Profesor û dîzaynerê cîhanî: Baweriya min bi her beşekî ji Iraqê heye

12-04-2016
Dildar Herkî @dildarherki
Reyan Ebdulla
Reyan Ebdulla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Profesor û dîzaynerê cîhanî Reyan Ebdulla derbarê hewldanên kurdan ên ber bi dewletbûnê ve got: “Her hizreke paşerojê, divê li ser bingeh û binemayên paşerojê ava bibe. Lê nabe paşeroj bi tena xwe be. Pêwîst e paşeroj li ser dema bûrî ava bibe. Pêwîst e pêwendî di navbera wan de hebe. Ev pêwendî jî bi pevgihiştinê be.”

Profesor û dîzaynerê cîhanî Reyan Ebdulla yê, ku ji Mûsilê ye. Ji salên heştêyan ve çû Ewropayê.

Reyan Ebdulla ji dîzaynerên sereke ye, ku logoya “Bazê Almanyaya Yekbûyî” dirust kiriye.

Ebdulla derbarê rewşa Herêma Kurdistaê û Iraqê de got: “Ez guman dikim ti cûre ji cudabûnê nakeve xizmeta deverê, eger ew cudabûn ne li ser bingehên dezgehî ava bibe.”

Tu çawa gihişte vê qonaxê, ku tu ji Mûsilê derket Ewropayê û te logoya Bazê Almanyaya Yekbûyî dîzayn kir, di demekê de ku welatê te parçe bûye?

Birayê hêja, yekem, ez dixwazim spasiya vê kenala baş bikim, ku derfet daye min, ez behsa serpêhatiya xwe û hin kar û berhemên xwe bikim. Her ez spasiya te jî dikim, ku tu vê hevdîtinê birêve dibî.

Bi rastî dema ez gihiştim Almanyayê, xewnek li cem min hebû. Min jî kar li ser vê xewnê kir.

Dema ku mirov kar li ser xewna xwe bike, pêwîst e xwedî nerîn be, herwiha mirovê xwedî nerîn ew e yê ku ji kar hez dike.

Min bi dirêjiya demê re kar li ser pêkanîna vê xewnê kir. Di encamê de jî min ew xewn pêk anî.

Helbet xewn bi rêya erkên rojane, yên çalak, di xwendinê de, pêk tê.

Piştre ez bûme dîzayner. Her ji dû berhemên xwe navûdengê min li Almanyayê belav bû. Ev berhem bi xwe jî bûne navdar û naskirî.

Ji min re, weke Iraqiyekî, cihê şanaziyê ye, ku min logoya Almanyaya Yekbûyî dîzayn kir, ku ew jî Bazê Almanî ye.

Wan çawa pêşwaziya te kir?

Bi rastî, divê em bi hûrbînî li vê mijarê binerin. Yekem tişt, Almanya dewleteke mezin e. 82 milyon kes tê de dijîn. Kesên şareza di hemû waran de jî, lê hene. Lê baweriya Almanan bi kwalteyê tê. Eger ev kwalîte ji kîjan aliyî ve bê, wê pêşwaziya wê bibe. Çi xwediyê wê Iraqî be, çi jî Almanî be, divê tevger ligel wî bibe. Derfet ji min re hat, ku ez di vê pêşbirkê de biser bikevim. Her, bi rêya karê xwe, di kompanîyekê de, bi navê Meti Design, min ev proje pêk anî.

Ev proje, bi hermû rewşên xwe, bi hemû nihêniyên xwe mezin e. Çima?

Ji ber ku mirov dîzaynê ji dewletekê re dike, ku hejmara nişteciyên wê 82 milyon kes e, êdî pêwîst e, hizra vê hejmarê tevî di karê xwe de kom û diyar bike. Çima?

Ji ber ku ew wergêr e. Bi wateya ku divê ez fîlosofiya Almanyayê werbigirim, wergerînim, berçav bikim û xelk bibînin.

 

Hûn li Ewropayê, bi çi girîngtirîn karan rabûne ku we ew kar dîzayn kirine?

Piştî logoya “Baz”, ez dikarim bibêjim: Girîngtirîn proje min kiriye, ew e ku min ji nû ve logoya otomobîla Bogatî dîzayn kir. Ew jî buhatirîn otomobîl e, di chanê de. Bihayê wê yek milyon Euro ye. Ev ototmobîl gelekî hêja ye. Ew jî ser bi Kompaniya Volkswagen e. Min ji nû ve logoya wê dîzayn kir.

Bi ser vê yekê de jî, min logoya Volkswagenê dirust kir. Herwiha ez 2 salan, berpirsê hemû dîzaynên Volkswagenê bûm. Bi vî awayî gelek projeyên din hene. Weke mînak, amêrên çûnhatinê li Berlînê.

Bajarê Berlînê yek ji bajarên herî mezin e, li Ewropayê. Amêrê çûnhatinê jî lê hene. Ev amêr, rojane 2.8 milyon kesî li ser û li jêr zeviyê bi tevger dike. Ez bi van dîzaynan tevan rabûme.

Pêwîst e em tiştên ku me li Ewropayê pêk anîne, biguhêzin welatên xwe.

Gelo ev berhem tev bi navê te hatine tomarkirin, li Almanyayê?

Bi rastî, ev berhem, tenê beşek jê ne, lê belê hin karên kevn jî hene. Weke mînak, hêlên metroyê, li Dubey, ji dîzayna min in. Hemû hêlên MacDonalds li cîhana Erebî û ya Islamî jî, hemû karên min in. Ligel wan jî hejmarek ji projeyên biçûk û orte.

Ez ne bi tena xwe kar dikim, lê tîmeke min a kar heye. Kompaniyeke min a dîzaynê heye. Ev tîma kar dest bi dest alîkariya min dike. Lê bîrokeya sereke ji cem min e.

Logoya Almanyaya Yakbûyî, bîrokeyeke balkêş e. Li welatekî ku gelek azarên şer û pevçûnan dîtine. Almanya hate parçekirin. Çawa hate bala te ku tu vê logoyê dirust bikî? Wan ji te xwestin, yan pêşbirkî bû, Yan bîroke ya te bû?

Baweriya min bi hizra Almanî heye û ez vê hizrê û vê fîlosofiyê gelekî ciwan dibînim. Em ji xwe dipirsin: Çima bêhtirîn hejmara fîlosof, rewşenbîr û zana li Almanyayê hene?

Di heman demê de Almanya bûye yek ji dewletên mezin. Her ew berî 25 salan jî parçebûyî bû. Di Şerê Cîhanî yê yekem de, têk çû bû. Lê bi rêya gel û hizr û baweriya gel Yekîtiya Almanyayê pêk hat.

Kîjan hizr? Çawa dikarîbûn bibine yek û bi aştiyane ligel hev bijîn û aştî bicih bibe, êdî ew bibe dewleteke mezin li cîhanê?

Mirov bi tena xwe ne milkê xwe ye. Ji ber ku rewşa giştî ji beşan pêk tê. Êdî dema ku baweriya te bi rewşa giştî were, divê tu beşekî çalak bî, bi aliyên din ve girêdayî bî. Pêwîst e em careke din bîrokeya pêgirêdana bi kesên din re vejînin. Çi ji aliyê derûnî ve be, çi ji aliyê sincî yan rewşenbîrî ve be.

Ez dixwazim ji te bipirsim. Te dîzayna logoya Baz a welatekî  dirust kir, ku berê parçebûyî bû, lê welatê te paçe bûye. (Iraq). Tu jî ji Mûsilê yî. Mûsil di destê DAIŞê de ye. Nakokî di navbera pêkhateyên sereke de dirust bûne. Eger alîkariyê ji te bixwazin, tu çawa dikarî alîkariya welatê xwe bikî?

Ez bawer im ku derfeteke nû li Iraqê heye. Ez dikarim vê derfetê bi regezekî yan 2 regezan diyar bikim. Regezê yekem ew e, ji bo têkbirina van hemû tiştan, pêwîst e em pabendiyê bi perwerde û fêrkirinê bikin. Deriyê perwerde û fêrkirinê bi xwe, deriyê bingehîn û rasteqîne ye, ji bo çareyê. Pêwîst e em nezanînê nehêlin.

Divê em hizra mirovî xurt bikin. Divê em hezkirina civakî bicih bikin. Her divê em nerîna xwe ji nû dirust bikin, ji ber ku pêwîstiya welat bi vê yekê heye.

Gelo derfeteke wiha li Iraqê heye?

Berdewam Iraq bi xelkên xwe ye, ku lê dijîn. Ew ne tenê zevî ye. Lê divê em li wan xelkan bigerin, ku bi awayekî erênî hizr dikin. Dema ev xelk bigihêjine hev, wê ev binema peyda bibin.

Baweriya min jî ew e ku nerîna welat, bi rêya xelkên ku pê mijûl dibin, dirust dibe.

Çi welatê ku heye, yekem car li ser nerînê ava dibe. Piştre fîlosofiya vî welatî tê. Piştre jî nerîna me ya hundirû li welat tê. Piştre nerîna xelkê li me.

Dema ku ev nerîn bicih bibin, wê tiştekî yekbûyê pêk bê.

Cenabê profesor, bibûre. Iraq çawa bû dem ku tu jê derket?

Ez di demekê de derketim, hêj ez genc bûm. Xewnên min mezin bûn, lê dem, berê û niha jî, mezintirîn dijminê min e. Bi sedên hezarên demjimêr, roj û mehan ji min re divên. Lê tevî vê yekê jî, ez hemû erkên xwe pêşkêş dikim.

Ez rojê 12 heta 16 demjimêran kar dikim û hewl didim vê valahiyê qerebû bikim. Dema ku ez derketim, ez bi tiştekî asayî derketim. Ew jî ew e ku gencek dixwaze cîhanê tevî rizgar û dagîr bike. Ez bi xwe gihiştime vê yekê jî.

Çi helkefta serdana te ye ji bo Kurdistan yan Iraqê?

Baweriya min bi her beşekî ji Iraqê heye. Baweriya min jî gelekî mezin e. Êdî hezkirina min ji vê deverê re, tê wê wateyê ku ez ji hemî hez dikim. Hebûna min li vê derê jî, bi rêya vê baweriyê ye.

Ez gelekî kêfxweş im, ku te dibînim. Herwiha ez kêfxweş im ku ez kesên din bibînim. Comerdiya ku min heta niha dîtiye, gelekî payebilind e.

Ev jî dihêle ku hêviya min hej hebe û divê em kar li ser bikin û em di nav xwe de, ji bo vê yekê, li rêyan bigerin. Lê di heman demê de, baweriya min ew e ku çi parçe be, dema tekûz û seranser bibe, pêwîst e xurt be.

Bi wateya ku pêwîst e ev dever pêşketinê bibîne, ji ber ku pêşketina wê deverê beşek ji pêşketina Iraqê ye. Dêmek, eger ev dever pêşketinê bibîne, divê nerîneke tekûz û serast li cem hebe, ev nerîn jî divê bi rêya ramanekî tekûz ava bibe. Pêwîst e raman zelal û nivîsandî be, di heman demê de baweriya xelkê pê bê.

Me behsa Almanya û  kar û berhemên te yên mezin dikir, ku te ji Ewropa û cîhanê tevî re, pêşkêş kirine, ji ber ku hin kampaniyên cîhanî jî hene. Êdî çawa em dikarin, nimûneya Almanî biguhêzin bo Iraqê?

Ez guman dikim ku nimûneya Almanî gelekî baş e. Çima? Ji ber ku wê bi awayekî giştî xwe sipartiye nenavendiyê. Bi wateya karê dezgehî.

Dewlet bi rêya dezgehan dirust dibe. Ango ne şêweyê heremî yê ku em nas dikin, lê belê şêweyê dezgehan. Divê em dezgehên biçûk û orte xurt bikin, ku roleke wan a mezin heye. Herwiha em van dezgehan li deverekê tenê bicih nekin, ji ber ku bicihkirina wan li deverekê tenê dihêle ku prosesa balkişandinê ber bi deverekê tenê ve be, weke meqnetîzê.

Lê divê em gelek navendan deynin. Ev navend jî bi tena xwe bi roleke mezin radibin.

Bi vî awayî, derfet digihêje mirov ku bikaribe hizr bike, hizrê bi xwe bike, ji ber ku hizra Almanî, bi tevayî, xwe disipêre mirov, weke dezgeh. Mirov  dema di kolanê de birêve diçe, ew bi xwe xizmeta xwe dike, ji ber ku bi nerîna wî, ev kolan ya wî ye.

Bi wateya ku..

Bi wateya ku ne milkê dewletê ye.

Êdî, bi nerîna te desthilata nenavendî wê kêşeyên Iraqê çareser bike?

Baweriya min bi desthilata nenavendî tê. Çima?

Desthilata nenavendî bi rêya hizra mirov pêk tê. Ew jî dema ku hizra mirov were xurtkirin. Dema ku mirov, li derveyî malê, hest bi rola xwe bike.

Niha ev tişt li cem me zehmet in. Çima?

Ji ber ku mirovê me, dema ji malê derdikeve, hest bi wê yekê dike ku ew derdora ku tê de ye, ne milkê wî ye, lê milkê dewletê ye. Divê em vê hizrê biguherînin.

Piştî ketina rejîma Beis, di sala 2003an de, gelek guhertin li Iraqê pêk hatin. Di nav de jî Herêma Kurdistanê bû federal û ev yek di destûra Iraqê de ye, ku ji sedî 80 ji gelê Iraqê deng li ser dane.

Niha, piştî ku DAIŞ navçeyên Sunnî dagîr kirin, hin serkirdeyên Sunniyan daxwaza federalîzmeke Sunnî dikin. Gelo ev yek kêşeyan çareser dike?

Li gorî bizava min li Almanyayê, bizava federalîzmê ne şaş e. Ez dûbare tekez dikim ku rewşa giştî ji beşên xwe yên biçûk pêk tê. Êdî dema em bihayê beşekî bi xwe didinê û em fîlosofiya wî di tevgerê de didinê, em bawer in ku ev beş parçeyek ji rewşa giştî ya mezin e.

Êdî çima na?

Herwiha federalîzm, ne tiştekî şaş e. Ew bizaveke gelekî hêja ye, eger xizmeta çarçoveya mezin bike. Lê ez guman dikim, pêwîstiya me bi hin tiştên din heye. Bi baweriya min, tiştê ku pêwîstiya Iraqê pê heye, bi xwe, perwerde û fêrkirin e.

Bi wateya maliştina nezanînê û avakirina ramanekî nû di nav xelkê de. Herwiha peydakirina derfetên kar ji wan re.

DAIŞê Mûsil dagîr kir û şaristanî û cihên pîroz ên Musilmanan têk birin. Herwiha mizgeft û kelîse wêran kirin.

Mûsilê bi tena xwe hemû pêkhate li xwe digirtin: Şîe, Sunne, Turkmen, Kurd û Ereb.

Dema te bihîst ku Mûsil kete destê DAIŞê, te hest bi çi kir?

Hingê ev yek ji min re weke şikandineke derûnî bû. Ez weke mirov, min hest kir ku ez beşekî gunehkar im di vî karî de. Ji ber ku pêwîst e em hizrê di nav xelkê de bêhtir belav bikin. Helbet dema ku hizreke paşketî têkeve navçeyekê ku berê dewlemend bû, ev tê wê wateyê ku ev hizr ne dirust e.

Lê hizra Mûsiliyan bi dirêjiya dîroka Iraqê û piştî damezrandina wê jî hebû. Wê hemû karên xwe, li Iraqê birêve dibirin! Piraniya zana, profesor û zanîngehên Neynewayê ji kevintirîn zanîngeh bûn!

Rast e, baweriya min bi vê yekê tê, ku Mûsil û Neynewa navendeke ramanî, zanistî, pîşesazî û civakî ya gelekî mezin bû. Her ev navend, bi roleke mezin radibe, bi taybetî dîroka Neynewayê.

Pêwîst e em bizanibin û li hizra hezarên salan li pêş zayînê binerin. Lê dema ku kesek tê ji te re dibêje: Vê yekê bibirre. Ha!

Çi sedema vê yekê ye?

Berdewam, ku mirov nasnameya xwe winda dike, dikeve rewşeke nerêkûpêkiyê. Êdî dikeve gumanan.

Niha jî, ne li derdora Mûsilê tenê, lê belê li derdora Iraqê tevî, em di van gumanan de dijîn. Sedema vê gumanê jî ew e ku me xwe winda kiriye.

Dema ku xwe winda dike, ev yek tê wê wateyê ku kêşeyek di nasnameya wî de heye. Di pêwendiya wî de ligel vê nasnameyê heye, ku bi şêweyê kevin e. Êdî ew mirov hest dike ku pêwîstiya wî bi nasnameyeke nû heye. Ji me tê xwestin em vê prosesê ji nû ve ava bikin.

Çi hêvî û arezûya te ye ji bo paşeroja Iraq û Neynewayê?

Ez bi xwe mamosteyê zanîngehê me. Hêviya min ew e ku li her parêzgehekê zanîngeheke Almanî vekim. Bi heman awayê ku me zînîgeha Almanî li Qahîreyê ava kir. Ez bi xwe yek ji damezrênerên wê me, ez hest dikim, ku veguhastina rewşenbîriya Almanî û zanîngehên Alamanî bo Iraqê wê sûdê bigihîne hizra Iraqî. Pêwîstiya me bi nifşekî nû heye, ku bi paşeroja vî welatî mijûl bibe.

Herêma Kurdistanê, federal û xwedî parlemento, hikûmet,  serok, dîrok û ala ye. Te bi xwe jî balefirxaneya navdewletî dît. Niha jî tu li hotêleke pilebilind e li Kurdistanê. Tu hest bi çi dikî? Çi cudabûn di navbera niha û 2003ê yan salên heştêyan de heye, ku tu li vê derê bû?

Bila em bibêjin: Xelk hizr dikin ku ev gel û ev derver ber bi dewletbûnê ve diçin. Tu hêviya çi jê re dikî? Çi di bala te de ye tu jê re pêşkêş bikî?

Birayê hêja. Her hizreke paşerojê, divê li ser bingeh û binemayên paşerojê ava bibe. Lê nabe paşeroj bi tena xwe be. Pêwîst e paşeroj li ser dema bûrî ava bibe. Pêwîst e pêwendî di navbera wan de hebe. Ev pêwendî jî bi pevgihiştinê be.

Hebûna alaya me, nayê wê wateyê ku em bûne serbixwe. Serxwebûna hizrî gelekî zehmet e.

Weke mînak, Tirkiye xwe azad kir, dema ku got emê nûsîna bi Tîpên Erebî nehêlin û emê bi îpên Latînî binivîsin.

Lê heta niha hin tişt hene, tu nikarî çavên xwe ji wan dagerînî. Hin dever, hin pirtûkxane li Tirkiyê hene, bi hezaran pirtûk hene, hêj bi tîpên Erebî ne. Hêj pirtûk bi tîpên Erebî hene. Mûzîk jî wiha bi heman şêweyî.

Ez guman dikim ti cûre ji cudabûnê nakeve xizmeta deverê, eger ew cudabûn ne li ser bingehên dezgehî ava bibe.

Çi girîngtirîn bingehên dezgehî ne, ji dewletê re?

Girîngtirîn tişt, mirov e. Pêwîst e tu mirov bi dest xwe bibî. Eger tu mirov bi dest xwe nebî, nabe. Wate, dewlet dimîne weke kaxezekê. Divê mirov baweriyê bi vê hizrê bike. Dema tu dihêlî mirov hest bi dirustiya vê rêyê bike, divê tu jê re zelal bikî, çima wiha ye.

Em bawer in û dizanin ku em xwedî  şaristanî ne. Ev şaristanî jî ne hindik e. Hin dewlet hene hêvî dikin 2 rojan tenê ji vê şaristaniyê bibin! Êm jî hezarên salan di dest me de hene! Ev dema bûrî hemû, nabe mirov, ji bo tiştekî din, dest jê berde.

Êdî divê pevgihiştin hebe. Baweriya min bi pevgihiştinê heye. Baweriya min bi nûjenkirinê heye. Ez ne ew mirov im ku tenê baweriya wî bi dema bûrî tê û bibêje: Bes e, baweriya min bi dema bûrî tê û ev dema bûrî wê me rizgar bike.

Bi berevajî vê yekê, pêwîst e mirov xwedî hêvî be, lê pêwîst e kar ji bo vê hêviyê bike. Ji ber ku hêvî bi tena xwe pêşketinê ji me re nayne. Lê belê kar. Almanan peyva “serkeftin”, bi 3 tîpan diyar kir (Kar) (Kê, A, Rê) tenê, ne bêhtir û ne kêmtir.

Di vê serdanê de, çi di destê te de heye?.

Di dil, dest û ramanê min de, hezarên bîroke û projeyan hene. Baweriya min bi vê deverê tê. Baweriya min bi Iraqê tevî tê. Baweriya min heye ku ez xizmetê bikim. Herwiha baweriya min heye ku tiştên ligel min, sûd jê heye ji bo avakirina pirayekê di navbera Almanya û vê deverê de. Pirayek ji bo xizmeta vê deverê.

Girîngtirîn proje li cem te avakirina “Zanîngeha Almanî” ye li Iraqê?

Bi nerîna min Zanîngeha Almanî yek ji projeyên biçûk e.

Projeyên mezin  çi ne?

Projeyên mezin, dibe dîzaynkirina logoyeke yekbûyî be. Dibe dîzaynkirina pereyên yekbûyî be.  Dibe dîzaynkirin tîpên nûsînekê be. Dibe hilbijartina nasnameyekê be ji bo devereke diyar. Dibe dîzynkirina amêrên çûnhatinê be, ji bo bajarê Hewlêrê.

Gelo baweriya te bi Iraqa yekbûyî tê?

Weke kesayetî, berdewam baweriya min bi rewşa giştî ya tevayî tê. Çima?

Ji ber ku prosesa baweriyê ne bi rêya kesekî tenê dibe, ku navê wî Reyan Ebdella ye. Lê bi rêya xelkên ku li vê derê dijîn. Dema ku xelkên vê derê baweriyê bi vê yekê bînin, ev yek wê berdewam be. Lê dema ku bawerî li cem xelkê nemîne, êdî hin rêyên din hene. Ev rê jî, xelk wan hildibijêrin, ne ku ji derve ji wan re tên, yan jî bi rêya bîroke û projeyên dewletên din tên. Lê mirov bi xwe hest bi wê yekê dike ku pêwîst e xwe ber bi aliyekî din ve biguherîne. Divê ew bi vî karî rabe, lê bawerî girîng e.

Te behsa pereyan kir. Gelo ev jî di warê pisporiya te de ye?

Baweriya min ew e ku dewlet, çi dewlet be, divê nasnameya xwe li her deverê, diyar bike. Mirovê sade, dema ku cizdanê xwe veke û pereyan jê derxîne, pêwîst e dewletê bibîne, pêwîst e hest bi bihayê wê bike.

Dema pereyan bibîne, pêwîst e hest bike ku ev kaxeza pereyan bi xwe dewletek bi xwe ye, fîlosofiya wê tê de heye. Hizr tê de heye. Nerîn tê de heye. Herwiha yasa tê de hene. Ev yasa hemû jî di vê kaxeza biçûk de ne.

Ev hest gelekî girîng e. Her ez hewl didim vî hestî bigihînim. Ne jî hêsan e tu bihêlî wêneya kesekî yan tiştekî bigihêje, lê belê pêwîst e tu hizrê di vê kaxezê de peyda bikî.

Pirsa min a dawî. Te bêriya Mûsilê kiriyî?

Bi rastî nayê wesifkirin çendîn ez bi hebûna xwe ya li vê derê kêfxweş im. Min bêriya her hostekê ji vê zeviyê kiriye. Bi rastî, dîtina Mûsilê xewna min e. Lê ez mirovekî realît im û di realîtê de heye ku hin tişt hene, neçar, divê bibin.

Bîranînek ji Mûsilê li cem te heye?

Bîranînên min li Mûsilê gelek in. Weke gencekî, dema ez ji Mûsilê derketim, hêviya min hebû ku ez vegerim tiştekî ji bo Mûsilê pêşkêş bikim.

Te got: Zanîngeh. Dibe ku zanîngeh be, yan jî tiştekî din be.

Birêz, profesor û dîzaynerê cîhanî Reyan Ebdulla, spas ji bo amadebûna te ligel me, di vê hevpeyvînê de. Dûbere spas.

Gelekî spas. Gelekî spas.

Pêşkêşkar: Dildar Herkî / Wergerandin û dublaj: Xalid Cemîl Mihemed

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst