Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor, dibêje, agirbesta navbera Tehran û Washingtonê ji ber nakokiyên li ser bereya Libnanê "lerzok" e. Taylor her wiha tekez dike ku divê her rêkeftineke pêşerojê pirsa mûşekên balîstîk û komên nêzîkî Îranê yên li herêmê di nav xwe de bigire.
Agirbesteke lerzok û pirsgirêka Libnanê
Victoria Taylor di hevpeyvîneke xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku agirbest di rewşeke baş de nîne, çimkî Îran pê da girê dide ku divê Libnanê jî bigire nav xwe. Lê belê Îsraîl, heta piştî rêkeftina Washington û Tehranê jî, operasyonên xwe yên leşkerî li wî welatî zêdetir kirine.
Taylorê di berdewamiyê jî de got, "Gihîştina lihevkirinê dê gelek zehmet be, çimkî Amerîka û Îran li ser gelek xalan ji hev dûr in."
Ceza û şertên mûşekên balîstîk
Têkildarî egera rakirina sizayên aborî, alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê pêşbînî dike ku di her rêkeftinê de tenê "sivikkirina sizayan" bê dîtin, ne rakirina wan a bi temamî.
Taylor balê dikişîne ser wê yekê ku pirsa mûşekên balîstîk ji bo Amerîka, Îsraîl û welatên Kendavê xaleke sereke ye û divê Îran li ser vê mijarê biaxive da ku herêm hîs bike ku ewle ye. Lê tîne ziman ku Tehran heta niha ne amade ye li ser vê mijarê û piştgiriya komên çekdar gotûbêjan bike.
Rola Pakistanê di dan û standinan de
Siyasetmedara Amerîkayê Taylorê diyar kir ku Pakistanê karîbû baweriya her du aliyan ji bo gihandina pêşniyara agirbestê bi dest bixe. Lê amaje bi wê jî kir ku êrişên dronî û mûşekî yên Îranê zererên mezin gihandiye pêwendiyên Tehranê yên li gel welatên herêmê; heta êrişî Umanê jî hatiye kirin ku rola navbeynkariyê dîtibû.
Îraq û pirsa komên çekdar
Taylorê helwesta hikûmeta Îraqê ya li hemberî komên çekdar rexne kir û got, "Pêwîst e Bexda gavên gelekî tund û pratîk bavêje ji bo sînordarkirina milîsan."
Siyasetmedara Amerîkayî da zanîn ku êrişên wan komên çekdar ên li ser Herêma Kurdistanê û binkeyên leşkerî û îstixbaratî, îdareya Trump neçar kiriye ku daxwaza helwesteke cidî ji Bexdayê bike.
Parastina Herêma Kurdistanê û pergala parastinê
Victoria Taylorê di beşeke din a axaftina xwe tekezî li ser giringiya parastina Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku pêwîst e hikûmeta Amerîkayê bi Hewlêr û Bexdayê re gotûbêjên cidî bike ji bo dabînkirina şiyana bergîriya asmanî.
Taylor got, "Hejmara zêde ya êrişên dronî û mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê, giringiya wan gotûbêjan nîşan dide."
Hevpeyvîna pêşkeşkarê Rûdawê Zana Kayanî ya bi Victoria Taylorê re wisa ye:
Rûdaw: Li gorî te şer dê ji nû ve dest pê bike an rêkeftineke aştîyê dê bê kirin?
Victoria Taylor: Dikarim bêjim agirbest gelekî lerzok e. Eşkere ye ku niha nakokiyek li ser wê yekê heye ku gelo agirbest Libnanê jî digire nav xwe yan na. Îran pê da girê dide ku divê Libnanê jî bigire nav xwe, lê Îsraîlê duh operasyoneke mezin a bordûmanê li Libnanê dest pê kir, heta piştî ku li gel Amerîkayê rêkeftin kir. Lewma pirsgirêk ev e: Gelo Libnan dê bibe beşek ji vê agirbestê yan na? Gelo Amerîka û Îsraîl li ser wê yekê li hev in ku dan û standin çawa bin? Bi baweriya min gihîştina lihevkirinê dê gelek zehmet be, çimkî Amerîka û Îran li ser gelek xalan ji hev dûr in.
Rûdaw: Gelo Trump dê razî bibe ku sizayên aborî yên li ser Îranê rabike û pereyên hatine blokekirin teslîm bike?
Victoria Taylor: Bi baweriya min di her rêkeftinekê de dibe ku em hinek hêsankariyan û sivikkirina sizayan bibînin lê bi baweriya min sizayên bi temamî nayên rakirin, ferq nake çi rêkeftin bê kirin. Çimkî yek ji astengiyên sereke ew e ku Îran naxwaze li ser şiyana mûşekên balîstîk û piştgiriya komên xwe yên wekaletkar dan û standinan bike. Bi baweriya min Serok Trump û îdareya Amerîkayê, her wiha Îsraîl jî, li ser vê xalê dê gelekî tund bin ku divê ev mijar di her rêkeftineke berfireh de hebin.
Rûdaw: Piştî vî şerî, nemana mûşekên balîstîk ên Îranê bûye daxwazeke sereke?
Victoria Taylor: Mûşekên balîstîk her tim mijareke sereke bûye ku Amerîkayê xwestiye behsa wê bike û ji bo Îsraîlê jî gelek hesas e. Piştî ku me dît Îranê asta aloziyan li herêmê gelekî bilind kir, vê xalê giringiyeke zêdetir peyda kir da ku Îsraîl û welatên Kendavê careke din hîs bikin ku bi ewle ne.
Rûdaw: Pakistan nûnerê çêtir e yan Uman?
Victoria Taylor: Giringtirîn faktora navbeynkar ew e ku baweriya her du aliyan (Amerîka û Îran) pê hebe. Bi baweriya min niha Pakistanê karîbû wê rolê ji bo gihandina pêşniyara agirbestê bibîne. Divê em bibînin ka dê bigihîje kû derê, lê êrişên dronî û mûşekî yên Îranê yên bo ser herêma Kendavê, wisa kiriye ku welatên Kendavê gelekî bi hişyarî tevbigerin û wê yekê zerer gihandiye pêwendiyên Îranê yên bi wan welatan re, heta Îranê êrişî Umanê jî kir dema ku Umanê rola navbeynkariyê didît.
Rûdaw: Komên çekdar ên Îraqî yên ser bi Îranê ve, Îraq kirin qada êrişan ji bo ser binkeyên Amerîkayê û welatên hevalbendên Amerîkayê. Gelo ev yek helwesta Amerîkayê ya li hemberî Îraqê diguherîne?
Victoria Taylor: Heta beriya destpêkirina vî şerî jî, îdareya Trump helwesteke tund hebû ku divê hikûmeta Îraqê gavên zêdetir bavêje ji bo sînordarkirina milîsên ser bi Îranê ve. Êrişa milîsan ne tenê ji bo ser armancên Amerîkayê, belkî hewldana wan a mezin ji bo ser Kurdistanê û binkeyên leşkerî yên Îraqê û baregeha îstixbaratê, nîşan dide ku pêwîst e Bexda gavên gelekî tund û pratîk bavêje.
Rûdaw: Gelo pêwîst e Amerîka ji bo parastina Herêma Kurdistanê zêdetir çi bike?
Victoria Taylor: Bêguman ev gotûbêjeke girîng e ku divê hikûmeta Amerîkayê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike derbarê şiyanên bergîriyê û bergîriya asmanî. Ev gotûbêj Amerîkayê bi Bexdayê re jî hebûye. Bi baweriya min hejmara zêde ya êrişên dronî û mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê, ne tenê di dema vî şerî de, belkî beriya şer jî, giringiya wan gotûbêjan nîşan dide, ew jî ne tenê di navbera Hewlêr û Washingtonê de, divê Bexdayê jî bigire nav xwe.
Rûdaw: Gelo ev danûstandin dê roja înê yan şemiyê be?
Victoria Taylor: Bi baweriya min hemû nîşane bo wê yekê ne ku civîn dê di çend rojên bê de li Pakistanê bê lidarxistin. Pirsa mezin ew e ku gelo dan û standin dê berdewam bikin? Di berjewendiya Amerîka û Îranê de ye ku dan û standin berdewam bikin û agirbest bibe dan û standineke cidî. Zêdebûna şer û aloziyê armancên ti aliyan napêke û dîtina rêyeke dîplomatîk çareseriya herî baş e ji bo vegerandina ewlehiyê bo Amerîka, Îsraîl, Îran û hemû welatên herêmê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse