Barbara Leaf: Dorpêça Trump vegera ser maseya dan û standinan dijwartir dike
Agirbesta demkî ya navbera Washington û Tehranê nêzîkî hefteya xwe ya duyem dibe. Trump gefan li Îranê dike û Supaya Pasdaran a Îranê jî bersiva Serokê Amerîkayê dide.
Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de hişyarî da ku biryara Donald Trump a ji bo dorpêçkirina Tengava Hurmizê, geşedaneke "neleşkerî" ya gelekî mezin e û gihîştina rêkeftinê ji her demê zehmettir dike.
Leaf amaje bi wê yekê dike ku zimanê Trump ê "em amade ne ji bo gulebarankirinê", ne tenê dirûşm e, belkî hişyariyeke cidî ye ku hevdem e li gel komkirina hêzên zêdetir li herêmê.
Barbara Leaf di beşeke gelekî girîng a axaftina xwe de, behsa rewşa Herêma Kurdistanê û êrişên komên çekdar kir û got, "Di şeş hefteyên pêşerojê de Kurdistan bûye armanceke berdewam a komên çekdar ên ser bi Îranê ve."
Siyasetmedara Amerîkayê bi zelalî peyam şand bo Bexdayê û got ku hikûmeta Îraqê berpirsyar e ku zextê bixe ser Tehran û milîsan da ku dawî li hedefgirtina xelkê sivîl û binesaziya Herêma Kurdistanê bînin.
Ev dîplomata Amerîkayî tekez dike ku ne pirsa atomî û ne jî pirsgirêka Tengava Hurmizê, tenê bi hêza leşkerî çareser nabin û di dawiyê de divê her du alî vegerin ser maseya dan û standinan.
Hevpeyvîna pêşkeşkara Rûdawê Şehyan Tehsînê ya bi Barbara Leafê re wisaye:
Rûdaw: Gelo gotin û gefên Trump tê wateya destpêkirina ducare ya şer? Xwendina we çi ye?
Barbara Leaf: Ji bo vê gavê rewş ne zelal e lê wisa xuya dike ku her du alî pêbendî agirbestê bin û êrişî hev nekin. Lê bê guman ev geşedaneke neleşkerî ye ji aliyê Amerîkayê ve. Divê em bibînin Îran dê çawa rûbirûyî vê bibe ku bê guman dê bersiva wê hebe.
Rûdaw: Trump di gotinên xwe de dibêje artêş di amadehiyê de ye ku dawî li tiştê li Îranê mayî bîne, ev tê çi wateyê?
Barbara Leaf: Wekî her tim, Serok Trump têgehên gelekî rengîn û gelek caran leşkerî bi kar tîne. "Amade ne ji bo gulebarankirinê" amaje ye bo wê yekê ku ew amade ye fermanê bide hêzên Amerîkayê ji bo cureyekî pêşveçûnê yan êrişê yan her tiştekî din. Bi nêrîna min ev zêdetir hişyariyek e, çimkî ew hêzên zêdetir li herêmê kom dike. Îran jî vê yekê wekî egerel bi kar tîne ji bo girtîmayîna Tengava Hurmizê. Ji bo min gelekî xerîb e ku Amerîka rê li ber "hemû" keştiyan digire di hatin û çûnê de, di demekê de ku divê tenê rê li keştiyên Îranî yan wan keştiyan bigire ku petrola xav a Îranê vediguhêzin.
Rûdaw: Trump dibêje welatên din jî dê di vê pirsê de li gel me bin. Ma hûn bawer dikin welatên din ji bo dorpêçkirinê alîkariya Amerîkayê bikin, di nav wan de Brîtanya jî?
Barbara Leaf: Ti hêzeke deryayî ya din li cîhanê nîne ku di warê şiyan, hêza agirîn, qebare û aloziya wan çekên ku tîne nav şer de nêzîkî hêza deryayî ya Amerîkayê bibe. Loma ez ne piştrast im ku pêdivî bi hêzên deryayî yên din hebe ji bo tiştê ku serok pêşniyar dike ku ew jî avakirina dorpêçê ye li aliyê Deryaya Umanê ya li Tengava Hurmizê.
Rûdaw: Tengava Hurmizê û pirsa atomî du xal in ku her du alî tê de gelekî ji hev dûr in. Ma hûn bawer dikin di van deh rojan de li ser her du pirsan nêzîkî hev bibin?
Barbara Leaf: Ew cure gotin û aloziyên ku niha hene, vegera ser maseya gotûbêjan zehmettir dike. Lê eşkere ye navbeynkar, di pileya yekem de Pakistan û Tirkiyeyê jî alîkarî pêşkêş dikin, gelekî hander in da ku her du alî vegerin ser maseya gotûbêjan. Lê ez ne piştrast im niha bi vê dorpêçê re ew yek pêk were. Ez pêşbînî nakim Îranî bi vê dorpêçê bi arasteyeke erênî bandor bibin. Di rastiyê de, sînordarkirina zêdetir a çûna petrolê bo bazarên enerjiyê dê bibe sedema êşeke yekser ji bo Asya û Ewropayê û di dawiyê de ji bo Amerîkayê jî.
Rûdaw: Nexwe agirbest piştî wê dema hatiye diyarkirin di 22yê Nîsanê de bi dawî dibe û şer dest pê dike?
Barbara Leaf: Bê guman ev metirsiyeke mezin e. Çend xal hene ku metirsî ne. Ya yekem ew bû ku gelo Libnan beşek e ji qada agirbestê yan na? Me du nêrînên cuda ji her du aliyan bihîstin; Îranê tekez dikir ku li hev kirine Libnanê jî bigire nav xwe lê Amerîka û Îsraîlê gotin ne wisa ye. Ew ji aliyekî ve, metirsî ew e ku aliyek yan aliyê din êrişeke leşkerî bikin û geşedaneke bilez çêbibe. Mixabin, mezintirîn tirsa min ew e ku Welatên Kendavê careke din bibin armanca êrişên Îranê. Her wiha Îraq û bi taybetî Kurdistana Îraqê di van şeş hefteyan de armanceke berdewam bûn ji aliyê Îran û komên çekdar ên ser bi Îranê ve li Îraqê.
Rûdaw: Berî çend rojan we got, divê Amerîka zexta zêdetir bixe ser Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê. Bi nêrîna we divê zext çi bin?
Barbara Leaf: Ez bawer dikim îdareya Amerîkayê di mêjiyê xwe de ye û dê her wê bike. Îdare di destpêkê de hewl dide zexteke aborî ya mezin bi rêya dorpêçkirina Tengava Hurmizê bixe ser Îranê. Wekî min got, dê gelekî bi mentiqtir bûya ku tenê rê li keştiyên Îranî û petrola Îranê bihata girtin. Her wiha hilweşandina wan bexşînên ku ji cezayan hatibûn dayîn ji bo kirîna petrola Îranê ya li derve. Ev hemû hinekî wate didinê lê eger tu behsa zexteke bilez dikî ji bo vegera ser maseya gotûbêjan, xwiya nake ku ev yek Îranê bîne ser maseyê. Îran salên dûvdirêj e di bin cezayên giran de ye û cureyekî berxwedanê nîşan daye, her wiha ji bo gelê wê jî xirab bûye. Ez bawer dikim zexteke siyasî ya mezin ji civaka navneteweyî pêdivî ye da ku Îran vegere ser maseya gotûbêjan û rêkeftin li ser tiştê ku her kes li ser hevpar e ku pêşîne ye were kirin, ew jî vekirina Tengava Hurmizê ye bêyî ti şert û mercan û bêyî birêvebirina ji aliyê tu kesî ve, xeyn ji ku rê bê dayîn bazirganiya navneteweyî bi rê ve biçe. Eger Amerîka biaqilane tevbigere, zextê bike da ku Îran vegere bo gotûbêjan û gihîştina bi rêçareyeke bêşert ji bo Tengava Hurmizeyê, ew dê bibe serkeftin.
Rûdaw: Pirsgirêka Tengava Hurmizê tenê bi Amerîkayê ve girêdayî ye yan welatên din jî, di demekê de ku tenê Amerîka behsa wê dike? Divê kîjan welatên din bikevin nav vê pirsgirêkê?
Barbara Leaf: Cureyên cuda hene da ku welat tê de beşdar bin, piraniya wê bi rêya zexta siyasî ye, çi di Neteweyên Yekbûyî de be yan dualî be yan di çarçoveya rêxistinên din de be. We bihîst Îmaratê bi gelekî zelalî li ser vê xalê peyivî, welatên din ên Kendavê û Ewropî jî her wiha. Wezîrê Karên Derve yê Sîngapûrê jî arasteyeke gelekî zelal da ser tiştê ku ew dixwazin. Lê wekî min got, tu hêzeke deryayî ya din qebare û şiyana hêza deryayî ya Amerîkayê nîne, loma ramana neçarkirina bi rêya leşkerî li cem welatên din ne balkêş e. Ji wê jî zêdetir, mesele tenê carek vekirina tengavê nîne, divê ti hêza zêde li wir bihêlî û amadeyî metirsiyeke zêde ya êrişê bî. Şirketên sîgortaya bazirganî û keştiyaniyê wê serkêşiyê nakin dema ku hîs bikin egera êrişa dronî ya Îranê, mîna deryayî yan mûşekên balîstîk heye.
Rûdaw: Li Herêma Kurdistanê bandorên şer hene, di nav wan de girtina deriyên dibistanan ku niha ducare hatine vekirin. Em pêşbîniya çi bikin, agirbest dê bidome? Yan şer dê dest pê bike?
Barbara Leaf: Niha her du alî di cureyekî sekinandinê de ne li hemberî hev û dê helwestên wan ên cuda hebin û gefan li hev dikin. Lê dikarin pişta xwe bi wê rastiyê girê bidin ku komeleyeke mezin a raya giştî li Asya, Ewropa, Rojhilata Navîn û Pakistanê jî hene ku gelekî hander in da ku van aliyan vegerînin ser maseya gotûbêjan. Lê mixabin du hefteyên paşerojê dê dijwar bin. Mixabin wekî me dît komên çekdar ên Îraqê gelekî êrişkar bûn di hedefgirtina Kurdistana Îraqê û welatiyên xwe û binesaziya sivîl de. Îran û komên çekdar ên hevalbendên wê li Îraqê divê fêm bikin ku divê dawî li hedefgirtina Kurdistana Îraqê bînin, zext li ser Bexdayê ye da ku vê yekê pêk bîne.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, bi nêrîna we gotûbêj dê dest pê bikin? Eger dest pê bikin dê çawa be û çi hewl ji bo destpêkirina ducare ya dan û standinan dê hebin?
Barbara Leaf: Divê em bipirsin ka niha heta xula din a gotûbêjan çi diqewime. Pirsgirêka atomî yan Tengava Hurmizê tenê bi rêya leşkerî xelas nabin. Çekên leşkerî tenê te digihînin cihekî diyarkirî lê pêdiviya te bi gotûbêjan heye da ku tu Tehranê pabend bikî bi cureyekî reftara diyarkirî û hebûna pergala pişkinîna hûrgilî ji bo bernameya wan a atomî. Loma bi dilniyayî divê di demekê de vegerin ser maseya dan û standinan.
Rûdaw: Gelo agirbest tê dirêjkirin ji bo gihîştina bi rêkeftinê?
Barbara Leaf: Dikare ew yek bibe lê berî wê dê rewşeke dijwar be. Dibe ku gavên leşkerî hebin, em hêvîdar in negihîje asta êrişa leşkerî.