Lazo Azad: Şêrko Bêkes bi neynikekê kete pêşiya pirtûka min

Helbestvana Kurd a li Brîtanyayê Lazo Azad bû mêvana bernameya "Diyaspora"yê ya Rûdawê û behsa jiyana xwe ya wêjeyî û bandora malbata xwe kir.

Lazo Azada ku bapîrê wê şanonivîs û bavê wê şêwekar e, diyar kir ku ew di malbateke hunerî de mezin bûye û vê yekê bandoreke mezin li wê kiriye.

Lazo Azad bi bîr anî ku Şêrko Bêkes gelekî bandor li wê kiriye û heta ji bo pirtûka wê ya bi navê "Şazadeya Koşka Reş" piştgiriyeke mezin daye wê.

Helbestvana ciwan got, "Şêrko Bêkes di nameyekê de ji min re got, 'Ez li pêş pirtûka te diçim û neynik bi min re ye'. Ev şanaziyeke mezin bû ji bo min."

Lazo Azadê li ser wateya navê xwe got ku nav ji aliyê bapîrê wê ve hatiye hilbijartin û wiha pê de çû:

"Du wateyên navê min hene, yekem amaje ye ji bo nivîsîneke kevn a Kurdî û ya duyem bi wateya law an ciwan tê."

Helbestvana Kurd diyar kir ku heta temenê 17 saliyê ti berhem nenivîsiye û yekem helbesta xwe li derveyî welêt nivîsiye û got:

"Yekem gava cidî ew bû dema ku min du tekstên xwe nîşanî helbestvan Sabir Sadiq dan. Wî yek jê wekî helbest nedît û ya din wekî helbest wesif kir."

Hevpeyvîna Rûdawê ligel helbestvan Lazo Azad:

Lazo Azad: Diyar e yekem car e ez helbestê dixwînim, min qet nexwestiye helbest ber wê dinyayê bikeve ku niha her tiştî dike kelûpel, lê ez ê îro parçe helbestekê ji we re bixwînim:

Kulîlk razane
Perdeya odeya min bawîşkan dide
Hest dikim neynikên min di evînê de pîr bûne
Baran nerm dibare
Xunav di bin lêvan re dikene
Ew evîn e me fêrî naskirinê dike
Ew lîstika min e bêhna qezwana şil jê tê
Destê xwe datînim ser dilê xwe û di xemsariya rojan re derbas dibim
Pêwîst e bibêjim hebûna wî hebûna gerdûnê ye

Bapîrê min (bapîrê bavê min) ev nav ji bo min hilbijartiye, dibêjin nivîsîneke kevn a Kurdî hebû, ango xeteke nivîsînê hebû di zimanê Kurdî de navê wê xetê Lazo bû, bi wateyeke din jî tê gotin ku Lazo bi wateya law an xort û ciwan tê. Bawer dikim ji bo helbestvan û nivîskaran bi giştî em qet nikarin destpêkekê deynin, ji ber ku dibe jiyana wêjeyî gelekî berî nivîsînê dest pê bike, wek mînak ji zarokatiyê ve çawa ber dinyayê ketiye, ezmûnên ligel jiyankirin û zarokatiya xwe hebû û ligel derdorê û derfeta ku jê re hatiye berdestkirin çi bû? Çi cure derfetek bû û ew zemînesazî hebû? Dibe ku di vê yekê de şansekî min ê here baş hebe ku ji malbatekê hatime ku bapîrê min şanonivîs bûye, bavê min bi xwe hunermend e di warê şêwekariyê de, ango bi berdewamî bi şêwazên cuda ji zarokatiyê ve ez rastî wêje û hunerê hatime, loma ez pir zû dikarim bibêjim çîroka geşta min wekî nivîskar di nava min de dest pê kiribû pêşî.

Rûdaw: Lê tu dibêjî heta temenê 17 saliyê min tiştek nenivîsî, 17 salî, nexwe te yekemîn berhema xwe li diyasporayê nivîsî, çi bû yekem helbest?

Lazo Azad:
Helbesteke heta bibêjî keçane bû, niha nikarim bi hûrî bînim bîra xwe lê tê bîra min di wê demê de ku min du helbest nivîsîn, yek ji wan kesên ku hevalê min bû û kurê helbestvan Sabir Sedîq bû, min ligel wî behsa helbestvaniyê dikir û wî helbesta min nîşanî helbestvan Sabir Sedîq da û raya wî li ser tekstê min wergirt, pir xweş bû ji ber ku vegeriya ser herdu tekstan, li ser yekî ji wan gotibû "Ev ne helbest e", bes li ser ya din gotibû «Ev gelekî helbest e», loma min fêm kir helbest kîjan e û kîjan ne helbest e wekî destpêkekê, loma wî gelekî ez han dam ku ez belav bikim, piştre karekterekî din wek nivîskarekî diyar hat nava jiyana min da ku min han bide ji bo nivîsînan û gelekî piştevaniyî li min kir û ji min re digot li ku derê tekstan belav bikim, ew jî helbestvan Hîwa Qadir bû, ku ez fêr kirim ji aliyê ziman ve çawa ye, ji aliyê teknîka vegotinê çawa ye, wêne ligel xwe hilgirtiye yan rêzkirina komek peyvan e.

Rûdaw: Bêguman ev jî bandoreke guhertineke pir mezin di jiyana te de di qonaxeke pir hestyar de çêdike, heta pazdeh salî di nava qelebalixiya Silêmaniyê bêhna nan ji nanpêjiyan tê, êvaran guhê te li dengê bangê ye, zarok li kolanê dileyîzin, çivîk di guhê te de dixwînin, çîvçîva wan tê, tu diçî Swêdê, pazdeh sal temenê te qonaxeke pir hestyar e, Swêdeke sar, Swêdek e takekesî tê de heta ser hestî ye, xelk pir ji hev dûr e, qelebalixî nema, bêhna nan nema, dengê lîstika zarokan li kolanê nema, tiştek nema.. Vê wisa kir ku bibî helbestvan?

Lazo Azad: Dibe ku ew sedem bûbe, kî dizane? Bêguman ku piştî wê germ û gurriya ku tu behs dikî li ax û cihê xwe, ez rastî azareke din hatim, tiştekî nû bû lê giraniya wê azarê di wê yekê de ye ku di temenekî de rastî têyî ku tu di hestyartirîn hebûna xwe de yî, ya ku temenê nûciwaniyê ye. Dikarim bibêjim tu berdewam rastî sergêjî û guman û dudilî û dinyayek pirsên bersiv nedayî tê lê ya ku diçî axeke din ku her tişt lap cuda ye.

Bê guman bandoreke pir pir mezin a wê guhertinê heye, nemaze di temenekî de ku tu bi xwe guhertineke mezin li hundir heta derve di laş de rû dide, yan ji aliyê hizirkirinên te ve. Dikarim bibêjim yek ji serdemên giran ên jiyana min bû, hestkirina ku tu li cihêkî yî nabê lê bî, hesta ku ev ne mala te ye, ev ne cihê te ye û tu xwe çawa aram dikî bi wê yekê ku bikî cihek ku êdî jiyana te ya nû ev e.

Bawer dikim yek ji tiştên ku gelekî alîkariya min kir ew bû ku min hemû hizirkirinên xwe û hemû şiyana xwe li ser fêrbûna zimanê Swêdî kom kir û cihek jî ku bû penageheke gelekî gelekî baş ji bo min pirtûkxaneya dibistana min bû. Yek ji wan xanimên ku li wir di nava pirtûkxaneyê de kar dikir, berî demekê piştî ku min pirtûka Rêyeke Din belav kir di facebooka xwe de wêne dîtibûn nameyek ji min re şand û got, “Xewna te hate cih” lê min ji bîr kiribû behsa çi dike, loma min jê pirsî mebesta te kîjan xewn e? Got, “Te herdem digot hez dikim bibim nivîskar, niha jî ku pirtûka te belav bûye pîrozbahiyê li te dikim, diyar e tu vêga nivîskar î.”

Rûdaw: Em jî pîrozbahiyê li te dikin ji ber ku nû ye, ew pirtûka te ya dawî, te çend pirtûk nivîsîne?

Lazo Azad: Bi rastî min heta niha pirtûkeke hevbeş belav kiriye. Piştî wê pirtûkê dema Dezgeha Çap û Weşanê ya Serdemê çap û belav kir, sê pirtûkên min ên din hene. Yek ji wan bi navê Şazadey Koşkî Reş (Şazadeya Koşka Reş) ku li vir dibe hez dikim behsa vê bikim ku helbestvanê mezin ê koçkirî Şêrko Bêkes gelekî hevkar bû di çapkirina wê pirtûkê de.

Handana zêde ya wî bû ku min ew pirtûk belav kir. Eger na komkirina helbestên min di pirtûkekê de bi rastî di bernameya me di wê demê de nebû lê bi handana wî ya zêde û bi piştevanîyên wî, pirtûk çap bû. Di nameyeke taybet jî de Kak Şêrko ji min re dibêje, “Ez li pêş pirtûka te diçim û neynik bi min re ye”.

Eger were bîra we ew çîroka dema berê ku bûk çûye neynikek hilgirtine” bi heman şêweyî Şêrko Bêkes di nameyekê de wisa ji min re nivîsî, dibêje, “Xema te nebe, min neynik hilgirtiye û li pêş pirtûka te diçim”.

Loma ev şanaziyeke mezin e ku kesekî wisa mezin û taybet û helbestvanekî ciwan ê Kurd li pişta çapa Şazadey Koşkî Reş heye (kesên din jî hevkar bûn helbet). Piştî wê pirtûka Nûsînewey Hezar û Yek Xewn (Nivîsîna Hezar û Yek Xewnê) Dezgeha Xezelnûs çap û belav kir.

Û pirtûka min a dawî jî Rêyeke Din bû ku bi rêya alîkariya çend sponseran bû. Sponserekî diyarkirî ku hevkar bû di çapa pirtûkê de.Û ev pirtûka min a dawî di çapxaneya “Karo”» de hat çapkirin.

Rûdaw: Tu hatî Brîtanyayê, niha li Birminghamê bi salan e li vir dijîn, ev der Pirtûkxaneya Giştî ya Birminghamê ye, yek ji wan daxwazên ku te hebû ew bû em te bigihînin Odeya Shakespeare di vê pirtûkxaneya giştî de, bandora wêjeya Brîtanî, wêjeya Îngilîzî, li ser te çiqas bû? Çi qasî dinyabîniya te guhert? Çi qasî wisa kir ku tu baştir helbestê binivîsî? Nizanim dikarim bibêjim baştir helbestê binivîsî yan na, lê bila ba bibêjin xweştir helbestê binivîsî.

Lazo Azad: Her a ku em li welatekî dijîn ku çendîn nivîskarên wan ên mezin hene û di pirtûkxaneyeke wisa de ye ku zêdetirî du milyon pirtûkan tê de heye û derfeta te heye ku destê te bigihêje dinyaya hemû nivîskarên ku rojekê ji rojan jiyane yan vêga jî di jiyanê de ne, ev bi xwe derfeteke baş e lê te rastî divê min ev pirtûkxane kêm caran bi rastî qet bi kar neaniye bo edebiyatê, bi qasî wê yekê di wan çend salan de ku min xwendin kiriye li vir, ev der cihekî gelekî gelekî baş bûye ku ez bikarim bi aramî bêm xwendina xwe tê de bikim, û xwe amade bikim ji bo wan nivîsînên ku pêwîst bû di heyama çend salan de pêşkêşî zanîngehê bikim di wî warê ku min tê de dixwend.

Rûdaw: Te çi xwendiye?

Lazo Azad: Xwendina min a bekaloryosê navnîşana wê her bi wî navî ye ku Karkirina ligel zarok û ciwan û malbatê, piştre min master jî di warê ciwan û civakê de kir.

Rûdaw: Baş e ew karê ku niha... tiştek heye her pêwendî bi civakê ve heye, ne wisa?

Lazo Azad: Karê niha yekem zêdetir ji bo veguhastina dengê wan xaniman e ku ji ber ducanî û jidayikbûna wan xizmetguzarî di sektora tenduristî ya vir de wergirtine, em wekî karmend ji bo wê kar dikin ku dengê wan bigihînin da ku xizmetguzariyan ji bo dayikên ducanî baştir bikin.

Rûdaw: Gelekî baş e, ji bilî ku te behsa xaniman kir, ji bilî xaniman te alîkarî ji bo Kurdên Êzdî kom kiriye, ji bo xanimên Êzdî, te ji bo xanimên din ên Kurd li vir li Brîtanyayê jî kar kiriye, dixwazim bizanim ev çawa bû? Çima te bawer dikir pêwîst e vê yekê bikî, ma valahiyeke wisa mezin li vir heye?

Lazo Azad: Diyar e min di sala 2017an de “Projeya Mêxek”ê li vir ligel xanimeke din damezirand. Me bawer dikir ku pêwîstiyeke pir pir mezin heye ji aliyê wê yekê ve ku alîkarî pêşkêşî xaniman were kirin ku pêşî mîna penaber tên vî welatî û nizanin ji ku derê dest pê bikin.

Ez piştrast im ew hemû xanim bi xewnekê tên vê derê, çi xewna karkirinê be, xwendinê be yan di her cureyeke xwepêgihandinê be. Me dixwest wê rêya dijwar a ku me birîbû ji bo gihîştin bi wan armancên ku me hebûn, kurt bikin ji bo wan xanimên ku tên vê derê û penaber in.

Loma me bi rêya wê projeyê hewl da ku zêdetirîn xanimên Kurd bikarin ji wan zanyariyên ku me pêşkêş dikir mifadar bin. Piştî wê jî me hewl da projeyê bi kar bînin hevdem ji bo ku em bikarin xizmetguzarî û alîkariyê pêşkêş bikin.

Wek mînak yek ji wan Nexweşxaneya Hîwayê, beşa zarokan alîkariyeke zêde çend caran ji aliyê Projeya Mêxekê ve gihîştiyê. Û xwişk û birayên me li Rojavayê bi heman şêweyî.

Berî Projeya Mêxekê di sala 2014an de ligel Xatûn Terze Caf û wê dema ku ez ji bo geştekê hatibûm Kurdistanê, ew dem bû ku DAIŞê êrîşî ser hinek navçeyên Kurdistanê kir û Êzidî ber bi bajarên Kurdistanê hatin xasma bajarê Hewlêrê û Kampa Behrke û vê navçeyê.

Loma em yekser ketin axaftinê li ser çawa bikarin alîkariya wan bikin. Loma bi hev re her li wir û dema ku ez li wir bûm me “Kampanya Pîroze”yê damezirand. Me alîkariyeke zêde li bajêr bi taybetî li bajarê Silêmanî û Hewlêrê kom kir da ku em bikarin alîkariya wan xanim û zarokan bikin.

Tewra hin xanimên ducanî jî di kampan de hebûn ku em bikarin alîkariya wan bikin. Piştre dema vegeriyam Brîtanyayê min hest kir ku ez nikarim bisekinim. Loma min heman kampanya li vî bajarî ragihand.

Bi kêfxweşî Kurdên zêde yên vî bajarî hatin li hana kampanya min û belê alîkariyeke zêde pêşkêş kirin.

Ez dikarim bibêjim me nêzîkî zêdetir ji tonekê ji tiştên pêdivî kom kir û me şand bo Kurdistanê û bo Kampa Behrkeyê.

Rûdaw: Helbesta dawî

Lazo Azad:
Çavên xwe digirim
Di hewayê de xwe dilivînim û ebaya reş a pîrika min di bayê de direve
Li xwe diale, lûl dibe û dikeve..
Bêhna pîrika min li kolanê, li malan, li mizgeft û nanpêjiyan digere..
Zarokatiya min vediciniqe..
Ez çiqas bêriya çayekê dikim ku destekî pîr û lerzok bide min
Bêriya qetek nanê sêlê
Savarê sor û genimê kutayî
Bêriya paqijkirina şûşeya wan çirayên ku herdem di destê min de dişemitîn, diketin û dişikestin
Ez bêriya çavgirtina li pêşberî te dikim.