Dr. Feqî: Efrîn ji aliyê Tirkiye, Cebhet el Nusra û Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin

13-12-2014
A+ A-

 

Belîn (Rûdaw) - Dr. Resûl Feqî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew  ji sala 1971an ve li Almanyayê dijî. Mala wî niha li Berlînê ye.

 

Demek berê Dr. Feqî bi nave Însîyatîfa Bijîjkên Kurd- Rojava li Almanyayê çûbû Rojavayê Kurdistanê. Me li ser rewşa Rojava bi wî re hevpeyvînek kir.

 

Hûn bi navê kîjan rêxistinê çûn Rojavayê Kurdistanê?

 

Em bi nave Însîyatîfa Bijîjkên Kurd- Rojava li Almanyayê, çûn Rojava. Ew însîyatîf berê 3 salan hatiye damezirandin. Ew, bi koordînatorîya Komeleya Gelên di bin Xeterê dê li Almanyayê (Gesellsçaft für bedrohte Völker) pêk hat.

 

Hûn bi çi armancê çûn Rojavayê Kurdistanê? We li wê derê çi kir?

 

Ez û bijîşka başûrî ya bi navê Dr. Cemîle Majoul çûn Rojavayê Kurdistanê. Me dixwast alîkariya tenduristî bikin û li ser rewşa kurdên wê derê agahiyan berhev bikin.  Di heman demê de armanca me ew bû ku em dengê penaberên Kobanî ku niha li Pirsusêdimînin, bigihînin Almanyayê. Me dixwast biçin Kobanî lê nehîştin em biçin Kobanî. Me agahî ji xelkê wê derê girt. Me 3 rojan li Polîkilinîka Pirsûsê ku penaberên kurd tê de diman, kar kir û alîkariya  nexweşan ki. Me nexweş muayene kir, derman kir, karên tendurustî yên din kir. Em çûn Efrînê, me li Efrînê jî alîkariya tenduristî da xelkê her wiha me li wir di dibistanan de alîkariya xwendekaran kir.  

 

Rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî çawa bû?

 

Ez dikarim ji bo rewşa dever û herema Efrînê agahdarî bidim. Em rojek û nîvê li devera  Efrînê man. Em bi xelkê re axifîn. Li gor dîtina me û gotinên akinciyên heremê, li Efrînê  rewş baş bû, birçîbûn tinebû. Me kêmasî nedîtin. Gel kar û barên xwe pêk tîne. Zarok diçin dibistanê, bi zimanê kurdî, îngîlizî û erebî perwerdeyê dibînin. Li ser heremê boykota Tirkiye, Cephetul Nusra û hikûmeta Surîye heye. Efrîn ji her alî ve hatiye dorpêçkirin.

Li Efrînê bi qasî 500.000 kesên penaber ji Helebê (kurd, ereb, tirkmen, filleh) û gundên wê hene.

 

Hûn çûn kîjan bajaran û kîjan heremê, ew cîh di bin kontrola kî de bûn?

 

Em çûn Islahiyê, Pirsûsê û Efrînê. Li Efrînê, Navenda Reveberîya Xweseriya Demokratîk  (Kantona Efrînê) pêk hatiye. Ew kar û barên heremê pêk tînin. Gel amade ye herêma Efrînê biparêze. Kesên ki me bi wan re axifîn, gotin “em ti carî Efrînê bernadin, em ji bo parastina Rojava û Herêma xwe amade ne!” Birastî ew ne karê me bû ku em binihêrin ka herêm û bajar di bin kontrola kî de ye.

 

Rêxistinên mirovî yên wek we çawa dikarin biçin Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, ango bi kîjan rêyan? Di çûyîn û hatinê de pirsgirêk çi ne?

 

Birastî rêxistinên mirovî, humanîter û tedurustiyê nikarin bi rengeke fermî biçin herêma Efrînê. Em bi qaçaxî derbas bûn û vegeriyan. Ew jî zehmet û dijwar bû. Lê em bi alîkariya dost û hevalan derbasî herêmê bûn. Ji ber ku 2 sal û nîv e li ser herêmê boykot heye, rêxistinên mirovî û humanîst nikarin biçin Ffrînê.

 

Li Sûriye û Rojavayê Kurdîstanê şert û şûrtên xebatên humanîter çawa ne?

 

Hemû organîzasiyonên mirovî û humanîter û tenduristiyê dikarin bi serbestî li herêmê kar bikin. Em wek însiyatîfa tenduristiyê 2 sal û nîv e kar û barên xwe bi destê xwe dikin. Derman û alîkariyên din em dibin Bakurê Kurdîstanê, ji wir jî em qaçax derbasî  Rojava dikin û li herêma Efrînê em bi xwe belav dikin.

 

Daxwaza we ji Almanya û welatên rojava çi ye?

 

Însiyatifa me û Komeleya Gelên di bin Xeterê de ji Hikûmeta Almanya daxwaz dikin ku ew alîkariya ku ji waletên Ewropayê diçe Tirkiyê, were kontrolkirin. Ew alîkarî diçe kuderê û çawa tê belavkirin, dikeve destê kî, divê were kontrolkirin. Divê ji bo Rojava û bi taybetî jî ji bo herêma Efrînê deriyek were vekirin da ku alîkarî bikaribe rast, yekser û zindî biçe Rojava. Ji bo wê jî divê Rojava were naskirin.

 

Erkên kurdên diyasporayê çi ne? Kurd dikarin çi bikin?   

 

Em ji kurdan dixwazin ku yekbûna xwe, tevkariya xwe pêk bînin ji bo netewa kurd, bi taybetî pêwîst e ku kurdên diyasporayê ji bo yekbûna kurdan hewl bidin, pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re baş bikin. Divê armanca kurdên diyasporayê ew be ku pêwendî, pêywendî û çarek din pêwendî, ji ber ku gel ji bîr nekin. Dîsa divê kurdên diyasporayê bi dewlet û rêxistinên mirovî û humanîter re pêwendî daynin, doza Kurdistanê û pirsgirekên netewa kurd di dinyayê de bidin nasandin, ji bo doza Kurdistanê dostan peyda bikin.

 

Spas dikim.

 

Ez spas dikim û serkeftin dixwazim.




Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst