Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Fransayê Pascal Confavreux ji Rûdawê re got, “Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin”
Me bi Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Fransayê Pascal Confavreux re hevpeyvînek kir û wî ragihand, "Em wan êrişên ku metirsiyê li ser aramiya Herêma Kurdistanê çêdikin, şermezar dikin."
Pascal Confavreux naveroka pêwendiya telefonî ya di navbera Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û hevtayê wî yê Îranî de eşkere kir.
Confavreux ragihand ku Parîsê peyameke "tund û rasterast" arasteyî Tehranê kiriye.
Wî diyar kir ku Serok Macron daxwaz ji Îranê kiriye ku demildest bombebarankirina cîranên xwe rawestîne û rê li ber berfirehbûna nakokiyên herêmî bigire û got:
"Berpirsyariya sereke ya rewşa niha ya herêmê û wan gefên ku li ser Ewropa û cîhanê durist bûne, di stûyê Îranê de ye."
Ewlehiya Herêma Kurdistanê
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Fransayê amaje bi pêwendiya telefonî ya şemiya borî ya di navbera Macron û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de kir.
Wî tekez kir ku Fransa hevparekî pêbawer ê Hewlêr û Bexdayê ye.
Confavreux hemû ew êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin şermezar kirin û ragihand: "Aramiya Kurdistanê ji bo Fransayê li pêş e."
“Divê mafên Kurdan di paşeroja Îranê de bên parastin”
Confavreux bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê û tevgera "Jin Jiyan Azadî"yê ya ku piştî canjidestdana Jîna Emîniyê dest pê kiribû û got:
"Kurd beşeke sereke ya gelê Îranê ne û divê mafên wan di paşeroja Îranê de parastî bin."
Rûdaw: Birêz Pascal Confavreux, gelekî spas dikim ku hûn bi me re ne.
Pascal Confavreux: Gelekî spas ji bo vexwendina we ya vê êvarê. Demeke dirêj ji bihara borî ve derbas bûye, salek berê min hûn li Foruma Silêmaniyê dîtin.
Rûdaw: Doh Serok Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî bi hevtayê xwe yê Îranî re kir. Mijarên sereke yên wê guftûgoyê çi bûn û encam gihişt çi?
Pascal Confavreux: Belê, her du serokan doh pêwendî bi hev re danî.
Xala yekem, Serok Macron daxwaza silametiya û vegera Cécile Kohler û Jacques Paris kir. Du welatiyên Fransayê yên ku li wî welatî ne û zêdetirî 3 salan e li Îranê desteserkirî ne.
Duyem, daxwaz ji Îranê hat kirin ku bombebarankirina cîranên xwe yên li herêmê rawestîne û rê li ber metirsiya berfirehbûna herêmî ya aloziyan bigire.
Xala sêyem, pêwendîdar bû bi guhertina helwestê li ser mijara pirçekkirina atomî ya Îranê, bernameya mûşekên balîstîk û wan komên ku Îranê li herêmê hene.
Ev guftûgoyeke tund bû lê ji bo gihandina van peyaman bi awayekî rasterast bo Îranê sûdmend bû. Ji ber ku em xeletiyê nekin, berpirsyariya sereke ya rewşa niha ya herêmê di stûyê Îranê de ye. Her wiha ew metirsî û gefên ku ji bo herêmê û bi awayekî berfirehtir ji bo Ewropa û civaka navneteweyî durist dike jî di stûyê Îranê de ne.
Rûdaw: Derbarê encamê wê de? Encamên wê çi bûn? Hûn dikarin ji me re bibêjin?
Pascal Confavreux: Encam her ew xal bûn ku hinekî berê min qala wan kir. Gelek bi giringî daxwaz ji Îranê hat kirin ku kar ji bo aramkirina rewşê bike.
Ev rewş dibe ku bi rastî bibe sedema nearamiyeke gelekî bihêz a welatên din. Mînak wekî Libnanê ku tê de Hizbulahê rêya bipêşxistina aloziyan hilbijart û biryar da ku êrişî Îsraîlê bike. Ev jî dibe ku encamên gelekî dijwar ji bo Libnanê hebin.
Lewma her çi qasî ev şer û alozî dirêj bikişîne, metirsiya zêdetir li ser welatên din durist dike.
Rûdaw: Serok Emmanuel Macron di van demên dawî de pêwendiyeke telefonî bi Serok Nêçîrvan Barzanî re jî hebû. Giringtirîn mijarên ku qala wan kirin de çi bûn? Her wiha Fransa di vê rewşa niha ya herêmê de dikare çi rolê ji bo Hewlêrê bilîze?
Pascal Confavreux: Belê, şemiya borî 7ê Adarê axivîn. Pêwendiyeke bihêz a Serok Macron li gel Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heye ku çendîn car hevdîtin pêk anîne. Her wiha Wezîrê Karên Derve Jean-Noël Barrot, tenê çend hefte berê li Hewlêrê bû.
Wan di rastiyê de li ser berdewamiya hewlan ên ji bo rêlibergirtina berfirehbûna aloziyan a li herêmê li hev kir.
Bê guman aramiya Kurdistanê ji bo Fransayê û ewlehiya welatê me ji karên herî girîng e. Ev nîşandana hevxemiyê ye ji ber ku Fransa hevparekî bawerpêkirî ye ji bo Îraqê û li nav Îraqê jî ji bo Kurdistana otonom.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê di vê aloziya ku niha heye de bêalîbûna xwe ragihandiye lê belê hîn jî ji aliyê hinek ji komên navxweyî yên Îraqê ve êrişî wê tê kirin. Helwesta Fransayê li hemberî van êrişan çi ye?
Pascal Confavreux: Xala me ya li pêş e aramkirina rewşê ye. Dirêjbûna bêdawî ya operasyonên leşkerî metirsiyeke mezin durist dike.
Lewma em hemû wan êrişên bêsedem şermezar dikin ku rû didin û gefê li aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê dikin.
Rûdaw: Fransa çawa nirxandinê ji bo aloziyên navbera Îran û Îsraîl û Amerîkayê dike? Gelo Parîs guhertina rejîmê li Îranê wekî yekê ji vebijêrkan dibîne?
Pascal Confavreux: Guhertina rejîmê dema ku ji derve be, di dîroka nû de encamên gelekî xerab nîşan dane, pêwîst nake ez navê hinek welatan bînim lê hemû dizanin.
Lewma divê gelê Îranê bi xwe rêya xwe hilbijêre. Divê Îran bi awayekî dramatîk helwesta xwe û wan gefên ku li ser herêmê durist dike biguhere.
Amerîkayî û Îsraîliyan biryar da hinek êrişan bikin ku li derveyî yasaya navneteweyî bûn, ev ne tiştek e ku em piştgiriya wê bikin lê belê em wê jî ji bîr nekin ku xala li pêş a yekem ji rejîma Îranê û ji wan gefên bêsedem çavkaniyê digire ku ji bo hemû herêmê durist kiriye.
Niha ya ku em dixwazin bikin parastina welatiyên me ye li herêmê; nêzîkî 400,000 welatiyên me yên Fransayî li wan welatan hene ku ketine nav vê rewşê.
Duyem, em dixwazin bibin ew hevparê pêbawer ku me ji bo hevpeymanên xwe hebûye. Lewma me keştiyeke balafirhilgir şandiye rojhilatê Deryaya Spî, her wiha me keştiyeke têkşikîner jî şandiye peravên Qibrîsê (ku îro Serok Macron li Qibrîsê bû û paşê çû ser keştiya balafirhilgir). Armanceke din a me jî parastina azadiya keştiyên li Tengava Hurmizê û herêmê ye da ku aboriyên xwe biparêzin û ev gelekî girîng e.
Rûdaw: Kurd beşeke mezin a rûniştvanên Îranê pêk tînin, bê guman li gel pêkhateyên neteweyî û olî yên din. Ji nêrîna Fransayê ve divê paşeroja Îranê çawa be da ku mafê hemû gelan û hemû pêkhateyên cuda yên tê de parastî be?
Pascal Confavreux: Bê guman divê mafê hemû komên cuda bi awayekî giştgir bê parastin, di nav wan de Kurd jî, lê ev Îranî ne biryarê didin ka dê çawa be û wê çawa bikin. Tê bîra min destpêkirina tevgera "Jin Jiyan Azadî" di sala 2022yan de piştî kuştina Jîna Emîniyê bû ku di rastiyê de Kurd bû.
Lewma gelê Kurd beşeke sereke ye ji gelê Îranê û divê mafên wan di paşeroja Îranê de werin parastin û rêz li wan bê girtin lê ez ducare dikim, biryar di destê Îraniyan de ye.
Rûdaw: Gelo hûn difikirin ku pêkanîna sîstema federal dê bibe sedema dabînkirina maf û nûnertiya pêkhateyên cuda yên Îranê? Gelo Fransa wisa difikire ku modeleke bi wî rengî dikare bibe beşek ji çareseriya siyasî ji bo paşeroja wî welatî?
Pascal Confavreux: Ne karê me ye em wê bibêjin. Ew gelê Îranê ye ku dê rejîma xwe hilbijêre, bi taybetî piştî wê ya ku di meha Kanûna Paşîn de rû da dema ku hikûmetê wê tundiya bêsedem û gelek bihêz li dijî gelê xwe kir.
Lewma ew Îranî ne ku dê biryarê bidin lê bê guman divê Kurd mafên wan ên siyasî parastî bin û rêz li wan bê girtin.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Pascal Confavreux ku hûn ji Parîsê bi me re bûn.
Pascal Confavreux: Spas, spas ji bo vexwendina we û hêvîdar im ku di demeke nêzîk de ez we dîsa bibînim.