Jennifer Gavito: Divê Îran li Îraq û Libnanê fînansekirina milîsan rawestîne
Alîkara berê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Jennifer Gavito, ji bo dosyeya Îraq û Îranê, pê wê nêzîkê ye ku dan û standinên Îslamabadê yên di navbera Amerîka û Îranê de tenê destpêkek in û zehmet e di nava 14 rojên agirbestê de pirsgirêk werin çareserkirin. Her wiha tekez dike ku hewldanên Îranê yên ji bo danîna bacê li ser keştiyên di Tengava Hurmizê de, ji bo Amerîka û civaka navneteweyî "xeta sor e".
Dîplomata Amerîkayî beşdarî bultena nûçeyan a saet 18:00an a Rûdawê bû ku Cefer Mubeşirniya pêşkêş dikir. Gavito ronahî xist ser dan û standinên çaverêkirî yên Amerîka û Îranê, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û wan metirsiyên ku rûbirûyî herêmê dibin.
Dan û standinên Amerîka û Îranê
Gavitoyê li ser egera gihîştina rêkeftinekê di dan û standinên Îslamabadê de ji Rûdawê re got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku agirbesteke 14 rojî heye û alî rûniştine û bi hev re dipeyivin. Lê hîn rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me ye li ser mijarên hesas ên wekî atomî, komên wekaletkar û bernameya mûşekî ku pêwîst e werin çareserkirin. Ez bawer nakim 14 roj ji bo wî karî bes bin.”
Li ser pirsa gelo Donald Trump dê bi rêkeftineke mîna ya serdema Obamayê (ku berê rexne lê dikir) razî bibe yan na, Gavitoyê diyar kir ku rêkeftineke bi wî rengî “dê ji bo Amerîkayê serkeftineke mezin be û bidestxistina wê jî dê gelekî zehmet be,” lê tekez kir ku “karê herî pêşîn ê Amerîkayê, vekirina bêşert a Tengava Hurmizê ye.”
Jenniferê amaje bi wê yekê kir ku siyaseta derve ya Trump gelek caran neasayî ye û ew amade ye tiştên çaverênekirî bike û got: “Eger Îranî amade bin nermiyê nîşan bidin, bi taybetî li ser bernameya xwe ya atomî, bernameya mûşekî û liv û tevgera dûçûnên xwe, di nav wan de milîsên li Îraqê, wê demê eger heye ku mirov li ser sivikkirina zêdetir a cezayan bifikire.”
Siyasetmedara Amerîkayî li ser rola komên çekdar ên wekî Hizbulah, Hûsî û komên çekdar ên Îraqî jî ragihand ku her çend ew kom di çend salên borî de lawaz bûne lê “li Îraq û Libnanê, Amerîka li bendê ye ku Îran kontroleke zêdetir li ser wan hebe û fînansekirina wan rawestîne da ku rê li ber belavkirina tundûtîjiyê ya li seranserê herêmê bigire. Eger Îran amade nebe nermiyê nîşan bide, ev wekî astengekê dimîne.”
Hevpyevîna Rûdawê ya bi Jennifer Gavitoyê re wisa ye:
Rûdaw: Gelo Amerîka û Îran dê li Îslamabadê li hev bikin?
Jennifer Gavito: Ez bawer dikim ev girêdayî wê yekê ye ku serkeftin tê çi wateyê. Cihê kêfxweşiyê ye ku agirbesteke 14 rojî heye û alî rûniştine û bi hev re dipeyivin. Hîn rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me ye li ser mijarên hesas ên wekî atomî, komên wekaletkar ên li herêmê û bernameya mûşekên balîstîk ku pêwîst e werin çareserkirin. Ez bawer nakim 14 roj ji bo wî karî bes bin.
Rûdaw: Trump gelekî rexne li rêkeftina Obamayê ya bi Îranê re girt û ew hilweşand. Gelo Trump dê bi rêkeftineke wekî ya serdema Obama razî bibe?
Jennifer Gavito: Rêkeftineke bi wî rengî dê ji bo Amerîkayê serkeftineke mezin be û bidestxistina wê jî dê gelekî zehmet be. Van rojên dawî me gelek tişt di vê derbarê de bihîstin. Bêguman, rêkeftineke wekî ya atomî ya sala 2015an ku li ser armancên atomî yên demdirêj ên Îranê be, dê destpêkeke baş be lê karê herî pêşîn ê Amerîkayê, vekirina bêşert a Tengava Hurmizê ye.
Rûdaw: Gelo Amerîka dê razî bibe ku cezayên aborî yên li ser Îranê rabike?
Jennifer Gavito: Me berê dît ku Serok Trump ji bo aramkirina bazarên enerjiyê yên cîhanê, cezayên li ser hinardekirina petrola Îranê sivik kiribûn. Yek ji taybetmendiyên Serok Trump ew e ku siyaseta wî ya derve gelek caran neasayî ye û nîşan daye ku ew amade ye tiştên çaverênekirî bike. Lewma eger Îranî amade bin nermiyê nîşan bidin, bi taybetî li ser bernameya xwe ya atomî, bernameya mûşekî û liv û tevgera milîsên xwe, di nav wan de milîsên li Îraqê, wê demê eger heye ku mirov li ser sivikkirina zêdetir a cezayan bifikire.
Rûdaw: Hizbulaha Libnanê, Hûsî û her wiha komên çekdar ên Îraqî yên ser bi Îranê ve di vî şerî de roleke mezin lîstin ji bo piştgiriya bereya Îranê. Gelo ev dê bibe pirsgirêkeke mezin di navbera Îran û Amerîkayê de?
Jennifer Gavito: Ji aliyekî ve, ev komên wekaletkar di çend salên borî de gelekî lawaz bûne, di nav wan de Hizbulah jî heye. Her wiha rêkeftinek bi Hûsiyan re jî hatiye kirin ku bû sedema agirbestê. Ji hinek aliyan ve, xetera wan a îro ne wekî ya berê ye. Lê belê, li Îraq û Libnanê, Amerîka li bendê ye ku Îran kontroleke zêdetir li ser wan hebe û fînansekirina wan rawestîne da ku rê li ber belavkirina tundûtîjiyê ya li seranserê herêmê bigire. Eger Îran amade nebe nermiyê nîşan bide, ev wekî astengekê dimîne. Eger Îranî dixwazin cezayên li ser wan werin sivikkirin, divê bi cidî li ser wan nermbûnan bifikirin.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê bê alî bû lê di nav hemû aliyên ku beşdarî şer nebûne de, herî zêde zerera canî dît. Gelo ev ji bo Amerîkayê çi wateyê dide?
Jennifer Gavito: Amerîka ji ber tiştên ku li Îraqê diqewimin gelekî dilgiran e. Van demên dawî daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku kontroleke çêtir li ser xaka xwe hebe û ewlehiya dîplomatên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê garantî bike. Ev ji bo Amerîkayê cihê dilgiraniyeke mezin e. Bêîstîkrariya li Îraqê bandorê li seranserê herêmê dike, bi taybetî li Sûriyeyê. Hewldan hene ji bo piştgirîkirina aramiya Îraqê û ji bo piştrastbûna ku Herêma Kurdistanê baca vê rewşê nade. Di heman demê de, pêwîst e hikûmeta Îraqê berpirsyariyê bigire ser xwe ji bo kontrolkirina hemû komên çekdar û milîsan.
Rûdaw: Gelo eger heye ku dan û standinên Amerîka û Îranê bi ser nekevin?
Jennifer Gavito: Eger serkeftin bi wateya "nevegera bo şer" were pênasekirin, ez ji sedî 60 şans didimê, yan jî dibe ku hinekî zêdetir. Ji wê wêdetir, pirs ew e ku gelo egera rêkeftineke kurt-dem heye ku bibe sedema aramiya demdirêj? Egera vê yekê gelekî kêm e. Tiştê ku pirtir tê çaverêkirin ew e ku ev gotûbêj bi niyeteke baş bi rê ve biçin û zemînê ji bo zincîreyeke gotûbêjan di mehên bê de xweş bikin ku dibe ku bibin sedema çareseriyeke demdirêjtir. Tiştê ku em dixwazin jê dûr bin, agirbesteke din a kurt-dem e wekî ya piştî şerê 12 rojî yê meha hezîranê ku pevçûn piştî çend mehan dîsa dest pê kirin. Bi nêrîna min, serkeftin ew e ku ev bibe gava ewil di zincîreyeke gotûbêjan de ku bibe sedema guherîneke rasteqîn, berbiçav û demdirêj.
Rûdaw: Parlamentoya Îranê projeyasayek amade kiriye da ku bacê ji wan keştiyên ku di Tengava Hurmuzê de عبور dikin bistîne. Tu bawer dikî ku Îran dikare vê yasayê bi cih bîne?
Jennifer Gavito: Ev ji bo Amerîkayê xeta sor e. Sepandina bacê, bi taybetî li ser wê petrola ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe, dahateke mezin ava dike. Hinek rapor dibêjin ku ev dikare hilberîna navxweyî ya Îranê du qat bike. Ev dê bibe karesat ji bo şiyana Îranê ku pereyan bide milîsên xwe û liv û tevgerên xwe yên têkdane yên li herêmê. Ya duyem, ev tengaveke avî ya navneteweyî ye. Heta vê dawiyê qet nehatibû girtin. Destûrdana welatekî ku bacê bisepîne û keştiyan kontrol bike, dê encamên wê yên cîhanî hebin, wekî mînak li cihên mîna Tengava Taywanê. Ev dê bibe sedema bilindbûna bihayên cîhanî û afirandina pirsgirêkên ewlehiyê yên mezin li seranserê cîhanê. Ji bo Amerîka, hevparên wê yên herêmî, Ewropa û bi giştî civaka navneteweyî, di nav de Çîn jî, divê ev wekî xeta sor bimîne.