Hevseroka SZKyê: Daxwaza me ya sereke fermîbûna zimanê Kurdî ye

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Hesenê ji Rûdawê re ragihand ku têkoşîna wan a sereke ew e ku zimanê Kurdî li seranserê Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.

Viyan Hesen bû mêhvana Rûdawê û amaje bi bipêşketinên mezin ên perwerdeya bi zimanê Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê kir û got,

"Nifşekî xwedî kesayet û jixwebawer mezin bûye."

3 daxwaz

Viyanê da zanîn ku dan û standinên wan bi hikûmeta Şamê re li ser sê xalên serekê berdewam dikin ku ew jî ev in:

“Naskirina fermî ya bawernameyên Rêveberiya Xweser, amadekirina rêbazeke xwendinê ya hevbeş a bi zimanê Kurdî û avakirina Akademiya Zimanê Kurdî.”

Wê diyar kir ku bi saya perwerdeyê, zimanê Kurdî paqijtir bûye û xwendina bi zimanê dayîkê bandoreke erênî li ser bihêzbûna kesayetiya Kurdan kiriye.

Hevseroka SZKyê derbarê dan û standinên bi Şamê re got, "Li ser hinek xalan lihevkirin heye, lê hîn ti gavên fermî nehatine avêtin."

Wê destnîşan kir ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û mafê perwerdeyê neyê misogerkirin, ew dê têkoşîna xwe bidomînin.

Rûdaw: Xwendina bi zimanê Kurdî çi vejîn ji bo zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çêkiriye?

Viyan Hesen: Gava em di warê perwerdeyê de bi taybetî behs bikin, guherîneke mezin û berbiçav di warê perwerdeyê de bi xwendina bi Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çêbûye. Li heman dibistanên ku qedexe bû di dema me de tenê axaftineke Kurdî jî lê bikin, niha bi giştî perwerde bi Kurdî ye.

Ji dibistanên seretayî bigire heta bi zanîngehan, îro perwerde bi Kurdî ye. Bi hezaran mamosteyên Kurd ji branşên cuda cuda der çûne û mamostetiya Kurdî dikin. Bi sed hezaran xwendekaran li van dibistanan xwendiye û îro ji zanîngehên Kurdî derdiçin. Ev guherîna mezin di warê perwerdeyê de li Rojavayê Kurdistanê çêbûye. Ev jî gava em binirxînin, bi rastî bi saya perwerdeya bi zimanê dayîkê ev guherîn çêbûye.

Rûdaw: Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, piştî ev qas salên xwendinê, çi qasî zelal bûye, çi qasî paqij bûye, gelo peyvên Erebî tê de kêm bûne?

Viyan Hesen: Belê, niha bandora perwerdeyê heye. Yanî îro em li Kurmanciya zarokên xwe binêrin, Kurmanciya wan a rojane, Kurmanciya ku li malê, li kolanê pê diaxivin, ji Kurmanciya me bi xwe, ji ya dê û bavê wan rewantir e. Ev ji ber ku bi Kurdî xwendine.

Rûdaw: Gelo van zarokan bandor li ser nifşê din kiriye ku zimanê wan rewantir û paqijtir bibe?

Viyan Hesen: Helbet, niha di navendên me yên perwerdeyê de malbat êdî tên dixwînin. Ji ber ku zarok li dibistanan dixwînin, dê û bav, zêdetir karmendên Rêveberiya Xweser tên dixwînin. Gelek ji wan dibêjin, "Zarokên me li malê dersê didin me heta ku em karibin bixwînin, an jî alîkariya me dikin ku em spartekên xwe çêkin."

Carinan hinek dayîk henekan dikin, dibêjin, "Mecbûr e ez pileyên baş bînim ji ber zarokê min." Yanî, wekî ku berê digotin "Divê hûn bixwînin û pileyên baş bînin", niha ew bûne mamosteyên wan. Hesabê ji zarokên xwe re dikin û dixwînin. Bi rastî bandor bûye, yanî roj bi roj em dibînin zêdetir bandora Kurdî berbelavtir dibe.

Rûdaw: Ev ji bo ziman bi xwe ye lê ev xwendina bi zimanê dayîkê, bi zimanê Kurdî, li Rojavayê Kurdistanê heta çi astê, heta çi radeyê bandor li ser xurtbûn û bihêzbûna kesayetiya mirovê Kurd kiriye?

Viyan Hesen: Belê, niha gava ku xwendekar bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin, di warê kesayetiyê de jî helbet ew dê kesayeta wan ji kesayeta nifşê beriya wan xurttir be ku bi zimanekî din dixwendin. Mînak, wê demê em diçûn dibistanê, ez nimûneyeke biçûk bidim, mamoste ji me re digot "tifah" me nedizanî çi ye.

Niha mamoste êdî ji zarok re dibêje "sêv." Yanî, me bi rojan, bi demê re, heta ku pişt re me fêm dikir mamoste çi dibêje, wext derbas dibû. Me hinek dersên xwe fêm nedikirin. Gava mirov ne bi zimanê xwe bixwîne, bi taybetî li dibistanên seretayî û salên pêşî, bandoreke neyînî li mirov dike. Niha bi zimanê xwe dixwînin, ji ber ku têdigihin mamoste çi dibêje, pêwendiyeke rasterast di navbera wan û mamoste de heye. Xwe jî wekî aktorekî di polê de dibînin, ne tenê mamoste. Ji ber wê, ev ji biçûkanî ve bandor dike ku kesayeta wan xurttir be.

Bi rastî, em dibînin ku nifşekî xwedî kesayet mezin bûye û pir bi rehetî bersiva mamoste didin. Carna, eger şaşiyên nivîskî bin, eger ên fikir û têgihiştinê bin, hewl didin ji mamoste re sererast bikin. Berê ev pêwendî nebû, bandor li kesayetiyê jî dikir. Lê zarokên niha, em dibêjin ji ber perwerdeya bi zimanê dayîkê, ji ber ku bi zimanê xwe xwendine, pêwendî di navbera wan û mamoste de xurttir bûye û vê yekê hiştiye ku bandorê li kesayeta wan bi xwe jî bike. Bi rastî nifşekî jixwebawer.

Hûn bi xwe jî wekî Tora Medyayî ya Rûdawê çûn dibistanan û we çendîn rapor çêkirin, ew xwendekarên ku diaxivin, ew fikrên xwe dibêjin, ew hêza wan e ku pê diaxivin, kesayeta wan e ku pê diaxivin. Di vî warî de jî bi rastî bandorek heye. Ew kesên ku ji zanîngehên Rojava û Kobaniyê derdikevin, heta dema ku tên di dezgehan de jî kar dikin, jêhatîtir û xurttir in, bêhtir îradeya wan heye. Eger niha hinek ji wan ji zanîngehê der çûne, niha li Saziya Zimanê Kurdî em bi hev re li dezgehê dixebitin, bêhtir dikarin di warê Kurdî de, çi jî di warê kar û barên birêvebiriya dezgehê bi xwe de bin, nêrînên xwe bidin û nîqaşan bikin. Hinek cihan hewl didin ew bi xwe ji aliyê xwe ve gavan biavêjin ku kêmasiyên heyî jî sererast bikin. Ev rasterast bandora perwerdeya bi zimanê dayîkê li ser kesayetiya xwendekaran e.

Rûdaw: Bi vê derfetê, hûn wekî sazî çawa li vê kampanyaya Rûdawê dinêrin?

Viyan Hesen: Gelekî pîroz e, em spasiya we dikin wekî Tora Medyayî ya Rûdawê. Me jî ji xwe beriya wê kampanyayek ragihandibû, me kampanya we wekî piştgirî ji kampanyaya xwe bi xwe re jî dît. Yanî, em destê xwe pê xurttir dibînin. Medyaya me dikare dengê me bigihîne tevahiya Kurdistanê û cîhanê.

Ez dixwazim wê bêjim, zanibin ku em pê xurttir dibin, bihêztir dibin û em bi dengekî bilindtir dikarin daxwaza mafên xwe bikin. Em stûna armancên xwe yên destnîşankirî jî bilindtir bikin, ji ber ku em dibînin xebatkarên me yên medyayî, dezgehên me yên ragihandinê yên Kurdî, civaka me piştgiriya me dike, ji me re dibe hêz û karekî gelekî pîroz e û hêvî dikim bidomin ku em bi hev re bigihêjin wê armanca xwe ya destnîşankirî.

Rûdaw: Em bên ser dosya rêbaza xwendinê û paşeroja perwerdeyê bi zimanê Kurdî. Hikûmeta Sûriyeyê hewl dide ku zimanê Kurdî wekî zimanekî xwendinê û perwerdeyê nemîne. Hûn çi dikin ji bo ku xwendina bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam bike?

Viyan Hesen: Belê, bi rastî pêşî daxwaza me hem ji berpirsên Rêveberiya Xweser ên ku dan û standinan dikin, hem jî ji hikûmetê bi xwe ew e ku zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî. Niha ferq heye eger zimanê niştimanî be, wekî ku biryarnameya hejmara 13an destnîşan kiribû û eger zimanê perwerdeyê be û eger zimanê fermî be.

Em dixwazin, daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî. Gava bû zimanê fermî, êdî mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî sereke û wê bê bidestxistin. Ne tenê perwerde, êdî hemû kar û barên fermî ew dê bi Kurdî bên kirin. Yanî, ev çend roj in hûn jî dişopînin, li Koşka Dadweriyê ya Hesekê bûye pirsgirêk. Eger zimanê Kurdî zimanekî fermî bûya di destûrê de, bi wî awayî bihata pênasekirin, heta ku destûr bê nivîsîn, bi biryarnameyekê jî wî awayî bê pênasekirin, ew dê ev astengî jî ji pêşiya civakê rabin.

Ji ber wê, em wekî Saziya Zimanê Kurdî hemû karê me, hemû têkoşîna ku em dikin ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Ji bo wê, gav bi gav tiştên pêwîst em dikin, çi hevdîtin bin, çi dan û standin bin, hem bi berpirsên birêvebiriyê ku dan û standinan dikin, hem jî bi şandeyan re. Em di nav dan û standinan de ne, heta ku em negihêjin wê armanca xwe, em dê qebûl nekin. Daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî li Sûriyeyê wekî zimanekî fermî bê naskirin û rê li pêşiya Kurdî bê vekirin, bi taybetî li herêmên Kurdan û li tevahiya Sûriyeyê ku kar û barên bi Kurdî bi rê ve biçin, çi medya be çi dezgehên çandî bin çi dezgehên fermî bin çi perwerde be. Civaka Kurd a li Rojava karibe hemû xebatên xwe bi zimanê xwe bike.

Rûdaw: Ez xebata we dizanim di aliyê zimanî de ji bo bernameyên xwendinê xwendinê. Ew bernameyên xwendinê li vir, li Herêma Kurdistanê, wekî nimûne, ji aliyê Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe ve têne amadekirin, yanî ne ji aliyê Bexdayê. Li Rojavayê Kurdistanê çawa dikarin taybetiyên Kurd û neteweyên din di programa xwendinê de bêne parastin?

Viyan Hesen: Li Rojavayê Kurdistanê dezgeheke taybet heye, Dezgeha Amadekirina Bernameyên Dibistanan. Ew dezgeh vî karî dike. Yanî, wekî em bêjin, Saziya Zimanê Kurdî niha pirtûkên dibistanan amade nake. Dezgeheke taybet heye û bi awayekî pisporane, pedagog hene û di hemû branş û waran de mamoste û akademîsyen hene ku niha rêbazên xwendinê ji bo Rojavayê Kurdistanê amade dikin. Em, Saziya Zimanê Kurdî, ji aliyê ziman ve hem alîkariya Dezgeha Bernameyê dikin hem jî serpereştiya van bernameyan dikin ku bi awayekî baş em karibin alîkariya hevalên xwe yên Dezgeha Bernameyan bikin lê bi rastî, niha rewş hinekî ji berê cuda ye.

Tevahiya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, em li pêvajoyeke siyasî ya nû ne. Dîsa pêwîst e ev dezgeha me ya bernameyan ji bo amadekirina bernameyan bingeh bê dîtin. Yanî, ev dezgeh bi salan e ku bernameyên xwendinê ji bo Kurdan amade dike, ji bo herêmên Kurdan. Ew dezgeh berpirsiyar e. Dezgehên me yên din jî, yanî Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobaniyê, akademiyên me yên branşan, dikarin di vî warî de alîkariyê bikin ku Dezgeha Bernameyan pêwîstiyê bibîne. Mînak, ji bo alîkariya ziman, rasterast ji şeş mehan heta salekê hinek hevalên me li ser wan pirtûkên taybet ên ziman û wêjeyê vedigerin, rêziman û nivîsîna wan sererast dikin.

Alîkariya pêwîst, wekî du dezgeh, peymana me ya hevkariyê jî heye, di wê çarçoveyê de em kar dikin. Dixwazim wê bêjim, astek heye ku li Rojavayê Kurdistanê pirtûkên bi Kurdî bên amadekirin. Çi Saziya Bernameyan bigire çi Saziya Zimanê Kurdî çi zanîngehên heyî, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobaniyê, çi jî akademiyên me yên branşan bigire, encumeneke perwerdeyê heye. Di nav vê encumenê de akademîsyen û pispor û mamosteyên ziman hene ku dikarin rêbaza xwendinê ji bo tevahiya Sûriyeyê amade bikin.

Ezmûnek heye, niha li ser erdê pirtûk hene û li dibistanan tên xwendin. Pirtûkên zanîngehê bi Kurdî ne û xwendekar dixwînin. Li ser rûyê erdê tecrubeyeke berdest heye, dikare sûd jê were girtin. Em nabêjin bila wekî heyî be lê dikare bernameyeke yekgirtî ji bo Sûriyeyê bê amadekirin, bi Kurdî jî bê amadekirin, lê şert e lazim e ev kes jî di amadekirina vê bernameyê de cih bigirin.

Rûdaw: Baş e, gotûbêj hene li ser wergerandina programên xwendinê yên Sûriyeyê ya li zimanê Kurdî, hûn vê gavê çawa dibînin?

Viyan Hesen: Belê, em ne li dij in ku ji bo Sûriyeyê rêbazeke xwendinê ya yekgirtî çêbibe. Em niha li Sûriyeyê ne, ne yek, em dikarin bêjin pênc rêbazên perwerdeyê hene. Em ne li dij in ku ji bo tevahiya Sûriyeyê bernameyeke niştimanî yê yekgirtî çêbibe lê bi şertê ku ew bername bi Kurdî jî bê amadekirin. Em nabêjin bila neyên wergerandin. Gelek branş hene wekî bîrkarî, fîzîk, kîmya, biyolojî, gelek branş hene ku dikarin rasterast werin wergerandin jî. Lê divê taybetiya herêmên Kurdan jî were dîtin. Yanî, bi taybetî branşên zimanê Kurdî, dîrok, erdnîgarî.

Evana bi rastî di hevdîtinan de jî, çarçoveyeke zelal ji bo vê hîn diyar nebûye. Ji ber ku komîteyên pispor ên van beşan hene. Li gorî rastiya Sûriyeyê û pirrengiya li Sûriyeyê, dikare bernameyeke yekgirtî bê avakirin. Em ne li dijî wê yekê ne lê bi şertê ku Kurdî jî tê de hebe.

Rûdaw: Komîteyên hevbeş bi Şamê re li ser perwerdeyê civiyane. Hûn beşdarî wan civînan bûne? Eger hûn beşdar bûne, rola we çi ye?

Viyan Hesen: Belê, em beşdar bûne. Yanî, di civînên ku ji bo perwerde û ziman li Rojavayê Kurdistanê hatine çêkirin, şandeyên Şamê jî, Desteya Perwerde ya Şamê, saziya wan a bernameyê û kesên berpirs di van waran de di nav de bûn, em beşdar bûn. Em, yek, di warê perwerdeyê de ji bo ku em alîkariyê bikin û karibin di warê ziman de, bi taybetî rê û rêbazên perwerdeyê ku tên amadekirin, beşdar bûn. Hem jî ji bo ku em akademiya zimanê Kurdî li Sûriyeyê ava bikin, wekî akademiyeke Sûriyeyî ya giştî. Çawa ku ya komelgeha zimanê Erebî li Şamê heye, pêwîst e ya akademiya zimanê Kurdî jî hebe û ev dezgeh wekî lêvegera zimanî ya Sûriyeyê be, çi di warê akademîk de, çi jî di warê amadekirina zimanê akademîk de, yanî rastnivîsîn, rêziman, ferheng. Gelek war hene ku karê akademiya ziman e. Pêwîst e akademî bê avakirin û bê fermîkirin.

Rûdaw: We li ser vekirina akademiya zimanê Kurdî li hev kiriye?

Viyan Hesen: Niha, tiştê ku hatine nîqaşkirin, heta niha ew jî hîn fermî nehatine ragihandin, ez nikarim bêjim lihevkirin çêbûye, ji ber ku dan û standin didomin. Pêşî, me gotiye hemû bawernameyên ku li Rojavayê Kurdistanê heta niha derketine, lazim e ji aliyê Şamê ve bi awayê fermî werin naskirin ku ev bawername li Sûriyeyê bingeh tên girtin û werin qebûlkirin. Ev gava yekem e. Gava duyem, bernameya ku ji bo Sûriyeyê bê amadekirin, pêwîst e bi Kurdî jî bê amadekirin û komîteyên hevbeş ji bo amadekirina vê bernameyê werin amadekirin. Evana wekî şandeyên perwerdeyê yên navxweyî, li ser wan hatiye lihevkirin lê hîn ji aliyê hikûmeta Şamê ve di warê fermî de ti gav nehatine avêtin. Pêwîst e ev werin ragihandin.

Êdî dan û standinên me yên pişt re ji bo ku akademiya zimanê Kurdî çawa be. Ji bo akademiya zimanê Kurdî jî daxwaz û pêşniyazên me hatine nîqaşkirin lê civînên taybet wê ji bo akademiya zimanê Kurdî bên çêkirin; bi çi awayî be, bi çi awayî bê vekirin. Ji ber ku niha li ser erdê akademiyeke zimanê Kurdî ya Rojava heye. Gelo dê bi ya Şamê re entegre bibe? Akademiyeke nû ya hevbeş dê were avakirin? Şert û mercên avakirinê dê çi bin, çawa bin? Hevdîtin hîn didomin, encamek bi rastî derneketiye ku ez niha bêjim em gihane vê biryarê. Lê dan û standin hene û kar ji bo vê berdewam dikin.