Profesorê Çînî: Heta em Kurdan fêm nekin, em nikarin zanibin li Îraqê çi diqewime

Profesorê Çînî yê Zanîngeha Pekînê Ruiheng Li, pirtûkek li ser dîroka Kurdan û Siyaseta Nasnameyê li Îraqê nivîsiye.

Prof. Dr. Ruiheng Li dibêje, "Heta em pirsgirêka Kurd fêm nekin, em nikarin têbigihêjin ka di siyaseta Îraqê de çi diqewime."

Akademîsyenê pispor ê Zanîngeha Pekînê Prof. Dr. Ruiheng Li, yek ji wan lêkolîneran e ku lêkolînên hûr û kûr li ser Kurdan dike.

Ew di lêkolîna xwe de, li ser bingeha arşîvên veşartî yên Partiya Baasê, siyaseta nasnameyê ya li Îraqê şîrove dike û radixe ber çavan ku polîtîkayên hikûmetên Îraqê yên li pey hev çawa bûne sedema derketina neteweperweriya Kurdî.

Profesor Ruiheng Li di pirtûka xwe ya nû de, wê nêrînê derdixe pêş ku Kurd ji serdema Selahedîn Eyûbî heta roja îro di teşegirtina dîroka herêmê de hêzeke dîrokî û bi bandor bûne û rola wan nayê jibîrkirin.

Akademîsyenê Zanîngeha Pekînê di lêkolînên xwe de ew diyar dike ku têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê û bandora wan a li ser rewşa jeopolîtîk a herêmê, ew han daye ku tevgera Kurd ji nêzîk ve lêkolîn bike.

Ruiheng li hemberî kêmasiya zanyariyan a derbarê dîroka Kurdan, berê xwe dide arşîvên Partiya Baasê û bi taybetî serdema 1958-2003an lêkolîn dike.

Ew di wê baweriyê de ku neteweperweriya Kurdan berhema sîstemên siyasî yên zordar ên mîna rejîma Sedam e.

Ew avabûna nasnameya Kurdî di çarçoveyeke herêmî û dîrokî de dinirxîne û armanc dike ku ji xwînerên Çînî re perspektîfeke nû pêşkêş bike.

Ruiheng, Kurdan ne tenê wek pêkhateyeke ku li ser çar dewletan hatine dabeşkirin, lê wekî gelekî ku li erdnîgariya xwe piranî ye û di dirêjahiya dîrokê de bi kesayetiyên mîna Selahedînê Eyûbî re rê li ber geşedanên herêmê vekiriye, pênase dike.

Ew dibêje ku li Çînê ev yêk bi têra xwe nayê fêmkirin û xemsariya siyaseta derve ya Çînê ya li hemberî meseleya Kurd jî ji ber kêmasiya zanyariyan e.

Ruiheng, di xebatên xwe yên paşerojê de armanc dike ku lêkolîneke berfirehtir a ku tevahiya "Kurdistana Mezin" li xwe bigire, bike.

Li gorî wî, heta ku çareseriyek ji pirsgirêka Kurdan re neyê dîtin, ne mimkun e ku li Rojhilata Navîn aramiyeke mayînde pêk were.

Tevahiya hevpeyvîna ku Nûnerê Rûdawê yê Pekînê Mehdî Fecer  bi Prof. Dr. Ruiheng Li kiriye wiha ye:

Rûdaw: Rêzdar Profesor, gelek spas dikim ji bo vê hevpeyvînê.

Prof. Ruiheng Li: Ez gelek kêfxweş im ku îro bi we re hevpeyvîneke wiha dikim. Ez şanaziyê pê dikim ku ji bo temaşevan û guhdarên xwe yên Kurd axaftineke bi vî rengî dikim, gelek spas dikim.

Rûdaw: Wekî lêkolînerekî Çînî, çi ye we han da ku hûn hewl bidin li ser dîroka û pirsgirêka Kurdan binivîsin?

Prof. Ruiheng Li: Di rastiyê de, min di kariyera xwe de dereng dest bi vî cureyê lêkolînê kir. Min sala 2017an, di dema xwendina xwe ya doktorayê de dest pê kir. Wê demê, me li herêmê û cihanê şahidiya tevgera Kurdan dikir. Me dît ku Kurd li dijî DAIŞê şer dikin û di şekildana nexşeya jeopolîtîk a herêmê de roleke diyarker dilîzin. Ji ber vê yekê, min xwest ez ji wê nêrîna serdest a piraniyê derkevim. Loma min xwest ez li derveyî nêrîna Ereb-navendî, perspektîfeke kêmanî-navendî pêş bixim, da ku em karibin bûyerên li herêmê bi awayekî hevsengtir fêm bikin. Ji ber vê sedemê, min Kurd û Kurdistan wekî armanc û mijara lêkolîna xwe hilbijart.

Rûdaw: Astengiyên herî mezin ên ku hûn di dema nivîsandina pirtûka xwe de rastî wan hatin, çi bûn?

Prof. Ruiheng Li: Astengiya yekem ziman bû, pisporiya min a sereke zimanê Erebî ye. Lê belê, ji ber ku min dixwest ez zêdetir nêrînan ji Kurdistanê wergirim, min serî li jêderên bi bingeha Erebî da. Û ji bo xwendina arşîvên Partiya Baas ên li Zanîngeha Stanfordê, ez çûm wir.

Rûdaw: We behsa kêmasiya jêderên Kurdî kir. We ev pirsgirêk çawa çareser kir?

Prof. Ruiheng Li: Em li beşa xwe ji bo xwendekaran dersên zimanê Kurdî amade dikin. Wekî mînak, berî çar-pênc salan mamostayekî me yê Kurd ji Zanîngeha Selahedînê hat Zanîngeha Pekînê. Me di navbera zanîngehên xwe de pêwendiyên dualî danîn, me gelek serdan organîze kirin û bi zanîngehên herî bipêşketî yên Kurdistanê re çendîn peyman îmze kirin.

Rûdaw: We di nivîsên xwe de bêtir pişta xwe da kîjan cure jêderan? Wekî mînak: akademîk, lêkolînî, rojnamegerî an arşîvên dîrokî?

Prof. Ruiheng Li: Di du salên pêşîn ên xwendina xwe ya doktorayê de, min zêdetir bala xwe da ser jêderên duyemîn, yên bi Îngilîzî û Erebî. Di sala sêyemîn de jî, wekî lêkolînerekî mêvan ez çûm Programa Lêkolînên Îslamî ya Ebbas a li Zanîngeha Stanfordê. Min xwe gihand arşîvên Partiya Baasê û bi taybetî derbarê pêvajoya “aramkirina” Kurdistanê ya di salên 1970-1980î de analîzeke navxweyî pêş xist. Min hewl da ku di navbera Kurd û Ereban de nêrîneke hevsengtir derxim holê.

Rûdaw: Di çarçoveya lêkolîna we de we serdana Kurdistanê kir. Têbîniyên we yên ewil çi bûn? We bi hin serkirdeyan re hevdîtin kir?

Prof. Ruiheng Li: Serdana min a yekem a Kurdistanê du sal berê Çiriya Pêşîn a 2023an bû. Wekî hûn dizanin, tevî ku em tenê çar-pênc rojan li wir man jî, me serdana hemû parêzgehan kir, pêşî Dihok, paşê Hewlêr, paşê Silêmanî û di dawiyê de jî Helebce.

Bi rastî, em şanaz bûn ku di wê heyamê de derfeta me çêbû ku em bi Birêz Hoşyar Zêbarî re hevdîtinê bikin. Me li ser pêwendiyên Çîn-Îraqê û Çîn-Kurd sohbeteke gelek dostane pê re kir. Hêjayî gotinê ye ku tenê sê meh berê şandeyeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zanîngeha Pekînê ziyaret kir. Me li Koleja Zanîngeha Pekînê bi Dr. Hêmin Hewramî re hevdîtin kir.

Her wiha bi sûdwergirtina ji van hemû serdanan, me di warê lêkolîna meydanî ya têkildarî mijarên lêkolînên me yên li zanîngehê de karekî gelekî baş kir. Wekî nimûne, hin xwendekarên me hene ku bala xwe didin ser projeyên Belt and Road (Kember û Rê) ên li Îraqê û avakirina bingehên ewlehiyê li Îraqê.

 Ji ber vê yekê, derfeta me çêbû ku em bi hin berpirsên beşên pêwendîdar re bicivin da ku ji bo berjewendiya mijarên xwe yên lêkolînê hin hevpeyvînan bikin an jî hin lêkolînên meydanî pêk bînin.

Rûdaw: Di nav hemû mijarên girêdayî doza Kurdan de, we herî zêde bala xwe da ser kîjan mijarê? Wekî mînak, nasnameya Kurdî? Mîrateya çandî? Têkoşîna siyasî? An jî tiştekî din a taybet?

Profesor Ruiheng Li: Bi rastî, ez herî zêde li ser siyaseta nasnameyê sekinîm. Wekî mînak, em her tim nîqaş dikin ku li herêmê, bi taybetî li Kurdistanê, dibe ku niha neteweperweriya Kurdî gelekî xurt be. Wekî ku em dikarin li ser nexşeyê jî bibînin. Lê bi rastî, ez dixwazim wê pêvajoya ku rê li ber encamên wiha vedike, ji nû ve pênase bikim. Ji ber ku ez naxwazim bibêjim ku neteweperwerî encamek e ji berê ve diyarkirî ye.

Ez dixwazim bibêjim ku ew encam an jî berhema wan polîtîkayan e ku ji aliyê hikûmeta navendî ve hatine meşandin. Ji ber vê yekê ez çûm min arşîvên Partiya Baasê xwendin, ji ber ku min dixwest bibînim ku ev neteweperweriya Kurdî ya bihêz a ku ji tebeqeya herî jêr a civakê heta biryarderên herî jor heye, bi rastî encama wan polîtîkayan e ku ji aliyê rejîma Baas û Sedam Husên ve hatine bicihkirin. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ku rejîma Baasê di destpêkê de hewl da ku cureyekî nasnameya neteweyî ya Îraqî bîne Kurdistanê lê bi ser neket.

Bi dîtina min, ev argumana min a sereke ye. Piştî vê, ez hewl didim ku ne tenê nêrîna hikûmeta navendî, belkî zêdetir nêrîna aliyê Kurdî jî derxim holê. Ji bo ku têgihiştin û perspektîfeke hevsengtir derbarê tiştên ku beriya şerê Îraqê li Îraq û Kurdistanê diqewimîn, pêk bê.

Rûdaw: Ev pirtûka we ya yekem e li ser pirsgirêka Kurdan. Gelo hûn di pirtûka xwe de çarçoveyek, çareseriyek an jî îşaretekê pêşkêş dikin, da ku xwîner û lêkolînerên Çînî pirsgirêka Kurdan baştir û zelaltir fêm bikin?

Profesor Ruiheng Li: Beriya pirtûka min, di akademiya Çînê de derbarê Kurdolojiyê de nêzîkî çar pirtûkên din hebûn. Lê wan pirtûkan tenê agahiyên pir giştî derbarê çar rewşên pirsgirêka Kurd li herêmê pêşkêş dikirin. Di pirtûka xwe de, min hewl da ku têgihiştineke berfirehtir û taybettir derbarê bûyerên li Kurdistana Îraqê deynim holê. Ji ber ku, wekî em dizanin, ji dema ku Kurdistan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji aliyê hêzên mezin ve li ser çar welatan hat dabeşkirin, bi rastî ji bo avakirina neteweyî yan jî dirustkirina nasnameyê rêyên pir cuda girtine ber xwe.

Ji ber vê sedemê, bi dîtina min, dibe ku pêwîst be em welat bi welat lêkolînan bikin da ku fêm bikin ka li çar parçeyên cuda yên Kurdistanê çi diqewime. Ji ber vê yekê, min tenê bala xwe da ser Îraqê û ji bo lêkolîna xwe, min tenê ev serdema dîrokî ya pir taybet hilbijart. Ez dixwazim lêkolînên me yên di akademiya Çînê de, derbarê wêne û dîmena giştî ya Kurdistanê de berfirehtir û taybettir bin, ne ji perspektîfeke pir giştî û razber.

Rûdaw: Çima we giranî da ser serdema navbera salên 1958 û 2003yan li Îraqê?

Profesor Ruiheng Li: Ji ber ku bi dîtina min, sala 1958an Mîrnîşiya Haşimî ya Îraqê ji aliyê Efserên Azad ve bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat rûxandin. Bi dîtina min, ji aliyê pirsa Kurd ve tevahiya rewşê bi temamî guherî. Mela Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya Îraqê. Her wiha, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve bi awayekî fermî hat naskirin.

Loma, di wê serdemê de hemû derdor û şert û merc ji bo beşdarbûna gelê Kurd a siyasetê vekirî bûn. Ji ber vê yekê, bi dîtina min ev sal, ji bo ji nû ve fikirîna li ser pirsgirêka Kurdan a li Iraqê, saleke gelekî girîng e. Piştre heta şerê Îraqê yê 2003an, li gorî min ji ber şer rewş bi temamî guherî.

Ji ber ku Kurdan di rêveberî û parlamentoyê de mafên xwe yên rewa bi dest xistin. Niha jî herêmeke wan a xweser a taybet heye. Ji ber vê yekê min hewl da ku lêkolîna xwe li ser vê serdema taybet bikim. Ev beşeke gelek diyarker e ji bo ku em fêm bikin ka berê çi qewimî û piştre çi hat. Ji ber vê yekê, di qonaxa bê de ez dikarim girîngiyeke zêdetir bidim tiştên ku piştî şer qewimîn, wekî şerê DAIŞê yan jî referanduma serxwebûnê.

Rûdaw: Pirsa "Kurd çawa dikarin bibin piranî?" a we ye, nivîskarên din ên Çînî jî bi heman rengî difikirin?

Profesor Ruiheng Li: Em hewl didin ku vê cure têgihiştinê bixin pozîsyoneke nû. Ji ber ku em dibînin niha Kurd di jeopolîtîk û siyaseta Rojhilata Navîn de roj bi roj roleke girîngtir dilîzin. Bi taybetî ji sala 2014an û vir ve, dema ku wan li dijî DAIŞê şer kir û pêkhateyên etnîkî û mezhebî yên herêmê parastin. Ji ber vê yekê, em li wan ne wek çavkaniya nearamiyê, belkî wekî çavkaniyeke aramiyê dinêrin, ne wekî barekî lê belê wekî sermayeyekê ji bo avakirina ewlekarî û geşepêdanê li herêmê dibînin.

Rûdaw: Peyama we bi rêya vê pirtûkê ji xwendevanên Çînî re çi ye? Hûn dixwazin çi ji wan re bibêjin?

Profesor Ruiheng Li: Ez dixwazim vê yekê ji wan re bibêjim, Divê em Kurdan tenê weke kêmaniyekê nebînin. Eger em çarçoveya nêrîna xwe tenê bi wan çar welatan sînordar bikin, ew bi rastî jî kêmanî ne, lê dema em derbasî Kurdistanê dibin û tenê li vê kêmaniya etnîkî dinêrin, ew bi rastî jî piranî ne.

Wan ji dîrokeke gelekî kevnar ve li herêmê roleke mezintir û kokdartir lîstine û lîstina rola wan didome. Wekî ku em dikarin ji dîrokeke gelekî dûr û dirêj û berfireh bibînin. Wekî bo nimûne, Selahedînê Eyûbî Kurd bû û di dîroka Rojhilata Navîn de roleke gelekî bingehîn lîst. Ev yek ji me re dibêje ku divê em ti carî wan wekî çaremîn neteweya herî mezin a herêmê ji bîr nekin, û divê em têgihîştina xwe ya li ser girîngî û qîmeta wan a li herêmê û heta li cîhanê jî bigihînin asteke nû.

Rûdaw: Komara Gel a Çînê li Rojhilata Navîn piştgiriya xwe ji bo pirsgirêka Filistînê nîşan da lê çima li hemberî pirsgirêka Kurd bêdeng e? Di vê mijarê de nêrîna we ya şexsî çi ye?

Profesor Ruiheng Li: Bi dîtina min, belkî sedema yekem li ser bingeha kêmasiya zanyariyan e. Ez dibêjim ku divê em cihê têgihîştina xwe ji perspektîf û aliyên cuda ve biguherînin. Sedemeke din jî wekî ku em dizanin, Rojhilata Navîn her tim bi dinamîkên gelek aloz re rûbirû ye. Beriya ku em derbasî xalên hestiyar ên herêmê bibin, divê em pêşî pirsgirêkên bingehîn ên herêmê çareser bikin.

Herwiha, gelekî girîng e ku em amaje bi wê yekê bikin ku herêma Rojhilata Navîn, ew herêma yekemîn e ku dîplomasiya Çînê projeya avakirina bingeheke ewlehiyê ya hevpar tê de bi cih tîne. Ji ber vê yekê, bi dîtina min, belkî piştî vê pêvajoya ku gelekî pêwîst, divê em zêdetir li ser guhertina têgihîştina xwe ya derbarê pirsgirêka Kurdan de û li ser rola xwe yan jî beşdariya xwe di avakirina ewlehiyê û beşdarbûna di geşepêdan û îstiqrara herêmê de bifikirin.

Rûdaw: Wekî pispor, hûn di wê baweriyê de ne ku  bêyî çareseriyeke adilane ya ji bo pirsgirêka Kurdan, li Rojhilata Navîn seqamgîriyeke demdirêj dê zehmet be?

Profesor Ruiheng Li: Bi dîtina min, di demeke dirêj de erê. Çareseriya van pirsgirêkan dê ji bo ewlehî û seqamgîriya li herêmê gelekî girîng be lê em bi rastî dixwazin vê bibêjin, divê em kîjan cure paradîgma yan jî nêzîkatiyê bişopînin? Ez bawer im em dixwazin balê bikişînin ser vê yekê, beriya ku seqamgîrî were anîn bo herêmê, divê seqamgîrî hebe, ne alozî.

Rûdaw: Li gorî ku ez dizanim, niha hin xwendekarên we hene ku li ser pirsgirêka Kurdan dixebitin û derbarê Kurdan de lêkolînan dikin. Wekî ku me behs kir, di pirtûkxaneya we de çavkanî kêm in. Ew çi dikin û berê xwe didin kû derê?

Profesor Ruiheng Li: Bi rastî, me berê hewl da ku ji bo wan dersên zimanê Kurdî sêwirînin, da ku ew karibin hinekî fêrî Kurdî bibin û karibin hin nivîs an jî wêjeya Kurdî bixwînin. Ji bilî vê, em hewl didin ji bo wan derfetên gelekî hêja biafirînin da ku karibin hevpeyvînan bikin û lêkolînên meydanî bikin.

Wekî mînak, dema em bi Dr. Hêmîn Hewramî re civiyan, me ji du xwendekarên xwe xwest ku xebatên xwe yên li ser pirsgirêkên Kurdan bi kurtasî pêşkêş bikin û bi dîtina min, hevalên me yên Kurd ji vê pêşketin û eleqeya akademiya Çînê, bi taybetî ya Zanîngeha Pekînê, ya ji bo pirsên wan, gelekî kêfxweş bûn.

Her wiha, mehek berê, şandeyeke me bi serokatiya beşa me serdana Kurdistanê kir da ku hin lêkolînên meydanî pêk bîne û du xwendekarên min jî di nav wê şandeyê de bûn. Ji ber vê yekê, em hewl didin ku zêdetir derfetan biafirînin ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmasiya çavkanî û nivîsaran di warê Kurdolojiyê de li Çînê. Her wiha, cihê kêfxweşiyeke mezin e ku dibe ku sala bê mamostayekî din ê Kurd were Zanîngeha Pekînê da ku dersên bijarte yên Kurdî berdewam bike.

Rûdaw: Li akademî, zanîngeh û enstîtuyên Çînê, hûn nirxandina xwe ji bo wêjeya Kurdî û vegotin an jî lêkolînê çawa dikin? Gelo bêtir girîngî bi vê babetê tê dayîn?

Profesor Ruiheng Li: Belê, bi raya min, ji ber ku hûn dizanin, berî her tiştî, di warê bernameya perwerdehiyê de, mamostayê me yê Kurd heye. Waneya me ya taybet ji bo zimanê Kurdî heye, her wiha xwendekarên me hene ku li ser van babetan dixebitin û ez bawer im ku di maweya dirêj de em dikarin bala xwe ne tenê li ser Îraqê, belkî li ser beşên din ên Kurdistanê jî berfirehtir bikin.

Her wiha wekî ku hûn dibînin, di navbera Zanîngeha Pekînê û zanîngehên cuda yên li Kurdistanê de pêwendiyên me yên dualî yên gelekî bihêz û heta hêj bihêztir hene, ji ber vê yekê ez bawer im ku di maweya dirêj de em dê bêtir bingehan deynin û em dixwazin ji bo akademiya me ya Çînê bêtir berhemên giştî pêşkêş bikin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e,  planên we û yên Çînê ji bo lêkolînên li ser Kurdan çi ne û di paşerojeke nêzîk de hûn plan dikin li ser kîjan babetan lêkolînê bikin?

Profesor Ruiheng Li: Ji bo vê pirsê gelek spas dikim, ji ber ku ez her tim li ser vê yekê difikirim, ev yek bi plana min a lêkolînê ya paşerojê û heta bi arastekirina xwendekarên min ve jî girêdayî ye. Bi rastî, li ser vê bingehê, bi raya min du arasteyên serekî hene ji bo berfirehkirina lêkolînên min ên li ser bingeha pirsgirêka Kurdan a li Îraqê. Ez bawer im a yekem çûna ber bi başûr ve ye, ber bi beşa Îraqê ve, ji ber ku wekî em dizanin, dema em Îraqê şîrove dikin, pêwîst e em li ser siyaseta mezhebî an jî etnîkî bifikirin.

Lewma bêyî pirsgirêka Kurd em bi rastî nikarin fêm bikin ka di siyaseta Îraqê de çi diqewime. Arasteya din çûna ber bi Kurdistana Mezin ve ye, ji ber ku bi dîtina min, li hundir, çar parçeyên Kurdistanê her ku diçe bêtir bi hev ve tên girêdan û her wiha di navbera komên siyasî yên cuda yên di nav Kurdistanê de cureyek pirsgirêka "model"ê derdikeve holê.

Ji ber vê yekê, du rê hene, yek ketina nav lêkolînên Îraqê ye, ya din jî kirina xwendineke giştîtir li seranserê Kurdistanê ye. Ji bilî vê, ez bawer im ez dê bêtir dinamîkên nav herêmî û derveyê herêmî derxim holê, da ku têkiliyên rastîn ên di navbera herêmên cuda û aktorên cuda de bizanibim.

Rûdaw: Em ji we re serkeftinê dixwazin, gelekî spas ji bo dema ku we veqetand.

Profesor Ruiheng Li: Gelekî spas, cihê şanaziyê ye, spas.