TAYBET - Crescent Petroleum: Me li Herêma Kurdistanê 4 milyar dolar veberhênan kiriye

Birêvebirê Bicihhêner ê Crescent Petroleumê Mecîd Cafer ragihand ku tevahiya veberhênana wan li Herêma Kurdistanê gihiştiye nêzîkî 4 milyar dolaran û bi berfirehkirina projeya Kormorê şiyana berhemanîna gaza xwezayî ji sedî 50 zêde bûye û di rojê de 700 milyon pê sêca derbas kiriye.

Mecîd Cafer ji Rûdawê re qala hûrgiliyên projeya berfirehkirina zeviya Kormorê (KM250), kelem û planên paşerojê yên ji bo bipêşxistina sektora gazê ya li Herêma Kurdistanê û deverên din ên Îraqê kir.

Wî amaje bi pêbendiya çend nifşên malbata xwe bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir û got:

"Bapîrê min beşdarî kiriye, bavê min jî paşê di sala 2007an de peyman li gel Kek Nêçîrvan îmze kirin û hevbeşiya me dest pê kir. Ez niha li vir im. Kurê min, bi îzna Xwedê dê berdewam bike. Nifşê me bi Herêma Kurdistanê û Îraqê ve pêbend e."

Birêvebirê Bicihhêner ê Crescent Petroleumê Mecîd Cafer pirsên Rûdawê bersivandin:

Rûdaw: Birêz Mecîd Cafer, spas ji bo vê derfetê.

Mecîd Cafer: Tu bi xêr hatî, gelekî bi xêr hatî.

Rûdaw: Meha borî we destkefteke pir mezin ragihand û, asta berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê bilind kir ji bo nêzîkî zêdetirî 700 milyon pê sêcayî di rojê de. Ji me re bêjin, we çawa ev bi dest xist?

Mecîd Cafer: Spas ji Xwedê re, me dest bi projeya gaza Kormor 250ê kir, ewa ku em jê re dibêjin projeya (KM 250). Ev projeyeke ji bo zêdekirina şiyana gazê bi qasî 250 milyon pê sêca di rojê de, li gel gaza şil (LPG) û kondensatê. Ango, wekî ku te behs kir, şiyana berhemanînê bi rêjeya ji sedî 50 zêdetir bûye. Ev projeyeke ku ev çend sal in em mijûlî pêkanîna wê ne.

Em rastî hinek astengiyan hatin, astengiyên zêde. Bê guman korona hebû, webaya Covidê, ku bû sedema hinek derengiyan. Mixabin, bûyerên me yên ewlehiyê hebûn, ku bûn sedema derengketinê. Lewma, me hemû bala kompanyaya xwe danî ser temamkirina projeyê, spas ji Xwedê re, em gihiştin wê encamê.

Ev bi giştî veberhênaneke 1,1 milyar dolarî ye û şanaziyeke mezin e ji bo wan hemû kesên ku beşdarî bûne.

Zêdetirî 1,000 karkerên ji Herêma Kurdistanê li Îraqê beşdarî pêkanîna vê projeyê bûn, lewra ev ji bo me cihê şanaziyê ye lê ji bo Kurdistanê jî cihê şanaziyê ye. Bi rastî ji bo hemû Îraqê cihê şanaziyê ye çimkî di rastiyê de sûdeke wê ya mezin heye, bê guman, ji bo rewşa elektrîkê di nav Herêma Kurdistanê de, her wisa ji bo beşên din ên Îraqê jî.

Rûdaw: We amaje bi wê yekê kir ku li kêleka gaza xwezayî, we qebareya gaza şil (LPG) û gaza kondensatê zêde kiriye. Gelo hûn dikarin hinek amarên derbarê wê yekê de ji me re bêjin û niha hûn çend gaza şil, (LPG) berhem tînin? Çend bermîl kondensat di zeviyê de heye?

Mecîd Cafer: Belê, berhema kondensatê nêzîkî 15,000 bermîl di rojê de bû. Ev ji sedî 50 din zêde dike, ango nêzîkî 7 bermîl di rojê de. Heman tişt ji bo gaza şil (LPG) jî; ku 1,000 ton di rojê de gaza şil (LPG) dihat berhemanîn, ev jî 400 heta 500 tonên din di rojê de zêde dike.

Ev jî rasterast diçe bazara navxweyî, ango ji bo gaza xwarinçêkirinê, ji bo dabînkirina pêdiviya bazara navxwe. Ango, ev sûdeke erênî ya zêde ye di projeyê de.

Rûdaw: Ji bo kesên ku zanyariyeke wan a zêde li ser konsorsiyoma Pearl Petroleumê nîne, gelo hûn dikarin behsa pişka her kompanyayê û rola wê bikin? Giringtirîn rola her kompanyaya ku beşdarî dibe û pişka wê di wê konsorsiyomê de heye çi ye?

Mecîd Cafer: Bê guman. Ew konsorsiyomeke giring e. Hevbeşî ji sedî 70ê Kompanyaya Crescent Petroleum û Dana Gas e, ku her yekê ji wan ji sedî 35 û ji sedî 35 pişka wan heye û bi hevbeşî zeviyê bi rê ve dibin.

Her wisa sê kompanyayên me yên pêşeng ên enerjiyê yên Ewropaya Navendî hene: RWE ji Almanyayê, OMV ji Nemsayê, û MOL, M-O-L, ji Mecaristanê. Her yekê ji wan bi rêjeya ji sedî 10 pişka wan heye. Ev hevbeş in lê di birêvebirina zeviyê de ne beşdar in. Bi hev re, ev dibin konsorsiyoma Pearlê.

Bi rastî, vêga me bi hevre nêzîkî 4 milyar dolar veberhênan li Herêma Kurdistanê di vê projeyê û projeyên berê de kiriye. Ev veberhênana herî mezin e di sektora gaza xwezayî de ji aliyê sektora taybet ve li her cihekî Îraqê.

Her wisa ev veberhênana herî mezin e ji aliyê kompanyayên Îmaratê yan her kompanyayeke Encumena Hevkariya Kendavê GCC, li Îraqê. Ev nîşaneke giring a baweriyê ye bi veberhênana li Herêma Kurdistanê ye. Mebesta min ew e Dana Gas zêdetirî 200,000 pişkdarî bi hevre kom kirine, di nav wan de sazî û dezgehên pêşeng û kesên takekes li seranserî welatên Encumena Hevkariya Kendavê. Sed hezar pişkdarên me yên Îmaratî hene; ev bi ji sedî 10ê tevahiya welatiyên Îmaratê re wekhev e. Hejmareke hevşêwe ya pişkdarên me yên Siûdî heye.

Hinek kesayetiyên me di encumena kargêriyê de hene ku kesayetiyên bazirganî yên pêşeng in, kesayetiyên fermî yên pêşeng in li Îmaratê û encumena kargêriya Dana Gasê. Loma, ev veberhênaneke giring a seranserî Encumena Hevkariya Kendavê ye, xasma Îmarat, bê guman, ji aliyê Dana Gasê ve.

Hevbeşên din ên Ewropî, kompanyayên mezin ên Ewropî ne ku hinek pişkên hikûmetê di nav wan de hene, her wisa kompanyayên giştî ne jî ku pişkên wan di borseyê de hatine pêşkêşkirin. Paşê Crescent Petroleum, kompanyaya ku ez wê bi rê ve dibim, kevintirîn kompanyaya taybet a petrol û gazê li Rojhilata Navîn e, ku baregeha wê ya sereke li vir li Şarîqayê ye û niha 55 sal in li vir e, em li seranserê deverê çalak in û em şanaziyê dikin ku wê ezmûnê tînin ji bo sûdgihandina bi Herêma Kurdistan û Îraqê.

Rûdaw: We amaje bi veberhênana 1,1 milyar dolarî ji bo projeya KM250 kir. Nexwe, ji me re bibêjin, we çawa ew pereyên gelekî zêde û mezin dabîn kirin?

Mecîd Cafer: Belê, budceya projeyê ji ber hinek ji wan astengiyên ku em rastî wan hatin, zêde bû. Hêviya me ew bû ku em bi 600 heta 700 milyon dolarî temam bikin lê ji ber koronayê, ji ber ku gelek astengî û rewşên ewlehiyê hebûn, xercî zêde bûn.

Di dawiyê de em neçar man ku em bi xwe projeyê kuta bikin, ji ber ku peymandarê Rojavayî ku proje pêk dianî, peymandarekî Amerîkayî-Kanadayî bû, piştî hinek ji wan êrişên ku li ser me hatin kirin, dev ji projeyê berda, lewra em neçar man ku em bi xwe wek veberhêner û bikarxer dest bi pêkanîna projeyê bikin û wê sergihayî bikin.

Rûdaw: We heşt mehan zûtir jî temam kir?

Mecîd Cafer: Heşt mehan zûtir ji wê dema ku me danîbû, wê dema ku peymandar paş ve kişiyabû, me qedand. Spas û pesnên zêde ji bo hevkarê min, rêzdar Richard Hall. Hêvîdar im hûn jî wî bibînin. Ew birêvebirê bicihhêner ê Dana Gasê ye. Brîtanî ye. Birêvebirekî pir baş e. Demeke zêde li wir li ser erdê derbas kir, tîm guhartin û proje bi piştgirî û çavdêriya encûmena kargêriyê ber bi pêş ve bir ji bo ku di dema xwe de temam bibe.

Ji aliyê darayî ve, hûn dizanin, dema ku em cara pêşî çûn Herêma Kurdistanê, dema ku me peymanên xwe di sala 2007an de îmze kirin, ti çavkaniya darayî berdest nebû. Tewra ti kompanyayeke navneteweyî û peymandarekî navneteweyî jî ne amade bû li Herêma Kurdistanê kar bike. Ew rewş vêga baştir bûye lê hîn jî astengî hene.

Tîma me ya darayî gelekî bi zehmetî kar kir ji bo anîna çavkaniyên darayî yên cuda û cihêreng ji bo projeyê. Hinek ji wan bankên navxweyî yên vir ên Îmaratê bûn, wekî mînak Banka Şarîqayê, niha me ev ji bo bankên din ên Îmaratê berfireh kiriye. Ev giring e çimkî me bankên Îmaratê bi Herêma Kurdistanê û projeyên ku em wan bi cih tînin dikin, dane nasîn. Çavkaniyeke din jî dabînkirina darayî ji aliyê peymandaran ve di hinek rewşan de ye lê çavkaniyeke din a pir giring ew e ku piştgiriya me ya hikûmeta Amerîkayê heye, Kompanyaya Darayî ya Geşepêdana Amerîkayê, 250 milyon dolar ji bo projeyê terxan kiriye.

Rûdaw: We çawa ew peyman kir?

Mecîd Cafer: Belê, nêzîkî du salan xebateke zêde xwest, ne hêsan bû çimkî di dema Covidê de, ne pêkan bû ku serdan bê kirin. Her tişt online bû, tewra pişkinîna tevahî ya Kormorê bi bikaranîna kamera û bi şêweyê online hat kirin. Wan hemû tişt pişkinî, tewra xwaringeh û cihê razanê û hemû hûrgiliyên teknîkî jî.

Ez bawer im ev belge ye li ser giringiya stratejîk a vê projeyê. Ev piştgiriya darayî ya herî mezin e ku hikûmeta Amerîkayê heta niha li seranserê Îraqê kiribe û yek ji mezintirînan e li hemû deverê. Me di serdema îdareya berê ya Trump de dest pê kir lê di serdema îdareya Biden de hat temamkirin. Hîn jî piştgiriyeke me ya zêde heye ji aliyê îdareya nû ya Trump ve ku tewra dixwaze karê zêdetir di warê gazê de li Îraqê û vî welatî de bike.

Ez bawer im hûn dizanin, ew ji ber giringiya stratejîk e. Em dikarin zêdetirî ji sedî 80ê elektrîka Herêma Kurdistanê û elektrîka hinek parêzgehên cîran li beşên din ên Îraqê jî dabîn bikin. Çimkî gaza xwezayî ya alternatîva gasoilê, alîkariya jîngehê dike, alîkariya guherîna avhewayê dike, alîkariya kêmkirina gemarê dike û derfetên kar ên zêde û geşbûna aborî çêdike û alîkariya berfirehkirina serxwebûna enerjiyê li Herêma Kurdistan û Îraqê dike. Ji ber van hemû sedeman, ew piştgiriya me hebû.

Rûdaw: Hûn pir baş dizanin ku projeya Ronakiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî heye. Naxwe, gaza we, ango projeya KM250, çawa dikare niha û di paşerojê de alîkariya wê armancê bike?

Mecîd Cafer: Keko, bi rastî ez dikarim bêjim, bi nêrîna me, baweriya me wisa ye û ez jî wisa dibînim ku projeya Ronakiyê, destpêşxeriya Ronakiyê, giringtirîn destpêşxeriya siyasî ye ku hatiye pêkanîn. Gelekî giring e ji bo Herêma Kurdistanê. Li gorî min, modeleke nimûneyî ye. Em dizanin ku piştgiriyeke baş ji Îmaratê, ji Dubaiyê û ji hikûmeta Îmaratê hebû çimkî ev tiştek bû ku Îmaratê berê ceribandibû: çawa komên cuda ji bo nirx û bikaranîna cuda hebin, ji bo kêmkirina ziyanê û baştirkirina komkirinê. Paşê, em pir kêfxweş in ku dibînin ev ne tenê jiyana welatiyan baştir dike bi rêya dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî lê bi îzna Xwedê dê li hemû beşên Herêma Kurdistanê bê pêkanîn.

Cihê dilxweşiyê ye ku li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û seranserê Helebceyê heye, hemû alî piştgiriyê lê dikin. Di heman demê de, asman zelaltir e, hewa paqijtir e, pêdivî bi şewitandina sotemeniyên pîs û bikaranîna jeneratorên kevin kêm bûye û bi hezaran jenerator hatine rakirin. Ji nêrîna veberhênerekî jî hebûna bazareke elektrîkê ku zîrek û berdewam be, me bêhtir ji bo veberhênana di gazê de han dide çimkî ev elektrîk bi rêya wê gaza ku em berhem tînin tê dabînkirin. Paşê, herdu bi hevre girêdayî ne, lewra pir erênî ye.

Rûdaw: Te behsa devberdana ji sotemeniyên pîs û guhertina wan bi sotemeniyên pir paqijtir, gaz, gaza xwezayî kir di berhemanîna elektrîkê de. Nexwe, hûn çawa beşdariya xwe di kêmkirina derdana CO2 li Herêma Kurdistanê de dinirxînin?

Mecîd Cafer: Belê, me bi kiryar pîvaye ku ji destpêka berhemanîna me ve, em bûne sedem ku 62 milyon ton CO2 neçe keşa hewayê. Ango, ev ji aliyê karbonê ve sûdeke mezin e. Ev sûdeke mezin e ji bo Herêma Kurdistanê ji aliyê kalîteya hewaya navxwe ve, herwisa ji bo keşûhewayê jî sûdek e. Wek ku em dizanin, hemû hewl didin karbonê kêm bikin. Di berhemanîna xwe de, me dawerivîn û şewitandina gazê jî nêzîkî sifirê kiriye.

Rêjeya derdana gazê li cem me ji sedî 0,12 e û tîriya karbona me 4,4 kîlo CO2 ye di her bermîleke hevtayê neftê de, ku ji sedî 80 ji navînciya pîşesaziyê kêmtir e. Paşê ew tibaba gaza ku maye bi rêya kirîna deynê karbonê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin, hatiye qerebûkirin. Lewra, ji sala 2021ê ve em kompanyayek in ku ti tibabeke gaza ziyandar nadin derve ji bo keşa hewayê.

Vêga em di sala xwe ya pêncemîn de ne û em vê yekê didomînin. Em gelekî şanaziyê bi wê beşdariya jîngehî û bi vê beşdariya aborî û beşdariyên civakî yên din jî dikin çimkî gava em cara yekem çûn Herêma Kurdistanê, tê bîra min kolan bi şev tarî bûn. Balafirgeha me ya kevin hebû; ev otel û mol û geşbûnên me yên niha nebûn.

Dema enerjî bê dabînkirin, dema elektrîk hebe, ku ev gaz sedema berhemanîna wê ye, her tişt diguhere, tu dikarî hest pê bikî, tu dikarî bibînî. Ev jî bi rastî şanazî ye ji bo hevbeşiya me ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdayetiyê li hemû beşên Kurdistanê. Piştgiriyeke me ya mezin ji Hewlêr û Silêmaniyê hebû. Ev hevbeşiyeke demdirêj e. Peymana me heta sala 2049an e.

Ez dixwazim bêjim mîrat û dîrokeke me bi malbatî heye. Bapîrê min, Doktor Ziya Cafer, di sala 1950î de, projeyên jêrxanî yên mezin li Herêma Kurdistanê, li Dûkan û Derbendîxanê damezirandin ku heta niha jî elektrîkê hildiberînin. Ew wezîrê bipêşketinê û sekreterê giştî yê encumena bipêşketinê ya Îraqê bû di serdema Şah Feyselê Duyem de, Xwedê wî efû bike.

50 salên me hene, ji 1958an heta 2008an, di wê demê de ti projeyeke me ya nû ya elektrîkê li Herêma Kurdistanê nebû. Gelek dîktatorên leşkerî yên Îraqê, Herêma Kurdistanê piştguh xistibûn, yan dev jê berdabûn. Niha, ji ber siyasetên baş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji ber wê hevbeşiya ku me bi hevre heye, me ji sala 2008an ve dest pê kir, piştî 50 salan, me dest bi berhemanîna gazê û berhemanîna elektrîkê kir û rewş bi temamî guheriye, îro Herêma Kurdistanê elektrîkê ji beşên din ên Îraqê re dişîne. Bi îzna Xwedê, di demeke nêz de em dikarin gazê jî bişînin.

Ev şanazî ye ji bo me. Min ji Kak Mesrûr û Kak Qubad re gotiye, hûn dizanin bapîrê min beşdarî kiriye, bavê min jî paşê di sala 2007an de peyman li gel Kek Nêçîrvan îmze kirin û hevbeşiya me dest pê kir. Ez niha li vir im. Kurê min, bi îzna Xwedê, dê berdewam bike. Nifşê me pabendî Herêma Kurdistan û Îraqê ye.

Rûdaw: Balkêş e... Hûn çawa li paşeroja pêşxistin û beşdariya xwe di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de dinêrin? Wekî mînak, min bihîstiye we KM250eke din heye û dê bibe qonaxa dahatû ya pêşxistinê di warên din de. We Çemçemal heye, zeviyeke pir mezin e. Hûn dikarin ji me re bêjin plana we ji bo pêşxistina dahatû ya wan zeviyan çi ye?

Mecîd Cafer: Bê guman. Di rastiyê de, berî çend salan gelek projeyên me hebûn ku me plan danîbû ku hevdem li gel KM250 encam bidin. Ji ber wan astengiyên ku me hebûn ji ber Covidê û bûyerên ewlehiyê, me tenê bala xwe da ser KM250 ji bo ku em wê kuta bikin. Spas ji Xwedê re, niha ku em gihiştine vê qonaxê, em dikarin dest bi projeyên din bikin û me dest pê kiriye. Yek ji wan bê guman nirxandin e.

Çavkaniyên me yên bi şiyan ên zêde di zeviyan de hene. 80 trîlyon pê sêca şiyana me ya texmînkirî heye, lê pêwîst e bîrên nû bên kolan û bê piştrastkirin ji bo ku bibin rezervên diyarkirî, wekî ku di pîşesaziyê de jê re tê gotin. Ji sala 2008an ve berdewam berhemanîna me hebû. Îsal em dê rapirsiyeke erdhejzaniyê ya sê-alî ji bo herdu zeviyên Kormor û Çemçemalê bikin.

Rûdaw: We çend di veberhênan û pêşxistina van zeviyan de xerc kiriye?

Mecîd Cafer: Bi giştî, wekî ku min got, me nêzîkî 4 milyar dolaran xerc kiriye.

Rûdaw: Bi giştî, ji bo projeyan?

Mecîd Cafer: Her ji pêşî ve... Niha projeyeke me li Çemçemalê heye ku we behs kir, em jê re dibêjin karên destpêkî, me 160 milyon dolar wekî veberhênana seretayî tê de xerc kiriye.

Rûdaw: We ti bîr kolaye?

Mecîd Cafer: Belê bi îzna Xwedê em sê bîran dikolin. Ev proje amade ye. Em li benda hinek moletan in ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî. Ev dê alîkariya me bike ji bo têgihiştina şiyana zeviyê û gelekî bi lez 80 heta 100 milyon pê sêca di rojê de zêde dike. Berê 750 heta 800ê me heye. Ev 80 heta 100ên din zêde dike. Em nêzî 900 milyon pê sêca di rojê de dibin.

Em hêvîdar in di paşerojeke nêzîk de bigihîjin 1 milyar pê sêca di rojê de. Bi hêsanî dikare di nav çend salên dahatû de rû bide. Ji bo dabînkirina tevahiya pêdiviyên bazara navxweyî, me bihîstiye projeya Ronakiyê di demeke nêz de û sala dahatû, yan belkî her îsal jî hemû deveran li xwe bigire û elektrîka 24 demjimêrî ji bo hemû Herêma Kurdistanê dabîn dike ku ev gelekî baş e.

Pêşwext çavê me li wê yekê ye ku pêdiviya pîşesaziya navxweyî, wekî kargehên çîmentoyê, projeyên pîşesazî yên din ku sotemeniya şil dişewitînin, dabîn bikin. Gaza xwezayî, paqijtir û bawerpêkirîtir e, wekî bijardeyeke din e ji bo wan, dikare veberhênanên mezintir û berhema aborî ya mezintir çêbikî dema ku tu gaza pîşesaziyê jî dabîn dikî.

Rûdaw: Gelo daxwaz û pêşniyarên cidî ji wan pîşesaziyan gihiştine we? Em dizanin ku pîşesaziya giran a pir baş a Herêma Kurdistanê heye.

Mecîd Cafer: Erê, gihiştine me û, em hêvîdar in di demeke nêz de, bi alîkariya Xwedê, ragihînin çimkî dema ku gaza te hebe, ji bo her welatekî, karê pêşîn ji bo berhemanîna elektrîkê dibe û bi îzna Xwedê wek ku me ji projeya Ronakiyê bihîstiye, ew babet tê çareserkirin. Paşê karê pêşîn ê duyem ji bo pîşesaziya te ye çimkî pîşesazî berhema aborî û derfetên kar çêdike û paşê kiryarên te yên zêdetir dibin û daxwaza pîşesaziyê aramtir e çimkî elektrîk li gorî atmosferê bilind û nizm dibe.

Li vir li Îmaratê, li Kendavê, herdem di havînê de zêdetir e. Li Herêma Kurdistanê, du lûtkeyên te hene ku zivistan û havîn e, di biharê de kêmtir e, di payîzê de kêmtir e lê di sektora pîşesaziyê de daxwaza ji bo gazê, aram û berdewam e. Ev jî sûdeke din e, bê guman. Paşê wê dema ku berhema te ya zêde hebe, baş e, tu difikirî ku gazê hinarde bikî û li dû wê bazarê digerî. Loma bi giştî li her welatekî, ev şêwazê fikirînê ye di pêşxistina sektora gazê de.

Ez bawer im li seranserê cîhanê îro gaza xwezayî wekî sotemeniya sereke ji bo paşerojê tê temaşekirin, ji ber ku gaz, elektrîkê dabîn dike, madeyên xav ji bo pîşesaziyê dabîn dike, ji bo berhema aborî û niha em geşedana hişê çêkirî û daxwaza senterên detayan dibînin ku gelekî mezin e û pêdivî bi gazê jî dê li seranserê cîhanê pir zêdetir bibe.

Rûdaw: Nexwe bazara dahatû ya hinardekirina gaza Herêma Kurdistanê dê kû be?

Mecîd Cafer: Bê guman, dê di nav Îraqê de be, tê pêşbînîkirin ku bazara Îraqê heta dawiya vê dehsaliyê bigihîje 8 milyar pê sêca di rojê de û pêdiviyeke mezin heye. Wekî ku hûn dizanin, ji bo alîkariya hemû Îraqê ji bo ku elektrîka wê ya 24 demjimêrî hebe. Her wekî ku hûn dizanin berê elektrîk hinardeyî beşên din ên Îraqê tê kirin û xwestek jî heye ku gazê ji me bikirin. Biryara fermî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye dayîn. Di vê dema niha de şiyana dayîna gaza me sînordar e. Di projeya KM250 de, şiyana 100 milyon pê sêca heye ku niha nabe li Herêma Kurdistanê bê bikaranîn ji ber ku pêwîst e hinek borî jê re bên kişandin ku heta sala dahatû dê bên temamkirin.

Ev ew gaz e ku em dikarin wê di demeke kurt de veguhêzin Diyaleyê ji bo alîkariya elektrîka wir di demeke kurt de. Di demeke dirêj de daxwaza me heye ji aliyê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê ve ku rojane 400 milyon pê sêca gazê ji bo heyama 20 salan ji me bikirin.

Pêdiviya vê jî bi projeyeke din dibe. Belkî bi rêya zeviya Çemçemalê bê kirin û divê bi rêyeke nû pere jê re bê dabînkirin. Ew jî li gorî rewşê belkî du heta çar salan bikişîne lê ew projeyeke erênî ye.

Rûdaw: Ew zeviyên gazê yên Herêma Kurdistanê ne lê gelo zeviyên din li Îraqê, em dizanin ku we gelek peyman di gera pêncemîn û şeşemîn a girêbestên gazê yên Wezareta Petrola Îraqê wergirtin. Tu dikarî hin ronîkirinê di vî warî de bidî?

Mecîd Cafer: Wekî Kompanyaya Nefta Hîlalê, di rastiyê de di gera pêncemîn a girêbestan de, me sê proje wergirtin. Du li Diyaleyê û yek jî li Besreyê, li nêzîkî sînorê Kuwêtê. Xeşm el-Ehmer, Gelebat Qumer û Xidir el-May li sînorê Kuwêtê. Ev peymanên me ligel hikûmeta federal, Kompanyaya Rojhilata Navîn û Kompanyaya Neftê ya Başûr in. Em jî wek komekê, koma kompanyayên Hîlal, di heyama 10 heta 15 salên borî de, me li hemû Îraqê zêdetirî 5 milyar dolaran veberhênan kiriye. Ne tenê di beşa petrol û gazê de lê di beşa elektrîkê de jî. Kompanyayeke me ya din heye ku santrala elektrîkê damezirandiye, santrala elektrîka Mensûriyeyê. Her wisa li başûrê Îraqê di sektora benderan de. Em termînala bendera Um Qesrê bi rê ve dibin. Bi rêya yeke din ji kompanyayên koma me ku jê re dibêjin (Gulfainer) ku mezintirîn bikarxera sektora taybet a termînalên benderan e li hemû cîhanê. Ji ber wê em gelekî rijd in, malbata me di bingeh de ji Îraqê hatiye û em bi giştî pabendî welêt in.

Rûdaw: Gelekî baş e hûn di sektora lojîstîkê de li Îraqê beşdar in. Derbarê zeviyên we li beşên din ên Îraqê de, gelo heta niha we dest bi kar kiriye di wan zeviyan de?

Mecîd Cafer: Erê, me ceribandina erdhejzaniyê di wan zeviyan de kiriye û em amadekariyê ji bo karê kolana bîran dikin. Şiyaneke baş heye, wekî mînak li Diyaleyê em ne gelekî dûrî Kormorê ne, li wê devera ku em li Kurdistanê kar dikin. Heman taybetmendiyên jeolojîk jî hene. Lewra em dixwazin li wir jî beşdar bin.

Rûdaw: Derbarê hêza we ya kar, karmendên we yên navxweyî, gelo hûn pişta xwe bi karker û karmendên navxweyî girê didin? Çend ji hêza we ya kar biyanî ye?

Mecîd Cafer: Ev ji bo me karekî pêşîn bûye û nexasim ji bo min bi taybetî giring e heta wê radeya ku em dikarin hêza kar a navxweyî bi kar bînin. Ji ber wê jî bilindtirîn rêjeya me ya hêza kar a navxweyî heye. Ew jî ne tenê di beşa karkeran de lê di beşa birêvebirin û kargêriyê de jî. Hêza me ya kar zêdetirî ji sedî 85ê wê navxweyî ye. Ev jî şanaziyeke mezin e.

Her wekî ku min behs kir di projeya KM250 de, zêdetirî 1000 hêza kar a Kurd beşdarî pêkanîna projeyê bûn. Nêzîkî 800 kes ji wan berdewam li cem me kar dikin û ev ji bo me herdem cihê şanaziyê ye û em wan perwerde dikin ji bo ku asta wan bilind bibe û bigihîjin asta birêveber û astên gelekî pêşketî.

Perwerdekirina hêza kar a navxweyî ji bo me pir giring e. Ez gelekî dilxweş im û şanaziyê dikim li wan deverên ku em tê de kar dikin, kompanyayên cuda çêbûne. Kompanyayên xizmetguzariya neftê pêşketine. Birêzekî vê dawiyê serdana min kir ku berî 10 salan di kompanyaya me de wek karker li zeviya Kormorê dest bi kar kiribû lê niha bûye birêvebirê bicihhêner ê kompanyayekê û xizmetguzariya neftê ji me re dabîn dike.

Loma ji wê dema ku em hatin Kurdistanê û me dest pê kir, me soz da ku li wan deverên ku em kar dikin, elektrîka wan a 24 demjimêrî hebe. Ev jî tiştek e ku em pê serbilind in. Me pêdiviyên din jî dabîn kirine wek dabînkirina xizmetguzariya tenduristiyê, perwerdeyê, dabînkirina ava paqij, ango veberhênana di civaka xwecihî de navenda felsefeya karkirina me ye, her wisa li deverên din, tewra, wekî malbata xwe ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku em piştgir bûn ji bo hevkariya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya Dihokê û her wisa Zanîngeha Amerîkî ya Îraqê ya Silêmaniyê. Lewma piştgirîkirina nifşê nû giring e ji bo felsefe û exlaqê veberhênana me.

Rûdaw: Ji nêrîna we pêwîst e hikûmet û civak çi bikin wek hêsankarî ji bo kompanyayên petrolê û sektora taybet ji bo ku çalaktir bin? Gelo ti astengî û berbest heye ku we nîgeran bike yan kompanyayên din li deverê nîgeran bike?

Mecîd Cafer: Em ji bo demeke dirêj li wir in. Çendîn nifşên li pey hev in ku em bi wê ve pêbend in. Em rastî astengiyên zêde hatine li gel hikûmetê, li gel hevbeşên xwe, ji sala 2007an ve. Hinek nakokiyên me li gel hikûmetê hebûn lê bi rêya navbeynkariyê û bi rêya yasayî me dawî li wan anî û encama wê jî spas ji Xwedê re bi awayekî bi dawî hat ku veberhênana me ya zêdetir jê derket.

Ji wê dema ku pirsgirêka me ya yasayî hatiye çareserkirin, me asta berhemanîna xwe du qatan bilind kiriye. Pirsgirêka me hebû dema ku DAIŞê êrişî Îraqê kir. Hinek arîşeyên me yên navxweyî yên din wê demê hebûn. Di dema êrişên dronan de mixabin çar hevkarên me canê xwe ji dest da ku karkerên Yemenî bûn û peymandarên me bûn, ew jî wê demê bû ku em mijûlî pêkanîna projeya KM250 bûn. Ango tiştên zêde bi serê me hatin.

Dema ku DAIŞê êriş kir me dît ku hinek ji hevkarên me ji kompanyayên din û kompanyayên biyanî yên rojavayî ji Kurdistanê bar kirin. Her çend spas ji Xwedê re nikarîbûn bigihîjin Kurdistanê. Ew yekser reviyan balafirgehan lê em man, tewra karmendên me yên biyanî jî man. Em li wir (li Kurdistanê) ji bo demeke dirêj dimînin û me ew pêbendbûna xwe jî di dema wan hemû astengiyan de piştrast kiriye.

Tiştê herî giring ji nêrîna hikûmetê ve bi baweriya me wek veberhênerekî, ne aloz e. Sê tişt in: Dayîna mafên darayî di dema xwe de. Pesendkirina lezgîn û biryara lezgîn û rêzgirtina li peymanên me. Ev bingeh û stûn in ji bo veberhêner. Petrol û gaz veberhênanên mezin in û metirsiya veberhênanê di demeke dirêj de zêdetir e. Eger hikûmet wan her sê tiştan pêk bîne, kar dê baş bi rê ve biçin.

Derbarê ciwanan jî ez wan han didim ku li vê pîşesaziyê binêrin. Hinek caran kesên ciwan wisa dihizirin ku petrol û gaz pîşesaziyeke kevin e û dixwazin di teknolojiyê û sektorên din de kar bikin lê di rastiyê de gaz û petrol sektorek e ku bi teknolojiyaya herî bilind tê naskirin. Pîşesaziyeke ku endazyarî, darayî û bazirganiyê ji bo demeke dirêj tîne cem hev.

Min bi xwe ev ceribandiye. Min li kompanyaya Shellê dest bi kar kir û hemû jiyana min a pîşeyî di wê sektorê de bûye. Vêga ez pêwendiyeke xurt di navbera enerjî û teknolojiyê de dibînim. Wekî ku em dibêjin, hişê çêkirî û navenda detayan, wekî ku vê dawiyê konferansa me ya ADIPECê hebû, ku hemû têkildarî çawaniya bi hev ve girêdana enerjî û hişê çêkirî bû. Xal û fokusa sereke ev e.

Di rabirdûyê de dihat gotin zanyarî, desthilat an enerjiyê li pey xwe tîne lê di paşerojê de desthilat an enerjî dê zanyariyê li pey xwe bîne çimkî ji bo ku navenda te ya detayan hebe, pêdiviya te bi enerjiyê heye. Enerjî jî ji elektrîkê tê ku di gelek rewşan de ji gaza xwezayî tê berhemanîn.

Rûdaw: Baş e çend ji wan corên teknolojiyên ku girêdayî hişê çêkirî ne ji aliyê Pearl Petroleum, Dana Gas û Crescentê ve tên bikaranîn wekî, mînak li Kormorê?

Mecîd Cafer: Belê, di xelekeke fireh de me teknolojî bi kar aniye ji bo zêdekirina jêhatîbûnê û kêmkirina westîn û arîşeyên teknîkî. Tu dizanî, em dikarin bi rêya teknolojiyê pêşbînî bikin ku di kîjan beşê de karê me yê çakkirinê pêwîst e. Wekî mînak li şûna ku tu li bendê bimînî ka kengî dawerivîneke gazê rû dide, ew alav û teknolojî dikare berî rûdana wê kêşeyê, ji te re bêje egera dawerivîna gazê di paşerojê de heye.

Lewra tu dikarî pêşwext rê li ber derketina wan pirsgirêkan bigirî û wan nas bikî. Ev jî xerciyan kêm dike. Asta derdana gazê jî kêm dike ku ziyana wê ji bo jîngehê heye û tu dikarî ji wê yekê piştrast bî ku bi bilindtirîn şiyana xwe tu dikarî gazê berhem bînî. Ev hemû gelekî balkêş û alîkar in.

Nimûneyeke din di dema ceribandin û amadekariyan de, wekî mînak, di rabirdûyê de pêdiviya ceribandina erdhejzaniyê bi danîn û bikaranîna hejmareke zêde ya têlan hebû, lê niha ji ber teknolojiyê pêdivî bi têlan nemaye. Ev jî kar lezgîn dike. Tewra di dema xwendina detayan de jî. Di rabirdûyê de kesek li ber detayan bi pênûsa rengîn rûdinişt û mijûlî kişandina xêzan û xwendina nexşeyan bû, lê vêga bi rêya hişê çêkirî xwendin û şiroveyên teknîkî gelekî lezgîntir û hûrbîntir û duristtir in. Ango di her beşekî de ji xwendin û şiroveyên teknîkî bigire heta karpêkirina amûran, teknolojiyê şiyanên me pêş xistine. Ev bi taybetî pir baş e ji bo bikarhênerê dawiyê û ji bo aboriyê.

Rûdaw: Te qala babetên yasayî kir û pêdiviya wê yekê ku divê biryarên hikûmetê bi lez bên dayîn, hûn peymana vê dawiyê ya di navbera hikûmeta federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çawa dibînin? Ev çawa alîkar e bi şêwazê giştî di tevahiya pîşesaziyê de?

Mecîd Cafer: Bi nêrîna min ev gaveke giring e. Em rasterast ne girêdayî vê mijarê ne. Ji ber ku em gaz û kondensat û gaza LPG ji bo bazara navxweyî dabîn dikin. Em ne beşek ji pêvajoya hinardekirinê ne. Ez dikarim bêjim cihê şermezariyê ye ku heta dawiya hikûmeta niha ya Îraqê kişand heta ku ew çareserî hat bidestxistin, hinekî berî kirina hilbijartinê.

Em hêvîdar in di hikûmeta nû de ew pêvajoya ku ji serî ve li ser hatibû lihevkirin, bi duristî bê pêkanîn. Ji ber ku tê bîra min ji destpêka vê hikûmetê ve peymanek li ser budceyê hebû. Mijar zelal bû, qet nebe ji bo min zelal bû lê paşê xwendinên cuda jê re kirin û kêşe derketin. Ew jî ne alîkar bû. Destûra Îraqê derbarê maf û erkên hemû aliyan pir zelal e.

Rûdaw: Lê xelk hîn jî li Herêma Kurdistanê mûçeyên wan dereng dikevin û ji ber wê jî rastî zehmetiya jiyanê hatine?

Mecîd Cafer: Erê. Ev bi rastî kêşeyeke mezin e. Tu dizanî yasaya gaz û petrolê hîn jî nehatiye pejirandin. Tê bîra min yekem reşnivîsa wê yasayê sala 2007an hatibû pêşniyarkirin. Niha jî em di sala 2025an de ne. Herêma Kurdistanê yasaya xwe ya gaz û petrolê pesend kir. Em hêvîdar in. Destûra Îraqê û bingeha wê bi temamî zelal e.

Divê saman û dahata gaz û petrolê di berjewendiya hemû xelk û dever û hikûmetan de be lê ev nayê wê wateyê ku ne pêkan be veberhênerên te yên cuda li deverên cuda hebin. Her wisa pir zelal e ku mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Mafê destûrî heye. Em hêvîdar in hevbeşiyeke çêtir di navbera aliyan de çêbibe ku bibe sedem ji bo bilindtirîn asta berhemanînê û zêdetirîn qezenc.

Rûdaw: Naxwe gelo bi nêrîna te, nenavendîkirina veberhênanê li Îraqê baştir e yan berevajî, navendîkirina wê? Gelo tu li gel wê yekê yî ku herêm bikarin desthilata wan hebe deverên xwe yên petrolê bi pêş bixin an li dijî wê yekê yî?

Mecîd Cafer: Bi nêrîna min, destûra Îraqê gelekî zelal e. Kes nikare înkar bike. Destûr, destûreke federalî ye. Hinek desthilat hene ku bi tenê ji bo hikûmeta federal in ku ev in: Banka federal, çapkirina dirav, siyaseta derve û siyaseta parastinê. Desthilatên din bi herêm û parêzgehan hatine dayîn. Destûr li ser wê yekê zelal e. Li vir li Îmaratê heman tiştê me heye. Heman tişt li Amerîkayê heye, li Hindistanê, li Almanyayê, li Swîsreyê, li Kanadayê û li gelek welatên din ku sîstemên wan ên federalî hene.

Me dîtiye li vir li Îmaratê dema ku sîstema te ya federalî hebe, bipêşketina aborî zêdetir e. Ji ber wê biwêjek heye ku li zanîngehên bazirganiyê em jê re dibêjin (ko-optîşin), ku wateya wê rikberiya dostane ye di navxwe de. Herêmên cuda hewl didin veberhênana zêdetir bikişînin bi rêya siyasetên baştir.

Ev jî ji bo hemû aliyan baş e. Hemû kes jî siyasetên baş ên hev kopî dikin û li vê gorê jî standarda hemû aliyan bilind dikin. Binêre, di bin sîwana sîstema federalî de, çi destkefteke mezin a Îmaratê hebû. Bi tenê di heyama nêzî zêdetirî 50 salan de, bi rastî efsane ye. Loma ez bawer im dikare bibe sîstemeke pir baş. Hebûna bi dehan sal a navendîtiyê li Îraqê di çaxê serdema rejîma berê de, bûye sedem ji bo wêranbûna Îraqê.

Bi baweriya min ev gelekî zelal e. Ji ber wê hêvîdar im bingehên destûrê bên pêkanîn bi rêya yasa, siyaset û kiryarên ku qezenca wan ji bo her kesî li Îraqê hebe, wekî ku di sala 2005an de ji aliyê Îraqiyan ve piraniya xelkê deng pê daye.

Rûdaw: Pir rast e lê cihê sosretê ye ku tevî wan hemû sedemên zelal ên ku te niha behs kirin, hîn jî bi kiryar alî û hikûmeta federal xwendineke cuda ji bo destûrê dikin, cuda ji ya ku Herêma Kurdistanê dike. Gelo çareseriyek ji bo wê kêşeyê heye ku bi raya te du hikûmet bikarin ber bi wê ve biçin ji bo ku serencam pesendkirina yasaya gaz û petrolê ya federal jê derkeve? Tu çawa di wê bareyê de difikirî?

Mecîd Cafer: Binêre, hin kes hîn jî li Bexdayê di hin wezaretan de û di parlamentoyê de jî, nêrîna wan ew nêrîna berê û kevin a wê serdemê ye ku her tişt bi şêwazê navendî ji Bexdayê dihat kirin. Ew wisa dihizirin dema ku di destûrê de behsa (hemû xelkê Îraqê) tê kirin, ew kes tenê wezaretek an çend wezaret li Bexdayê nûneratiya wan dikin. Ev ne ew tişt e ku destûra Îraqê dibêje. Me dîtiye hikûmeta niha, hikûmeta Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, rêya kirdarî meşandiye û bi şêwazê îdeolojîk nafikire. Yan li dijî wî alî, wê neteweyê û wê komê kar nekiriye. Meyla wan heye ku ber bi pêş ve binêrin bi rêya proje û veberhênana di jêrxanê de ku di qezenca hemû xelkê Îraqê de ye.

Her wisa bi rêya berdewamkirina şandina mûçeyan. Em wisa dihizirin û hêvîdar in hikûmeta nû ya Îraqê piştî hilbijartinê berdewamiyê bi vê yekê bide û zêdetir jî bike û pêş bixe. Destûr zelal e ku divê ew çavkanî qezencê bigihînin hemû xelkê dever û herêman û bingeh ew e ku bi şêwazekî be ku pişka her aliyekî li gorî hejmara şêniyên wî be û ya ku me dîtiye nebûna yasaya pêwîst e, nemaze yasaya hevbeşkirina dahatê.

Çawa dahat bê dabeşkirin? Nêrîna min herdem ew bûye ku hevbeşkirina dahatê wekî dabeşkirina kekê ye. Dema ku biryar li ser wê yekê hat dayîn ku çawa kek bê dabeşkirin, tu êdî li ser şer nakî. Belkî divê du alî hewl bidin heta ku ji destê wan tê, kekê mezintir bikin. Ew jî dibe yasaya veberhênana di gaz û petrolê de.

Eger em nizanibin pişka me di kekê de çi ye, em nizanin çawa divê em kekê mezintir bikin. Ango ji bo min lojîk ew e, mixabin ev di 2007 û 2008an de rû neda lê xala destpêkê hevbeşkirina dahatê ye û ka çawa dahat tê dabeşkirin.

Nabe dan û standin ji bo heyama salekê li ser yasaya budceyê hebe. Divê tenê yek yasa hebe ku bingehên wê ji bo hemû salên dahatû zelal bin. Li şûna ku dan û standin her sal bê kirin ku temenê hemû hikûmeta niha bir, wekî ku em dibînin di dawiya vê hikûmetê de rû da. Bi îzna Xwedê di paşerojê de dê baştir bibe.

Rûdaw: Pirsa min a dawiyê ew e ku peyama te ji bo xelkê Herêma Kurdistanê çi ye?

Mecîd Cafer: Peyama min ew e ku ez spasiya wan dikim. Ez dixwazim pîrozbahiyê li wan bikim, pîroz be ji bo wê destkefta giring ku me bi hevre bi dest ve aniye û bi rastî em ji bo demeke dirêj xwe pabend dibînin. Em spasiya we dikin ji bo hevbeşiya we. Çi ji destê me tê, em ji bo dabînkirina pêdiviyên enerjiyê dikin.

Her wisa ji bo ku em pêdiviyên civakî pêk bînin bikin. Em ciwanan han didin ku çavên wan li ser vê pîşesaziyê bin wekî pîşesaziyeke xurt û dirêjdem ji bo ku di wê pîşesaziyê de kar bikin, çi di kompanyaya me de be yan di kompanyayên din de be ku li Herêma Kurdistanê çalak in. Em hevbeşekî baş ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, em hevbeşên hemû desthilatdarên Herêma Kurdistanê ne.

Ji aliyê ewlehiyê ve jî piştgiriyeke baş ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li me tê kirin, ji aliyê berpirsên hikûmetê li Silêmaniyê ve, her wisa berpirsên hikûmeta federal li Bexdayê û nivîsgeha serokwezîr û ji aliyê hikûmeta Îmaratê ve jî. Bê guman ewlehî û selametî, karê herî pêşîn e ji bo xelkê me û karmendên me û baweriya me wisa ye, a ku em mijûl in û ji dil dikin, ji bo Herêma Kurdistanê baş e û ji bo Îraqê baş e û ez hêvîdar im em karibin di salên bê de jî li vê yekê bidomînin.