SAZ zarokên ji malbatên feqîr dide xwendin

09-02-2014
A+ A-

 

Almanya(Rûdaw) - Sala 2011ê li Almanyayê bi navê Saziya Alîkariya Zarokan e.V. (SA.Z. e.V.) komeleyek hat damezrandin. Ew komele li Bakurê Kurdistana arîkariya zarokên ji malbatên hejar dike, ku derfetên wan yên malbatî ji bo çûna dibistanan tine, da ku ew bikaribin xwendina xwe bidomînin. Serokê komeleya SAZ, Prof. Dr. Huseyin Bektaş, li ser karûbarê vê komeleyê pirsên Rûdawê bersivandin .

Rûdaw: Çi bû sedem ku hûn vê komeleyê damezrînin?

Prof. Dr. Huseyin Bektaş: Sedemên avêtina vê gavê rewşa zaroken kurd bû, ku me û hinek hevalên din havîna 2010ê û 2011ê li Kurdistanê ditibû. Min bi xwe li Serhêdê, li Wanê, li Amedê gellek zarok naskirin ku dixwestin ji me re rêzaniya tûrîstan bikin. Me dît ku ew zarokne gellekî jîr û bi aqil in. Lê ji ber sedemên aborî zêdetirên wan nikarin xwendina xwe ya dibistanê bidomînin. Me çend rewşenbîrên kurd ku li derveyî welat dijîn di nav xwe da biryar girt ku em li gor derfetên xwe arîkariya hinek zarokên malbatên hejar bikin. Me ji bo vê sedemê ji hîn nas û dostên xwe yên ku li Kurdistanê wekî mamoste kar dikin pirsî ku ji me re navên çend şagirtên xwe yên bi aqil û jîr û ji malbatên hejar bibêjin, da ku em arîkariya wan bikin. Me wisa dest bi karê xwe kir.

Armanca komeleyê ya demdirêj çi ye?

Îroj li Kurdistanê bi hezaran zarokên ku divê biçin dibistanê hene ku ji ber mercên aborî an ji dibistanê dûr dimînin, an jî perwerdeya xwe di nîvî de bi dawî tînin. Gellek zarokên din jî nikarin perwerdeyeke bi qalîtê bibînin.

Armanca Saziya Alîkariya Zarokan ewe ku li Bakurê Kurdistanê arîkariya aborî ya zarokên malbaten hejar bike. Em hêvîdar in ku di pêşerojê de karibin arîkariya zarokên herçar parçeyên Kurdistanê bikin. Ji ber sedemên  aborî niha em tenê arîkariya zarokan heta qedandina Lîseyê dikin. 

Heta niha komeleya we çi kar kirine?

Ev du sal in her mehê em bûrsê didin 10 zarokan. Em ji hinek malbatan dizanin ku ji bilî vê bûrsa ma qet dahata wan nîne. Herwiha ji wan zarokên ku em dikarin arîkariya wan bikin me her salê tûrik, pênûs, pirtûk û lênûs şandin. Zarokên ku em niha arîkariya wan dikin li Amedê (4), Wanê (3), Dersimê (1), Bazidê (1) û Semsûrê (1) dijîn. 

Herwiha me bi arîkariya hevalê me yê hêja serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Hannoverê yê berê Dr. Herbert Schmalstieg 4000 Euro berhev kir û arîkariya 2400 zaroken kampa penaberên Kurdên ji Sûriye li Dihokê kir. Me ji wan zarokan re cilên zivistanê wekî cezm, sidan, gore, pênus û lênûs kirin û serê sala 2014ê belav kirin.

 

Hilbijartina zarokan û pîvanên we ji bo dayina bûrsan çi ne?

Hilbijartina zarokan em bi arîkariya dost û hevalên xwe, zêdetir mamosteyan, pêktînin. Endamên me salê carekê li gor derfetên xwe diçin wan zarokan û malbatên wan dibînin. Zarok hersal ji me re qarneyên xwe dişînin. Hinek pîvan û şertên me jî di hilbijartina zarokan de hene. Wek mînak welatparêzî, axaftina zimanê kurdî di nav malbatê de û şertê herî mezin jî serkeftina di dibistanê de ye.  

Planên we yên pêşerojê çi ne?

 

Em hêvîdar in ku piştgirên saziya me zêdetir bibin û em arîkariya xwe ji bo zarokan zêdetir bikin. Herwisa jî em dixwazin asta bûrsan bilindtir bikin û zêdetir pereyan bidin wan. Projeyeke din jî ewe ku em ji xwendekarên zanîngehan re jî bibin arîkar. Em hêvîdar in ku ew zarokên ku em arîkariya wan dikin, dema ku wan bi xwe perwerdeya xwe qedand û gava wan dest bi kar kir, di pêşerojê de bi xwe arîkariya zaroken din ku li dû wan tên bikin. 

Malpera SAZ: http://www.children-welfare-organization.com/

 

Hevepeyvîn: Seyîdxan Kurij


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst