Ehmed Hîlalî: Hefteya bê dê bi sedan girtî bên berdan

3 demjimêr berê
Nûşîn Hemê
Nîşan Ehmed Hîlalî Sûriye HSD Kurd Rojavayê Kurdistanê Girtî Koçber
A+ A-

Berdevkê Tîma Serokatiyê ya ji bo şopandina peymana 29ê Çileyê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, Ehmed Hîlalî, ji Rûdawê re qala gavên bê yên pêvajoya tevlîbûna HSDyê di nava dewleta Sûriyeyê de kir.

Ehmed Hîlalî behsa azadkirina girtiyan, vegera koçberan û egera lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê li parêzgeha Hisîçayê di demên bê de kir.

Hîlalî eşkere kir ku dê hefteya bê bi sedan girtî ji aliyê HSDyê û hikûmeta Sûriyeyê ve bên azadkirin û got, dibe ku ew karwanê dawî yê girtiyan be.

Hevpeyvîna Rûdawê bi Ehmed Hîlalî re wiha ye:

Rûdaw: Pêngavên bên yên pêvajoya yekkirinê çi ne û dê kengî sazî û dezgehên fermî bi awayekî sîstematîk bên vekirin?

Ehmed Hîlalî: Pêvajoya tevlîbûnê li gorî qonaxên li pey hev û xwendî dimeşe, di serî de tekezî li ser bidawîanîna dosyeyên ewlehî û leşkerî dike ji bo misogerkirina aramiyê, li gel amadekirina jîngeha îdarî û xizmetguzariyê. Di qonaxa bê de dê qada karê sazî û dezgehên sivîl ên dewletê gav bi gav bê berfirehkirin, ku fermangehên xizmetguzarî û dadweriyê jî di nav de ne, li gorî amadebûna her herêmekê.

Derbarê demê de, bi rastî zehmet e ku demên diyarkirî bên destnîşankirin, lê em dikarin bibêjin ku me bi awayekî pratîkî dest bi qonaxa derbasbûna ji lihevkirinan ber bi bicihanîna li ser erdê ve kiriye. Bi dehan birêvebiriyên sereke hene ku her birêvebiriyek pêdivî bi demeke guncaw heye. Pêvajoya tevlîbûnê hêdî ye lê bi pêş ve diçe, hemd ji Xwedê re. Di heyama bê de welatî dê başbûneke berbiçav di birêkûpêkiya karê sazî û dezgehan de bibînin.

Rûdaw: Kengî dê girtiyên din bên berdan û hejmara girtiyan niha li cem her du aliyan çi qas e?

Ehmed Hîlalî: Dosyeya girtî û dîlgirtiyan yek ji dosyeyên herî hestiyar û pêşîn e û di çarçoveya peymanên heyî de bi awayekî cidî tê birêvebirin. Di destpêka hefteya bê de, dê bi sedan girtî ji zindanên HSDyê û zindanên Hikûmeta Sûriyeyê bên berdan. Em di wê baweriyê de ne ku ew dê karwana dawî ya li cem HSDyê be û piştî wê HSD dê dosyeya birêvebirina zindanan radestî Hikûmeta Sûriyeyê bike.

Bê guman, me di heyama borî de çend karwanên girîng ên berdanê dîtin û kar ji bo gihîştina çareseriyeke berfireh a ji bo vê dosyeyê didome. Derbarê hejmaran de, ew ji ber operasyonên lêkolîn û piştrastkirinê yên berdewam diguherin, lewma em xwe ji dayîna hejmarên dawî diparêzin, lê dikare bê tekezkirin ku pêşketineke rasteqîn heye û armanc ew e ku ev dosye bi qonaxan bi temamî bê girtin.

Rûdaw: Kengî dê ji bo vegera xelkê Serê Kaniyê kar were kirin?

Ehmed Hîlalî: Vegera xelkê ji bo herêmên wan karekî pêşîn ê mirovî û niştimanî ye lê ev dosye bi çend faktoran ve girêdayî ye, yên herî sereke rewşa ewlehiyê, rastiya kontrolkirina li ser erdê û lihevkirinên herêmî û navdewletî ne. Bi sedan malbatên koçber ji taxên Ereban ên li Hisîçayê ber bi Serê Kaniyê ve çûne. Her wiha bi hezaran kes ji xelkê Serê Kaniyê niha li kampên Hisîçayê dimînin.

Em dixebitin ji bo amadekirina wan şert û mercan ku vegereke bi ewle û birûmet ji bo her du aliyan misoger bike, ku aramî û dabînkirina xizmetguzariyan li xwe digire. Ev dosye bi awayekî bihêz di rojeva me de ye û em dê gav bi gav li ser bixebitin û di destpêkê de beşek ji xelkê gundên Serê Kaniyê dê vegerin gundên xwe.

Rûdaw: Behsa lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê li parêzgeha Hisîçayê tê kirin. Kengî ew hilbijartin ji bo temamkirina kursiyên parlamentoyê tê kirin?

Ehmed Hîlalî: Temamkirina binesaziya destûrî û sazûmanî ya dewletê armanceke sereke ye û behskirina hilbijartinan beşek ji vê rêya asayî ye. Lê belê, ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê, pêwîstî bi hawîrdoreke yasayî û ewlehiyê ya biîstiqrar û misogerkirina beşdariyeke berfireh a hemû Sûriyan heye.

Lewma, dikare bê gotin ku ev dosye li ser maseyê ye, lê dema wê bi temamkirina qonaxên sereke yên îstiqrarê û vegera saziyên dewletê ve girêdayî ye û dema ku merc amade bûn, dê nexşerêyeke zelal di vî warî de bê ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst