Swêd (Rûdaw) - Çend roj berê, nivîskarê hêja Silêman Demîr ji Portala Rûdawê re nameyek şandibû û gotibû, romana min a nû derketiye eger hûn dikarin wek nûçeyekê belav bikin. Min jî di bersiva wî de hinek pirs jê re şand û min gotê, mamosta em hez dikin van pirsên me bersiv bidî û em jî vê hevpeyvînê belav bikin, birêz Silêman Demîr jî pejirand:
Rûdaw: Mamosta Silêman xwe ji xwendevanên Rûdawê re bide nasîn...
Silêman Demîr: Ez sala 1956-an li Bakûrê Kurdistanê, li gundê Hebîsê yê navçeya Nisêbînê hatime dinê û li Nisêbînê mezin bûme. Min dibistan heta sala dawî ya amadekariyê li wir xwend. Nîvê sala dawî, ez ji ber kar û baweriyên kurdewarî ji dibistanê hatim avêtin û xwendin li ser axa parêzgeha Mêrdînê li min hat qedexekirin. Sal 1977 bû. Ez çûm Farqînê, navçeya Amedê, min dibistan li wir qedand. Dû re min dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. Ez bûm mamoste, lê min mamostetî nekir. Ez ji sala 1986-an ve li Swêdê dijîm. Ev 25 sal in ez wek karker di fabrikeyekê de kar dikim. Ev heşt salên dawî, ez wek montorê elektrîkê yê îndustrî kar dikim û hin caran bi karê xwe derdikevim li derveyî Swêdê jî dixebitim.
Ez ê payîzê saetekê zêr wek xelata karê ku dikim bistînim. Ji ber ku nivîskariya min, nikare min xwedî bike, ez vî dikim û karê nivîsandinê jî, êvaran û rojên betaliyê dikim.
Te heta niha çedn roman û pirtûk nivîsandine?
Heta niha pênc romanên min derketinê. Dido ji wan li Swêdê, sisê jî li Stenbolê derketin. Her wilo min helbestên Mayakovskî ên bijarte wergerandin kurmancî û li Swêdê wek pirtûk hatin weşandin.
Romana te ya herî dawî kengê derket, çîroka wê çiye?
Romana min a dawî, hefteya çûyî li Stenbolê derket. Çîroka wê, li bajarekî Swêdê rû dide û diqede. Mijar, jiyana civata Swêdê ye, bi evînê dest pê dike, dû re xwîn dirije û polîs tev li bûyerê dibin. Bêguman ziman Kurdî ye, ez bi kurdî dinivîsim. Hin helbestên min bi Swêdî hene, lê nehatine weşandin.
Te çawa û ji kengê ve dest bi nivîkariyê kir?
Min wek piraniya kesan bi helbestan dest bi nivîskariyê kir. Ez ji sala 1975-an ve dinivîsim. Min serê pêşî hin helbest bi Tirkî jî nivîsîn. Lê ji nivîsên min ên wî çaxî tiştek nehatiye weşandin. Ji xwe tiştekî zêde li ber destê min tune ye jî, piraniya wan di dema reva ji ber dewletê de wenda bûn. Piştî ez hatim Swêdê, min nivîsandin dom kir. Min bala xwe bêtir da ser çawaniya nivîsandina çîrok û romanan. Min demekê bi vê armancê li malê xwend û lê kola.
Yekemîn romana te kengê derket?
Sala 1997-an cara pêşî romana min a bi navê Sorê Gulê li Swêdê di nav weşanên Nûdemê de derket û jê hat hezkirin.
Te çima dest ji helbestan berda?
Min bi romanê dom kir çimkî ez pê dihisiyam ku gellek tiştên ez bibêjim hene û helbesta min nikare bi wê xwestina min rabe. Helbest dikare mijarekê rabigihîne, lê nikare çîrokekê bi awayekî ku hemû kes bikaribin tê bigihijin, bi hûrgilî bibêje. Min dixwest ez çîrokên ku wê bibûna mijara romanên min, bi detay, vekirî û dirêj bibêjim. Min ew hêz di helbestvaniya xwe de nedidît, lewra min roman girt destê xwe. Gava min dest bi romanê kir, min tê derxist ku hêza fantaziya min a vegotinê, herî baş li nivîsandina romanê tê û min dom kir.
Nêrîna te li ser romana kurmancî...
Niha gellek roman bi kurmancî tên nivîsandin, hin ji wan baş in, hin baştir in. Hin kes û “rexnegir” derdikevin û bi quretî dev davêjin romana kurmancî, berhemên “beredayî ne” dibêjin, lê ez di wê baweriyê de me ku divê em binivîsin, tiştên tên nivîsandin pesend bikin, ji wan hez bikin û bixwînin, da ku romannivîskariya me jî ava bibe. Ti milet, ti welat û ziman hema bi carekê re nigihiştine asta “baş” û romanên “baş”. Ez dikarim bi hesanî bêjim ku îro bi dehan roman û çîrokên kurdan ên di asta romanên dinyayê de hene, lê ji ber ku nivîskarên me bêxwedî ne, heta berî çend salekî zimanê me qedexe bû, romanên me jî li rastan bêxwedî dimînin. Xwendevan hindik in, bazar hindik e, perwerdeya xwendin û têgihiştina edebiyata kurmancî nû ye, lewra romana kurmancî ne di rewşeke herî baş de ye. Lê niha ji doh baştir e, wê sibe jî ji îro baştir be. Niha derfet li Tirkiyê li ber kurmancî vedibin, ez bawer dikim ku wê rewş baştir bibe.
Jibilî nivîsandina çîrok û romanên kurdî, di warê rewşenbîriyê de te çi kiriye?
Gellek lêkolînên min ên dîrokî jî hene. Ez ji wê mijarê hez jî dikim û karim bi rojan û mehan di vê derbarê de bixwînim û binivîsim. Vê hez û xwestina min ez bi Îlyada û mîtolojiya Yûnanî dam naskirin. Min çend salan Îlyada û hemû pirtûkên ku min karîbûn di vê derbarê de peyde bikirana kirîn û bi dahûrandin xwendin. Min mijar fam kir, min hemû xwedayên wan (dor 400) nas kirin, min baweriya wan a çêbûna erdê û ezmên û deryayê fam kir, min nivîsand û niha ew jî wek pirtûkeke neweşiyayî li ba min heye. Min jiyana xwedayên wan, karîn, qudret û çîrokên evîna wan hemû derxistine. Min rêza çêbûna wan, a malbat û esaleta wan derxistiye.
Gava min ev kar û xwendin dikirin, ez bi stêriknasiyê re rû bi rû bûm. Min komên stêrikan nas kirin, navê wan û çima ew nav li wan hatine kirin fam kir. Min wî çaxî sêstema royê, planet jî naskirin. Ev yek jî têra pirtûkekê li ber destê min heye. Hin ji van xebatên min di kovaran de li Swêdê derketin. Min çîrokên di vê derberê de, ên jiyan û evîna xwedan ji kê gotibin, bi baldarî guhdarî kirine û ji wan hez kirine.
Gava min ev lêkolîn û xwendin dikirin, ez li ber rewşa me kurdan ketim û min hîn bêtir serê xwe pê êşand. Lewra ti miletên ku stêrikên ezmanê xwe nas nakin tune ne. Min xwest ez wan nas bikim, nexşeya wan derxim û çîroka li pişt navê wan binivîsim. Ez niha bi wî karê xwe qaîl im, ez ê rojekê wek pirtûk biweşînim.
Gava min ev kar dikirin, min hîn bêtir ji Îlyada hez kir. Xwestina wergerandina wê ket dilê min, ez bi hin dost û nasan şêwirîm û min dest bi wergerandina wê kir. Li gora ku min pîlan kiribû, divabû niha amade bûya, lê mixabin felek hatin serê min, jiyanê ez êşandim û ez dereng ketim. Lê ez baş pê de çûme, ez niha dîsa li ser dixebitim û heger xwedê çav û gav û hiş ji min nestîne, ez ê xelas bikim.
Pêwendiyên te bi nivîskar û rewşenbîrên kurd re çawaye?
Pêwendiyên min bi gellek nivîskar û rewşenbîrên kurdan re hene, min dewreyekê seroktiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê jî kir. Ez bi merdî di derberê karên xwe de bi dostên xwe dişêwirim, pirsgirêkên edebiyata kurdî dipeyivin û em alî hev dikin.
Navbera te û siyasetê...
Ez berê bi siyasetê jî dilebikîm û di asta bilind de, lê niha pêwendiyên min ên zêde bi siyasetvanan re tune ne. Ji xwe rewşa bakur ti hêviyê jî nade min.
Nêrîna te li ser Tora Medyayî ya Rûdawê, li ser malpera me çawaye?
Ez dixwazim bibêjim ku hûn karekî pîroz dikin, hûn bi cesaret dixwazin rewşê û rastiyê rabigihînin. Bi qasî ku ez dikarim bibînim, hûn ji bandora partiyan û îdeolojiyan rizgar in, hûn li gora pêdiviyan û rastiyê, serbixwe û profesyonel dixebitin. Heta ku hûn xwediyê gotina azad bin, heta ku hûn azadiya gotinê biparêzin û li wê gorê kar bikin, hûn ê biserketî bin û em ê ji we hez bikin û alî we bikin. Min ji bo xebata we, çi rojname, çi net û çi jî televizyon, her wilo bihîstiye jî. We toreke ragihandinê ya modern ava kiriye, hûn karekî bihagiran û pîroz dikin. Ez we pîroz dikim. Divê ez bibêjim ku ez bi karên we serbilind dibim. Ez biserketinê ji bo we dixwazim. Spas ji bo entrese we ya ji bo min û berhema min.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse