Lily Carlisle: Ji ber kêmbûna budceyê me alîkariya 5 hezar û 500 malbatan rawestand
Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ya li Îraqê Lily Carlisleê diyar kir ku ji ber kêmbûna budceyê me alîkariya 5 hezar û 500 malbatî rawestand.
Lily Carlisleê di hevpeyvîneke taybet a li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de amarên nû yên penaber û koçberan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê eşkere kirin.
Lilyê ragihand ku ji ber qeyrana darayî û kêmbûna piştgiriya navneteweyî, ew neçar mane hevkariyên xwe yên darayî yên ji bo 5 hezar û 500 malbatên hejar ên penaber rawestînin.
Carlisleê amaje bi wê yekê kir ku li Îraqê zêdetirî 340 hezar penaber û nêzîkî yek milyon koçberên navxwe hene ku tevahiya 29 kampên li Herêma Kurdistanê ne.
Berdevka UNHCRê her wiha bal kişand ser kêmbûna budceya rêxistinê û diyar kir ku sala 2025an tenê nêzîkî ji sedî 30ê wî pereyê ku pêwîstiya wan pê hebû bi dest wan ketiye û ji bo sala 2026an jî daxwaza 60 milyon dolarî dikin.
Lily Carlisleê bersivda pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Fuad Rehîm. Hevpevpvîna Rûdawê ya bi Lily Carlisleê wisa ye:
Rûdaw: Temaşevanên hêja, silav li we bin. Derbarê rewşa koçber û penaberan a li Îraq û Herêma Kurdistanê hevpeyvîneke me ya taybet dê li gel Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ya li Îraqê, rêzdar Lily Carlisleê hebe. Rêzdar Lily, silav û rêz, spas ku hûn li gel me ne.
Lily Carlisle: Spas.
Rûdaw: Destpêkê, em ji vir dest pê bikin; li Îraq û Herêma Kurdistanê çend kampên we hene û hejmara koçber û penaberan çend e?
Lily Carlisle: Niha li Îraqê zêdetirî 340 hezar penaber hene ku piraniya wan li bajaran dijîn û nêzîkî ji sedî 30ê wan li 9 kampên penaberan hatine bi cihkirin. Ji bilî penaberan, hîn jî koçberên navxwe li Îraqê mane. Hejmar nêzîkî yek milyon koçberên navxwe ye, her çend ev amar nêzîkî salekê ye nehatiye nûkirin ji ber ku budceya pêwîst ji bo rapirsiyeke nû li ber destê me nebûye lê di nav hejmara koçberên navxwe de, zêdetirî 100 hezar koçber hene ku di nav kampan de dijîn.
Rûdaw: Ango niha bi awayekî giştî çend kampên we li Îraqê hene û çend kampên we li Herêma Kurdistanê ne?
Lily Carlisle: Ji bilî 9 kampên penaberan, 20 kampên koçberên navxwe jî hene. Ango 9 kampên penaberan û 20 kampên koçberan ên me hene ku bi giştî dike 29 kamp û hemû jî dikevin nav sînorê Herêma Kurdistana Îraqê.
Rûdaw: Ew penaberên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, girêdayî çend netewe û welatan in?
Lily Carlisle: Di bingeh de piraniya wan penaberan xelkê Sûriyeyê ne. Nêzîkî ji sedî 90ê penaberan welatiyên Sûriyeyê ne. Her wiha penaberên me ji welatên wekî Îran, Tirkiye, Filistîn û welatên din jî hene.
Rûdaw: Heta niha çend kes ji wan koçberên ku di kampan de bûn, vegeriyane cihên xwe?
Lily Carlisle: Meqseda we penaber in yan koçberên navxwe ne?
Rûdaw: Meqseda min koçber in.
Lily Carlisle: Derbarê penaberan de, me kêmtirî 7 hezar penaberên Sûriyeyî hebûn ku li cem UNHCRê hatibûn tomarkirin û sala 2025an vegeriyabûn welatê xwe. Di rastiyê de ev hejmareke kêm e li gorî wan vegerên ku me ji navçeyên din dîtine, wekî Urdun, Libnan û Tirkiyeyê. Lewma niha piraniya penaberên Sûriyeyî plana wan ew e ku ji bo demeke nediyar li Îraqê bimînin. Em wekî UNHCR dê li ser piştgirî û hevkariya wan bidomin heta wê dema ku li Îraqê dimînin.
Rûdaw: Derbarê hejmara wan penaberên ku vegeriyane warê xwe, îsal sala 2025an de çend penaber vegeriyane?
Lily Carlisle: Derbarê penaberên Sûriyeyî de, bi giştî 7 hezar kes bûn ku vegeriyane.
Rûdaw: Bi awayekî giştî hem penaberên Rojhilatê Kurdistanê, hem Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê jî?
Lily Carlisle: Belê, 7 hezar penaberên Sûriyeyî sala 2025an vegeriyane.
Rûdaw: Derbarê hevkariya koçber û penaberan de, rexne heye ku wekî pêwîst hevkarî nayên kirin, çima?
Lily Carlisle: Em li UNHCRê her tim daxwaziyên me yên salane hene ji bo wê mîqdara pereyê ku pêwîstiya me pê heye ji bo piştgirîkirina penaber û koçberên navxwe. Sala 2025an tenê nêzîkî ji sedî 30ê wî pereyê ku pêwîstiya me pê hebû bi dest me ket, vê yekê jî wisa kir ku em neçar bibin bernameyên xwe li gorî giringî û karê herî pêşîn rêzbend bikin û hinek ji wan jî kêm bikin, lewma me nekarî hemû pêdiviyan dabîn bikin. Wekî Neteweyên Yekbûyî, em pişta xwe bi bexşînên civaka navneteweyî girêdidin, mixabin di salên borî de û bi taybetî sala 2025an de me dît rêjeya wan pereyan kêm bûye, ev jî tê wê wateyê ku em nikarin bi wê endazeyê ku em dixwazin biçin hewara pêdiviyên penaber û koçberan li Îraqê. Sala 2026an de, em dê li ser daxwaziyên xwe bidomin ji bo ku civaka navneteweyî piştgirî li karên me bike lê hîn em pêşbînî dikin mîqdara pereyê kêmtir be ji wê ya ku di salên borî de ya me hebû.
Rûdaw: Salane wekî rêxistina we pêwîstiya we bi çend budceyê heye ji bo ku hûn bikarin wekî pêwîst hevkariya penaber û koçberan bikin li Îraq û Herêma Kurdistanê?
Lily Carlisle: Ji bo sala 2026an, wekî UNHCR em daxwaza nêzîkî 60 milyon dolarî dikin ji bo piştgirîkirina karên xwe yên li vir li Îraqê.
Rûdaw: Heta niha ti gumanek heye ew budceya we ji bo we neyê dabînkirin?
Lily Carlisle: Hîn destpêka salê ye, lewma em li bendê ne bibînin sozên bexşerên navneteweyî dê çi bin ji bo piştgirîkirina bernameyên me yên li vir. Wekî min got, par tenê nêzîkî ji sedî 30ê budceya me ji bo me hat dabînkirin, lewma em hêvîdar in îsal zêdetir be, em li ser karê li gel civaka navneteweyî didomin ji bo ku em nîşanî wan bidin pereyên wan dê çi bandoreke wan hebe li Îraqê û pêdiviyên penaber û koçberan çi ne.
Rûdaw: Xanim Lily, yek ji wan rexneyên ku heye ew e ku UNHCR li Îraqê wekî pêwîst kar ji bo penaberan nake bi taybetî ew penaberên ku ji aliyê rêxistina we ve dana wan pê hatiye dan ji bo ku bên şandin bo welatê sêyem. Çima?
Lily Carlisle: Wekî UNHCRê ya li Îraqê, karê me yê pêşîn tomarkirina penaberan e û piştrastbûn ji wê yekê ku destê wan digihîje belgeyan, belgeya UNHCRê û belgeya hikûmetê, ji ber ku ev giring e ji bo ku bikarin sûdmend bin ji xizmetguzariyên giştî û jiyana xwe li vir li Îraqê ava bikin. Her wiha em li ser pêşkêşkirina hevkariya yasayî û piştgirîkirina tevlîbûna wan a di nav civakê de didomin. Derbarê bicihkirina li welatê sêyem de, mixabin ew hejmarên ku ji bo bicihkirinê berdest in, li gorî salên borî kêm bûne. Bo nimûne sala 2025an de, tenê 300 derfetên bicihkirinê ji bo hemû penaberên Îraqê yên me hebûn ku hejmareke gelekî kêm e. Her çend ev girêdayî soza welatên sêyem e, wekî Amerîka û welatên Ewropayê ku amade bin penaberan werbigrin. Mixabin ew amadeyî ber bi kêmbûnê ve çûye. Li gel wê yekê jî, penaber li vir li Îraqê dikarin jiyana xwe ava bikin li wî cihê ku lê ne, em jî li UNHCRê dê li ser piştgirîkirina wan bidomin.
Rûdaw: Niha pişka we ya salane li Îraqê çend kes e ku hûn dikarin ji bo derve bi rê bikin?
Lily Carlisle: Hîn amarên me yên hûr ji bo sala 2026an ji bo bicihkirinê li ber dest nînin lê em pêşbînî dikin wekî par be, ango tenê nêzîkî 100 heta 200 derfet hebin.
Rûdaw: Beşek ji wan penaber û koçberên ku li Îraq û Herêma Kurdistanê ne di rewşeke xerab de ne. Niha em di werzê sermayê de ne. Pêdiviya sotemeniyê heye û her wiha çend pêdiviyên din. Heta çi radeyê we kariye wan pêdiviyan ji bo penaber û koçberan dabîn bikin?
Lily Carlisle: Sala 2025an de, me wekî UNHCR hevkariya madî pêşkêşî malbatên penaber ên herî hejar dikir ku li derveyî kampan bûn, ango ewên ku li bajar û bajarokan dijîn. Vê hevkariya xwe me pêşkêşî nêzîkî 5 hezar û 500 malbatî kir ku zêdetirîn pêdiviyên wan hebûn, wekî xwedî pêdiviyên taybet, kal û pîr û dayikên bi tenê, ji bo ku bikarin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin. Mixabin ji ber kêmbûna budceyê, em neçar bûn di dawiya 2025an de vê programê rawestînin, ji ber ku pereyê me yê pêwîst nîne ji bo destpêkirina wê di sala 2026an de. Ew beşek e ji daxwaziyên me yên ji civaka navneteweyî ji bo dabînkirina budceyê heta ku em bikarin programê dest pê bikin, ji ber ku çavkaniyeke giring a piştgiriyê ye ji bo malbatan. Wekî te amaje pê da, bi taybetî di zivistanê de malbat vî pereyî ji bo kirêya xanî, her wiha kirîna gaz, sotemenî û germkirina malên xwe bi kar tînin.
Rûdaw: Hevahengiya we li gel hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê çawa ye ji bo hevkariya zêdetir a penaber û koçberan?
Lily Carlisle: Pêwendiyeke me ya gelekî baş li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, bi taybetî rêkeftineke me ya hevbeş a darayî li gel Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzan (JCC) heye ku birêvebirina kampên penaber û koçberan li xwe digire. Em budceyê dabîn dikin ji bo birêvebirina rojane ya kampan, her wiha li gel hikûmetê dixebitin ji bo dîtina çareseriyê ji bo koçberên navxwe. Wekî UNHCR, baweriya me wisa ye divê sê çareseriyên berdewam ji bo koçberan hebin, bi taybetî ewên ku li kampan in: vegera bo cihê xwe, tevlîbûna li gel wî cihê ku niha lê dijîn, yan veguhestina bo navçeyên din ên welat wekî çareseriyek ji bo bidawîanîna koçberiyê. Em li ser parêzvanîkirina vê babetê didomin û ji nêzîk ve li gel aliyên pêwendîdar dixebitin ji bo dîtina çareseriyê ji bo koçberan.
Rûdaw: Rêzdar Lily, hinek ji wan penaberan maweyê çendîn salan e li Herêma Kurdistanê dijîn, hin kes hene temenê wan 30 sal e û penaber e li vir. Vana heta niha nasnameyeke wan nîne. Hinek ji wan penaberan daxwaza nasnameya Îraqî dikin. Li ser vê babetê li gel hikûmeta Îraqê ti guftûgoyeke we hebûye?
Lily Carlisle: Belgeyên penaberan ên li Îraqê li gorî rênimayên îdarî hatine sazkirin ku me wekî UNHCR sala 2024an de li gel desthilatdarên federal û herêmê îmze kiriye. Ew rênimayî proseya wergirtina belgeyan ji bo penaberan diyar dikin. Pêngava yekem ew e ku penaber tên û li cem me tên tomarkirin û bawernameya tomarkirinê ya UNHCRê didine wan. Paşê bi wê belgeya UNHCRê dikarin serdana sazî û dezgehên hikûmetê bikin, çi li ser asta federal be yan herêm, ji bo ku belgeya hikûmetê bidine wan. Dema ku ew belgeya hikûmetê bi dest dixin, wê demê...
Rûdaw: We ev daxwaziya xwe gihandiye hikûmeta Îraqê?
Lily Carlisle: Em li gel hikûmeta Îraqê li ser pêvajoya dayîna belgeyan bi penaberan rêkeftine û ev jî di rênimayên îdarî de hatiye diyarkirin, di rastiyê de gelek ji penaberan her du belgeyên wan hene.
Rûdaw: Baş e niha bo nimûne penaberek li Herêma Kurdistanê bixwaze nasnameya Îraqî werbigre û bibe welatiyekî Îraqî, divê çawa vê daxwaziyê pêşkêş bike?
Lily Carlisle: Penaber li Herêma Kurdistanê dikarin li cem UNHCRê bên tomarkirin û bawernameyê werbigrin, paşê dikarin serdana birêvebiriya niştecîbûnê ya li herêmê bikin û "karta nasnameya kesane" didine wan ku belgeyeke hikûmî ye û mafê mana wan a li Herêma Kurdistanê dide wan. Wekî welatiyê welatê sêyem, penaber nikarin regeznameyê werbigrin.
Rûdaw: Ev taybet e bi dayîna mohleta niştecîbûna Herêma Kurdistanê.
Lily Carlisle: Belê, jê re tê gotin "karta nasnameya kesane", ev belgeyeke hikûmî ye li Herêma Kurdistanê ku didine penaberan.
Rûdaw: Ev taybet e bi mohleta niştecîbûnê. Meqseda min regeznameya Îraqî ye.
Lily Carlisle: Ji bo ku ew penaberên ku hilgirê regeznameya welatê sêyem in bikarin regeznameya Îraqî werbigrin, ev bi temamî girêdayî yasaya regeznameya Îraqî ye.
Rûdaw: Beşek ji wan koçberên ku di nav kampan de ne ji rewşa wan cihên warê xwe nerazî ne, çi hatiye kirin ji bo ku bikarin ew koçber bi zûtirîn dem vegerin warê xwe?
Lily Carlisle: Em wekî UNHCR dem bi dem rapirsiyan di nav penaberên Sûriyeyî yên li Îraqê de pêk tînin ji bo zanîna niyaza wan a vegerê. Meha Hezîrana 2024an de, me rapirsiyek kir ji bo ku em bizanin xwesteka wan a vegerê heye yan na. Tenê ji sedî 4ê penaberên Sûriyeyî gotin ku xwesteka wan a vegerê heye bo Sûriyeyê di maweyê 12 mehên paşerojê de, ev jî wê yekê derdixe holê ku ji bo niha piraniya wan plana wan heye ku li Herêma Kurdistana Îraqê bimînin. Lewma em li ser piştgirîkirina wan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan didomin heta wê dema ku li vir dimînin, ji ber ku niha hejmareke zêde amade nînin vegerin Sûriyeyê.
Rûdaw: Ev taybet bû bi penaber û koçberên beşên din ên Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê ne. Gelo plana we ji bo koçberên navxwe çi ye, ewên ku li kampên Herêma Kurdistanê ne? Sedema nevegera wan a bo warê xwe çi ye?
Lily Carlisle: Sala 2025an de, me dît nêzîkî 1,500 koçberên navxwe ji kampên Herêma Kurdistanê vegeriyane cihên xwe. Eger em berawird bikin, sala 2024an de nêzîkî 10 hezar koçber vegeriyabûn. Ango rêjeya vegera ji kampan sala 2025an de gelekî kêmtir bûye ji sala berê. Dema ku em derbarê vegerê de pirsê ji wan koçberên ku mane dikin, piraniya wan rewşa ewlehiyê wekî sedema serekî ya nevegera xwe datînin holê. Her wiha behsa kêşeyên niştecîbûnê û nebûna xizmetguzariyên giştî yên li navçeyên xwe dikin. Lewma wekî UNHCR em li ser daxwaza dabînkirina çareseriyên curbicur ji bo koçberan didomin, ji bilî vegerê, dibe ku bijardeyên wekî tevlîbûna li wî cihê ku lê koçber in yan veguhestina bo navçeyeke din hebe.
Rûdaw: Derbarê Kurdên Êzidî de, ewên ku di kampan de ne, dibêjin navçeyên wan xizmetguzarî ji bo wan ne vegeriyaye. Hikûmeta Îraqê jî ji aliyê din ve dixwaze kampan bigire. Hûn wekî UNHCRê di vî warî de bi niyet in çi bikin?
Lily Carlisle: Niha ti planeke konkret nîne ji bo girtina wan 20 kampên koçberan ku li Herêma Kurdistanê mane. Ev 15 kampên parêzgeha Dihokê jî di nav xwe de digire ku piraniya niştecihên wê Êzidî ne. Lewma niha Kurdên Êzidî dikarin li wan kampan bimînin ku tê de dijîn.
Rûdaw: Plana we wekî UNHCRê ji bo sala 2026an çi ye bi taybetî ku birêvebirê nû yê UNHCRê Dr. Berhem Salih hatiye diyarkirin û kesekî Kurd e?
Lily Carlisle: Wekî we amaje pê da, Komîserê Bilind ê nû yê UNHCRê Dr. Berhem Salih hat hilbijartin û ji destpêka sala 2026an ve dest bi kar bû. Nêzîkî hefteyekê ye posta xwe ya nû wergirtiye lê em li UNHCRê dê li ser piştgirîkirina penaberan bidomin.
Rûdaw: Gelo ev pêşbînîkirî bû ku Kurdek vê postî wergire?
Lily Carlisle: Derbarê hilbijartina Komîserê Bilind ê UNHCRê de, proseyeke hilbijartinê ya gelekî hûr û tundûtûj heye ku tê de welatên endamên Neteweyên Yekbûyî kesekî hildibijêrin. Ev prose di dawiya 2025an de hat encamdan û wekî me dît Dr. Berhem hat hilbijartin. Bi baweriya min em hemû gelekî bi kelecan in bibînin dê çi pêşkêş bike, bi taybetî ku ew bi xwe ji nêzîk ve ezmûna penaberiyê heye.
Rûdaw: Plana we ji bo sala 2026an çi ye? Niha ku Kurdek û welatiyekî Îraqî birêvebirê we ye, ev heta çi radeyê dikare hevkar be ji bo çareseriya wan pirsgirêkên ku dibe ku bên pêşiya we?
Lily Carlisle: Em li UNHCRê sala 2026an de dê li ser piştgirîkirina penaber û koçberên li vî welatî bidomin. Ev jî piştrastbûn ji parastina wan û xebata ji bo dîtina çareseriyê ji bo kêşeyên wan di nav xwe de digire. Wekî we behs kir, bi hilbijartina komîserê me yê nû, em hêvîdar in ev kar zêdetir pêş bikevin û di sala nû de em gelek pêşhatên erênî bibînin.
Rûdaw: Penaberek yan koçberek ku temaşeyî vê hevpeyvîna me dike, peyama we ji bo wan çi ye? Hûn ji bo îsal bi niyet in çi ji bo wan bikin?
Lily Carlisle: Ji bo penaberan, peyama min ji bo piraniya wan ên ku nikarin yan naxwazin îsal vegerin cihên xwe ew e ku dikarin li ser avakirina jiyana xwe ya li vir li Îraqê bidomin. Dema ku tên tomarkirin û belgeyên hikûmetê yên wan hebin, dikarin xizmetguzariyan bi dest bixin, kar bibînin û jiyana xwe ava bikin. Em wan teşwîq dikin ku wê yekê bikin û beşdarî di civaka derdora xwe de bikin û di vê dema hestiyar de Îraqê bikin mala xwe. Em jî wekî UNHCR soza wan didin ku li her cihekî ji bo me bibe û budce rê bide em dê li ser hevkariya wan bidomin, her wiha li gel hikûmet û aliyan dixebitin ji bo dîtina çareseriyê ji bo kêşeyên wan.
Rûdaw: Hûn wekî xwe hewla dîtina derfeta kar û afirandina derfeta karî jî ji bo wan didin?
Lily Carlisle: Dema ku penaberan belgeyên wan hebin, dikarin wekî her welatiyekî Îraqî daxwaza kar bikin. Em li gel hejmarek hevbeş û ajansên cihêreng ên Neteweyên Yekbûyî dixebitin ji bo peydakirina derfetên kar û vejandina bipêşketina aborî bi rêya karsaziyê ku hem ji bo Îraqiyan û hem jî ji bo penaberan berdest be.
Rûdaw: Eger hûn di budceya xwe de ji bo îsal rastî kêmaniyekê bibin ku ez hêvîdar im wisa nebe, hûn çawa dixwazin wê tijî bikin?
Lily Carlisle: Wekî UNHCR her tim divê em pereyên xwe li gorî karê xwe yê pêşîn dabeş bikin û piştrast bin ku digihîje destê wan penaberên ku zêdetirîn pêdiviyên wan hene û ji bo wan tê xerckirin. Erka me ya serekî parastina penaberan e, ew her tim karê me yê pêşîn û yekem dibe. Niha ew kar li Îraqê ev in: Piştrastbûn ji tomarkirin û belgeyên penaberan, pêşkêşkirina hevkariya yasayî û piştgirîkirina çareseriyan. Em hêvîdar in eger budce rê bide, ev bi dirêjahiya sala 2026an wekî karê herî pêş bimînin.
Rûdaw: Gelekî baş e, gelekî spas Rêzdar Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê Lily Carlisle ku di vê hevpeyvînê de tu li gel me bûyî.