Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Katrin Langensiepen û Nalîn Hesen\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Katrin Langensiepen û Nalîn Hesen\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Katrin Langensiepen Ehmed Şer Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Di demekê de ku li Rojavayê Kurdistanê rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe û dorpêça li ser Kobaniyê û herêmên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de berdewam dike, çavên Kurdan li helwesta welatên rojavayî û bi taybetî Yekîtiya Ewropayê (YE) ye.

Tevî rêkeftinên di navbera HSD û hikûmeta Şamê de, metirsiya êrişên nû û binpêkirinên mafên mirovan hîn jî wekî gefeke berdewam li ser serê xelkê herêmê ye. Parlementara Yekîtiya Ewropayê Katrin Langensiepen ku bi helwestên xwe yên tund ên li dijî êrişan û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd tê naskirin, di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê, rewşa Sûriyeyê, pirsgirêka Kampa Holê û helwesta YEyê ya li hemberî Şamê dinirxîne.

Langensiepen di vê hevpeyvînê de eşkere dike ku ew li hemberî soza serokê nû yê Şamê bêbawer in û tekez dike ku divê Ewropa ji bo parastina mafên Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê, bi awayekî çalak di nav hewldanan de be.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Parlamentara Yekîtiya Ewropayê Katrin Langensiepen wisa ye:

Rûdaw: Li ser helwêsta Yekîtiya Ewropayê (YE) ya derbarê rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê de, bi taybetî jî di mijara rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Şamê de, em dibînin ku dorpêç li ser Kobaniyê berdewam dike û rewşa mirovî xirabtir dibe. Mêvana me ya ji Brukselê, Parlamentara Yekîtiya Ewropayê Katrin Langensiepen e. Katrin xanim, tu bi xêr hatî.

Katrin Langensiepen: Spas ji bo vexwendinê.

Rûdaw: Di dema êrişên artêşa Sûriyeyê de li ser Kurdan, te piştgiriya xwe nîşan da û dilê hemû Kurdan xweş bû. Çi bû sedem ku tu vê helwêstê nîşan bidî?

Katrin Langensiepen: Ez şopînera rewşa Sûriyeyê me, bi taybetî ji sala 2015-2016an ve, dema ku penaber gihîştin Ewropayê. Welatekî mezin e û gelek deng û neteweyên cuda tê de hene, di nav wan de gelê Kurd pêkhateyeke mezin e. Li bajarê min Hannoverê hejmareke mezin a Kurdan heye, dibe ku ev paşxaneya wê be. Di xula berê de ez di Komîteya Kar û Barên Derve de bûm û min serdana Qamişlo û Kampa Holê kir.

Rûdaw: Di dema serdana xwe ya Kampa Holê û Qamişloyê de te çi dît?

Katrin Langensiepen: Ez şok bûm. Kurdan şerê DAIŞê kir, girtî û xelk anîn wê kampê. Ew cihekî jibîrkirî bû. Zarokên Ewropayî yên li wir êrişkar bûn. Hiştina ew qas xelk li Kampa Holê şaşiyek bû. Derbarê Qamişloyê de jî; bajar çi qasî dabeşkirî bû, hinek beşên wê di bin kontrola rejîma Esed de bûn û hinek beşên din jî cuda bûn. Destê rejîmê ji bo parastina desthilata xwe heta beşên rojhilat dirêj bû. Vê yekê bandoreke neyînî li min kir.

Rûdaw: Parlamentoya Ewropayê dê çi gavan bavêje da ku pêşî li êrişan li ser Rojavayê Kurdistanê bigire?

Katrin Langensiepen: Wekî Parlamentoya Ewropayê ti desthilata me ya leşkerî nîne ku em êriş bikin an sizayan bidin lê belê em dikarin kontrol bikin ka pereyê Yekîtiya Ewropayê diçe ku derê. Serokê nû yê li Şamê (Ehmed Şer/Colanî) hewl dide desthilata xwe ava bike, em dê bişopînin ka ew pere çawa tê bikaranîn. Ji bo piştgiriya leşkerî, ew di destê dewletên endam û wezîrên derve de ye. Em wekî parlamento tenê dikarin dengê xwe bilind bikin û çavdêriya rewşê bikin.

Rûdaw: Wê demê metirsiya şer û êrişên nû heye?

Katrin Langensiepen: Piştî salekê, em nikarin baweriyê bi serokê li Şamê bînin. Ew qala "Sûriyeyeke giştî" dike, lê hîn nekariye baweriyê çêbike. Divê ew gelê xwe biparêze. Ez dubare dikim, heta ew gavên rast neavêje, em nikarin baweriyê pê bînin.

Rûdaw: Gelo hûn dikarin wekî Yekîtiya Ewropayê rola garantoriyê di pêkanîna rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyeyê de bilîzin?

Katrin Langensiepen: Belê, em dikarin bibin hevkarên bêalî di dema nûjenkirin û dubare-avakirina Sûriyeyê de. Em dikarin şiyan û peywendiyên xwe yên dîplomatîk pêşkêş bikin lê ev yek bi qebûlkirina Şamê ve girêdayî ye.

Rûdaw: Gelo hûn ji binpêkirinên li hemberî Kurdan, kuştin û girtina sivîlan agahdar in? Helwesta we çi ye?

Katrin Langensiepen: Bêguman, binpêkirina mafên mirovan tawan e. Divê kesên ku van tawanên kuştin û komkujiyan dikin, bên dadgehîkirin. Ev daxwaza me ye. Divê serokê li Şamê xelkê xwe biparêze. Heger ew dixwaze alîkariya Ewropayê bigire, divê baweriyê çêbike.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê.

Katrin Langensiepen: Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst