Bêrkotî: Derdê dûrî û xerîbiyê ez kirim heyranbêj

12-12-2016
RÛDAW
Nîşan Şêrwan Bêrkotî Heyranbêj Kurdistan
A+ A-

Rûdaw (Silêmanî) - Şêrwan Bêrkotî bêhtir wek heyranbêj tê naskirin û dibêje ji ber xerîbî û evîndariyê berê xwe daye gotina heyranokan, lê ew niha di vî warî de hest bi serketinê dike. Ew yek ji hogir û şeydayên dengê heyranbêjê koçkirî Hesen Sîsaweyî ye û dibêje mirina wî bandoreke mezin lê kir.

 

Şêrwan Nûredîn Mihemed, ku wek Şêrwan Bêrkotî tê naskirin, sala 1971 li taxa Teyrawe ya bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1983an tevî hunermend Ferhad Zîrek yekemîn kaseta xwe tomar kir, lê belav nekir. Salên 1991-1994an, sê kaset belav kirin. Nêzîka 18 sala ye Bêrkotî li welatê Norwecê dijî.

 

Rûdaw: Tu li taxa Teyrawe ya bajarê Hewlêrê ji dayik bûyî, te çima paşnavê Bêrkotî li xwe kir?  

 

Şêrwan Bêrkotî: Ji ber hezkirina min ji şaîrê Kurd yê mezin Ebdula Peşêw û hunermendê koçkirî Qadir Zîrek re ku, her du ji gundê Bêrkotê ne. Lewma min nasnavê Bêrkotî ji xwe re hilbijart.

 

Gelek hunermendên hevtemenê te ji ber sedemên cuda cuda xwendina xwe xilas nekirin. Tu jî herwiha, sedem çi bû gelo?

 

Min heta pola sêyem a navendî xwend. Min ji ber du sedeman dev ji xwendinê berda, yek ji wan ji ber şîdet û tûndûtûjiya hinek mamosteyan bû. Duyem jî min pir ji karê dartaşiyê (necariyê) hez dikir. Ji şeş saliyê ve min ev kar kir, her hefte dînarek didan min.

 

Ji salên 1980yî ve te stran tomar kirine, lê vê dawiyê tu bêhtir wek heyranbêj hatî naskirin, ev çawa bû?

 

Rast e ji sala 1991 – 1996an min çend stran belav kirin. Wê çaxê min heyranek tenê jî negotibû. Sala 1998an dema ez çûm xerîbiyê, derdê xerîbiyê û bandora hunermendê koçkirî Hesen Sîsaweyî bûn sedem ku ez berê xwe bidin gotina heyranan, çimkî heyranên Sîsaweyî girêdayî xerîbî û jiyana wî ne, heke na min di jiyana xwe de bîra gotina heyranan nebiribû.

 

Lê dibêjin sedemekî din yê gotina heyranan girêdayî çîrokeke te ya evîndariyê bû?

 

Ew jî rast e, dema kesek bi yar be û yara xwe li pey xwe bihêle û li xerbîiyê bihêwire, dê hawara xwe bigihîne heyranan.

 

Tu çend salan aşiq mayî?

 

Ez naxwazim behsa vê çîrokê bikim.

 

Wek dibêjin heyran jî wek meqaman zehmet in, te çawa karîbû şarezayiyê tê de peyda bikî?

 

Dema min heyranên Esmer û Mamerê ya Hesen Sîsaweyî gotin, hevrêyên min ji min re gotin tu wek wî dibêjî. Zimanê heyranan pir cuda ye, eger tu hinekî ji rêçika wê derkevî dibe meqam. Di ahengekê de jî hunermendê mamoste Nasir Rezazî û rehmetiya Merziye Ferîqî gotin em pir ji heyranên te hez dikin.

 

Tu bi xwe hest dikî tu di warê gotina heyranan de serkeftî bûyî?

 

Nabe hunermend behsa karê xwe bike, lê eger ez ji sedî sed ji karekî ne piştrast bim, tomar nakim. Di gotina heyranan de ez ji xwe razî me.

 

Wefata Sîsaweyî bandoreke çawa li te kir?

 

Ez bi mirina wî pir êşiyam. Dema ez dihatim Kurdistanê min serdana wî dikir û bi dîtina wî kêfxweş dibûm. Lê niha dema ez vedigerim ez hest dikim kesekî nola Sîsaweyî nîne ku herim cem, lewma ez ji karê hunerê sar bûme.

 

Çima ev demeke dirêj e ti berhemeke te nîne?

 

Kurd dibêjin ewê ne li ba min e, haya wî ne ji rewşa min e. Dema ez berhemekê tomar dikim û ji kanalan re dişînim eger bi germî wernegirin, ezê çawa bêzar nebim! Di aliyê aborî de ez bê pirsgirêk im û niha jî çar berhemên min amade ne ku du ji wan heyran û meqam in. Min plan kiriye tevî hunermend Bextiyar Salih û Nizar Rewandizî du berhemên hevbeş tomar bikim. 

 

Pir caran hin hunermend gilî û gazinan ji kanalan dikin ku wan piştguh dikin, tu di vî warî de çi dibêjî?

 

Li Kurdistanê bi giştî hunermend tên piştguhkirin. Wek mînak em li ser hesabê xwe berhemekê tomar dikin, lê divê wasîteyeke me hebe da di kanalan de bê weşandin. Mixabin heta kesek ji nav me nemire, em Kurd qedrê wî nizanin. Wek mînak kesek li kanalekê kêfa wî ji min re nayê, hunera min jî piştguh dike.

 

Tu vêga li Ewropayê karê dartaşiyê dikî?

 

Erê, çimkî ev pîşe wekî hunerê ye û ez nikarim dev jê biqerim.

 

Hevpeyvîn: Piştîwan Cemal

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst