Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî: Ez ji Kurdistanê hez dikim

Di demekê de ku erka nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya Îraqê (UNAMI) di dawiya vê salê de bi dawî dibe, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê radigihîne ku destkefta wan a herî girîng dabînkirina piştevaniya teknîkî bû ji bo hilbijartinên Îraqê û Herêma Kurdistanê û dibêje: "Niha Îraq ji bo hilbijartinan bûye mînak û modelek."

Dr. Mihemed Hesen, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Îraqê roja 02.12.2025 di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê li New Yorkê, behsa destkeftên UNAMI, sedema vekişîna nûnertiya wan li Îraqê, êrişên li ser sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê, pirsa koçberan û çarenivîsa zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî yên ku li kampan dijîn, her wiha pêkhatina hikûmeta nû ya Îraqê û Herêma Kurdistanê dike û radigihîne ku mezintirîn astengiya li pêşiya Îraqê, têkiliya navbera qewareyên siyasî ye.

Hevpeyvîna bi Dr. Mihemed Hesen re wisa ye:

Rûdaw: D. Mihemed Hesen, gelekî spas ji bo vê derfeta ku te da Rûdawê. Di demekê de ku erka UNAMI di dawiya vê salê de ber bi dawîbûnê ve diçe, li gorî nêrîna we, destkefta herî girîng a nûnertiya UNAMI li Îraqê çi bû?

Mihemed Hesen: Gelekî spas ji bo mêvandariya we. UNAMI xwedî destkeftên zêde bû lê ew destkeft bêyî qurbanîdan û karkirina gelê Îraqê û serkirdeyên Îraqê li seranserê welêt bi dest nedihatin. Bi awayekî eşkere bêjim, destkefta herî girîng ew bû ku me karî piştevaniya teknîkî ji bo hilbijartinan dabîn bikin, çi li Herêma Kurdistanê û çi jî di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de. Niha Îraq bûye mînak û modelek ji bo hilbijartinan. Pêvajo bi awayekî herikbar û bêyî ti pirsgirêkan birêve çû. Her wiha me karî ligel Îraqiyan kar bikin ji bo vegerandina Îraqiyan ji kampên Hol û Rojê kar bikin. Tiştekî din jî, me karî Îraqê di navçeyeke aram de bihêlin û ji wan nakokî û guhertinên ku li Sûriyeyê rû dan, dûr bixin, her wiha ji nakokiya navbera Îran û Îsraîl û Dewletên Yekbûyî, ew şerê ku wekî şerê 12 rojan tê naskirin.

Rûdaw: Di gotara xwe ya li Encûmena Ewlekariyê de, te amaje bi wê kir ku Îraq hîn jî rûbirûyê çendîn astengiyên mezin dibe. Gelo ne zû ye ku UNAMI Îraqê bi cih bihêle di demekê de ku welat xwedî komek pirsgirêkan e?

Mihemed Hesen: Tu dizanî kî biryarê li ser vê yekê dide? Ne Neteweyên Yekbûyî ye. Ew gelê Îraqê û serkirdayetiya Îraqê ne, dema ku wan bawerî bi wê yekê anîn ku dem hatiye karûbaran bigirin dest, gotin ew dixwazin ev erk, wate erka siyasî, bi dawî bibe lê ev nayê wê wateyê ku Neteweyên Yekbûyî dest ji Îraqê berdide. Nexêr bi kêmî 27 heta 28 ajansên pispor li Îraqê kar dikin.

Rûdaw: Di dema borî de me dît êrişeke mezin ji aliyê grûpên çekdar ve li ser parzûngeheke mezin a gazê û zeviya gazê li Herêma Kurdistanê hate kirin ku ji ber wê nêzîkî ji sedî 80ê elektrîka herêmê hate birîn. Herêma Kurdistanê ji ber wê yekê tarî bû. Mebesta min ew e, ev gefeke mezin e ku Îraq bi berdewamî rûbirûyê wê dibe, nizanim çima di vê demê de Îraq dixwaze UNAMI welêt bi cih bihêle?

Mihemed Hesen: Baş e, astengî û pirsgirêk her rû didin lê serkirde çawa dan û standinê pê re dikin? Nûçeya xweş ew e ku di nava çend rojên kêm de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîbû elektrîkê vegerîne ku ev jî lezeke zêde ye wekî leza ronahiyê, bi taybetî eger em ziyanên ku gihîştibûn binesaziya zeviyê li ber çav bigirin. Her wiha Hikûmeta Îraqê ne berpirs e ji vê êrişê. Ev gelekî girîng e. Hikûmeta Îraqê soz daye ku lêkolîneke gelek vekirî û zelal di vê derbarê de bike û encamder û berpirsên wê karê jî ceza bike.

Rûdaw: Dr. Hesen gelek kes li Kurdistanê hest dikin ku Hikûmeta Îraqê berpirs e, ji ber ku gelek ji van kesan li ser lîsteya mûçeyê hikûmetê ne. Em bi temamî nizanin kê ew kar kiriye lê gumaneke gelek bihêz heye kê li pişt vê yekê ye; ew grûpên çekdar ên ku Îran piştevaniya wan dike, ev ew e ku hemû gumanan jê dikin?

Mihemed Hesen: Ez dîplomat im, ez li pey gumanan naçim, ez pişta xwe didim rastiyan. Ez wisa difikirim ku serkirdayetî li Îraqê bi giştî û li Herêma Kurdistanê jî, dixwazin rastiyan zelal bikin. Hikûmeta Serokwezîr Sûdanî amaje bi wê kiriye ku dê rastiyan îsbat bikin û di wî warî de Wezîrê Karên Navxwe Ebdulemîr Şemerî şandin Herêma Kurdistanê û ji bo wê navçeyê ji bo dîtina dezgehan û amadekirina raporeke bawerpêkirî. Şîreta min ev e: Pêşwext hukim li ser hikûmetê nedin.

Rûdaw: Tu wisa difikirî ku xelkê Îraqê nizanin kê ev kiriye? Gotinek di nav xelkê Îraqê û di nav Kurdan de heye dibêje: Dema naxwazî pirsgirêkekê çareser bikî, lîjneyekê jê re durist dikî. Çima wekî tawaneke asayî dan û standin pê re nayê kirin?

Mihemed Hesen: Nexêr, ez tiştekî ji te re bêjim, di siyasetê de, nabe biryarên me li ser bingeha "dibe ku" an hîpotez an belgeyên neyekalîker bin, ew karesat e. Lewma ez wisa difikirim ku ew rêkara ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve hatiye xwestin, bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew e ku rastî bên selmandin. Nabe xelkê tohmetbar bikî û rasterast rêkarên li hember wan bigirî, ji ber ku dibe ku ew nebin ên ku tu amaje bi wan dikî yan tiliya tohmetê ji bo wan dirêj dikî. Lewma ji bo her hikûmetekê, ne tenê li Îraqê, divê rastiyan îsbat bikin.

Rûdaw: Li gorî nêrîna we mezintirîn astenga li pêşiya Îraqê çi ye ji bo ku ber bi pêş ve biçe?

Mihemed Hesen: Di gotûbêj û hevdîtinên min de li gel serkirdeyên Îraqî û serkirdayetiya siyasî, her tim vekirîbûn û zelalî heye, ji ber ku di dawiyê de ew ji welatê xwe hez dikin. Ti welat li cîhanê nîne bêje pirsgirêkên me nînin. Dibe ku pirsgirêkên Îraqê kêmtir bin ji hinek welatên din. Niha hilbijartin temam bûn û ez wisa difikirim di demeke nêz de ragihandina serokwezîrê nû û hikûmeta nû ya Îraqê dibînin. Hemû ew astengên rûbirûyê Îraqê dibin, ez piştrast im dê bên çareserkirin. Tişta ku we di 2003yan de dît û tişta ku îro dibînin gelekî ciyawaz e. Îraq welatekî bi temamî ciyawaz e. Yek ji mezintirîn astengiyên ku îro rûbirûyê Îraqê dibe, têkiliya navbera qewareyên siyasî yên Îraqê ye. Destûra Îraqê behsa sîstema federalî dike, ev tênegihiştin bi mûçeyê hinek ji karmendên dewletê ve jî, divê em vê bi rêya mekanîzmayekê çareser bikin ku hemû alî qebûl bikin û rêzê lê bigirin. Ev ya yekem. Ya duyem, hîn jî hejmara koçberên navxweyî hene, nêzîkî milyonekê, bi taybetî Êzidî li Dihokê ku nêzîkî 100 hezar kes in, ew xelk 11 sal in li wir in. Dem hatiye ku vegerin jiyana asayî û ji bo malên xwe yên li Şingalê. Ti tiştek nîne rêgiriyê li vê yekê bike. Baweriyeke min a temam bi şehrezayiya serkirdeyên Îraqê heye, her wiha li Kurdistanê jî. Li gel serkirdeyên rêzdar ên Kurdistanê rûniştime, bi taybetî Kak Mesûd, Kak Mesrûr, Kak Nêçîrvan, Kak Qubad û Kak Bafil jî, ti tişt min nebihîstiye ji bilî piştevaniyê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û hebûna baştirkirina têkiliyan li gel Bexdayê li ser bingeha sîstema federalî û destûra Îraqê. Bi berevajî jî, ti tiştek dijî vê yekê min ji Bexdayê nebihîstiye, bi taybetî ji aliyê Serokwezîr Sûdanî û serkirdeyên din ve.

Rûdaw: Nêzîkî deh salek e xelîfetiya DAIŞê hatiye têkbirin lê hîn jî tu behsa wê dikî ku zêdetirî 100 hezar Êzidî di kampan de dijîn. Ji bo vê bi rastî, nizanim çi peyvekê bi kar bînim, va ye zivistan jî tê. Bi rastî tu kê berpirs dibînî di vê yekê de? Îraq welatekî dewlemend ê petrolê ye û samaneke wê ya zêde heye. Çima ev nayê çareserkirin? Vê xelkê zehmetiyeke zêde dîtiye.

Mihemed Hesen: Dûbare dibêjim, ez dîplomat im. Gazinan û tohmetan arasteyî kesî nakim lê ez wisa difikirim dibe ku karên di pêşîne de yên Îraqê di çend salên borî de ciyawaz bûbin, ji ber ku tenê dixwestin aştî û ewlehiyê bi dest bînin. Dema welatek aştî û ewlehiya wî nebe, bi rastî nikare karekî zêde bike. Niha dikarim bêjim Îraq aramtr e, zêdetir di nav aştiyê de ye ligel xwe û bi hêvî ne ligel cîranên xwe jî wisa be. Niha divê bala xwe bidin ser van pirsgirêkan û hewla bidawîanîna wan bidin, ti gumaneke min nîne ku şiyana Îraqê heye. Mana yek Îraqiyekî li kampê yan jî wekî koçber ji bo Îraqê ne baş e, welatekî ku xwediyê wê hemû çavkanî û samanê ye.

Rûdaw: Werin em behsa pêkhatina hikûmetê bikin. Te got ku hêviya te heye yan jî tu geşbîn î ku di demeke nêz de dê hikûmeteke me li Îraqê hebe?

Mihemed Hesen: Bêguman.

Rûdaw: Çi heye ku tu ewqas geşbîn bî?

Mihemed Hesen: Ji ber ku pêvajo bi wî awayî ye. Îraqiyan hilbijartin qebûl kir ku dibe sedema pêkhatina hikûmetê.

Rûdaw: Lê derbarê encaman de? Gelo ewqas yekalîker bûn ku hevpeymanî di navbera partiyên hevbîr de dirust bibe?

Mihemed Hesen: Belê. Derfeteke mezin heye ji bo hevpeymaniyê û ji bo ku serkirde ji her du aliyan li ser hinek bernameyan kom bibin. Tenê pêwîst e em demê bidin wan. Her ewqas.

Rûdaw: Partiya Demokrat a Kurdistanê dibêje mezintirîn partî ye li Îraqê, li gorî dengan jî wisa ye. Ev tê çi wateyê ku partiyeke Kurd ew qas dengan li Îraqê bi dest bîne?

Mihemed Hesen: Ev çi pirsgirêkek tê de heye?

Rûdaw: Tenê dibêjim ev çi peyamekê dide?

Mihemed Hesen: Ev peyameke baş e. Ev nîşaneya wê yekê ye ku sîstem li Îraqê rê dide Kurd û yên din jî ku serbikevin û encamên baş bi dest bînin. Ev xaleke erênî ye lê her wiha amajeyek e jî ji bo wê yekê ku xelkê Kurdistanê û serkirdeyên Kurdistanê dizanin çawa lîstika siyasî bikin, gelek bi hûrgilî û bi yekgirtî. Ji ber wê yekê jî xelkê piştgirî û cemawerî daye wan. Ev ji ber xwe ve nehatiye. Ev encama wan karana ye ku kirine û kiriye ku xelk careke din û dûbare baweriyê bidin wan.

Rûdaw: Pirsgirêkeke din li Îraqê, ku ji bo min wekî rojnamevanekî tiştekî taybet e, azadiya derbirîn û azadiya axaftinê ye. Bi berdewamî dibînin rojnamevan tên azardan, tên tirsandin û heta tên girtin, çi li Herêma Kurdistanê û çi li navçeyên din ên Îraqê. Dibe ku li navçeyên din ên Îraqê zêdetir be. Tu wisa difikirî ku îro em li ku ne li gorî wê dema ku erka UNAMI dest pê kir?

Mihemed Hesen: Tu dizanî, rojnamegerî pîşeyeke gelekî dijwar e, yên wekî te karê rojnamegeriyê dikin hinek caran rûbirûyê astengiyan dibin û dikevin rewşeke dijwar û mercên giran ji bo gihandina rapor û derxistina rastiyan. Îraq di vê yekê de ne yekane ye. Di gelek welatên din de jî azadiya derbirîn û azadiya rojnamegeriyê rûbirûyê astengî û sînordarkirinê dibe. Bila em Îraqê ji cîhanê cuda nekin. Îraq jî wekî welatên din e, lê bi raya min, baweriya min ew e ku azadiya derbirîn û axaftinê li Îraqê pir zêdetir e, pir zêdetir ji gelek welatên din.

Rûdaw: Ez ligel wê yekê me, belê. Bêguman zêdetir ji ya ku li Tirkiyeyê heye?

Mihemed Hesen: Dibe ku. Ez navê ti welatekî nayînim. Baweriya min ew e ku li Tirkiyeyê azadiya derbirîn û azadiya rojnamegeriyê heye.

Rûdaw: Baş e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn pêk nehatiye. Zêdetirî salekê derbas bûye ji wê dema ku cara dawî me hilbijartin kir. Nêrîna te li ser wê yekê çi ye?

Mihemed Hesen: Hinek kes wekî tiştekî neyînî lê dinêrin lê ez wekî Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî bi wî awayî lê nanêrim. Ez wisa difikirim dibe ku ev rengvedana wê yekê be ku serkirdeyên Kurdistanê çi qas bi kelecan in ku hikûmeteke temam û bê pirsgirêk dixwazin. Dema xwarinek tê amadekirin, dem jê re divê heta ku bi awayekî ciwan û rast û li gorî standardan tê pijandin.

Rûdaw: Bi rastî tu dîplomat î.

Mihemed Hesen: Nexêr. Nexêr lê ev rastiyek e. Ez li gel hinek ji serkirdeyên rêzdar ên Kurd civiyame, ev ew amaje ye ku gihîştiye min, ew tiştekî dixwazin ku Kurdistanê bibin asteke din. Dixwazin piştrast bin ewên dibin beşek ji hikûmetê bi başî hatine hilbijartin, gelek pîşeyî ne û dikarin xizmeta Kurdistanê bikin.

Rûdaw: Kesê hêja ji bo cihê hêja?

Mihemed Hesen: Rast wisa ye. Bi awayekî neyînî lê nenêrin.

Rûdaw: Di gotûbêjên xwe yên ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê de, gelo tu bi hêvî yî ku di demeke nêz de hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bibînîn?

Mihemed Hesen: Bêguman belê. Ti gumana min nîne. Hêvîdar im di demeke nêz de hikûmeta Kurdistanê û her wiha hikûmeta Îraqê jî bibînin, tiştek e ku divê di demeke nêz de rû bide, ji ber ku xelk çûn ser sindoqên dengdanê ji bo ku serkirdeyên xwe hilbijêrin. Ev pêngaveke xwezayî ye.Divê hikûmetekê pêk bînin ku rengvedana hêvî û daxwazî û îradeya giştî ya xelkê Kurdistanê û Îraqê be.

Rûdaw: Mûçeyê karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê demek e bûye pirsgirêk. Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bexdayê tohmetbar dike bi neşandina budce û mûçeyan. Çima hîn jî ev pirsgirêka me heye?

Mihemed Hesen: Ev pirseke gelekî baş e. Di dawiyê de, em li UNAMI rêzê li kar û barên navxweyî yên Îraqê digirin, bi awayekî giştî destê xwe naxin vê yekê lê baweriya min ew e divê civîn û dan û standin di navbera Îraqiyan de hebe, ji ber ku ev tenê ne peywendîdar e bi mûçeyan ve. Peywendîdar e bi temamiya berpirsiyariya Herêma Kurdistanê û her wiha Îraqê ve bi giştî. Berpirsiyarî li ser her du aliyan e. Divê encameke wan hebe. Ciyawazî ew e hinek ji wan dibêjin "divê destpêkê hûn pêk bînin" û, yê din dibêje "divê piştre pêk bînin.”

Rûdaw: Werin em behsa paşeroja cenabê te bikin. Çi maye li Îraqê bikî?

Mihemed Hesen: Tişta maye ew e ku pêwîstiya min bi çend rojên temam heye li Kurdistanê derbas bikim, bi taybetî li nêzîkî Hewlêr û Dihokê. Navçeyek e ku ez gelekî jê hez dikim. Xelkê wê, xwarina wan, çanda wan, govendên wan, muzîka wan, kenê wan, bi rastî dilê min xweş dikin. Her wiha dixwazim biçim jêr ji bo Başûr bo Besre û hinek ji navçeyên Nasiriyeyê tenê ji bo ku Îraqê bibînim. Wekî ku min Îraq nedîtibe. Gelek mijûl bûm. Dem hatiye ku hizir li dîtina bedewiya vî welatî bikim. Îraq tijî ye ji xelkê ku gelek serbilind in, gelek rewşenbîr in, gelek camêr in. Hez dikim hinek dem li Îraqê bi wî awayî derbas bikim.

Rûdaw: Rûdaw û UNAMI bi hev re kar li ser projeyeke girîng kirin ji bo alîkariya jinan heta ku bibin rojnamevan. Nêrîna te li ser rewşa giştî ya medyayê li Îraqê çi ye, çima we Rûdaw hilbijart heta ku kar pê re bikin?

Mihemed Hesen: Rûdaw dibe ku yek ji diyardetirîn dezgehên medyayî be ku min li Îraqê dîtibe. Bi awayekî eşkere biaxivin, bila di bîra te de be, ti wezaretekî ragihandinê li Îraqê nîne.

Rûdaw: Ew jî tiştekî baş e.

Mihemed Hesen: Wisa ye? Nizanim. Hukmê ji bo te dihêlim lê eger wezareta te ya ragihandinê nebe, yên din dê dezgehên ragihandinê yên xwe hebin, wekî serkirdeyên siyasî û partiyan, lewma ew valahiyê tijî dikin. Ez ji dil bawer im ku pêwîstiya Îraqê bi wezaretekî ragihandinê heye ku çavdêriya hemû Îraqê bike, ne tenê aliyek an rewtek an partiyek. Hêvîdar im di rojên bê de ew rû bide lê Rûdaw yek ji çalaktirîn dezgehên medyayî bûye li Îraqê. Medyayên din jî hene li Bexdayê, em li UNAMI, gelekî ji nêzîk ve ligel medyaya Îraqî kar dikin. Medya li Îraqê mixabin gelekî hatiye siyasîkirin. Her partiyek dezgeha medyayî ya xwe heye. Em dixwazin medyayekê bibînin ku nûnertiya hemû Îraqê bike, ne yek grûp, ne yek partî, ne yek siyasetmedar, baweriya min ew e ev mafê Îraqiyan e. Ev ew e ku li Îraqê kêm e: Hewldan ji bo axaftina bi navê Îraqê. Ciyawaziyeke zêde nîne di navbera Îraqiyekî li Dihokê yan Îraqiyekî li Bexdayê yan li Besrayê. Hemû di dawiyê de Îraqî ne û heman nîgeraniya wan heye: Aştî, perwerde, tenduristiya baş, hemûyan heman hêvî û daxwaz hene.

Rûdaw: Dibe ku pirsa min a dawî be, berê ji bîra min çû vê bipirsim dema me behsa hilbijartinên Îraqê kir. Daxuyaniya te bi awayekî giştî erênî bûn derbarê çawaniya birêveçûna hilbijartinan. Rastgo bim, min yek rexne nedît li ser şêwaza birêveçûna hilbijartinan. Di demekê de, tu gelek baş dizanî, ji bo gelek kesan bi wî awayî azad û dadperwerane derneket. Ji bo mînak, li Herêma Kurdistanê, du serkirdeyên partiyên mixalefetê di girtîgehê de ne. Hilbijartin çawa azad û dadperwer dibe dema ku serkirdeyên partiyên siyasî dixî girtîgehê?

Mihemed Hesen: Baş e, divê ciyawaziyê bikî di navbera pêvajoyên hilbijartinê û reftara partiyên siyasî û serkirdeyên siyasî. Ev ne gotina min e, tenê endamên Konseya Ewlehiyê pesnê karê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan daye. Karekî baş kirine. Me bûyera kuştinê nedît. Binpêkirina berfireh me nedît. Belê, me hinek gotegot bihîstin, hinek kesan hewla firotina karta dengdanê didan lê ew bûyerên gelek kêm in û ji aliyê desthilatdarên Îraqê ve dan û standin ligel wan tê kirin, bi komîsyona serbixwe ve jî. Ez bawer nakim divê gumanên neyînî bixî ser hilbijartinan, ji ber ku li ser asta navneteweyî, hemûyan wisa hizir dikir ku yek ji baştirîn hilbijartinan bû, ne tenê li Îraqê, belkî dibe ku di navçeyê de jî.

Rûdaw: Ez wisa difikirim ku ev pirseke rewa ye: Civaka navnetewetê rexne li Tirkiyeyê girt bi sedema xistina girtîgehê ya Selahedîn Demîrtaş ku piştî bidestxistina milyonan deng…

Mihemed Hesen: Ez bersiva wê nadim.

Rûdaw: ... Gelo ew jî cihê nîgeraniyê nîne dema ku siyasetmedar li Îraqê di girtîgehê de bin?

Mihemed Hesen: Ez karmendekî navdewletî me. Ez li pey wê yekê digerim ku welatan dike yek. Ez êriş nakim ser hikûmetan. Erka min Îraq e, ne Tirkiye ye. Ez rêzê li Tirkiyeyê digirim, rêzê li serkirdayetiya Tirkiyeyê digirim û ez wisa difikirim tişta ku di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de heye pir zêdetir e ji ya ku tê fikirîn, gelek tiştên wan hene.

Rûdaw: Her çi be, pirsa min derbarê Îraqê bû.

Mihemed Hesen: Eger behsa hinek ji wan serkirdeyan dikî ku di girtîgehê de ne, ne di dema hilbijartinan de, belkî berî hilbijartinan, bi sedema dozên wekî doza tawanbarî, ew ti pêwendiyek bi hilbijartinan ve nîne. Peywendî bi bazirganî û van tiştan ve heye lê baweriya min bi şehrezayiya sîstema yasayî ya Îraqê heye bi giştî. Hêvîdar im bên azadkirin. Ez wisa difikirim tu behsa Şasiwar û Lahûr dikî, wisa ye?

Rûdaw: Belê, wisa ye.

Mihemed Hesen: Ew di pêvajoya dadgehê re derbas bûne. Nêrîna me heye li ser rêkarên wan dadgehan. Em di hinek ji wan rûniştinan de amade bûn.

Rûdaw: We çi dît?

Mihemed Hesen: Min dît ku qonaxeke din heye ji bo vê sîstema yasayî ku divê biçe û derfetek heye ji bo wan ên ku wisa bawer dikin li ser sedemekê di girtîgehê de ne ku bi baweriya wan ne rewa ye, heta ku vegerin pêşberî dadgehê.

Rûdaw: Ango tu wisa nafikirî ku ew girtiyên siyasî bin?

Mihemed Hesen: Ez bawer nakim girtiyên siyasî bin. Ew siyasetmedar in lê ew dozên ku li ser wan in peywendî bi hinek dan û standinên bazirganî ve heye, ew e ya ku ez dizanim. Ez Şasiwar bi şexsî nas dikim, Lahûr jî nas dikim. Min ew dîtine, min serdana wan kiriye li girtîgehê, desthilatdarên Îraqê li Kurdistanê rê dan min bêyî ti rêgiriyekê biçim cem wan, li gel wan rûnim û li gel wan biaxivim. Baweriyeke min a temam bi sîstema yasayî heye li Îraqê bi giştî.

Rûdaw: Dr. Mihemed Hesen, gelekî spas ji bo axaftina te ya ji bo Rûdawê, spas ji bo dema te û karkirina te ji bo wê yekê ku Îraqê bikî civakeke baştir ji bo hemû kesî. Gelekî spas.

Mihemed Hesen: Spas.