Berpirsekî Hizbulahê: Em bi paş ve venakişin û şer berdewam dike

6 demjimêr berê
Nîşan Mehmûd Qematî Hizbulaha Libnanê Îsraîl Îran
A+ A-

Alîkarê Serokê Encumena Siyasî ya Hizbulaha Libnanê, di dema beşdariya xwe di bultena nûçeyan a Rojhilatê Kurdistanê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de, qala guherînên dawî yên bereya şer li Libnanê kir û ragihand ku Hizbulah kariye bi guhertina amûrên şer, dezgehên îstîxbarata Îsraîlê "kor" bike.

Mehmûd Qematî got ku Îsraîlê di rûbirûbûna leşkerî ya rasterast de "li hemberî Hizbulahê têkçûn aniye û niha tenê wekî karteke zextê xwe dispêre awarekirina sivîlan û wêrankirina malan."

Alîkarê Serokê Encumena Siyasî ya Hizbulaha Libnanê her wiha got, "Me hemû ew amûrên ku dijmin ji bo tesbîtkirina navan û zanyariyan jê sûd werdigirt, têk şikandine; me telefonên biaqil û înternet dane aliyekî û em vegeriyane şêwazên hûr. Ev yek bûye sedem ku Îsraîl li hemberî me kor bibe û tenê li sivîlan bide."

Alîkarê Serokê Encumena Siyasî ya Hizbulahê derbarê pêwendiya wan bi Tehranê re û pirsa agirbestê jî got, Îranê ji wan nexwestiye êrişî Îsraîlê bikin lê belê wan wekî parastina Libnanê ji bo pêkanîna "armancên neteweyî û parastina serweriya" welatê xwe ev biryar daye.

Berpirsê Hizbulahê amaje bi wê yekê jî kir ku ew ti agirbesta li ser bingeha rêkeftineke "lawaz" qebûl nakin û şer berdewam dike.

Li ser êrişên grûpên çekdar ên li ser Herêma Kurdistanê, Mehmûd Qematî dibêje, li gorî ya ku di medyayê de tê belavkirin "armanca van grûpan tenê baregehên Amerîkî ne" û mebesta wan nîne ziyanê bigihînin welatiyan an serweriya cîranên xwe.

Hevpeyvîna Rûdawê ya vi Mehmûd Qematî re wisa ye:

 Rûdaw: Niha rewşa qadê li başûrê Libnanê çawa ye?

Mehmûd Qematî: Silav û rêz ji cenabê te û hemû bînerên birêz re, rewşa îro ya başûr di navbera du bereyan de ye. Bereya yekem ew in ku dixwazin parastin bikin û rûbirûyî destdirêjiyên leşkerî bibin ku ew jî berxwedana îslamî ye li Libnanê. Bereya din jî dijminek e ku nekariye di warê leşkerî de ti destkeftekê bi dest bixe û nekariye bi ser vîn û qehremaniya mucahîd û parastinan de serbikeve. Loma niha penaberî zextkirina ser berxwedan, gel û dewletê bi rêya awarekirina xelkê kiriye. Îro Îsraîl bi awayekî eşkere malan wêran dike û xelkê aware dike, heta ew navçeyên ku xelk ji wan direvin, careke din hişyariyê dide wan ku wan çol bikin. Ev proseya zextkirin û awarekirina li pey awarekirinê ye, ji bo ku zextê bixe ser berxwedanê, çimkî di rûbirûbûna rasterast de li hemberî berxwedanê têk çûye û ti armancek pêk neaniye.

Rûdaw: Hejmara êrişên we li ser Îsraîlê di vî şerê nû de heta niha çend bûye?

Mehmûd Qematî: Îro rewş ji şerê borî cuda ye. Îro destpêşxerî di destê me de ye û em armancên dijmin dipêkin. Li gel wan jî awarebûn durist bûye li nîştecihên bakurê Filistîna dagirkirî. Niha navçeyên nîştecihbûnê ji rûniştvanên wan çol bûne û ew jî mîna me ji dest awarebûnê dinalin. Li ser hejmaran, hejmareke min a hûr nîne, lê bi sedan armanc li bakur û li Heyfa û li Tel Avîvê hatine pêkanîn. Dijminê Îsraîlî jî îtiraf bi wê yekê kiriye ku Hizbulah û berxwedan, gelekî bi hûrî armancan dipêkin û ziyanê digihînin wan.

Rûdaw: Ma Komara Îslamî bi fermî daxwaz ji Hizbulahê kiriye ku êrişî Îsraîlê bike?

Mehmûd Qematî: Nexêr, ti carî. Îranê daxwaz ji Libnanê an jî ti aliyekî din ê berxwedanê li navçeyê nekiriye ku piştgiriya wê bikin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi eşkere ragihand ku pêwîstiya me bi piştgiriya ti kesî li derveyî Îranê nîne û Îran bi xwe parastinê li xwe dike. Lê ez ê tiştekî ji te re bibêjim, me wekî Berxwedana Îslamî li Libnanê 15 meh bûn me sebra xwe anîbû li hemberî destdirêjiyên dijmin, me hişyarî dabû ku em ê ji vê sebirê derkevin û berevaniyê bikin.

Bêguman me wekî berxwedan sûd ji wê yekê dît ku dijminê Îsraîlî ji aliyê Îranê ve rastî derbeyê hat; wê Îrana ku tenê parastina xwe dikir li hemberî destdirêjiyên Amerîkî û Îsraîlî. Îsraîl gelekî ji wan derbeyan êşiya, ev jî firsendek bû ji bo me wekî berxwedan li Libnanê, da ku ji bo armancên neteweyî yên Libnanê, azadkirina axa xwe û azadkirina dîlên xwe, bikevin nav şer, di demekê de ku dijmin bi derbeyên Îranê re mijûl bû.

Me sûd ji Îranê wergirt, ne ku Îranê sûd ji me dîtibe. Gotara Seyîd Mucteba tekezî li ser mafê Îranê di rûbirûbûna destdirêjiya Amerîkî û Îsraîlî de dike; gotarek e ku nîşan dide Îran bi hemû dezgehên xwe ve bihêz û yekgirtî ye û xwe nedaye destê destdirêjiyên Amerîkayê. Hemû cîhan ji gefên Amerîkayê ditirse, lê Îran rûbirûyî wê bû û baregehên wê li navçeyê pêkan, herwiha rûbirûyî Îsraîlê jî bû û li Tel Avîvê û hemû cografyaya Filistînê lê da. Loma gotara Seyîd Mucteba Xamineyî hûr bû, parastina wan prensîbên neguher dike ku bavê wî çespadibûn. Ew li ser heman rêbazê dimeşe û tekez dike Îran bihêz e, dezgehên wê bihêz in, gel jî amade ye ji bo rûbirûbûna pîlan û destdirêjiyan.

Rûdaw: Hejmara qurbaniyan û awareyan li Libnanê gelek zêde ye. Ma pêwîst bû hûn bikevin nav vî şerî?

Mehmûd Qematî: Destdirêjî nesekinine. Awarebûn berê jî qewimî bû. Bi dema ragihandina agirbestê re, hejmarek xelk vegeriyan gundên xwe, lê hejmareke din jî bi awareyî man, çimkî dijmin gundên wan wêran kirine, bi taybetî gundên sînor, ku dijmin jiyan tê de nehiştiye. Loma destdirêjî berdewam in. Em 15 mehan bi sebir bûn, çimkî ti azadî û serxwebûnek bêyî dayîna bacê nayê bidestxistin. Xelk bi xwe hêza parastinê ne, ew aware hêza berevaniyê ne. Ew bûn singê xwe dan ber tankên dijmin û vegeriyan gundên xwe.

Rûdaw: Hûn çawa dinêrin li êrişên grûpên Berxwedana Îslamî li Îraqê bo ser bajarên Herêma Kurdistanê, di demekê de ku ziyan ji bo sivîlan bûn?

Mehmûd Qematî: Li gorî wê yekê ku di medyayê de tê belavkirin, zanyariyên min ên hûr û taybet nînin, lê tişta ku tê gotin ew e ku armanc hêzên Amerîkî ne, çi li welatên Kendavê an welatên Erebî yan jî li Kurdistana Îraqê. Wate wekî ku tê bihîstin, armanc qet welatên cîran, dost û serweriya welatên cîran nînin, lê tenê ew baregeh û cihên Amerîkî ne ku di wê cografyayê de hene.

Rûdaw: Heger agirbest di navbera Amerîka û Îsraîlê ligel Îranê bê kirin, ma hûn jî dê agirbestê ligel Îsraîlê rabigihînin?

Mehmûd Qematî: Em dê parastinê bidomînin, bipaşvekêşana me nîne. Em naxwazin çendîn caran baca şikestinê bidin. Me baceke mezin da di 23 û 24 û 25ê mehê de, xelkê me aware bûn, lê vê carê nekarîne ti serkirdeyekî berxwedanê an Hizbulahê bipêkin, berevajî cara borî. Loma em berxwedanê nasakinînin li ser bingeha rêkeftineke lawaz. Berevanî dê berdewam be heta azadkirina temamiya axa me û parastina serweriya me.

Rûdaw: Heger şer ji yê niha gurrtir bibe, dê plana Hizbulahê ya li hemberî Îsraîlê çi be?

Mehmûd Qematî: Belê, berî ku ez bersiva vê pirsa te bidim, ez vê temam dikim, em di parastinê bidomînin heta azadkirina axa Libnanê û rawestandina wan destdirêjiyên ku hebûn. Berxwedan nasekine heta wî demê ku em armancên xwe dipêkin. Li ser pirsa te, vê carê çimkî berxwedanê tedbîrên emnî yên gelekî tund wergirtine, vegeryaye bo şêwazên hûr ku dûr in ji zîrekiya destkird û dûr in ji telefonên zîrek û înternetê. Hemû ew sedemên ku cara borî dijmin ji bo ketina nav dane û zanyariyan û pêkhatina serkirdeyên me sûd jê dîtibû, me têk şikandin. Niha dijmin kor e, tenê li xelkê sivîl dixe. Emîndarê Giştî bi baştirîn awayî û di baştirîn dem û cih de serkirdayetiya vî şerî dike.

Rûdaw: Hejmara dîlên we li cem Îsraîlê çend e?

Mehmûd Qematî: Di vî şerî de dîlekî me yê nû nîne. Ew dîlên ku me hene yên şerê berê ne ku 22 dîl in û di destê dijmin de ne, hinek ji wan di dema şer de û hinek ji wan jî piştî agirbestê hatin girtin.

Rûdaw: Hûn çawa li Kurd û mafê Kurdan dinêrin di hemû perçeyên Kurdistanê de?

Mehmûd Qematî: Em bi rêz li gelê Kurd dinêrin, bi hemû cudahiyên wan ên olî û mezhebî. Pêwendiyeke me ya tund û tol bi wan re heye. Kurdên nav Libnanê jî vê dizanin ku pêwendiyeke tijî ji hezkirin û birayetî û heta jinûjinanî jî di navbera me de heye. Em dibînin ku Kurdan li hin welatan taybetmendî wergirtiye û li hin cihan jî ji wan hatiye stendin. Em gelê Kurd wekî gelekî dost dibînin, lê di heman demê de em dibînin ku siyaseta Amerîkayê mixabin ew xapandine û kişandine nav şerekî ku tenê Amerîkiyan jê sûd dîtiye û piştre jî Kurd bi tenê li qadê hiştine. Loma divê em haydarî wê bikaranîna ji aliyê Rojava û Amerîkayê ve bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst