Christophe Lemoine: Divê Kurd di qonaxa veguhêz a Sûriyeyê de cih bigirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine diyar dike ku divê Kurd di qonaxa veguhêz a Sûriyeyê de cih bigirin. 

Siyasetmedarê Fransî got, “Hûn dizanin Fransa kanûna pêşîn a borî ji rûxandina desthilata Beşar Esed kêfxweş bû. Her wiha Fransayê piştgirî daye desthilata nû ya Şamê. Wekî me her tim gotiye, ev piştgirî bi yek tiştî ve girêdayî ye, rêzgirtina li pirrengiya Sûriyeyê; pirrengiya nijadî, olî û siyasî. Ev tê wê wateyê ku me her tim ji rayedarên nû yên Şamê re gotiye ku divê ev qonaxa veguhêz a demokratîk hemû aliyan li xwe bigire û hemû pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê û nemaze Kurdan bihewîne.

Ji ber ku dîrokeke me ya dirêj bi Kurdên Sûriyeyê re heye. Hûn dizanin, me bi wan re li dijî DAIŞê şer kir û ew hevpeymanên gelekî girîng in. Loma me ev peyam bi awayekî pir ciddî gihandiye rayedarên nû. Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer di meha gulanê de li Parîsê bû û bi Serokkomar Emmanuel Macron re civiya. Ev xal nemaze ji aliyê Serokkomarê Fransayê ve hat tekezkirin. Divê ew pêşengiya qonaxeke veguhêz a demokratîk bikin ku kes tê de neyê jibîrkirin û hemû pêkhateyên Sûriyeyê, Kurd jî di nav de, li xwe bigire.”

Christophe Lemoine beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiv da pirsên Şehyan Tehsînê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine amaje bi gotinên Kurdan û Fransayê jî kir û got,“Ez li vir gotinên Serokkomar Emmanuel Macron tînim bîra we ku gotibû, ‘Em her tim li kêleka Kurdan bûne’ Kurdên Îraqê û her wiha Kurdên welatên din jî. Ev helwesteke neguher a Fransayê ye. Li Îraqê konsulxaneya me ya giştî li Hewlêrê heye ku ji bo têkiliyên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re û her wiha ji bo pêwendiya bi Kurdan re bi giştî pir çalak e.

Em hewl didin hevkariyeke çandî ya xurt li wê herêmê bi pêş bixin. Li Hewlêrê Enstîtuyeke Fransî heye ku ji bo bipêşxistina hînbûna zimanê Fransî û projeyên çandî kar dike û em gelekî bi kelecan in ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de xurt bikin. Lewra ev tiştekî berbiçav e û bi projeyên pir zelal tê cîbicîkirin. Me gotinên Serokkomar Macron xistine pratîkê û ev bêtir erka Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya li Hewlêrê ye.”

Hevpeyvîna Şehyan Tehsînê û Christophe Lemoine wisa ye:

Rûdaw: Bi xêr hatî.

Christophe Lemoine: Gelek spas.

Rûdaw: Di serî de, ez dixwazim bizanim ji bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera Fransa û Îraqê de çi pêngavên nû hene?

Christophe Lemoine: Belê, pêwendiyên di navbera Îraq û Fransayê de niha gelekî zindî û berfireh in. Ev pêwendî bi rêya peymaneke hevpar a stratejîk ku di Çileya Paşîn a 2023yan de ji aliyê Serokwezîr Sûdanî û Serokkomar Macron ve hatibû îmzekirin hatine xurtkirin. Ew pêngaveke pir girîng bû, ji ber ku ev peymana stratejîk çarçoveyek e ku em tê de dikarin pêwendiyên di navbera Îraq û Fransayê de bihêztir bikin. Piştî îmzekirina vê peymanê, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, nîsana par serdana Îraqê kir û li wir derfet dît ku bi rayedaran re û her wiha bi civaka bazirganî û pêkhateyên din ên civakê re bicive. Ango ev peymaneke berdewam û gelekî girîng e. Em jî gelek piştgiriyê didin vê peymanê ku pêwendiyên di navbera Parîs û Bexdayê de xurtir dike.

Rûdaw: Gelo lidarxistina Konferansa Bexdayê di projeya Fransayê de maye? Em dikarin pêşbînî bikin ku ji bo paşerojê konferanseke din pêk were?

Christophe Lemoine: Ji bo me gelekî zelal û eşkere ye ku di van çend salên dawî de Îraqê roleke pir girîng û bibandor li herêmê lîstiye û Konferansa Bexdayê jî di vî warî de pêngaveke pir girîng bû. Loma em piştrast in ku Konferansa Bexdayê pêngaveke pir biqîmet bû û em piştgiriyê didin hewlên Îraqê û Serokwezîr Sûdanî yên ji bo serxistina armancên xwe, parastina aramiya herêmê û ya herî girîng, dûrxistina Îraqê ji şer.

Rûdaw: We di axaftina xwe de behsa bazirganiyê kir, ev demeke şîrketên Fransî kêm rasterast tên Îraq û Herêma Kurdistanê. Gelo Hikûmeta Fransayê çi teşwîqê dide şîrketên Fransî da ku werin li Îraq û Herêma Kurdistanê kar bikin?

Christophe Lemoine: Baş e, berî her tiştî ez dixwazim tekezî li ser wê yekê bikim ku şîrketên Fransî li Îraqê kar dikin, nemaze di sektora demdirêj a petrol û gazê de ku sektoreke pir girîng e. Lewra şîrketên Fransî li wir in lê em dixwazin hebûna bazirganî ya Fransayê li Îraqê cihêreng bikin. Ev jî xala sereke ya çendîn forumên bazirganiyê bû ku di van mehên dawî de hatin lidarxistin. Yekem, foruma bazirganiyê ya gelekî girîng sibata borî li Bexdayê hat lidarxistin. Her wiha foruma bazirganiyê ya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de Îlona 2024an hat sazkirin. Em li gel ajansa bazirganiyê ya Fransayê ya bi navê "Business France" gelekî rijd in li ser bipêşxistina pêwendiyên xwe yên bazirganiyê bi Îraqê re. Xala sereke ew e ku hebûna Fransayê ya bazirganî li Îraqê were cihêrengkirin. Dema ez dibêjim Îraq, mebesta min hemû Îraq e, ango dewleta federal a Îraqê tevî Herêma Kurdistanê.

Rûdaw: Ew cihêrengiya ku hûn di bazirganiyê de behs dikin, Fransa dixwaze şîrketên wê li Îraq û Herêma Kurdistanê di kîjan sektorên din de kar bikin?

Christophe Lemoine: Baş e, yekem, hûn dizanin di warê enerjiyê de, bêguman petrol û gaz hene lê cureyên enerjiyê ber bi cihêrengiyê ve diçin. Şîrketa Fransî ya "Total Energies" li Îraqê pir çalak e. Wê şîrketê pêşniyara cihêrengkirina çavkaniyên enerjiyê kiriye, wekî çêkirina santralên enerjiya rojê li Îraqê ji bo teşwîqkirina enerjiya kesk û domdar. Ev mînaka yekem e. Lê mînakên din jî di warên cuda de hene. Hûn dizanin Fransa bi gelek pîşesaziyên cihêreng tê nasîn, wekî firokevanî, pîşesaziya otomobîlan û her wiha sektora kelûpelên luks. Ango ew hemû şîrket li derfetan li Îraqê digerin. Ev rewşeke ku bi dehên salan berê hebû û ez bawer dikim divê şîrketên Fransî vegerin Îraqê.

Rûdaw: Pêwendiyeke kevnar a di navbera Fransa û Kurdan de heye. Fransa û hikûmeta wê dixwazin pêwendiyên xwe bi Kurdan re çawa berfirehtir bikin û bi pêş bixin?

Christophe Lemoine: Bêguman wisa ye. Ez li vir gotinên Serokkomar Emmanuel Macron tînim bîra we ku gotibû, ‘Em her tim li kêleka Kurdan bûne’ Kurdên Îraqê û her wiha Kurdên welatên din jî. Ev helwesteke neguher a Fransayê ye. Li Îraqê konsulxaneya me ya giştî li Hewlêrê heye ku ji bo têkiliyên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re û her wiha ji bo pêwendiya bi Kurdan re bi giştî pir çalak e. Em hewl didin hevkariyeke çandî ya xurt li wê herêmê bi pêş bixin. Li Hewlêrê Enstîtuyeke Fransî heye ku ji bo bipêşxistina hînbûna zimanê Fransî û projeyên çandî kar dike û em gelekî bi kelecan in ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de xurt bikin. Lewra ev tiştekî berbiçav e û bi projeyên pir zelal tê cîbicîkirin. Me gotinên Serokkomar Macron xistine pratîkê û ev bêtir erka Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya li Hewlêrê ye.

Rûdaw: Eger em behsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin, wan di şerê DAIŞê de 12 hezar şehîd dan lê piştî ku desthilat guherî, destûra demkî ya niha ya Sûriyeyê Kurdan nas nake û desthilata niha ya Şamê ne amade ye ti mafên siyasî û îdarî bide Kurdan. Fransa çawa li vê mijarê dinêre?

Christophe Lemoine: Hûn dizanin Fransa kanûna pêşîn a borî ji rûxandina desthilata Beşar Esed kêfxweş bû. Her wiha Fransayê piştgirî daye desthilata nû ya Şamê. Wekî me her tim gotiye, ev piştgirî bi yek tiştî ve girêdayî ye, rêzgirtina li pirrengiya Sûriyeyê; pirrengiya nijadî, olî û siyasî. Ev tê wê wateyê ku me her tim ji rayedarên nû yên Şamê re gotiye ku divê ev qonaxa veguhêz a demokratîk hemû aliyan li xwe bigire û hemû pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê û nemaze Kurdan bihewîne. Ji ber ku dîrokeke me ya dirêj bi Kurdên Sûriyeyê re heye. Hûn dizanin, me bi wan re li dijî DAIŞê şer kir û ew hevpeymanên gelekî girîng in. Loma me ev peyam bi awayekî pir ciddî gihandiye rayedarên nû. Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer di meha gulanê de li Parîsê bû û bi Serokkomar Emmanuel Macron re civiya. Ev xal nemaze ji aliyê Serokkomarê Fransayê ve hat tekezkirin. Divê ew pêşengiya qonaxeke veguhêz a demokratîk bikin ku kes tê de neyê jibîrkirin û hemû pêkhateyên Sûriyeyê, Kurd jî di nav de, li xwe bigire.

Rûdaw: Niha li Tirkiyeyê pêvajoyeke siyasî heye ku tê de behsa danîna çekan a PKKyê û xwefesixkirina wê tê kirin. Fransa çawa li wê pêvajoyê dinêre û çawa piştgiriyê dide wê?

Christophe Lemoine: Belê, em pêşwaziyê li biryara PKKyê ya ji bo xwefesixkirinê dikin, çimkî me her tim bawer kiriye ku têkoşîna çekdarî ne çare ye û divê çareserî siyasî be û li ser bingeha diyalogê be. Loma em biryara PKKyê ya ji bo xwefesixkirinê pêşwazî dikin, piştgirêyê didin danîna çekan û vegera ser rêya diyalogê. Em hêvîdar in ku ew banga Abdullah Ocalan a ji bo diyalogê, ji aliyê rayedarên Enqereyê ve bê bihîstin û em hêvîdar in ku çareseriyek were dîtin ku Kurd di nav çarçoveya siyasî de cih bigirin, ji ber ku em bawer in divê ev çerxa tundiyê bi dawî were û çareserî ne di tundiyê de ye, bi taybetî ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê.

Rûdaw: Di wî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku îhtimala dubarebûna wê heye. Gelo Fransa çi rolê dilîze?

Christophe Lemoine: Derbarê rewşa navbera Îran û Îsraîlê de, em bawer dikin ku ji bo pirsgirêka bernameya atomî ya Îranê çareseriyeke leşkerî nîne. Çareserêya leşkerî qet nabe çare. Tekane çareserêya guncav çareseriya dîplomatîk e. Dîrokê jî ev yek îsbat kiriye. Tekane rê, peymaneke ku maf û berpirsiyariyên wî welatî zelal bike û di heman demê de rê bide piştrastkirina bernameyê ye. Loma em bi wê agirbesta ku berî çend hefteyan di navbera Îran û Îsraîlê de hat ragihandin kêfxweş in, çimkî dubare dikim, çareseriyeke leşkerî nîne. Her wiha ji ber ku ew êrîş bûn sedema hejmareke mezin a qurbaniyên sivîl û ev yek nayê qebûlkirin. Niha divê gereke nû ya dan û standinan dîsa dest pê bike. Bi taybetî Fransa vê yekê diparêze. Me bi lez Wezîrê Karên Derve yê Îranê vexwend Cenevreyê da ku em dest bi gotûbêj û dan û standinên ku bibin sedema peymaneke ku rê bide Îranê ku enerjiya wê ya atomî hebe lê bêyî ku aliyê wê yê leşkerî hebe, bikin.

Rûdaw: Gereke din a danûstandinan dê kengî dest pê bike?

Christophe Lemoine: Erê, meha hezîrana borî gera yekem a dan û standinan li Cenevreyê birêve çû. Niha gotûbêj di navbera hemû aliyan de berdewam in; li gel Îraniyan, Almanya û Brîtanyayê û her wiha li gel Amerîka û Îsraîlê jî. Roja yekşema borî pêwendiyek di navbera Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û hevtayê wî yê Îranî de pêk hat. Nexwe gotûbêj berdewam in. Lê em nikarin ji heman xalê dest pê bikin. Divê em êrîşan li ber çav bigirin û bizanibin ku rewş hatiye guhertin û divê em li ser bingeheke nû li gel Îraniyan dest bi van danûstandinan bikin.

Rûdaw: Gelek spas ku tu li gel me bûyî.

Christophe Lemoine: Spas.