Konsulê Îranê: Divê PDK û YNK bi hev re hikûmetê pêk bînin

Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê got, divê PDK û YNK bi hev re hikûmetê pêk bînin û partiyên biçûk jî alîkariya wan ji bo avakirina hikûmetê bikin.

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku, "Piraniya rêkeftinên PDK û YNKyê bi rêya Îranê bûn."

Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî di hevpeyvînekê de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ku Hîwa Cemal pê re pêk anîbû, qala çendîn mijarên girîng ên têkildarî pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê kir.

Di destpêkê de Esedî behsa Şoreşa Îslamî ya Îranê kir û amaje bi wê yekê kir ku girîngtirîn armanca wê şoreşê "serxwebûn û azadî bû."

Bi baweriya wî, ev 46 sal in Rojavayî plana rûxandina Îranê datînin. Derbarê pêwendiyên gelê Kurd û gelên Îranê de jî got, "Em mehkûmî pêwendiyên navbera Îran û Kurdan in."

 Li gor wî "ti fitneger" nikare Îran û Kurdan ji hev cuda bike.

Bi gotina Konsulê Îranê yê Hewlêrê, "Piraniya rêkeftinên PDK û YNKyê bi rêya Îranê bûne."

Esedî diyar kir ku cudahiya nerînên PDK û YNKyê wer nekiriye ku nikaribin bi hev re kar bikin.

Daxwazê jî dike ku ew her du partî bi hev re hikûmetê ava bikin û partiyên biçûk jî alîkariya wan bikin.

 Esedî dibêje jî, "Nabe partiyên biçûk serkêşiyê bikin."

Derbarê baca otomobîlên ji Herêma Kurdistanê diçin Îranê, Konsulê Îranê got, "Em li dûv kêmkirina baca çûna otomobîlan bo Îranê ne. Bi wan 250 dolarên ku [niha] tên wergirtin, tu dikarî çendîn caran bi otomobîla xwe li seranserê Îranê bigerî."

Derbarê pêwendiyên Kurdan bi Îranê re piştî destbikarbûna Donald Trump, Esedî dabaşa wê yekê kir ku Trump nikare pêwendiya Îranê bi Herêma Kurdistanê re bibire, "Îran 8 salan bi Beisê re di şer de bû, me pêwendiya xwe bi Kurd re nebirî."

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî re wiha ye:

Rûdaw: Gelekî spas birêz Feramerz Esedî, bila em ji pirsa şoreşê dest pê bikin, niha roja Şoreşa Îslamî ya Îranê ye, bêguman komek armanc hebûn di nav 46 salên borî de, çiqas armanc pêk hatine û çi maye ku pêk were?

Feramerz Esedî: Bi navê Xwedê, berî her gotinê rêz û silav ji bo xelkê dilsoz û mêvanperwer û xoşewîst ê Herêma Kurdistana Îraqê û "qiwet be" ji karmend û rêveberên birêz ên Kanala Rûdawê re dibêjim, kanala serkeftî ya Rûdawê.

Derbarê serkeftinên Şoreşa Îslamî û destkeftên Şoreşa Îslamî, dibe ku ne pêkan be di rûniştinekê de li ser were axaftin û ne pêkan be em temam bikin. Komara Îslamî ya Îranê eger hûn lê hûr bibin, dema ku xelk mijûlî xebatê bûn û li kolanan dirûşm didan, dirûşma yekem 'Serxwebûn, Azadî' bû, ku heman roja 22ê Rêbendanê gihiştin wê armanca yekem.

Girîngtirîn armanca me serxwebûn û azadî bû, serxwebûn li hundir û li derve. Binêre, berî wê demê Îran welatek bû ku hakimekî wî yê ji derve kedîkirî hebû, xelkên din biryar li ser gelê Îranê didan, loma eger hûn bala xwe bidinê, xelkê Îranê bi wateya peyvê welatê Îranê ew e ku Îran bi wateya cihê mêrên wêrek, yan xelkê wêrek, torin û wêrekan, ew xelkê torin û wêrek salên dirêj xwe ragirt û axivîn, mezinên me li gel rejîma berê ku hin prensîp ligel prensîpên Îranî hev nedigirtin, loma wan xwest ew hikûmet bi xwe wan pirsgirêk û astengî û girêdayîbûnê rake lê ji ber ku ranekir, xelk daket ser kolanan û.. dixwazim bi vî awayî ji we re bêjim, zikmakîtirîn şoreşa ku berî hemû xelkê herêmê ketin û yekem bûn, di rewşekê de Şoreşa Îslamî ya Îranê bi ser ket, ku bêguman hûn agahdar in wê demê cîhan du qutb bû, Rojava û Rojhilat, Amerîka û Yekîtiya Sovyetê.

Xelkê Îranê dirûşm da, ne Rojhilat, ne Rojava, çimkî nedixwestin ne bi Rojhilat ve ne bi Rojavayê ve bên girêdan, her bi wê sedemê xwest serbixwe be û di sibeheke roja 22ê Rêbendana berî 46 salan de ew serxwebûn bi dest xistin.

Heya îro jî di hemû war û babetan de, her tiştê ku pêwîst bû, ji rojekê ve ku şoreş bi ser ket, dijberên me li dû planên curbicur bûn û ragihandin ku li dû rûxandina şoreşê bûn.

Di van 46 salan de şeveke tenê jî ew bêyî [danîna] bernameyê ji bo xelkê Îranê raneketin, hemû hikûmet, xasma Rojavayî, bi serkêşiya Amerîkayê li dû rûxandina wê rejîmê bûn, sazûmana pîroz a Komara Îslamî di wan 46 salan de, lê spas ji bo Xwedê, bi piştgiriya Xwedê û rêberiya pir pir serkeftî ya Rêberê Bilind û Îmam Xumeynî, di wê babetê de bi ser neketin û nîzam roj bi roj, spas ji bo Xwedê serkeftîtir bû, ku babet bi babet ji bo destkeftan ez di xizmeta we de me û em diaxivin, çi pêşketinên pîşesazî, çi zanistî û di hemû waran de.

Rûdaw: Baş e, te behsa mijareke girîng kir ku têkildarî azadiyê ye, te got ku xelkê Îranê azad bûn, li Tehranê jî meydanek bi navê Meydana Azadiyê heye. Azadî li Îranê di çi astê de ye?

Feramerz Esedî: Azadî li Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya destûra Komara Îslamî ya Îranê û wê giştpirsiyê de ye ku zêdetirî ji sedî 98ê xelkê Îranê deng dayê û azadiyeke ku di çarçoveya ol û Îslam û Îranê de ye.

Rûdaw: Pêwendiyên navbera gelên Îranê çawa ne, nemaze ku Şoreşa Îslamî ji aliyê hemû gelên Îranê ve hat dadan?

Feramerz Esedî: Binêre, di nav Komara Îslamî ya Îranê de [Îran] her îro û di dirêjahiya dîrokê de di wan çend hezar salan de, şopgirên hemû olên asmanî hene, Mesîhî, Cihû, Zerdeştî û hem Misilman û ji wan cuda jî hene.

Netewe jî ewên ku niha tên hejmartin, em 10 netewe ne ku heft ji wan mezintirîn in, dîroka wan heye, yek ji wan neteweyan Kurd in. Vê jî bizanin dema ku em lêkolînê li ser dîroka neteweyên naskirî di nav Îranê de dikin, neteweya duyem Kurd e, yekem Lor e paşê Kurd, sêyem, lêborînê dixwazim, neteweya sêyem Kurd e.

Hemû netewe li kêleka hev, hemû ol li kêleka hev, hemû rêol li kêleka hev di wê serdema sedan hezar salan de bi temamî di nav biratî û dostaniyê de bi hev re jiyane û berdewam in. Helbet her dem hejmareke pir gelek kêm di hemû hikûmetan de nerazî û êrişker hene, ku di Komara Îslamî de jî ew nayên hesibandin.

Rûdaw: Gelekî baş e, berdewam pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hebûye û gelek serkirdeyên Kurd jî pesnê wê pêwendiyê dane. Piştî serdana birêz Serokkomarê Îranê a Îraq û Herêma Kurdistanê pêwendî gihiştine çi astê, çawa karê zêdetir li ser hatiye kirin?

Feramerz Esedî: Binêre, pêwendiya Komara Îslamî ya Îranê û Kurdan ji sibeha 22yê Rêbendanê bi temamî nêzîk û bi hev ve girêdayî bû. Helbet ev pêwendî berî Komara Îslamî jî hebû û piştrast bin sedan salên din jî em mehkûmî vê pêwendiyê ne, çimkî di her rewşekê de hevpariyên me bi radeyekê zêde ne û, pêwendiyên me bi radeyekê zêde ne, dibe ku ti hikûmet û ti plangerek, ti fitneger nikaribe van her du gelan ji hev cuda bike.

Di wê demê de, her dem ligel birayên xwe yên Kurd li Herêma Kurdistanê rewşa me, rewşeke dualî bû, xizmetguzarî dualî bûn, pêwendî dualî bûn, bikaranîn dualî bûn, hin caran dijminên me yên hevbeş li dû wê yekê bûn ku navbera me sar bibe, loma ewên ku alîgirên vê dosyeyê [pêwendiya baş] bûn û pê ve mijûl bûn, çi li Herêma Kurdistanê û çi di nav Komara Îslamî ya Îranê de, bi awayekî mijar îdare kirin ku îro di bilindtirîn ast de hûn dibînin, ku di sala dawî de Serokkomar û Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ev bername berdewam e û ev geştên han dê berdewam bin.

Li milê din, Serokê birêz ê Herêmê, Serokê Hikûmetê, Serokwezîr û partî û hikûmet û wezîr bi awayê mehane û heftane hat û çûnê dikin, ku her di vê salê de ev mijar çendîn car hatiye kirin û pêwendî pir germ û nêzîk in.

Rûdaw: Ez dixwazim di çend waran de pirs bikim, di warê bazirganî, di warê çand û kultûr û her wiha di warê ewlehiyê de lê tiştek ji min re balkêş bû niha, çawa te got Îqlîmê Kurdistan, ez ne şaş bim di welatên derdorê de Îran gelekî bi aşkerayî behsa Kurdistanê dike û dibêje Îqlîmî (Herêma) Kurdistan, çawa Îran li gor welatên din navê Herêma Kurdistanê bi Kurdistanê ve jî hildide? Çimkî hin cihên din tenê dibêjin, Îqlîm an dibêjin bakurê Îraqê, lê Komara Îslamî ya Îranê dibêje Herêma Kurdistanê.

Feramerz Esedî: Çimkî em Kurdistan, Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê di dirêjahiya çanda Îranê de dibînin, ji me re xoşewîst in, birêz in û em berevajî wan welatan ew dîtina me li hemberî Kurdan nîne.

Di nav welatê xwe de parêzgeha me ya Kurdistanê heye, di nav Tehranê de şahrêya me ya Kurdistanê heye, Kurdistan û em di warê çandî, civakî de, xelkê wê xelkê me ye, hejmareke zêde ji xelkê me Kurd in û ez jî Kurd im û em serbilindiyê jî pê dikin, bi Kurdbûnê, em serbilind in ku beşek ji xelkê me Kurd e û em Herêma Kurdistanê jî wek xelkê xwe dibînin, nêrîna me li hemberî Herêma Kurdistanê ne wekî nêrîna xelkên din e.

Rûdaw: Hûn dixwazin îsal pevguherîna bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê bigihîje çend? Ber bi ku ve biçe?

Feramerz Esedî: Binêre, ez gihiştime xizmeta mêrmezinên Herêma Kurdistanê û bi wan re axivîme, ez bi berpirsên partî û hikûmetê re jî axivîme. Komara Îslamî ya Îranê xwedî bername ye ku pêwendiyên xwe di hemû waran de bi pêş bixe, mijara aborî jî ne li derveyî vê ye; ji me re girîng e û di pêşiyê de ye.

Birayên me û berpirsên birêz ên Herêma Kurdistanê, birayên siyasî, elîtên siyasî, berpirsên hikûmî û hizbî her di vî warî de razîbûna xwe nîşan dane, wan jî got ku xwesteka me bipêşxistina pêwendiyan e û înşela em her du alî li dû wê yekê ne ku van pêwendiyan bi pêş bixin. Her hejmareke ku heye dibe ku baş be, lê ne di asta razîbûna me de ye.

Rûdaw: Derbarê bazirganiyê, berê beşdariya Komara Îslamî ya Îranê di pêşangehên bazirganî yên navneteweyî de li Hewlêrê bi taybetî zêdetir bû, ez dizanim li Silêmaniyê zêdetir e lê pirsa min ev e, pêşangeha bazirganî ya dewleta Îranê bi xwe li Hewlêrê tê vekirin? Di paşerojê de di bernameya we de ye?

Feramerz Esedî: Bêguman, bêguman, belê, pêşangehên mezin, înşela hûn dê piştî Cejna Newrozê bibînin, di meha duyem a sala 1404an de hûn dê bêguman pêşangeheke mezin li Herêmê bibînin û em li dû şêwirê ne, ez vê jî bêjim yek ji rûniştinên min ên girîng ku ji yekemîn rûniştinan bû li gel Odeya Bazirganî ya Herêma Kurdistanê û Hewlêrê bû, li gel wan jî rêkeftineke me hebû ku înşela hem li gel parêzgehên derdorê û hem li gel Tehranê û bi giştî Komara Îslamî ya Îranê em bi hev re kar bikin, hem di pêşangehên din de em bi hev re beşdar bin û hevalan vexwînin û em bi xwe bên bi awayê serbixwe li vir kar bikin.

Rûdaw: Her derbarê pêwendî û hat û çûna navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de, hatin û çûn heye, xelkê Herêma Kurdistanê dibêjin, hêsankariya ku Herêma Kurdistanê ji bo welatiyên Îranê kiriye, bila Komara Îslamî ya Îranê jî ji bo welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bike, ji bo nimûne dema tu bi otomobîla xwe diçî wî alî û pêwîst e tu hinek pereyan bidî, ne şaş bim 250 dolar in, hûn ne bi nêt in ligel hikûmeta Îranê kar bikin ji bo kêmkirina wan pereyan, ku xelk wekî zêde dibîne?

Feramerz Esedî: Li ser van mijaran jî biryar bû li gel parêzgarên parêzgehên sînorî, hûn dizanin di nav Îranê de rêxistinên curbicur hene, ev mijar taybet e bi sînor û karê sîstemên gumrikî. Çend yasayên Komara Îslamî ya Îranê hene ku salane derdikevin, tewra ji bo derketina me jî.

Eger kesekî Îranî bo nimûne îsal carekê bê Herêma Kurdistanê, baceke wî ya kêm a derketinê heye, cara duyem zêdetir dibe, cara sêyem jî her bi wî awayî; lê ji bo kesên Îraqî, birayên ku ji Herêma Kurdistanê diçin, yan malbatên ku diçin, ew neguhêr e.

Derbarê otomobîlê, ez bawer im mijareke cîhanî ye, ku divê bi rêya gumrikên Komara Îslamî ya Îranê û parêzgehên sînorî û sînorên ku otomobîl hat û çûnê li wan dikin û tên hejmartin, em li dû herin û pirsyar bikin.

Rûdaw: Yek ji karên te dê ew be ku hûn pêdagiriya li ser kêmkirina wê bikin?

Feramerz Esedî: Îro ez li vir nikarim sozekê bidim ku erê em dikarin kêm bikin yan na lê dikare were şopandin, em dikarin pirsyar bikin ji bo ku em bizanin rewşa wê çawa ye lê ez bawer nakim 250 dolar be. Ango niha 250 dolar ji bo her otomobîla ku bê nav Îranê tê wergirtin?

Rûdaw: Min wisa bihîstiye, bi rastî ez bi xwe neçûme.

Feramerz Esedî: Yan na na, ez dixwazim bi vî awayî bêjim, hûn 250 dolarî didin, heya salekê bi wê otomobîlê çiqas caran biçin ne ji bo carekê. Belê, tu dikarî bi otomobîla xwe biçî li seranserê Îranê bigerî, ne carekê, çar yan 5 caran di salê de tu dikarî biçî, ez bawer nakim zêde be, îro ji bo kesine ku bazirgan in û dixwazin bi otomobîla xwe ji vir ve biçin Meşhed, Yezd, Şîraz, li şûna ku biçin otomobîlê bi kirê bigirin, yan bi geştên esmanî biçin, nabe pereyên yek tîketê ku bo nimûne ji Hewlêrê bixwazin biçin Tehranê û vegerin. Bi otomobîla xwe diçe mehekê li Îranê digere, 250 dolarî dide û dikare çendîn caran jî biçe.

Rûdaw: Ne carekê mebesta min ew e jê tê standin lê hin kes careke tenê diçin. Biryarek di navbera parêzgarên Silêmanî, Hewlêr, Sine û Urmiyê de hebû, ew ligel qeymeqamên ser sînoran qet nebe her sê mehan carekê civîneke wan hebe ji bo ku rewşê binirxînin lê ev carina rastî pirsgirêkan tê yan tê paşxistin û nayê kirin, rola cenabê te çi ye?

Feramerz Esedî: Binêre, di wê mijarê de bi însaf bêjin, ji ber ku karê her du aliyan zêde ye û pirsên îdarî û kar û pirsgirêk û astengiyên parêzgaran zêde ne, dibe ku pê re negihîjin her sê mehan carekê, lê berî ku ez bêm vir, em çûn bi parêzgaran re axivîn, her îro ez ji we re bêjim, du parêzgarên Kurdistan û Kirmaşanê di dorê de ne, di rikberiyê de ne û daxwaza wan heye ku civîna parêzgarên Herêmê û parêzgarên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê di nav parêzgeha wan de bê lidarxistin, ku me got ew civîn piştî serê salê, yan piştî meha pîroz a Remezanê, her du xwazyarên vê mijarê ne, hem parêzgeha Kirmaşanê û hem parêzgeha Kurdistanê, çimkî civîna Urmiyê hat lidarxistin, li Azerbaycana Rojava, li Hewlêrê jî hat lidarxistin, niha dora yek ji parêzgehên Îranê ye, her du parêzgeh daxwaz dikin.

Rûdaw: Carinan gilî û gazin tên kirin ku deriyên sînorî di dema berf û barana zêde de ji aliyê Îranê ve têne girtin, di demekê de biryar ew e ku nabe bên girtin ji bilî rojên Newrozê û Cejna Qurban û Remezanê, çima ji wî alî hêsankariyên zêdetir nayên kirin? Tewra di dema berf û barana zêde de jî derî vekirî bimînin û neyên girtin?

Feramerz Esedî: Binêre, tiştê ku li wî alî diqewime, baş bizanin ji bo ewlehiya xelkê ye. Hûn dizanin, sînor, otomobîlên giran, barhilgir û tankerên ku hûn dibînin, otomobîlên pir giran in û di berf û baran û qeşa û rêyên çiyayî û xwar û xêç de hem ji bo xwe hem ji bo otomobîlên din û xelkê jî metirsîdar in.

Carinan em di nav welêt de jî di navbera du bajaran de dema berf û baran dibare ji bo demekê heta rê were paqijkirin, êdî rojek e, çend saet in, şevek e, çawa dibe bila bibe, em tên wê dema ku rê metirsîdar e, heta ziwa dibe yan ji berfê tê maliştin, em digirin.

Bêguman li wan rêyên ku otomobîlên mezin tê de gelek diçin û tên û metirsîdar in, ew qeza di dema berf û qeşayê de diqewimin. Vê yekê ji Îranê qebûl bikin ku ji bo parastina canê xelkê xwe û canê ajokar û xelkê Herêma Kurdistanê vê yekê dike, em zextê nekin bila ev yek berdewam be ji bo ewlehiya xelkê.

Rûdaw: Her li ser sînor lê vê carê li ser ewlehiya sînor. Lihevkirinek di navbera Îran û Îraqê de heye, Herêma Kurdistan jî tê de ye, biryar ew bû ku civînek di navbera her sê aliyan de li Hewlêrê were kirin ji bo ewlehiya sînoran û parastina ewlehiya sînoran. Yekem, civîn dê kengî bê kirin yan na; duyem, li gorî lihevkirina ku her sê aliyan kirine, wekî xwe diçe heta niha?

Feramerz Esedî: Binêre, sînor hevbeş e, ne sînorê aliyekî tenê ye, bikaranîna wê, ewlehiya wê, aboriya wê ji bo her du aliyan e û her du alî jî li hemberî aliyê din berpirsyar in.

Hinek tevger li wî sînorî hebûn ku bi awayekî asayî her sê alî Herêma Kurdistan, Bexda û Tehran li hev kirin ji bo parastina ewlehiya sînorên hevbeş û komîteyek ava kirin.

Ev komîte hatiye pêkanîn, çend civîn saz kirine, erê hinek ji wan lihevkirinan hatine cîbicîkirin û hinek jî bi sistî diçin pêş. Gelekî asayî ye, Komara Îslamî ya Îranê şopandinê dike heta cîbicîkirina temam a lihevkirina ku me bi hev re di navbera her du welatên Îran û Îraq û Herêma Kurdistanê de kiriye.

Sînorên ku em li ser wan nîgeran in, li sînorên Herêma Kurdistanê ne û şopandinê dike. Bi awayekî asayî gelek civîn li Hewlêrê hatine sazkirin û ev civîn dê berdewam bin, ne bi wî awayî ye û nayê piştguhxistin heta encama dawî civîn dê berdewam bin.

Rûdaw: Nîgeraniyên we zêde ne?

Feramerz Esedî: Erê, ewlehî ji bo me, yek kes eger tiştek were serê wî, pir girîng e, kesekî me, karmendekî me, kesek ku derûna wî nearam be ji bo Komara Îslamî ya Îranê girîng e, çima? Ji ber ku hin kes li ser wê mijarê berpirsyar in, her kesek di wê pirsê de divê berpirsyariya xwe bi cih bîne; da ku xelk hest bi ewlehiyê bike.

Rûdaw: Hûn di wê baweriyê de ne ku nîgeranî bi hêsanî çareser bibin û nemînin?

Feramerz Esedî: Ji sedî sed, ji sedî sed, çawa heta niha bûye, piştî wê jî înşela dê bibe.

Rûdaw: Heta niha ji sedî çend ji wê lihevkirinê hatiye cîbicîkirin?

Feramerz Esedî: Binêre, qonax bi qonax, du yan sê qonax bi temamî û bi başî hatine cîbicîkirin. Helbet ez ne endamê wê komîteyê me, agahiyên min ên hûr nîn in, lê tiştê ku min şopandiye, sê yan çar qonax bi serkeftina temam hatine cîbicîkirin, em di du yan sê qonaxên dawî de ne ku bêguman ew jî dê bên cîbicîkirin, lê hem Îraq û hem Herêm di bin zextên derve de ne û em vê yekê fêm dikin, lê em şopandinê dikin ku bi her awayî, dostane û biratî em bigihêjin encama dawî.

Rûdaw: Bila em hinekî ji sînorê dûr bikevin û bên vî alî, nemaze her tim rola Îranê di navbera YNK û PDKyê û di Hikûmeta Herêma Kurdistanê û avakirina wê û van mijaran de di rabirdû û niha de hebû. Rola Îranê çi ye di nêzîkkirina YNK û PDKyê de ji bo avakirina hikûmet û kabîneya dehem a Herêma Kurdistanê? We di vê mijarê de çi kar kiriye?

Feramerz Esedî: Binêre. Pêşî spas ji Xwedayê mezin re, zilamên herêmê, bi taybetî her du partiyên mezin û xwedî reh û kok û xwedî çavkaniyên mirovî li Herêma Kurdistanê, ango Yekîtiya Niştimanî û Partî, ew bi xwe bi temamî ji hemû kar û baran fêm dikin û îdare dikin jî.

Em wek birayê sêyem ê wan her du birayan ku her tim bi hev re bûn û li kêleka hev bûn, eger tu vegerî dîrokê, her tim gotina Komara Îslamî ya Îranê ew bûye, çi berî damezrandina herêmê û çi piştî avakirina wê heta niha, pêşniyaza biratiyê ya Komara Îslamî ya Îranê yekîtî bûye li Herêma Kurdistanê.

Hûn ji mezinên xwe, ji bijardeyên xwe, ji lîderên Kurd bipirsin, Bereya Kurdî li ku derê pêk hat? Bereya Kurdistanî çawa pêk hat û piraniya lihevkirinên di navbera YNK û PDKyê, di navbera Kurdan û Bexdayê de çawa bûn?

Ev hemû bi rêya wê dîtina xêrxwaz û biratî û dilsoz a Komara Îslamî ya Îranê bûye. Îro jî eger birayên me yên Yekîtiya Niştimanî û birayên me yên Partî pêşniyaza me bibihîzin, şîreta me ya biratiyê bibihîzin, divê ev her du li kêleka hev hikûmetê ava bikin.

Bi awayekî asayî partiyên biçûktir jî divê di vê çarçoveyê de alîkariya wan partiyên mezin bikin, ne ku serkêşiyê bikin, ji ber ku her rojek ku ji wan serkêşiyan hebe, rojek ji bernameya gihandina xizmetguzariyê ji xelkê we re paş ve dimîne. Lewra eger hikûmet zûtir were avakirin, hingê hikûmet dê zûtir karibe ji bo planên gihandina xizmetguzariyê ji xelkê re bernameyê deyne û înşela bigihêje armanca dawî ku xizmetkirina xelkê ye.

Rûdaw: Te got eger YNK û PDK guhê xwe bidin me. Guh didin we?

Feramerz Esedî: Rêza me digirin. Mezinên YNK û PDKyê her tim rêza Komara Îslamî ya Îranê girtine û di bersivê de Komara Îslamî ya Îranê jî rêza wan hevalên xwe girtiye. Em dost û bira bûn û 46 sal in bi hev re kar dikin.

Gelekî gelekî gelekî asayî ye ku ew her du birayên ku bi hev re kar kirine çi li Herêma Kurdistanê û çi li Îraqê, carinan di navbera wan de cudahiya nerînan hebû, ev her tim hebû, di nava Komara Îslamî de jî heye, di nav malbatê de jî heye, li Herêma Kurdistanê jî gelekî asayî ye ku nerîn, bername û daxwazên te ji yên birayê te cuda bin.

Ev mijar di navbera Yekîtiya Niştimanî û Partî de hî heye lê ti carî ew nakokî negihiştine wê asta ku nikaribin bi hev re kar bikin. Her tim nakokiyan wan bi hev re hebûn, ti carî ew her du bêyî nakokî nebûn, lê tevî hebûna nakokiyê, her tim bi hev re li ser armanca xwe ya mezin a Kurdî kar kirine.

Rûdaw: Li ser rola Îranê di çand û kultûrê de ku Îran bi xwe împeratoriyetek e di vê mijarê de û xelkê Herêma Kurdistanê jî gelek caran di bin bandora çanda Îranê de ne, rola we çi ye di belavkirin an girîngîdana bi aliyê rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê? Çî we heye û we çi ji xelkê re kiriye?

Feramerz Esedî: Binêre, spas ji Xwedê re dema ez diçim civînê, piraniya heval û mezinên ku li Herêma Kurdistanê di hikûmetê de ne, di dewletê û di partiyan de ne, hemû Fars in û hemû bi Farsî diaxivin. Eger kesekî Îranî cara yekem ji her bajarekî were Herêma Kurdistanê hest bi xerîbiyê nake, herî zêde [piştî] yek an du rojan dikare bi heman zimanê Farsî li Herêma Kurdistanê karûbarê xwe bimeşîne.

Hûn jî ji min çêtir dizanin ku xelkê Herêma Kurdistanê, rojane bi sedan kes ku tewra peyvekê bi zimanê Farsî jî nizanin, diçin Îranê û bêyî ti pirsgirêkekê serdana hemû bajarên Îranê dikin û vedigerin. Ya ku em bixwazin bernameyek û stratejiyeke me ayekgirtî ji bo vî karî hebe.

Em bi giştî ji birayên xwe yên Kurd hez dikin û birayên me yên Kurd li Herêma Kurdistanê jî girêdayî çanda Îranê ne, çima? Ji ber ku ew wê wek çanda xwe ya dayik dibînin. Hevpariyên me gelekî zêde ne, hem hevpariyên xwezayî, hem mirovî, hem erdnîgarî û hem dîrokî, hem çandî û hem jî civakî.

Min pirsek ji hevalên xwe kir, nizanim ev di televîzyonê de jî tê weşandin, min got hûn herin lêkolînê li ser hevpişkiyên di navbera Kurdan û Herêma Kurdistanê li gel hemû welatên cîhanê û cîranan bikin, bibînin daweta Kurdan li gel Îraniyan û neteweyên din û welatan bide ber hev, bibîne ew cûre pêwendî çawa ye?

Bi her awayî dawet mijareke pir girîng e, tu dixwazî jiyanê hilbijêrî û di piraniya malan de dibînî yan bûk Îranî ye yan zava Îranî ye, li Îranê jî bi heman awayî ye. Ne tenê bibêjin ku niha hûn birayekî Kurd in wekî mînak, li Diyana li gel Pîranşarê, na, Hewlêriyek li gel Îsfehaniyekê, li gel Yezd, li gel Tehran, Silêmanî bi heman awayî û berevajî wê, dawet gelekî zêde ne. Ev ne karê me ye, ne karê hikûmetê ye û ti zorkirinek tê de nîne.

Rûdaw: Gelek zêde ye, mebest ew e ku bê kêmkirin an berdewam bike?

Feramerz Esedî: Na na, gotina min ew e ku ev hevbeşî gihiştiye astekê ku ti pêwîstî bi planê nîne, xelkê bi xwe hev qebûl kiriye û em jî dixwazin zêdetir bibe.

Rûdaw: Bila ez li ser asta zanistî bipirsim, zimanê Farsî di zanîngehên Kurdistanê de ewqas heye ji bo xwendinê, mebesta min xwendina bilind e, hûn jê razî ne?

Feramerz Esedî: Li Herêma Kurdistanê, ezmûneke min li Herêma Kurdistanê heye, têkiliyên min bi zanîngehan re jî hebûn, bi elît û berpirsan re jî pêwendiya min hebû û heye. Gelekî gelekî xwezyar bûn û dersên zimanê Farsî li zanîngehan dihatin gotin. Tîmek bi navê tîma zimanê Farsî pêk hat.

Gelek xwendekaran zimanê Farsî xwend û di bazara kar a îro ya Herêma Kurdistanê de jî zimanê Farsî pêwîstiya xelkê ye.

Bi liberçavgirtina mijaraên ku we behs kir, pêwendiyên bazirganî, kirîn û firotin û hat û çûn û veberhênan, çi veberhênana Îranî li herêmê û berevajî wê bi awayekî asayî hejmarek ji wan kesan pêwîst in ku bikaribin di wan karxane û kompanyayan de bi bazirganan re û di pêşangehan de bi zimanê Farsî biaxivin. Xwezayî ye ku çiqas zêdetir bin, em xweşiyeke mezintir dibînin.

Rûdaw: Dibe ku temaşevanên min vê pirsê bikin û bibêjin, ev pêwendiya baş a di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê de, dê piştî hatina Donald Trump rastî pirsgirêkan neyê? Bandorê lê nake? Teng û kurt nabe?

Feramerz Esedî: Binêre, avakerên pêwendiyên Kurdan û Îranê, yên Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê, ne birêz Trump an kesên din bûn. Birêz Trump çar salên din jî serokkomar bû, li dijî Îranê her çi hebû û kariye hewl daye.

Ew pêwendiya ku min got, binêre em, Komara Îslamî ya Îranê bi hikûmeta Beis û rejîma Beisê re heşt salan rasterast di şer de bûn, salek berê û piştî wê jî, ango 10 salan pêwendî nebûn. Ez ji we re bibêjim di wan 10 salan de pêwendiya gelê Kurdistan û Îranê hat birîn?

Pêwendî û hat û çûna malbatî hat birîn? Dema Sedam her çi hêz û şiyana wî hebû anîbû ser sînoran, wî bi xwe jî ew pêwendî nexwestiye, şiyana Sedam jî ne kêm bû, em jî di şer de bûn gelo ev pêwendî hat birîn? Na. Ez ji we re bibêjim ku Trump û piştî Trump û berî Trump jî li ser pêwendiyên xelkê Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê bandor nabe. Helbet ji wan re ne xerab e ku di navbera sînorên Îranê de dîwar ava bikin, eger bikarin vî karî dikin.

Rûdaw: Bi zimanê Kurdî peyama te ji xelkê Herêma Kurdistanê re çi ye? Bi qasî ku tu dikarî?

Feramerz Esedî: Eger bikarim.

Rûdaw: Bêguman dikarî.

Feramerz Esedî: Gelekî gelekî hez dikim bikarim bi xelkê Kurd ê xoşewîst ê Herêma Kurdistanê re bi zimanê Kurdî biaxivim. Gelekî gelekî spasiya wan dikim ku ji bo van çend salan mêvandariya me kirine, spas ji Xwedê re pêwendiya me gelekî gelekî bi wan re baş bû, ez spasiya hemû xelkê Kurdistanê dikim, bi taybetî hikûmeta herêmê û partiyên siyasî yên Kurdistanê, spasiya wan dikim ku bi me re bûn, înşela di paşerojê de jî em dê bi hev re bin û ya ku Trump hat û kî çû, ev nikare bandorê li ser pêwendiyên me bike.

Rûdaw: Gelekî spas, Kurdiya te gelekî xweş e. Gelekî spas Birêz Feramerz Esedî, Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, spasiya te dikim, min wextê te bir.

Feramerz Esedî: Înşela em bikarin zêdetir bi hev re biaxivin û pêwendiya me zêdetir hebe, spasiya te dikim.