Di demekê de ku li seranserê cîhanê gelek qeyranên neçareserkirî hene, ku yek ji wan jî ya Sûriyê ye û encûmen jî nikare çareseriyekê peyda bike. Rûdawê ji Skoog pirs kirk a gelo di rewşeke wiha de ti giringiyeke Encûnema Asayîşa Navdewletî maye?
Encûmena Asayîşa Navdewletî di meseleya Sûriye û yên din de şkest û nekarî çareseriyeke mayînde peyda bike. Vê yekê jî gumaneke zêde xiste ser encûmenê. Gelo di astan navdewletî de êdî ti giringiyeke vê encûmenê maye?
Di vê derbarê de gelek pirs tên kirin; gelo kêmasî ya Neteweyên Yekbûyî ye? Yan ji ber rewşa Sûriyê ye? Bi nêrîna min ji ber van herdu sedeman e. Herwiha ev rastî jî heye ku ji ber mafê vetokirinê ya hindek welatan, ji Encûmena Asayîşê re astengî çêdibin. Eger di navbera du endamên encûmenê yên xwedî mafê vetoyê ne nakokî hebin, wê gavê bi otomatîkî encûmen ji hev dikeve, bêbandor dibe. Lê divê em vê yekê jî mikur werin ku rewşa Sûriyê ji hedê xwe zêdetir aloz e. Ezmûnên berê jî nahêlin li dijî Sûriyê rêbazên leşkerî werin bikaranîn. Ezmûna Lîbyayê heye, ku hêzên derve desthilata wî welatî hilweşandin lê ti planek nebû ji bo qonaxa pişt. Niha jî hinek welat baca wê yekê didin. Bikaranîna hêza leşkerî mijareke pir aloz e. Ev bijarde li pêşiya Encûmena Asayîşê heye lê bikaranîna wê pir zehmet e.
Niha tê gotin rola Encûmena Asayîşê di asta nevdewletî de hatiye mezinkirin û ji qebareya xwe zêdetir tê mezinkirin. Cenabê te jî vê nêrînê rast dibîne?
Na, bawer nakim ku rola Encûmena Asayîşê ji hedê xwe zêdetir hatibe mezinkirin. Derbarê sînor û egerên li pêşiya me di nava Encûmena Asayîşê de hertim guftûgo heye lê divê pira vê yekê jî bikin ka gelo berdêl çi ye? Eger Encûmena Asayîşê neba û Neteweyên Yekbûyî neba berdêl çi dibû? Niha di navbera wan welatan de bi berdewamî gotfûgo heye ku hertim ne hemnêrîn in û hinek ji wan bi hev re di nav şer de ne. Ew welat li vir kom dibin û di navbera wan de navbeynkarî tê kirin. Di rojek û du rojan de encam nayên bidestxistin. Weke mîna Koreya Bakur, Encûmena Asayîşê hevdeng bû ku guvaşan bixin ser Koreya Bakur, ku biryarnameyên encûmenê binpê dikir, mûşek diceriband û bernameya xwe ya etomî pêşve dibir. Encûmena Asayîşê dorpêçeke tund xiste ser wî welatî û vê yekê jî guvaşeke mezin li ser Koreya Bakur çêkir. Ji ber van guvaşan razî bû guftûgo bike û rê ji dîplomasiyê re veke. Bi nêrîna min meseleya Koreya Bakur ji bo serkeftinên Encûmena Asayîşê dikare wek mînak bê dîtin.
Serkeftina di meseleya Koreya Bakur de bêyî hemahengiya Amerîka û Rûsyayê nedibû. Herwiha rola Çînê jî giring bû. Bêyî hemahengiyên wiha encûmen nikare bilive lê niha hemahengiya di navbera wan welatan de pir kêm e…
Belê, hemahengî kêmtir bûye. Swêd ji sala 2017ê ve endamê Encûmena Asayîşa Navdewletî ye. Di vê heyamê de gelek caran di navbera endaman de gengeşe çêbûye û gotinên nexweş ji hev re gotine û li hember hev bêrêzî kirine. Hertim min li hember vê nêzîkbûnê helwesteke nerênî wergirtiye. Ji ber ku ev nêzîbûn rêzdariya encûmenê kêm dikin. Divê em hişyar bin û Encûmena Asayîşê wisa bikar bînin ku berhemdar be û ne tenê kursiyeke nûnertiya welatan be. Ez gelek caran vê yekê tînim ziman û hevalên min ên encûmenê jî êdî ji ber van gotinên min westiyane. Ji ber ku ez gelek caran vê dibêjim û tînim bîra wan. Me her 15 balyozên encûmenê û li gel serokê encûmenê meha Nîsanê birine Swêdê û çûne navçeyekê dûr. Tenê ji bo wê yekê bû ku em bikarin bi hev re dem derbas bikin, li ser öçawaniya bi hev re karkirinê bişêwirin û armancên xwe yên hevbeş bizanin, bendewariyên xelkê û Neteweyên Yekbûyî li ber çav bigrin.
Balyozê Rûsyayê ji me re ragihand, ku peywendiyên Rûsya û Amerîkayê ji yên serdema şerê sar xiraptir in. Tu van şiroveyên Balyozê Rûs rast dibîni?
Nexêr ez tevlî van gotinan nabim. Bêguman gilî hene ku peywendiyên Rûsya û Amerîkayê li ser asta bilind ne germ in, ku bi nêrîna min Rûsya dixwaze başti be. Dibe mebesta axaftina wî jî ev be. Pêşvebirina peywendiyên wan welatan dê sûdê bigihîne aştiya cîhanê. Lê wek Balyozê Swêdê dixwazim eşkere bikim ku Rûsya hinek prensîban cîbicî nake. Em nikarin tenê ji bo razîkirina Rûsyayê dest ji van prensîban berdin. Me li ser hinek bûyerên li Sûriyê gelek rexne li Rûsyayê kirine. Rûsya piştgiriya hikûmetekî dike ku wê hikûmetê yasayên navdewletî û mafên mirovan binpê kiriye. Li Ukrayna û Ewropa bib berdewamî yasayan binpê dike. Lê ji ber sûda hinek dosyayên din, başbûna peywendiyên Amerîka û Rûsyayê giring in.
Rûsya niha ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê li Soçî konferansan saz dike. Ew rola Rûsya dilîze ne Encûmena Asayîşê, ne hêzên rojava, ne emdamên din ên civaka navdewletî û heta ne xelkê Sûriyê nalîze. Li hember vê yekê ti berdêleke we heye?
Bi nêrîna min piştî ku Encûmena Asayîşê derbarê Sûriyê de biryarnameya jimare 2254 derxist, hinek guhertinên meydanî çêbûn. Tirsa hinek ji me ew e ku niha hikûmeta Sûriyê di mehdana şer de serkeftîtir e. Lewma kêmtir xwe nêzîkî danûstaninên siyasî dike. Bêguman mesele tenê ne hikûmeta Sûriyê ye, pÊwîste komîteyekê destûrê hebe ji bo opozîsyon û Neteweyên Yekbûyî têde rol bilîzin. Herwiha em nikarin li hember tiştên li Sûriyê diqewimin çavên xwe bigrin. Encûmena Asayîşê di vê mehê de çend destpêşxerî ragihand ji bo ku herî kêm bikare beşek ji nîştecihên Sûriyê ji şer biparêze. Me biryarnameyek jî amade kiriye da ku gavan bavêjin.
Di destpêka qeyrana Sûriyê de Amerîka û welatên Ewropayê xwedî helwesteke zelal bûn û piştgirî didan xelkê Sûriyê. Niha hikûmeta Sûriyê piraniya axa Sûriyê kontrol dike. Gelo em dikarin bêjin Amerîka û welatên Ewropayê destê xwe ji Sûriyê şûştine û xewna guhertina Sûriyê bidawî bû?
Na, bawer nakim bidawî bibe. Bêguman bêhêvîbûn heye derbarê bûyerên meydanî yên li Sûriyê. Lê biryarnameyên Encûmena Asayîşê hene ku me divê cîbicî bikin da ku çareseriyeke demokratîk û gelemperî peyda bibe. Di vir de rola Esed dê çi be, ew mijara nîqaşê ye. Derbarê vê yekê de biryarname bi temamî nezelal in. Me divê hilbijartineke azad û dadperwer were kirin û hemû kesên Sûriye bicîh hiştine bikarin deng bidin. Eger hilbijartineke wiha were kirin bi nêrîna min zehmet e serokê niha yê Sûriyê li ser desthilatê bimîne.
Berê leşkerên Rûs tenê li Tertûsê bûn lê niha li gelek navçeyan bicîh bûne û sîstema mûşekan danîne. Rûsya nina pêgeha xwe ya li Derya Spî bihêz dike, ku ev derya wek baxçeya pişt mala Ewropayê ye. Çima welatên Ewropayê tirsa xwe û nîgeraniya xwe li hember vê yekê vedişêrin?
Ez nabêjim em nenîgeran in. Wek min got, em li hember bûyerên li Sûriyê gelek bêhêvî bûne. Xwepêşandanên berî yên sirûştî û aştiyane yên li dijî rejîma dîktatorî ya Sûriyê guherîn. Guhertinên meydanî jî me neçar dike em rastiyan qebûl bikin. Lê me dest ji xewna “Sûriyeyeke demokratîk” bernedaye. Pêwîst e Rûsya jî ji bo vê kar bike. Bila rastgo bim, welatên Yekîtiya Ewropayê ku piraniya wan endamê Encûmena Asayîşê ne, di hewldanên xwe yên siyasî de ji bo peydakirina çareseriya siyasî pir çalak in. Eger ew serkeftî bin dê bandora Rûsyayê jî kêmtir be. Dema ji lojîk û mantiqê leşkerî bo lojîka siyasî biguhere wê demê bandora Rûsya û ya derve jî kêmtir dibe.
Li Sûriyê tenê leşkerên Rûsyayê nînin. Leşkerên Tirkiyê jî li Efrînê ne. Her çi qas medya rojava behs nake lê gelek pirsgirêk li Efrînê hene. Hê jî Tirkiye nikare bi temamî seqamgîriya wê herêmê biparêze û bi dehan hezar Kurdên koçber nikarin vegerin malên xwe. Encûmena Asayîşê di vê demê de qet li ser vê yekê çalakî an jî gotûbêjek kiriye?
Derbarê Efrînê de Swêd û çend welatekî din gelek caran nîgeraniyên xwe anîne ziman. Bi awayeke berdewamî me li hember hemû qonaxên vî şerî nerazîbûna xwe derbiriye. Prensîbên me hene, belê mafê rewa yê hemû aliyan e ku parastina xwe bikin li dijî rêxistinên terorîstî. Lê w hewldan divê li gorî yasayên navdewletî be. Nabe ziyanên medenî hebin. Ev prensîb tev de ji ber çend sedeman li Sûriyê hatine binpêkirin.
Tenê rola Kurdan pir biçûk tê dîtin û qet kes guh nade wan. Lê rola wan ji ya hemûyan jî zêdetir e. Gelo guhnedana aliyên bêdewlet bandoreke nerênî li karên Encûmena Asayîşê nekiriye?
Belê ,ez hez dikim li ser wan aliyan biaxivim ku xwedî bandor in û li meydanan jî çalak in. Bêguman em dema dibînin nûnerên Kurd serdana New Yorkê kirine giringiyekî mezin didin wan. Hinek ji wan derbarê rewşa Sûriyê de xwedî agahdariyên rast in. Herwiha me dît ku Kurdên li Sûriye û Iraqê di şerê DAIŞê de roleke mezin lîstin. Her çend tenê nûnerên dewletan li Neteweyên Yekbûyî heye lê divê baştir kar û diyalogê li gel wan pêkhate û saziyên civaka sivîl bike.
Li Iraqê ti bajar û navçeyeke mezin di destê DAIŞê de nemaye lê hê jî tirs heye şer û aloziyekî din li Iraqê serhilde. Nihali Iraqê xwepêşandanên mezin hene, helwesta Encûmena Asayîşa Navdewletî di vê derbarê de çi ye?
Helwesta Swêdê ew e, ku çi ji destê me were em bi riya Neteweyên Yekbûyî bikin. Herwiha wek bi tenê jî bernameyên me yên baş li gel Kurdan û hikûmeta Iraqê hene. niha li Iraqê qonaxa pêkanîna hikûmetê ye û hêvîdar im li hember encamên danûstandian rêz were girtin. Hewldaneke gelemperî hebe, ne ku tayfî û nijadî û hikûmetek be nûnertiya hemû xelkê Iraqê bike. Bi baweriya min ew xwepêşdandan neasayî nînin û acizbûneke mezin a li hember siyasiyan e. Rêjeya beşdarbûna hilbijartinan pir kêm bû ku bi nêrîna min ev yek bêrêziyeke mezin bû li hember desthiladaran. Wate ew e, ku desthiladaran pêwîstiyên xelkê bi rastî dabîn k,nekirine. Dema DAIŞ nemîne dê xelk li hêviya dabînkirina pêwîstiyên rojane, başkirina rewşa aborî û nehiştina gendeliyê bin. Berpirsên baş ew in ku pêwîstiyên bingehîn ên weke av û xwarinê dabîn dikin. Bi nêrîna min ev e pêşbîniya xelkê Iraqê ye ji wan berpirsan ku di van hilbijartinan de dibin desthilat. Hêvîdar im ji bo çareserkirina pirsgirêkan Neteweyên Yekbûyî hevkarî bike.
Meha borî Encûmena Asayîşa Navdewletî di civîneke 15 xulekî de dema karê Misyona Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) dirêj kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne li vê yekê girt. Kurdan dixwest UNAMI di çareserkirina pirsa navçeyên nakok de roleke zêdetir bilîze. Çima we ev pêşniyara Kurdan piştguh xist? Çima di dema dengdana li ser dirêjkirina karê UNAMI de we lez kir?
Dirêjbûn û kurtbûna dema civînan bi giringbûn û negiringbûna mijaran ve girêdayî nîne. Piştî proseyekî dirêj a danûstandin karname tên nûkirin. Pêdaçûn li ser rola UNAMI hate kirin. Tê xwestin bi hûrî çavê me li ser parastina aştî, erk û operasyonên meydanî yên UNAMI be. Bi nêrîna min li Iraqê piştgiriyeke mezin didin UNAMI lê bi giştî 15 endaman li ser karnameyê danûstandin kir. Bawer nakim ti kes hest bike ku meseleya Kerkûkê, pirsgirêka dabeşkirina dahata çavkaniyên Iraqê bi ser hemwelatiyan de wek helwesteke li dijî Kurdan were dîtin. Pêşniyara min ew e ku em li wê rastiyê binerin ku Neteweyên Yekbûyî bi temamî amade ye ji bo çareserkirina nakokiyên Iraqê rol bilîze. Lê eger îradeya siyasiyan li pişt be çareserî zêdetir cihê xwe dibînin û mayînde dibin.
Pirsa dawîn, dixwazim pirsekî derbarê Îran û rêkeftina etomî bikim. Amerîka xwe ji rêkeftinê vekişand û sizayên giran jî danîne ser Îranê. Bi nêrîna te dawiya vê lîstokê dê çawa be?
Ez bawer nakim di demeke nêzîk de bidawî bibe. Bi nêrîna min hemû serkirdeyên Rojhilata Navîn li serkirdeyên din ên cîhanê binêrin û j wan fêrî waneyan bin. Divê serkirde vê hizrê bikin ka gelo ya baş ew e li gel cîranan bikevin nav milmilane û pozberiyê yan li pey çareseriyeke aştiyane bigerin? Eger Îsraîl li gel filistiniyan di nava aştiyê de bad ê di nav pêgeheke pir baştir de ba. Erebîstana Siûdî û Îranê eger dewsa alozî û gengeşiyê tenê li ser egerên hemahengiyê hizir bikirana dê xwedî pêgeheke başti bibana. Derbarê pirsa te ya li ser Amerîkayê jî pêwîste em wek Ereopa zêdetir wan han bidin bo hemahengiyê û pêwîste em zêdetir rê nedin dabeşbûn û jihev dûrketinê. Me piştgiriyeke mezin dida rêkeftina etomî ya li gel Îranê, ji ber ku bernameya etomî dixiste bin çavdêriyê. Em niha dizanin ka li ku ne, ji ber ku çavdêriyeke hûr û bi bandor heye. Ev îmtiyazê rêkeftinê ye lê nayê wê wateyê ku em bi temamî razî ne ji wê tişta li Îranê çêdibe.